Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 10 February 2009

Hikûmeta Kurdistan'ê Otonomî Dide Suryanî-Kildanî-Asûriyan

Rûdaw (Hewlêr) - Partî û aliyên Mesîhî yên Kurdistan'ê daxwazê dikin di destûra Herêma Kurdistan'ê de mafê otonomiyê li wan navçeyên ku piranî têdene bê çesipandin. Serokê Partiya Nîştîman a Asûrî jî dibêje, rêvebiriya siyasî ya Kurdistan'ê bi vê daxwazê razî ye.

Hefteya derbasbûyî Serokê Parlemena Herêma Kurdistan'ê Ednan Mûftî ragihand ku projeya destûra Herêma Kurdistan'ê temam bûye. Rewaneyî Serokê Herêma Kurdistan û bi rêya endamên parlemenê jî rewaneyî aliyên siyasî hatiye kirin, ji bo bal û têbiniyên xwe li ser diyar bikin. Endan Mûftî ji çepemeniyê de ragihand ku yek ji wan xalan hîn jî nehatiye yekalî kirin. Ew jî meseleya danîna navekî hevbeş ji bo Mesîhiyan di destûrê de ye: “Ew bi xwe di vê derbarê de nakokin û pêwîste li ser navekî hevgirtî rêk bikevin.“

Lê aliyên Asûrî wê yekê reddikin ku li ser meseleya nav nakokiyek navbera wan de hebe û dibêjin hemû alî pêkhatîne navê wan wek “Suryanî-Kildanî-Asûrî“ bê danîn.

Lê Kildanî û bi taybet jî Partiya Nîştîmanî a Kildanî ya bi Serokatiya Eblehed Efram daxwazê dike ku Kildan ji Asûriyan wek netewekî cûda bê hesabkirin û ev yek jî di destûra herdemî ya İraq'ê de çespaye.

Serokê Partiya Nîştîman a Asûriyan Nemrud Bîto ji Rûdaw'ê re ragihand ku di destûra İraq'ê de navê Mesîhiyan bi Kildan û Asûriyan ve hatiye tomarkirin, û ew naxwazin ev yek di destûra Herêma Kurdistan'ê de dûbare bibe: “Em yek gelîn û dixwazîn navek di destûra Herêma Kurdistan'ê de bi “Suryanî-Kildanî-Asûrî“ bê danîn û di nava navan de bêhnûk yan jî “û“ bê danîn.''

Di derbarê vê yekê de Serokê Partiya Bet Nehrîn Romyo Hekarî ku dariştina destûra nûneriya Mesîhiyan dike, ji Rûdaw'ê re wiha got: “Hemû aliyên gelê Suryanî-Kildanî-Asûrî ji şeş mehan zêdetire bi şeklekî fermî yadaştname dayîne licneya nivîsîngeha destûrê. Maddeya projeyê dibêje, ’gelê Kurdistan'ê ji gelên Kurd, Tirkmen, Kildan, Asûrî û Ermenî pêkhatiye.' Em li dijî vê birgeyêne û me pêşniyaz kiriye ku bê nivîsandin gelê Kurdistan'ê ji Kurd û gelên Kildanî-Suryanî-Asûrî,Tirkmen pêkhatiye û êdî ew licneye azadin çi netewek din zêde bikin. Lê ya ku me bike bi sê netew, ev ne cihê pejirandinê ye û em di wê baweriyê de ne zilmekî li me tê kirin. Çawa di destûra İraq'ê de ev zilm li me hatiye kirin û ji qesta em ji dû netewan zêdetir kirîne.“

Romyo Hekarî daxwaz kir ku: “Ew şaşiya li destûra İraq'ê de hat kirin, divê bê rastkirin. Eger bêjin ’divê navek bi şeklekê be ku di destûra İraq'ê de heye', bi rastî ev bahaneya wê yekê ye ku carek din zilm li me bê kirin.“

Nemrûd Bêto ragihand ku hemû aliyên Mesîhiyan pêkhatîne li ser wê yekê ku reşnivîsa destûrê berî ku destkarî tê de bêkirin, li rûyê garantîkirina mafê wan û nav anîna wan de ne di asta pêwîst de bû: “Piştî wê yadaştnameya me daye parlemenê, ji serokê parlemenê û herdû serokê partiyan ve jî hatiye piştrastkirin ku daxwazên me di wê projeyasayê de bicih bikin.“

