Direkt zum Inhalt
Submitted by Bîşar Norşîn on 12 July 2013


Tu tiştek cîhyê xwe naseke, gerdun her tim nava livînêdaye, ji yêk zindîyekî bigirin heta berdekî (kevirekî); her tişt dilive, tişte kû her tim hebuyê û her tim hebe; livîne. Şikil gorîn, ji kirasekî derketin û ketina nava kirasekî din bê rawestan berdewame. Kirasgorîn pêşvaçune, dema ew kat tê, tu hêzek nikarê ber wê gorîne bisekine. Heta vê katê mîrov dikarê li ser berê gorînê xwedî destselayedar be. Ew destseleyedari bi hêzbun, tordanîn û hebuna pereva giredayîyê. Hinek komên sermayeyê yên cîhanê dikarin gorînên glovera me gor xwe dîzayn bikin. Ango ew weku berpirsîyar, hun bêjin weku harisên gilovera me, li ku derê çi gorîn hene dixwezin bigirin bin bandura xwe. Bona wan dar gorîn ango dar ruxandin, weku karekî rojanîye, ji ku derê ra demokrasî, ji ku derê ra monakirî, nizanim ji ku derê ra şerîat an faşîzim “pewîste”; ew dixwezin biryar bidin. Ber ku ew karê xwe “baş” dikin; kesek şiknake, çawa gorîn di nava rasteyetîya xwe da pêk bên û gel bi çavhederîya xwe rabin ser pêyan!. Berdek; alîkîva zindîye, berku; nava livînêdaye, alîyê din va zindî dîyar nake, berku; gorînên nava berd bi çavên şilf nayên dîtin. Bona dîtina livîna berd pevîste mîrov mîlyonan sal lê bipê. Gorîna radîkal ku mîrov ser berdekî dibîne bi destên hostayê keviran tên kirin. Dema hosta berdekî dide ber xwe, bi çakuç, murc û miqarê şiklekî dide wî, bî şîwekî radîkal wî berdî digorê. Gorîn li gor daxwezî û xeyala hostayê keviran pêk te. Komên mîrovan gor berdan, mîlyonan car zedetirîn zindîne, li vir berhevhgirtina zîndîbuna kom û berdan bê guman alîkîva ne raste, alîyê din va her livînek dikarê li berhev bête girtin, li virda tu xelefîyek tune.

Daxawa li ser glovera me xwedanên hinik sermayeyên mezin komên mîrovan weku “berdekî” didin ber xwe û pêva dileyzin, gor daxwezî û xeyalên xwe berê wan koman digorin, darên wan yê sîyasî rudixînin, bi wan ra darên sîyasî yên nu ava dikin. Ew wî alîva ewqas hostatî, bi fêl û fên pêşva diçin, kem kes şikê dibin ser wan, komên mîrovan wusa dizanin ku; ew gorîn bi destên wan va tên kirin. Di demek kwirta da ew xwe jî dibînîn ku; ew ji bin sîhya darekî sîyasî ya qîrêj derketine ketine nava tora darek sîyasî ya din. Di sala 1979 li Îranê wusa bu, dema Dara Şaxê Pahlewî dihat ruxandin, bawerî ew bu kû demokrasîyêk fire ya gelên Îranê bete avakirin, wusa nebu, gelên Îranê pêsira xwe ji detên Şax teze kişandibun, Melêyê Şîa bi alîkarîya Hezên Tarî yên Dinyayê dest avitin pesîra wan û bun bela serê gelên Îranê. Ji sala 1980 virda gelên Îranê nikarîyan pêsîra xwe ji destên Meleyan rizgarbikin.
Li vir bi destura Hezên Şoreşger min dixwezim rasteyetîyekê bînim serê zman: Di dîroka bizutneweyên sîyasîda rola sermayeya tarî û manupulekirina wê alîyê pêşkevtîxwezanda; zede jihevûdu nehatîyê derxistin. Bona diwarojek pak; eleg û bejingkirina sermayeya qîrêj pewîste. Li sernaserî glovera me mezintirîn gorînên mezîn yên sîyasî daxawa alîyê sermayeya qîrêj va tên kontrol kirin. Va li Rojhilata Navarast û ser axa Anatolîya jî wusaye. Yên ku duênî pişgirîya Recep Tayîp Erdoğan û partîya AKP kirin îro hedî hedî birêxa bin lingên wan dikşînin, dara sîyasî ya wan gav bi gav dipişirînin.

