Kurd dînên xwe hezdikin!!
Car û bar jî wan pîroz dibînin
û diparêzin.
Ev yeka rastîya me ye..
Wê dema min xwendina xwe a navendî
berdewam dikir.
Li ba me Lîse nebû.
Ji bo vê yekê jî em diçûn bajêrokek
Tirkan ji bo xwendinê.
Rojekê dînê gundê me hat ji bo wê derê..
Xwendevanên Tirkan hemû derû dora wî kom bibûn.
Henekên xwe liwî dikirin.
Didan ber keviran.
lêdixistin.
Em çend Kurdbûn li wê xwendingehê .
Em yekser çûn Hawar dînê xwe.
Me û Tirkan şerê hev kir.
Şerê me û wan tam şer bû .
Serê gellek beşdarên birîndar bû.
Piranîya birîndaran li cepheya wandabûn.
Ew revîn..
Lê wan jî mala me şewitandibû..
Me nedixwast em birevin.
Lê tiştekî seyir bû.. Ew hertim ji me ditirsîyan.
Em wekî hov û kujêr didîtin..
Ji bo vê yekê jî karê me asandikin.
Di dawîyê ew revîn çûn Dibistanê.
Wê dema em çûn dibistanê.
Me çi dît?
Ew yekser diçin li ba rêvebirê Dibistanê û destpêdikin
li ser me tiştên nerast dibêjin.
Wisa nîşandabûn ku em tawanbarên..
Wê dema em çûn bangî me kir.
Wî jî destpêkir me xist.
Me nikaribû bi gotinan xwe biparêzin.
Lê hemû ew şerana ji bo dînê me..
Ji bo parastina wîbû.
Ew di dawîyê de dinê me bû.
Li cem me nirx û giranîya wî hebû.
Wekî dizanin me wekî Dersimîyan heykelê
wî navenda bajêrî çênekir.
Wekî SÊÛŞÊ navû dengî wî derneçû.
Lê ew dînê me bû. Em hertim ji wî xwedan derdiketin.
Qet jesî nedixwast em dînên xwe bişînin Timarxanê.
Niha jî dînê me hene.
Lê dînê niha nûjen in.
Tixubên wan tûne.
Ne dewlet dikarin li ser wan zal bibin, ne millet.
Pêwîst e em çareserîyekê bibînin..
Pîrozîya dînên nû nemaye..
Hefsarên şêtxanan şikandine..
Dinya û alem dîl girtine..
Yêzdanê mezin me ji dînên nûjen biparêz e..
Sipas.
M.Qersi