Direkt zum Inhalt

TÊTE GOTIN KU HEQÎ Û NEHEQÎ BRANE!

Di van hefteyên dawîyêda li ser malperên Kurdistan dergeqa Mahîr Çayan da rexneyên tund hatin kirin, ew weku Kemalîtekî hate tevanbarkirin, tundbuna rexneyan bê sînor bu, nizam wî yekitîya Tirkîya paraztîyê, giredayî Mîsakî Mîllî buye, bi rahmanên xwe mîlitantekî Kemalîst buye, falan û bêvan. Eger destur bête dayîn min dixwezim wan braderanra çend gotinan bêjim, gotinê min gotinên dostanîyêne, min naxwezim kesekî ture û silbikim. Min xwe jî bona yektîya û paraztina sînorên Tirkîya ninim, min her tim got û diwêt pewîste Kurdistan yekitîya xwe pêkbîne û serbixwe bibe, dostanîya rastî bi gelê cîranra bi vî şiklî dikare bête dayîn. Azadbun û rizgarbuna gelên derdora me yekitî û serxwebuna Kurdistan va giredayîyê. Neazadbuna Kurdistanê bi gelên cîran ra xidamtî û xulamîye bi xwera tîne.
Mîrov pewîste her buyerê gor kata xwe, gor rewş û mercen xwe ji hev derxîne, eger Hun gor hinek gotinên Mahîr Çayan rêva biçin hun dikarin Wî weku netewkarekî anjî nijadparezekî bi çar mixan xeç bikin. Birmekin, ew hîna cîvanek bu û Wî wê katêda peşîya xwe ewqas dît. Rasteyetî ewe kû Wî dijî Komara Tirkîya bi çekdarî berxweda û di vê rêyêda canê xwe da. Di wê katê da WÎ û hevalên Wî dixwestin Komara Tirkîya biruxînin û Dara Gel avabikin. Heta naha çem gelek hêrikin, tu tiştek cîhyê xwe nema, her tişt livîya û naha jî ew livîn berdewame. Heta duenî çend Partîyen Kud bi xwe „T“ va zeliqandi bun! Ma ji „T“ durketina wan ewqas asan bu?! Hun naha Mahîr Çayan bi vî şiklî tavanbar dikin. Di salen 70 da „Kurd“ gotin „şoreşgerî gotin xof û tirsek mezin bu, kem kes hebun ew du peyv digirtin serê zimanê xwe. Paraztina Enver Xoce û Josef Stalîn bînin bîra xwe; Enver Xoce bi xwe Kemalîstekî mezin bu, Stalin di bin dara xwe da Kurdanra dijminatîyên mezin kirin, dîroka Yekitîya Sovyetêda tenê yêk Komar hatîye feşilandin, ew jî Komara Sor a Kurdistane ye. Naha hinek derkevin we/me bi paraztina Enver Xoce û Josef Stalîn tavanbarbikin çava dibe?! Ew jî katek bu!
Hun naha nikarin Fişokekî li hember Mahîr Çayan bigirin, xwere bikin firsend û Wî tavanbar bikin. Ew Fişoke ku Hun li hember Wî digirin; bi destê Dewleta Tirk ket nava Bizitneweya Kurdistan, Wî di jêrzemînîda nava Bizutneweyê Kurdistanda karkir, naha kar û armanca wî dîyarê, ew dixwze bi navê Mahîr Çayan Bizutneweyê Şoreşger yê Anatolîa bigre bin kontrola xwe û daf bike. Destselayedarên Tirkîya naha rolekî wusa dan wî û partîyekî nû hate damezrandin, HDP, armanc ewe ku Bizitneweyê Şoreşger serîda bête xesandin. Ni nav HDP da bê guman pêşkevtîxwez jî hene feqet wusa dîyare ku hevsar di detê Sektora Kemalê Sellanîkî dayê, pêşkevtîxwezên kû nava vê partîyêda cîhyê xwe girtinê dixwezin xelayên xwe li ser axa Anatolîa cîhbînin, şansê wan çîye, kî kê bixesîne hîna sedarsed dîyar nîne!