AKP li Anatolîyaê hate hêzkirin û pêşîya wê hate vekirin, berku Perrê Kemalîstan xwest dijî mishlehetên Emrîka, Îsraîl, Nato û Yekitîya Ewropa xetekî sîyasî ya nû bi xwe ra danî. Komara Tirkîyayê hebuna xwe li ser tunekirina Kurdan û pozberîyên mabeyna Pakta Varşovayê û Natoyê garantî kirîbu. Dema Pakta Varşovayê şikestik mezin ya sîyasî xwer û Yekitîya Dewletên Sovyetê berê xwe dan belavbune; hebuna Komara Tirkîya keti nava xeterîyek mezin, ewrên reş li ser wara hatin û çûn, wan xwest dijî Emrîka û Natoyê derkevin û xetekî sîyasî ya nu bi xwera danin, ji ber vê wan dest avitin Welatên Misliman û Komarên kewnd yen nava Sovyetê ku; wekû “Komaên Tirk” dihatin dîtin. Dema dijî Sadamê Tirkîtî û dara wî Hezên Emrîkî rêdiketin Komara Tirkîyayê wanra pişta xwe dizivirand, Perrê Kemalîstan bi kuştina her leşkerê Emrîkî direqisîya, daxwezîya wan ew bu ku; vê navçeyê Emrîka şikestik mezin bixwe û wanra rêgaya seroketîya Dewleten Misliman vebe û ew dest bavêjin “Komarên Tirk” yê Sovyeta kewnd. Xeyalê Turanê ku wan di destpêka qurna rabirdîda ji destên xwe filitandîbu; xwestin carek din bi destên xwe xînin. Dara AKP yê bona jarkirina Perrê Kemalîstan hate hêzkirin, AKP yê gor Lîsteya Emrîkayîyan gelek general, leşker, rojnamevan û sîyasetmedar dan girtin û ew sicinkirin. Bê guman yên ku hatin girtin wekû endamê Rexirawa Ergenekonê hatin girtin. Bi vî avayî Perrê Kemalîstan ji damezrandina Komara Tirkîyaê bigirin heta van salên davîyê, qe tu car ewqas neketîbu nava gengaşîyek mezin. Ewe salekê zedetirîne hêzbuna AKP yê bona hinek qwetên sîyasî pîçek zede bu. Çawa qweta Perrê Kemalîstan li paş tekçuna Yekitîya Sovyetê bona hinekan pîçek zede bibu, îrojî dara AKP û hêzbuna wan bona hinek qwetên sîyasî yên dinyayê zedebuye. Eger ew rasteyetî bi xal û xal bête şîrovekirin weneyekî wusa derdikevî hole:

