Direkt zum Inhalt

Şêx Izzedînê Huseynî –Mam Celal – Neco (Saleh)- O. Şêxmus û Ez…/Îbrahîm GUÇLU

Şêx Izeddînê Huseynî (Mamoste), li Swêdê bajarê Uppsalayê dijiya. Beriya vê çend rojan jî çû ser dilovaniya xwe ya xwedê. Dema ku Mamoste nexweş bû, li her parçeyên Kurdistanê xemgîniyekê dest pê kir. Her kes ditirsiya ku Mamoste careke din bi tenduristî venegere nav cemaata kurd û hevalên xwe; nikaribe xebatkariya xwe ya Doza Kurdistanê bidomîne. Di encamê de jî wusa bû.

Mamoste, piştî ku li Îranê Dîktatoriya Şah a kolonyalîst, encama muxalefet û têkoşîna Gelê kurd, faris, beluciyan, ereban, azeriyan di Sibata 1979-an de hat hilweşandin, ji aliyê reya giştî ya dinyayê û kurd û rojhilata navîn de hat nas kirin. Lewra piştî ku dîktatoriya Şah hat hilweşandin, li Îranê guhartina desthilatdariya siyasî pêk hat, kurd jî li Rojhilata Kuırdistanê, piştî Komara Mehabadê ya Kurdistanê, cara duyem bûn desthilatdar. Desthilatdarî û birêvebiriya Kurdistanê ji aliyê Komeleya Zethmetkêşan, Partiya Deomokrat a Kurdistanê ya Îranê û Buroya Mamoste ve hat meşandin.

Li Rojhilata Kurdistanê, di sala 1979-an de navê du serokên kurd derket pêş Yek ji van serokan Mamoste bû û yek jî Dr. Evdirrahman Qasimlo bû. Dr. Qasimlo encama komploya Dewleta Îranê, li ser mesaya aşitiyê, li derveyî Kurdistanê li Ewrupayê, bi destê Serokdewletê Îranê yê vê serdemê hat kuştin. Mamoste jî, ji Kurdistanê dûr li sirgunê li Swêdê, li welatê biyaniyan ji neteweya kurd xatir xwest.

*****

Mamoste, di sala 1921 de li baĵarê ”Baneh”ê di nav malbateka dîndar de tê dinyayê. Baneh, li Rojhilata Kurdistanê navendeke çandî ya medenî û dînî ye; bajarekî nêzikî Mehabadê ye. Bajarê Banehê, di damezirandina Komara Mehabadê ya Kurdistanê de û di serîhildana Îlona 1979-an de jî, bû xwediyê rolekî girîng.

Ew, “kurê Sêx Salih e ko ji Seyyidên Barzince bû. Di dema xwe de, ko Sêx Salih zanayekî dîndar î bi navûdeng bû, li diĵî hukumeta Reza Şah kar û xebat dikir. Dan û standinên wî yên veşartî ligel Şêx Mahmûdê Hafîd – ko rêberê tevgera Kurdan bû li Slêmanîyê – hebûn. Sala 1940-ê Wefat bû.”

Mamoste ji xwendinê pirr hez dikir…
“Mamoste pir dixwest ko li dibistanê bixwîne, lê heta sala 1936-ê, dibistan li ”Baneh” tunebûn. Serf û Nahu, Qura’n, ”Gulistan û Bostan” û tiştên din li ser destê bavê xwe xwendin.

“Di sala 1938-ê de, li Gundê ”Sisêr”, dest bi feqîtiye kir li cem Mela Hossein. Sê salan li wir xwend. Dûre, her ji bo xwendina olî vegeriya Banehê û paştir çû Nimeşir, û disan Sisêr. Demekê ĵi li ba Mamoste Mela Baqir ê bi nav û deng li avahiya Balik li Navçeya Mariwan xwende.”

Ew di sala 1943-an de bû endamê Komelaya J.Kê ye û ew çalakvanê Komara Mehabadê ya Kurdistanê bû . “Di sala 1942-yê de ji bo dirêjedan bi xwendina xwe çû herêma Mukiryan û li wir calakî, kefteleft û hesta wî ya siyasî û netewi bilind bu. Di sala 1943-ê de, bi nave veşarti ”Hevin” bû endamê Komela J.K. û bo yek ji militanên wê.”

