Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 1 April 2010

Encamên Hilbijartina Iraqa Federalî û Qedera Kerkûkê....

Îbrahîm GUÇLU

Du roj berê encamên hilbijartina Iraqa Federalî ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinê de hat diyar kirin ku hemû deng hatine hejmartin û li gor vê, encamên destpêkê eşkere bûne.
Gorî ragîhandinê serkeftina hilbijartina Iraqê, bi 91 mebusan, Lîsteya El Iraqiye ya di serokatiya Eyyad Elawî de ye. Lîsteya Hevpeymaniya Dewleta Hiqûqê ya di bin serokatiya serokwezîrê nuha Nûrî Malikî de tê meşandin bi 89 parlamenteran di dereceya duyem de ye. Lîsteya Tewefuqa Netewayetî ya Iraqê bi 70 parlamenteran di dereceya sêyem de ye. Hevpeymaniya Kurdistanê 43 parlamenterî, Lîsteya Gorranê 8 parlamenterî, Yekgirtuya îslamî 4 parlamenterî û Komeleya Îslamî jî 1 parlamenterî qezenç kirine. Parlamenteriya kurdên Şebek a li ser kontenjana Mûsilê jî endamê PDK-ê ye û tevî wî, li parlamentoya Iraqê hejmara parlamenterên kurdan digihîjin 58-an.
Dihat tehmîn kirin ku partiyên kurdan dê li ser hev 63-64 parlamentrean qezenç bikin. Lê ji ber ku Goran û kurdên îslamî cıhê ketibûn hilbijartinê, kurdan li Kerkûkê, Mûsilê, Bexdayê û Diyalayê, di navbera 5-6 parlamenteran wenda kirine.
Encama hilbijartinê derxist holê ku ji bona ku partiyên îslamî û Goranê di Hevpeymaniya Kurdistanî cîh negirtibûn, hem zerar dan xwe û hem jî zerar dan tevayîya hêza Kurdistanê.
Di encama Hilbijartina Iraqa Federalî de rewş û encama li Kerkûkê hîn balkêş e. Divê kurd zêdetir li ser Kerkûkê rawestin. Lewra li Kerkûkê partiyên kurdan qasî tîfaqa ereb-turmenan parlamenterî qezenç kirin: Li Kerkûkê Hevpeymaniya Kurdistanê 6 parlamenterî û El-Iraqiyê 6 parlamenterî qezenç kir. Her çiqas di navbeya herdu terefan de partiyên kurdan li pêş bin jî, li Kerkûkê rewşeke xeter û ya cewaz derket holê.
Girêdayî encamên hilbijartina Iraqa Federalî ez dixwazim li ser çend pirsên girîng rawestim.
Sîstema federal û sîstema hilbijartinê xwediyê pirsgirêkê ye...
Li Iraqê ji serî de ez li ser pirsekê disekinim. Ev pirsa jî, kêmasî û avabûna sîstema federal ya li Iraqê ye. Dema ku sîstemên federalî yên li dinyayê bên şirove kirin û li ceribandina wan bê mêze kirin, gelek aşkere tê dîtin ku sîstemên federalî li ser bingeha herêmên federe ava dibin. Di sîstemên federalî de kêmtirin didu û zêdetir herêmên federe dibin.
Hezar mixabin li Iraqê sîstema federalî li ser bingeha herêmên federe ava nebûye. Li Iraqê Herêma Kurdistanê wek herêmeke federe tê nas kirin. Herêma ereban wek hêremeke federe nayê nas kirin. Herêmên turkmenan û suryaniyan û aşuriyan, herêmên otonom nînin. Ji bona vê şertên wan jî tune ne.
Ev avabûna sîstema federalî li Iraqê bi xwe re di her qadeyê de pirsgirêkan diqewimîne. Loma di sîstema hilbijartinê de qewimandina pirsgirêkê gelek xwezayî ye.
Li Iraqê hilbijartin gorî herêmên federe pêk nayê. Ji bona vê yekê jî, temsîla herêman û neteweyan raste rast ne, temsîla partiyan û eniyan û tîfaqan derdiekeve pêş; herêm û netewe ne raste rast tên temsîl kirin.
Ev jî, di parlamentoyê de, di biryar girtinê de pirsgirêkan derdixe holê. Biryar gorî herêmên federe ne, gorî tevayî ya Iraqê û bi giraniya partiyan û dengan tê girtin.
Ev yeka jî di nav pêvajoyê de dibe sedem ku sîstema merkezî ya yek rengî pêş bikeve, mafên hêrêman û neteweyên kêmhêjmar bin pê bibin.
Ev sîstema û encamên hilbijartinê, ji bona ku mafên Herêma Federe ya Kurdistanê û mafê neteweya kurd ji gelek aliyan de bin pê dike. Ev jî dibe sedem ku di navbeyna kurdan, ereban û kêmneteweyên din de nekokî derkeve holê.
Loma divê sîstema hilbijartinê, gorî sîstema federal ya navneteweyî ji ber çav bê derbas kirin.
Encamên hilbijartinê sîstema federalî dikare bixe xeteriyê...
Li Iraqê sîstema federalî wek min li rêzên jor jî qal kir, ji aliyê taybetiyên bingehî de xwediyê pirsgirêkeke mezin e. Sîstema federalî, gorî pîvanên sîstemeke federalî bi rê ve naçe. Li cem vê yekê li Iraqê pirsgirêkeke mezin jî heye ku hîn beşekî mezin yên ereban, bi taybetî ji beşek şiî û piraniya suniyan li dijî sîstema federal in.
Rûniştina sîstema federalî û gorî pîvanên federalî li Iraqê, rêveçûna sîstemê bi sîstemeke xurt ya plûral, bi demokrasiyeke federal dikare pêş bikeve. Encamên hilbijartinê ji aliyê demokrasî û temsîlê de jî nekokî û bê edaletiyeke mezin derxist holê. Dema ku encamên hilbijartinê bên şirovekirin, bi taybetî jî, ji bona ku herêmên federe raste rast temsîlkarên xwe ji parlamentoyê re bi rê nekirine, li Herêma Kurdistanê di nav kurdan de nekokî û cudayetî û bi partî û tîfaqên cîhe beşdarbûna hilbijartinê, di hilbijartinê de biserneketina kurdan derfeteke mezin da destê dijminên sîstema federal.
Loma jî di pêşerojê de li ser sîstema federalî, ji bona ku minaqeşe bibin, hêzên ereban dê derfet bibînin û heta ji bona vê yekê tevlihevî jî bi zanetî dê bê rojevê.
Tirsa mezin ew e ku ji nav kurdan jî, hêzên li dijî sîstema federalî derkevin. Ev yeka zêdetir xizmetî dijminên sîstema federalî dike.
Loma jî di vê qonaxeyê de sîstema federalî ji her alî de ji çav derbas kirin û sîstema federalî ji bona ku gorî pîvanên navneteweyî li ciyê xwe rûne, divê hewildanek dest pê bike. Bi taybetî jî kurd ji vê yekê re amade bin.
Referanduma Kerkûkê û encama raferandumê ket xeteriyê...
Her pirsek di wext û şertên xwe de tê çareser kirin. Hezar mixabin kurdan piştî mudaxeleya Emerîkayê û hevalbendên wê li Iraqê, dikarîn raste rast desthilatdariya Kerkûkê bigrin destê xwe û pirsa Kerkûkê nehêlin van rojan.
Kurdan pirsa Kerkûkê di destpêkê de çareser nekirin şaşiyeke mezin anîn rojevê. Pişt re şaşiyeke mezin ya dîrokî ya duyemîn kirin. Pirsa Kerkûkê ji referandumê re hiştin. Di Makezagona Iraqa Federalî de hat pejirandin ku qedere Kerkûkê encama referandumekê dê çareser bibe. Piştî vê yekê jî şaşiya mezin qewimandin: Kurd li ser pirsa raferandumê cidî ranewestiyan û şertên referandumê yên ku di Makezagonê de hatibûn diyar kirin, amade nekirin. Diviya bû ku di sala 2007-an de referandum pêk bihata. Di ser re 3 sal derbasbûyê, hîn rewşa referandumê li Kerkûkê ne diyar e.