1-Emrîkayîya bona dizayna Rojihilata Navarast dara Sadam Husenê Tirkîtî ku; katî xwe da wan anî bu ser hikum, ruxandin. Di vê ruxandinêda hevkarên wan yên dîrokî ew tenya hiştin, ew tenya hiştinê jî neman xwestin bivîla Emrika bişkê. Wan karê Emrîka zexmet kir û xerca wan zêdekir. Hezên Emrîkî bi bê alîkarîya hevkarên tiradîtsîyonel serketin û Dara Baasîyan tekbirin. Îro Komara Tirkîya dixweze li ser Kurdistana Başur zede destselayedar be, bê razîbuna Malîkî dixweze nift û gaza Kurdistan bi xetên kîzîngen nu bifiroşe û heta keleka Behra Spî bîne. Wan duenî bona tekbirina Dara Baasîyan alîkarîya Emrîka nedikirin, îro dixwezin gaz û nifta Kuristana Başur bigirin bin kontrola xwe, ew pozberîyek gelek mezine. Lê belê dara Kurd ya Kurdistana Başur di vê katêda mecbura bi gwiranra govend bigre, feqet hinek komên sermayeyê ku pey dîzaynek nûne wusa nafikirin û naxwezin Komara Tirkîya û taybetî ji dara AKP yê zedetirîn xwirt bikin. AKP dikare heta qonaxeyekî xwirt be, feqet ji konaxeyekê şunda wanra îcaze tune, kesek nazweze diwarojda wan jî weku melayê Îranê bike bela serê xwe.

2-Plana koma sermayeya tarî li Surîyê baş nemeşîya, li vir faktora Îranê, Şîayê Lubnanê û Urizîstanê kem li berçavan hate girtin, wan dixwest demek kwirta Dewleta Surîyê nuva dîzayn bikin, di virda destselayedarên Komara Tirkîyayê ji xeta koma semayeya tarî derketin, wan xwest Kurdistana Rojava bigirin bin kontrola xwe, parekî Surîyê berlep bikin û bi vî şiklî dara Beşar Esad tekbibin. Wan binva Rexirawa Braderên Misliman hêzkirin, pere û çek dan wan, di mehên dawîyêda wan xwest bi erêya Emrîka û Natoyê bikevin nava Surîyê. Emrîka, Nato û Îsraîle erê nedan Komara Tirkîyayê. Serokvezîrê Tirkîyayê Tayîp Receb pi pozxîneyek mezin ji Emrîka zivirî Enqarê. Dewleta Îsraîle Dara Braderên Musliman ji bona xwe ji Dara Beşar Esad zedetirin xeter dît. Wan bi xwe jî dît ku bi destên Tirkîyayê axa Surîyê hedî hedî bi bizutneweyen Musliman yên Terorîstra dibe war. Ji ber vê wan bi planên Komara Tirkîyêra negotin erê. Di vê katê da; ji bo Dewleta Îsraîle Darek Beşar Esad ya neçar ji hezar car ji Darek Braderên Musliman çêtire. Heta ew problema Rexirawa Braderên Musliman halnekin, bi darek Surî ya nura nebêjin erê.

3-Faktota Felestînê, peyvendîyên Komara Tirkîyayê li gel Muslimanên Radîkal yên Felestînî. Dara AKP bi alîkarîya xwe ya resmî bona Felestînîya xwest ku Dewleta Îsraîle di kuncekîda bişidirînî û sempatîya Gelên Musliman bigire. Îsarîle ew heviya wan bi kuştina 9 Çalakvanên Musliman li ser pişta gemîya Mavî Marmarayê qirika wan da hişt. 31 Gulan 2010 virda laf û gef xwerina Dara Komara Tirkîyayê dijî Îsraîlê pere nekir. Dewleta Îsraîle bê tirs sîyaseta xwe meşand. Di di vê buyerêda Îsraîlîan dîtin ku Dara AKP li ser axa Anatolîa çiqas hêzbe, diwarojda ewqas ew bibe bela serê wan. Di damezrandina Komara Tirkîyada keda Cuhan, hun bêjin Îsraîlîan gelek bu. Dema Padîşaxê Osmanî axa Felestînî nedifirot Cuhan û Dr. Herzil li gel pereyê xwe şunda rêdikirin, biryara şerjêkirna Monakirîya Osmanî dihat dayîn û bona damezrandina Komara Tirkîya gave yêkem dihat avitin. Ew gav bona damezrandina Dewleta Îsraîlê jî yêkemin gav bu. Bi vî avayî va, alîkar û hostayên damezrandina Komara Tirkîyê, nikarin Dara AKP û Recep Tayîp ra çavên xwe bidamilînin.