Ew dostekî cotkat û zehmetkêşan bû: “Di navbera salen 1950-1953-ê de, tevgera cotkaran di wê herêmê de pir bi hêz bû. Mamoste, ko herdem piştivanê çînên bindest bû di nav civatê de, kete ber hêrişên axa û mulkdarên wê navçeyê û wan ew mecbûr kir ko gundê xwe bi cih bihêle. “

Ew li zanîngehê bû mamoste û ew mamosteyekî modernîst bû: “Di sala 1958-ê de, Mamoste Şêx Izzedîn bû mamoste di xwendingeha Zanistên Olî de li Mehabadê. Di wê demê de, Mamoste piştivanî li hinek zanayên modernîst ên îslamî wek Şêx Mohamed Abdo dikir û kitêba wî ”Risalat Al-Tawhid” di xwendingehê de bi kar tanî.”

Wî, di sala 1958-59-an de li hemberî girtinên kîtlewî yên kurdperweran xwepêşandin organîze kir.

Ew, di sala 1979-an de bû serokê heyeta Kurdistanê: “Di roĵa 18-2-1979-ê de yekemîn desteya nunerên hukûmetê, ko Dariuşê Firoher yek ĵi endamên wê bû, hate Mehabadê û yekser çû cem Mamoste. Piştî wê, di civineka mezin de ko ĵi alî hemû nunerên baĵarên Kurdistanê (û di nav wan de serokên Hizba Demokrat û Komalayê) biryarnameyek hate stendin ko wan ew pêşkeşî nunerên dewletê kir. Yek ji xalên wê biryarnamê ew bû: ko Mamoste Şêx Izzedîn xwedî maf û desthilat e ko serokatiya her hey’atekê (wefdekê) bike ko bi navê Gelê Kurd danûstandinê digel Hukûmeta Navendî bike.

“Di Newroza 1979-ê de, paş karesatên bi xwîn li Baĵarê Sineyê (Senendejê), Mamoste alîyekî serekî bû di danûstandinan de digel nunerên hukûmetê, ko pêkhatibûn ĵi: Rafsanjani, Banî Sadr, Bahaştî, û Taleqanî û kesên din. Her di wan civînan de bû ko Mamoste, di dema firokên cengî baĵare Sine bombaran dikir, ĵi wan re got: ” Ferqa Tac û Îmameyê çi ye? Hukûmet nehatîye guhertin. Taca Padişahîyê hate hilanîn û Îmama Melan hatiye cihê wê”.

Ew beşdarî dengdana referandûma avakirina Komara Îslamî nebû: “Herwiha, di roĵa 26-3-1979-ê de, Mamoste ĵi xelkê re diyar kir ko, ĵi ber ko naveroka “Komara Islamî” li Iranê ne diyare, Ew beşdarî nake di dengdana referanduma li ser damezrandina komareka îslamî li Îranê.”

Ew ji Humeynî otonomiyê, Humeynî jî ji wî aramiya Kurdistanê dixwaze: “Di meha Gulana 1979-ê de, Mamoste li ser daxwazîya Wezîrê Hundur ê Iranê serdana Tehranê û Qûmê kir. Di wê serdanê de civîn û danûstandin digel Xomeyni, Serokwazîr Bazirgan, Wezîrê Hundur û çend perpirsiyaren dinî Komara Islamî kirin.

“Di civîna li gel Xumeynî de û di dema xatirxwestinê de, Xumeynî ĵi Mamoste re dibêĵe: ”Ez aramîya Kurdistanê ĵi te dixwazim”. Mamoste ĵî di bersivê de jê re dibêĵe: ”Ez ĵî otonomîya Kurdistanê ĵi we dixwazim”.

(….)

Ew meşa dirêj dike û li Mehabadê gel hişyar dike: “Di destpêka meha Cozerdana 1979-ê de, Mamosta bi rengekî pir fireh û di nav rêzên hezaran merivan de bi riya Sine, Dîwandere, Saqiz , Baneh û Bokan vegeriya Mehabadê.

