Sal 1975, ez di Enstîtûya Amedê beşa zimanê Tirkî dixwînim. Wê demê li Amedê li hemperî Yekderî (Tekkapı) malek. Mal lî ser devê kolanê qatê yekemîn. Ji du oda hatîye avakirin. Mala xwendavanan. xwendevanên Enstîtûya Amedê. Ez li wê malê namînim. Mal bi destê rahmetî Vedat Aydin û hîn hevalê din vek ji Bîsmil Kürd Hemo û İrfan hatîye kirêkirin. Ez, Kûtbî û ji Farqînê Şîrîn dem dem tên ba hevûdû û li ser mijarên civakî û siyasî di xebitın, lê zêdetir em xebata perwerdeyî dikin. Şoreşa Başûr ya bi serokatîaya Mella Mûstefa bi peymana rureş, peymana Cezaîrê têk çû ye. Em ji vê bûyera dîrokî bê xeberin. Xebata kû em dikin zêdetir li ser felsefê û li ser sosyalîzm û li ser şoreşa Sovyetê ye.
Wê demê kekê min yê navê Şerif Karakoyunlu li Amedê doktor e, cerahekî bi nav û deng e. Demakê wî û doktor Nacî Kûtlay bi hevra şirîgatî kirin, di mûhtira 1971 de gava kû Dr. Nacî hate girtin li wî jî birsîn, lê nehate girtin. Kekê min demokrat û welatparêz bû. Welatparêzîya wî gor qadroyê wê demê ji çepîtîyê zêdetir bû. Wek ku ez dizanim di dema damezirandina PDK Kurdistana Bakûr de, tikilîya wî bi rahmetî nemir Faik Bûcak re hebû. Dû re jî bi rahmetî Saît Elçî re têkilîya wî xurt bû. Gor kû hinek têştên ji mira bahs dikir, di şerê Başûr de yê ku li ser pirsa Kerkûkê dîsa dest pêkirî bû de, hewcedarîyên ji alîyê derman û tibbî de bi hevre gelekî xebitî bûn. Mi ji kekê xwe hîn tiştê ku li ser Şoreşa Başûrê Kurdistanê qewimîbû, bihîsti bû. Bi navê sosyalizmê, Sovyetê çima dest nedabû gelê Kurd, çima destgirîya Saddam û rejîma Baasê kiribû? Bi rastî ev di heşê min de wek pirsekê mabû. Li gor wê demê û bi gor zanebûna xwe min ev pirsa fêm nedikir. Di vê pêvajoyê de bi rastî zêde zanebûna me tunebû, carna min ev pirsa gava dipirsî jî, gor wê demê bersîvek tatmînkar min ne digirt. Di vê demê de gava Kovara Rizgarî derket, der hekê têkçûna Şoreşa Başûr û tikilîya Sovyetê hinek nivis wêne û helbest bala min kişand. Wek; di şer de xistina Mîgê Sovyet û wêneyê wan. Ew grûbê meyê Tekkapı jî, germaya wî ya berê nema bû. Li Farqînê mîtingek hat avakirin. Di vê mîtingê de, hinek hevala slogana “ Şivan Namire“ hinek hevala jî “Leyla Kasim Namire, Bijî Leyla“ avêt. Min jî slogana Leyla Namire avêti bû. Ji wê demê şûn de me fêm kir ku ev slogana me avêtî, tewrekî welatperwerî ye û em tewrê Sovyetê napejirînin. Gava li Komela DYÖD de (Diyarbakır Yüksek Öğrenim Derneği) gengeşî dest pêkir, me êdî fêmkir kû DDKD li ser pirsa Sovyetê bûye dû cî. Di vê civînê û munakaşê de Ferîd bi bersîv û ramanên xwe bala min kişand. Heta wê demê min Kek Ferîd nedinasî. Li alîkî hevalê ku li Amede em bihevre wek li jor min navê wan dîyar kir, li alîkî Kek Ferîd û hin hevalê din.
Belê, nasandina min kek Ferîd di rojek wiha de bû. Min ji kekê xwe Şerif Karakoyunlu ji bo şerê Başûr û Peymana Cezaîrê hinek tişt bîhistibû, lê nuha hinek hevalê din yê ku wek min xortin difikirin hebûn. Êdi bi şig min li Sovyetê û sîstema wî dinihêrî.
Li ser vê bûyerê û nasandina min ya Kek Ferîd, êdi min jixwe re got “ger sosyalizm ev be û Sovyet jî dest bide xwînmêjên wek Saddam, para me Kurda di vê sistemê de tune be, ji mere çi sosyalizma Sovyetê.