4-Gotinek pêşîya ya Kurdan heye: tete gotin ku, serê du kavira di mencelekêda bi hevra nayê kelandin, anjî gor gotina şivana; gayên mezin bi hebuna cangayekî xwirt naxwazin. Gayên mezin li Rojihilata navarast çavên xwe heta katekê dikarîyan Dara AKP ra bidamilînin, “mixabin” li Misirê cangayekî weku Mursî û Rêxirawa Bradarên Misliman di dengdanîna dawîyê ya Misirê bi piranîya dengan hatin ser dara sîyasî ya Misirê. Li Rojhilata Navarest li pey xwirtbuna cangayekî weku Recep Tayîp û partîya wî AKP, li Misirê Mursî û partîya wî Braderên Musliman pîçek zede bu. Gayên mezin dikarîyan heta cîhyekî bi Recep Tayîp ra çavê xwe damilînin, mixabin cangakî weku Mursî jî serda hat, edî wan nikarîyan zede çavên xwe bidamilînin, berku leşkerên Fransîz li Rihayê gîhîştibun bostanê îsotan(!), gelê bajarê Rihayê di şerê cîhanê yê yêkhemda heta sînorekî bi hatina leşkerin Fransizra çavên xwe damilandibun, deme leşkerên dagirker yên Fransiz diketin nava bostanê îsotan(!), gelê Rihayê radibu ser pîyan û dijî Fransiza şerekî tund dida. Bona xwedanê sermaya tarî ya cîhanê hêzbuna Mursî û Recep Tayîp êdî zede bu, ji ber ve; bona wan pewîstbu ku; ji wan yekî ji dara sîyasî durxînin. Berku Misirê zedetirîn bingeh hebu, wan di vê katê da bi ruxandina Dara Sîyasî ya Mursî destpêkirin. Esasî Dara Sîyasî ya Mursî li Misirê, agirê Recep Tayîp û partîya wî AKP da, dan şewitandin (sotandin).

5-Partîya Recep Tayîp li gel serokê PKK yê danişî, wan bi “hevhatinek nû” bona Kurdistana Bakur projeyek nû danîn, Dara AKP yê serokê PKK yê ji bin sîhya Kemalîstan “derxist” û girt bin bandura xwe. Wan bona rakişandina Gerîlayên Kurd ji Bakurî Kurdistan bi hevra biryar girtin, le ser bingehya nedewletbuna Kurdan carekdin hevhatin, kirasê “Mîsakî Mîllî ya Tirkan , bi rengekî nû serê Kurdanda berdan jêr. Îro piranîya Kurdan li Bakur li pey demokarasîyek xeyal di nava çarçova Komara Tirkîyê da tên bezdan, enerjîya wan bi hostatî tê girtin, Kurd bi “destên” xwe ji dewletbunê tên durxistin. Dewletên ku şerê Kurd û Tirkanda qezencên mezin dikirin, ketin nava şokekê. Wan êdî bi tirsa Kurdan her daxwezîyên xwe bi Komara Tirk ra nidikarîyan bidin qebulkirin. Her alîva hezbuna Komara Tirkîya diwaroja wan li vê navçeyê dikir nava xeterîyek mezin. Dema li Bakurî Kurdistan xwîna Kurd û Tirkan dirijîya wan dikarîya asanî daxwezîyên xwe cîh bînin û her tim weku Rûspî bi Kurd û Tirkan ra derkevin holê.