“Di 6-6-1979-ê de, Mamoste hoşdarî da xelkê Kurdistanê û got: ” Heger em hişyar nebin wê şerê çekdarî bi zorê bînin ser me……Parastina baĵaran gerek di bin zêrevanîya encumenê baĵaran de bin……Belavkirina çek ji alî Hukûmetê welê nîşan dide ko eger di listikên xwe de biserneket, ê Kurdistanê têxe tirsa şerê nav xwe”.

Ew bû pêşmerge: “Di 19-8-1979-ê de, Fermana cîhada Xumeynî li diĵî xelkê Kurdistanê derçû. Mamoste digel têkoşerên Kurdistanê çû çiya û bi riya agadarîyan û peyvên digel roĵnamavanan dengê gelê Kurd gîhande hemû cîhanê.”

Wî, meşa duyemîn ya dirêj kir, bi Ewrupayê, bi Neteweya Yekgirtî û Vatîkanê re danûsatandin pêk anî: “Di destpêka sala 1982-yê de, Mamosta nunerê xwe şand Ewropayê ĵi bo belavkirina zanyarî û agadarîyan li ser rewşa Gelê Kurd û tevgera wî, herwiha ĵi bo eşkerekirina tawanên Komara Islamî. Mamoste digel nunerê xwe çend name şandin ĵi Papa, Sekreterê Netewên Yekgirtî, û çendîn serokên welatên Erebî û Islamî re, herwiha ĵi Yasser Arafat re. Mamoste herwiha peyameka taybet ji Raya Giştî ya Cîhanê re ĵi bo Iranîyan û Kurdên derveyî welat şand, ko bi zimanên Kurdî, Firansî û Farisî hatin belavkirin. Raporta vê serdana nunerê Mamoste bo Firansa, Elmanya, Inglistan, Italia û Vatikanê dûre bi rengekî fireh bo raya giştî ya gelê Kurd û Iranîyan belav bû.”

Wî, di sala 1982-an de Serdana Parîsê kir: “Di Payiza 1982-yê de, Mamoste serdaneke du hefte kir bo Parisê û dûre bo Erebistana Saudî ji bo belavkirina dengûbasên rewşa Gelê Kurd li Kurdistana Iranê. Di serdana Parisê de, cihê ĵi peyv û dîtin digel radio û televizion û roĵnamên mezin ên Firansayê, guftûgoyeka giring digel pişka Farisî ya BBC-yê kir. Herwiha, ĵimarek ĵi nivîskar, şair, roĵnamevan û siyasetmedarên Firansayê, Inglistan, Îrlanda, Elman, Italî, Iranî û Kurd dîtin. Di hemû van dîtinan de Mamoste her behsa rewşa Kurdistanê û xebata rewa ya milletê Kurd dikir û rengê aştîxwaz û daweyên heqane yên wê tevgerê dikirin. Wî herwiha tawanên rêĵîma Komara Islamî li diĵî xelkê Kurdistanê eşkere di kirin.”

Wî bi Yasîr Arafat re hevûdîtin pêk anî: “Di sala 1988-ê de, Mamoste serdana Tunisê kir ĵi bo civîn û dîtinê digel Yasser Arafat û dûre serdana Swêdê û Firansayê kir û piştî wê vegeriya Kurdistanê.”

Ew li Swêdê niştecîh bû “Di dawîya sala 1990-ê de Mamoste bi yekcarî li Swêdê bi cih bû.

Malbata wî malbatek a kurdperwer e…
“Mamoste Şêx Izzedine û Xanima wi Seyidzade xwedî heft zaroka ne: Kurek:, û şeş keç: Ayşe, Fatme, Serîn, Perwîn, Seyran, û Cemîle.” Malbata wî, malbateke kurdperwer e. Ji Tevgera Kurdistanê re gelek ximer kirine(Çavkanî: NetKurd)

Bi Şêx Izeddînê Huseynî re bîranîn û civînek…
Ez û Necmeddîn Buyukkaya (Saleh), em, di Hezîrana 1979-an de bi hev re çûn Rojhilata Kurdistanê. Biryara me ew bû ku em bi hemû serok û berpirsiyarên rêxistinên Kurdistanê û bi Mamoste re danûstandin bikin. Dema ku em çûn Mehabadê Mamoste ne li Mahabedê nebû, çûbû Serdeştê. Lewra wî û Mam Celal biryar dabûn ku bi hev re civînekê pêk bînin.