Di derbarê mafê otonomiyê de adara derbasbûyî, aliyên Mesîhî pêşniyazekî pêşkêşî licneya dariştina destûrê kirin. Yek ji wan xalan jî ji damezirandina navçeyekî otonom ya li navçeya Nînova pêkhatîbû. Ji berî vê jî Wezîrê Darayî Sergîs Axacan ev pêşniyaz kiribû. Lê Romyo Hekarî ew yek redkir ku wan daxwaza navçeyekî diyarkirî kiribin û got: “Daxwaza me otonomi ye, ne navçeyekî otonom e. Em daxwaza otonomiyê li navçeyekî gelê xwe dikîn û em têde piranî bîn. Nimûne jî Qereqoş, ango Hemedaniye. Navçeyên Bertîle, Elqoş, Tilkêf û ew cihane. Hilbijartina civata wîlayetan ya di hefteya derbasbûyî de diyar kir ku gelê me di wan navçeyan de piranî ne. Ya em daxwazê dikîn, gelê me li wan navçeyan mafê xwe rêvebirinê hebin û bi gor sîstema otonomî.“

Herçend nêrînek heye ku dibêje biryardan li ser otonomiyê ji desthilata federali ye, ne ya herêman: “Çêdibe di lîsteya federalî de çend herêm hebin û di nava herêman de jî navçeyên otonom hebin.“

Her di vê derbarê de Nemrûd Bîto ragihand ku ya ew daxwaz dikin, pêdana mafê otonomiyê wek meseleyekî mebdeiye û got: “Ya em dixwazîn ewe ku ew destûr bêje ’mafê wî gelî heye', ne şerte sinorê coxrafî yê wê navçeyê bê diyarkirin. Lê danîn bi mafê pêkanîna navçeyekî otonom ji bo gelê Suryan-Kildan-Asûrî tiştekî giringe. Êdî wirdekariyên din yên wek; wê navçe li kuderê be, sinor û desthilata wan çiye? Ji xwe di destûrê de behsa van tiştane nayê kirin û tenê destûr biryarê li ser tiştên mebdaî dide.“

Herwiha Nemrud Bîto ragihand ku wan hîn jî dariştina dawî ya projeya destûrê nedîtîne. Lê li gor statîstîkên siyasî yên Kurdistan'ê gihaye wan, çaverê dikin ku proje destûr tevayî mafên wan garantî bike. Tekoşîn jî li ser wê yekê kir ku: “Em naxwazîn wek Mesîhî bên binavkirin. Raste bi ol em Mesîhî ne, lê em daxwaza mafê Mesîhîbûnê nakîn. Yanê mesele netewî ye, ne ayînî ye. Ya em dixwazîn ewe ku mafên me wek netewe bên diyarkirin, ne wek grûbekî ayînî ku bi dirûstkirina çend dêr, terxankirina azadiya îbadet û rojî girtinê bi dawî tê.“

Serokê Partiya Bet Nehrîn Romyo Hekarî jî dibêje ku di ew hewldidin ku piştgiriya hemû aliyan ji bo bidestxistina mafên xwe bigrin: “Heta niha her sê serokatiyên li Herêma Kurdistan'ê ji bo mafê otonomiyê piştgiriya wan kirîne.“

Serokê Licneya Dariştina Destûrê yê li Parlemena Herêma Kurdistan'ê Şêrwan Heyderî dûpat kir ku li gor dariştina dawî ya projeyê, mafê Mesîhiyan li navçeyên piranî ya xwe birêvebirinê heye. Lê Romyo Hekarî jî dibêje; “divê mafê otonomiyê têde hebe û daxwazê dikîn ew maf bê bicihkirin.“

Serokê Partiya Bet Nehrîn piştgiriya sîstema kota ya ji hilbijartinê kir û got: “Li gel wê yekê ne ku sîstema kotayê hebe. Ango taybetmendî hebe, lê ne bi şeklê sala 1992an. Ji ber ku heta niha bi şeklekî fermî nehatiye cêgîrkirin ku divê 5 endamên gelê Kildan-Sûryanî-Asûrî li parlemenê hebin. Em daxwazê dikîn ji berî encamdayîna hilbijartinê ev yek bê çespandin, bi şeklekî herdemî 5 endamên wan li parlemenê hebin û ev taybetmendî bê reçawkirin.“

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.