6-Li Tirkîyayê Perrê Kemalîstan û Sektora Kemalê Selanîki ketibu nava tengasîek mezin, wan di salên dawîyê da gelek diranên xwe wanda kirin, rezîlî nema hate serê wan, li ser axa Anatolia û Kurdistana Bakur mezintirîn alternatîf yên rêxistî Perrê Kemalîstan bu. Dema ew bi giş(tev) ji holê rabuyana; dîwarojda tu perrekî sîyasî yê rexistî dijî Perrê Mislimanên AKP yê nemaya. Bona gwilaşekî kemasî her tim duh pehlîvan pewîstin, eger du pehlîvan nebin gwilaş jî pêknayê. Sêrkar (temaşevan) jî nabin, yên ku xumar dileyzin nikarin bikevin nava berhevdanekê, wan ra jî kemasî du pehlîvan pewîstin. Di vê katêda eger tiştek neyê kirin diwarojda Perrê Kemalîstan tu car nekare pişta xwe serrastbike. Ji ber vê bona hinekan destavitin edî bibu mecburîyet.

7-Li Tirkîyayê Perrê Kemalîstan dijî Yekitîya Ewropaye. Muslimanên AKP yê ji Yekitîya Ewropara nezikbun dixwestin, berku wan dixwest bi zagonên Yekitîya Ewropa diwaroja xwe bigirin bin garantîyekê. Tirsa Perrê Kemalîstan ewbu ku, ew bi zagonên Yekitîya Ewropa hemu derfet û seladerîyên xwe wanda bikin, Komara Tirkîya ji bin kontrola wan derkevî û ew berlepî bibin. Heta vê katê Ewropayîyan lîhstika xwe wusa lîhistin kû; ew dijî endambuna Komara Tirkîya ninin û eger Tirkîya daxwezî û şertên wan cîhbîne dikarê bibe endamê Yekitîya Ewropa, Perrê Kemalistan û hinek hêzên AKP ye ji wusa lîhistin ku, bona demokresîyek modern û aborîyek xurt; dixwezin bibin endamê Yekitîya Ewropa. Eger hun min bibirsin; ez dibejim ji dil va ne Yekitîya Ewropa dixweze Komara Tirkîya bibe endame wan, nejî Perrê Kemalistan û û hinek hezên AKP dixwezin ji dilva bibin endamê Yekitîya Ewropa. Kemalîst naxwezin derfetên xwe ji destên xwe berdin. Bona hêzên AKP yê serokatîya Dewetên Musliman û hezbunek nû li ser bingehya Monakirîya Osmanî ya kewnd înteresantire. Li vir herdu alîji bi hevra dileyzin, ew tangoya wan, ewe nezîka çil salîye berdewam dike.

8-Strukturên Komara Tirkîya li ser bingehya faşîzme avabune, hinek negorînên wan “wekû” Ayetên Quranêne, kijan dara sîyasî avadibe bila bibe mecbure îxtîrama wan negorînan bike. Dewlet ji serîda heta binî li ser van negorînan hatîyê rêxistin, gel gor van negorînan şîyar buye û raketîyê, oldaran îbadeta xwe di nava çarçova van negorînanda kirine, bona zagonên modern aşê Komara Tirkîya îcaze tu car nedaye û nedejî. Heta ew strukturên dewletê neyên şikestin û belavkirin; tu şansê gorînekê li ser axa Anatolia tune. Komara Tirkîya bi vî şiklî bona Yektîya Ewropa parîyekî mezin yê sincîye, girnawuge, Yektîya Ewropa nikare wî parî daqulîni û gel xwe întegre bike. Ji ber vê pevîste Komara Trkîya ji Yekitîya Ewropa dur bete girtin. Di nava Komara Tirkîyada çiqas gengaşî pêkbê karê Yektîya Ewropa ewqas asan dibe.