Serdeşt Bajarekî Rojhilata Kurdistanê ye û li ser tuxuba Rojhilata Kurdistanê/Başurê Kurdistanê ye. Bajarekî bi navûdeng e. Lewra Serdeşt navenda kurditî û Şoreşa sala 1968-an e. Wek tê zanîn di sala 1968-an de di pêşengiya Mele Aware, Sileyman Muînî, Evdillah Muînî û hevalên wan de şoreşa çekdarî, li ser navê Komîteya Şoreşger ya Partiya Demokrat a Îranê dest pê kiribûn.

Helbet ji bona me bajarê Serdeştê dîtin çiqas girîng û bûyereke dîrokî bû, beişdarbûna me ya civîna Mam Celal û Mamoste, ji dîtina Serdeştê jî girîngrtir bû.

Min, Şêx Izeddîn Huseynî, cara yekem li Serdeştê nas kir. Di civîna Serdeştê de ji çar parçeyên Kurdistanê berpirsiyar û pêşmergê hebûn. Mam Celal û hevalên xwe ji Başurê Kurdistanê, Şêx Izeddîn Huseynî û hevalên xwe ji Rojhilata Kurdistanê, Ez û Necmedîn Kaya ji Bakurê Kurdistanê, Omer Şêxmus û Yusuf Zozanî ji Başurê-Rojavayê Kurdistanê, di wê civînê de beşdaran bûn.

Mamoste, di civînê de wek xwediyê malê, bi helwest û axevtina xwe, bi her awayî rewşenbîriya xwe, medenîbûna xwe, têkoşerî û kurditîya xwe dida derve.

Ew civîna mîhracaneke kurdî/kurdistanî û zanyarî û çandî û têkoşerî bû. Di heman dem de ji bona min, îspata yekgirtinbûna Kurdistanê bû. Îflasa tuxubên sunî yên ku ji aliyê dewletên kolonyalîst û dagirker de hatine diyar kirin, bû.

Di civînê de li ser dîrok û serîhildanên Kurdistanê, li ser pirsgirêkên stratejîk û rojane hat rawestandin. Di navbeyna beşdarên civînê de ahengek gelek baş û hêja hebû.

*****

Piştî ku me hevûdu li Serdeştê nas kir. Hevûdîtinên me li ciyên din û demên din jî
dom kir.

*****
Hîç şik tune ye ku bi koçkirina Şêx Izeddîn Huseynî neteweya kurd serokek, rewşenbîrek, xebatkerekî doza xwe, fîlosofekî xwe, wenda kir.

Ew jî beşdarî dîwana Şêx Ubeydullah, Şêx Seîd, Şêx Evdilselam Berzanî, Îhsan Nurî, Seyîd Riza, Şêx Mehmud Berzencî, Mele Mistefa Berzanî, Dr. Qasimlo û serokên din yên Kurdistanê.

Bila serê neteweya kurd, malbata wî û hevalên wî sax be.

Amed, 16. 02. 2011

Îbrahîm GUÇLU
([email protected])

Têbinî:

1- Beriya vê demekê xortên PKKê li Zanîngeha Urfayê Harranê êrişî xortên HAK-PARê û xortên kurdperwer yên serbixwe kirin. Birîndarî çêbû, tehdîta rêxistinî û şiddeta PKKê pêk hat. Ev helwesta PKKê, helwesteke dîrokî û hegemonîk e. Ew nexweşiyeke bê derman e. Demek berê jî PKKê li Wanê jî êrişî xortên kurdperwer yên serbixwe kiribûn. Ez vê êrişê şermezar û telîn dikim. Divê her kurdek li dijî êriş û terora PKKê helwesteke hişk diyar bike.

2- Hûnermend Şiwanperwer bi cigirê serokwezîrê Tirkiyeyê Bulend Arinç re li Elmanyayê hevûdîtinek pêk anî. Piştî vê hevûdîtinê, PKKê, êriş û tehdît birin ser Şivan Perwer. Şivan Perwer jî, li hemberî wan helwesteka mêranî û entellektuelî nîşan da. Ez jî, ji wî re piştgir im. PKKê hem şermezar dikim û hem jî êrişa li hemberî Şiwan Perwer pêkhatî, li hemberî xwe û li hemberî her kurdekî şirove dikim.

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.