Encamên hilbijartinê li Kerkûkê derxist holê ku kurdan biçek zêdetir deng ji ereb û turkmenan qezenç kirine. Ev yeka bi serê xwe pirsekê derdixe holê, morala kurdan xerab, morala ereb û turkmenan baş dike. Ev encama di pêşerojê de referanduma Kerkûkê jî dixe xeteriyê.
Gelo çi bû ku li Kerkûkê ev encama derket holê? Bersîva vê pirsê gelek girîng e. Lewra di hilbijartina 2005-an de encama ku kurdan li Kerkûkê wergirtibû, ji bona dinyayê, ji bona herêma rojhilata navîn, heta ji bona Tirkiyeyê îspat kiribû ku kurd li Kerkûkê piranî ne. Divê Kerkûk bi desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê re bê girêdan.
Hezar mixabin encama hilbijartina 2010-an, li Kerkûkê encameke din derxist holê.
Rastî jî, piştî ev encamê dinya li benda desthilatdariya kurdan û partiyên wan e ku ewê nexşereyeka çawa bimeşînin.
Divê hêzên kurdan xwe ji çav derbas bikin...
Encamên hilbijartina Iraqê derxist holê ku ji bona ku hêzên kurdan cihê ketin hilbijartinê, kêmtirîn 5-6 parlamenterî wenda kirin. Ji vê hejmarê girîngtir, prestîj wenda kirin û bi taybetî jî li Kerkûkê darbeyeke mezin xwarin. Hem sîstema federalî û hem jî referanduma Kerkûkê xistin xeteriyê.
Loma jî, divê hêzên kurd xwe ji çav derbas bikin. Berjewendiya particitîyê bidin aliyekî, berjewendiya giştî ya neteweyî bidin ber çav. Ji bona sîstema federalî û referanduma Kerkûkê bibin xwediyê siyaseteke hevbeş. Pirsgirêkan tespît bikin û bi lezûbez van pirsgirêkan çareser bikin.
Di demokrasiyan de mafê hemû hêz û partiyan heye ku xweser beşdarî hilbijartina bibin. Lê tiştên li Herêma Federe ya Kurdistanê qewimîne encama demokrasiyê nîn e, encama dijiyatiya vûlgar ya navxwe ye. Li cem vê yekê divê baş bê zanîn ku ji bona neteweyekî pirsa girîng û beriya demokrasiyê te, çareserkirina pirsên neteweyî ye.
([email protected])
Amed, 28. 03. 2010

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.