Lîhistik çawa tê lîhistin: Ma me negotubu hun hina demokrasîyek mîna weku Ewropa nikarin hilgirin, bona vê hîna porosesek dur û dirêj pewîste, falan û bêvan.....
Pîrê memir bihar tê! Kurdino, Tirkino memirin ji wera demokrasîya Ewropa bê!
Li vir dijî Dara Recep Tayîp Erdoğan bi Konsepta Gene Sharp rêva tê çuyîn, eger baş biramida mabe Gene Sharp 80 salîya xwe zuda borîye, bi xwe zanyarê zanîna sosyalê ye, gelek afirandinê wî hene, li ser berxwedanên sîvîl lekolînên balkêş kirine, pirtukek wî ya balkêş bi navê “Ji Dîktatorîyê heta Demokrasîyê /From Dictatorship to Democrac” di sala 1992 derçu. Va pirtuka rênîşandara berxedanên sivîle, wî lekolîne xwe yên 40 salî di vê pirtukêda darivandine, ew metod dikaribin, alîyê gel va, alîyê hinek dewletan va, an jî alîyê sermayeya tarî va baş bên karkirin, demên kwirta dîktorîyên qwet dikarin bên hilşandin. Gene Sharp bi xwe di Şerê Koreyêda li Emrîka hate girtin, berku ew dijî şerê Emrîkî derdiket nezîka salekê hate sicinkirin, dura Dewleta Yekitîya Emrîka û hinek qwetên sîyasî yên din xurtîya metodên wî dîtin û wan konsepta wî karanîn. Bi konsepta wî gelek Dewletên Pakta Varşovaya kewnd hatin ruxandin. Hemu gorînen Efrîka Bakur gor konsepta wî hatin rêvabirin. Îro li Misirê û Tirkîyaê gor wê konspte tê karkirin. Li vir weku hinekan min nabêjim Gene Sharp tîştekî xirab kirîye û ew mefeyê Dewleta Yekitîya Emrîka anjî yê Hezên Tarîye. Wî gor xwe bizitneweyên sîvîl jihevderxistine, li ser dîroka wan, xwirtî û kemasîyên mijulbîye. Li vir tavanbarkirina Gene Sharp dibe neheqîyek mezin. Pevîste neyê bîrkirin ku; pevîstîya hemu zindîyan bi avêra heye, berku hinek zindî avê vedixwin, zindîyên din nikarîn xwe ji avê durxînin û bêjin; em avê venexwin. Konsepta Gene Sharp ji wusayê, dema hinek dewlet û hezên tarî vê konspte kartînin, gelên jêrdest nikarin dijminatîya vê konseptê bikin. Îro gorînên ku li Tirkîyayê tên organîze kirin baverim gor Konsepta Gene Sharpin, pevîste mîrov serîda bizanê kî çi dike û kîjan av digehîje kîjan golê.

Bi hêzbuna Dara AKP anjî Sektora Kemalê Selanîkî Kurd nikarin bigehîjin armanca xwe, berku ew parezkarê Komara Tirkîyayêne û rîçala wan digehijê hezên tarî. Hebuna wan li ser tunekirina Kurdane. Tunekirina Kurdan û dagirîya wan li Kurdistan ava jîyana wane. Bila kesek avê ser dilê xweda bernede ku, Perrê Kemalistan anjî Dara AKP bête ser xeta mîrovetîyê. Kurd eger bona xwe dixwezin tiştekî bikin, pevîste her alîva serbixwe bimînin. Li vir Konsepta Gene Sharp ji dikare bete xebitandin. Ji mera demokrasî û şerîata dagirkeran hevcenîne. Di mehên bermeda Dara AKP yê zedetirîn bête sistkirin, li paş ruxandina Mursî li Misirê, dora Dara AKP ye tê, ruxandina wan jî rêdayê. Ferqa Mursî û Tayîp Recep ewe ku, parekî mezîn ji gel pey wane, alîgarên wan çalekvanin û bona şerekî jî amadene, ji ber vê Konsepta Gene Sharp dikare van her du welatana asan pêşva neçe û Rojhilata Navarast nakagok zedetirîn tujbin. Xwe bona Dara Xwe amadebikin, berî Îranê bawerim dora Komara Tirkîya yê tê.... Ma va dinya kîjan darê ma? Kî hat, kî neçu?

Çi gotubu Pîr Sultan: Here brê Xizir Paşa / Rojek bê / Padîşaxê te jî bete ruxandin / Çerxa te jî bête şikandin......
Bîşar Norşîn
07.07.2013

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.