Sektora Kemalê Selanîkî kenga ketîyê nava tengasîyê dest avitîya Kurdan û Kimsoran (gor gotina naha hun bêjin Elewîyan), bi piştîvanîya Kurdan û Kimsoran wan dara xwe mikem kirinê, cîhyê xwe nerm û germ kirine, dema destên wan ço girtîyê ew verîyane ser Kimsor û Kurdan, komkujîya wan darxisitine. Naha Perê Sîyasî yê Şerîatê dara Sektora Kemalê Selanîkî sistkir, çend diranê (didan) wan şikand, ji ber vê carek din hevcetîya wan Kurd û Kimsoranra derket. Bi destên HDP, alîkarîya Kurd, Kimsor û Pêşkevtîxwezan tête xwestin ku, Aşê Dara Kemalîstên Selanîkî carek din bête girran kirin.
Braderên me li vir tiştekî li ber çavên xwe direvînin, perdeyek di ser çavên wan tê jêrê, hemû mîrovên ku li Tirkîya pênc salî û zêdetirîn çune medresê (hun bêjin dibistanê) mejûyê wan hatîye qwitan, kem mîrov hene ku; xwe jî dafa Kemalîstan rizgarkirinê, mejuyê xwe çak kirine û berê xwe dane heq û mîrovetîyê. Di katî xwe da şoreşgerê mezin Îbrahîm Kaypakkaya yêk ji wan mîrovan bu, daxawa navê partîya wî jî dîsa bi “T” dêstpêdikir. Mehlezekin ew bi xwe dijminê Sektora Kemalîstê Selanîkî bu, dema yêkhemcar hatibu Kurdistan goti bu: “va dera welatekî mûstemleke (ango welateki dagirkirî) çuye”. Disa jî Wî nikarîya bû xwe ji “T” rizgar bike. Dev jî şoreşgerên Tirk berdin werin ser Kurdên me, dema hinekan sîyasêt dikirin mûyên wan hemû spî bun, dîsa jî nidikarîyan jî “T” durekevin. Ma dîroka welatê xwe binêrin navê çend partîyê Kurdan bi “T” destpêdikir. Şerê Kurdan li ser “T” çend salan berdewam kir. Mîrovekî ku 15-20 zîndanêda mayê û dura hatîyê berdan bînin ber çavan, jîyana wî di nava azadîyê da çawa destpêdike, li ber wî çi asteng û git derdikevin holê?! Dar Kemalîstê Selanîkî bona gelê Kurdistan û Anatolîa weku zîndanekêyê, mîrovên ku vê zîndanêda jîyanê nikarin asan ji hetanê xwe yê kewnd derkevin. Dara Sosyalîsten Netewkar yên Alaman bînin bîra xwe, dara wan nezîka 10 salî berdewam kir, 1945 virda gelê Ewropa taybetîjî gelê Alaman, dixwezê xwe ji pagê dara Sosyalîstên Netewkar yên Alaman rizgar bike, wan heta îro hîna birînên xwe nikarine derman bikin, netewkarî weku nexweşîya pençêşêrekê îro jî nava wan daye û wan dixwe. Li Tirkîya Netewkarên Nijadparêz ew 90 salin ser dara sîyasîne û mejûyê gelên vê derê her roj diqwitin û diperçîqînin. Ji ber vê min divet ew rexneye ku dijî Mahîr Çayan hatinê kirin; cîh ninin, bêheqîyên mezinin. Dost peydakirin tîşekî asan nîne, feqet mîrov dikarê bi gotinekê hezaran dijdaran biafirîne. Bila Netewkarî, Nijadparezî û Nemîrovayêtî her ji me durbe......
Bimînin nava dilxweşîyêda
31.10.2013
Bîşar Norşîn

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.