Dû re têkilîyê min bi kek Ferîd re xurt bû. Wê demê li Curnêreş( Hilvan) bi navê muhendîsê zîreatê dixebitî. Wî jî hin qabîlîyetê bi min re kifş kiribû; min saz lêdixist, xebata ziman bala min dikişand, lîstika gel min baş dizanî, û ez ji gellek tiştî re vekirî bûm. Ji bo fêrbûnê wek min ji ji xwere çavkanîyek, mamosteyek dîti bû. Ez bawerim wî jî ez wekî birakî xwe wekî kadirekî xwe diti bû. Êdî her hefte ez li gundê me, li Karakoyunê bûm. Wê demê ew li ser gundê wek gundê me yê welatparêz de di xebatê de bû. Gava Kek Ferîd dê bahata gund, wê rojê û bi şev herkes li bende wî bû. Yek carna li mala me, lê bi zêdetir li dibistanê me bername çêdikir. Bi tembûra xwe û awazên xwê yê dilşewat me şev diborand. Xorta li ber awazên wî govend digirtin, qîza li ber şibaka dibistanê ew guhdarî dikirin.
Wek min bahs kir êdî ez û ew wek mamoste û kûtabîkî bûn. Min tiştê ji malbata xwe wergirti bû, bi ahlakê wî yê demokrat û şoreşger temam dikir. Ji bo min êdî ew îddeolek bû. Ji bo ez ziman baş fêr bim, ji mın re pirtûkê gramerê anî, Birîna Reş anî. Ez tû carî jibîrnakim, rojekê hinek nivîs yê bi daktîlo hatîye nivisandin anîbû. Da min û gote vana bixwîne. Bi ya min ev çîrokana kurte çîrokbûn û bi çend nava hatibû nivisandin. Dora 20-30 rûpelî bû. Mijara çîroka serpêhatîyê wî bû. Li kolana kû lê jîyabû, li mazata Sêwregê derbas dibû. Qet bîra nakim, di nav çîrokên wî de yek bi navê Quriş hebû. Mijara wê, çîrokê bûyerê kû hatibû serê zarokekî li mazata Sêwrege bû. Quriş, yê pez gava dahate firotan boyax dikirin û li benda wan pezana diman heta ku mazat bela dibûn. Ev çîroka wî dramatîzekirina sîstema mazata pez ya Sêwregê û li ser zarokekî bandora wî çawaye nivisandibû.
Ev çîrokana dû re min teslîmî wî kir. Lê mixabin nuha di destê me de ne ev çîrokana hene, ne jî helbestê wî.
Ez diwazim li vira dîsa vegerim pêvajoya qetilkirina wî. Hinek tişt îro êdî dîyarin û di destê me de dokument hene. Lê gor min, wê rojê jî, hinek tişt dîyarbû, lê mixabin, hevalê wî yê lejna bilind, wek wi dilsoz derneketin, rabûn hedef şaşkirin. Ez dizanim ku yê ew xortê çeleng û qehreman qetilkirin, hedefa xwe rast kifş kiribûn. Wana dizanîbûn kû wê tevgera Kawa li pê wî nejî. Mixabin û sed carî mixabin dijmin û hêzên krêj yê di xizmeta wan de, bi serketin.
Kawa, di pêvajoya wê demê de gellekî xurt bibû. Kadroyê KDP û gellek welatparêz li ser têkçûna şoreşa Başûr xwe li tevgera Kawa girtin, vê rewşê bala dijmin kişandibû. Di wê demê de rojnama Hürriyetê surmanşetek avêtibû û tevgera Kawa nîşan dabû. Li ser vê xeberê şûn 2.10.1978 de li Batmanê erîş dest pêkir û li Qûrtalanê, li Ceylanpinarê û li Sêwregê 22.11.1978 bi qetilkirina mamostê me, kekê me karê xwe yê îhanetê bi dawî anîn, Mixabin ev pêvajoya ji wê rojê vir de didome û îro bi navê Ergenekon û hîn têkilîyê qirij derdikeve holê.
Belê em heval û hogirê wî yê qeddîm û malbata wî di salvegera qetilkirina wî ya 30 salî de, li ser qebra wî bûn. Îsal em hîn zêdebûn. Daxazîye me bi tevayî pêvajoya wê demê qetilkirina wî, şerê Hêlwanê, şerê Sêwregê û bûyerê qewimî derkeve holê. Ger ev bûyerên qirêj û pêvajoya tarî dernekeve holê, milletê Kurd û zarokê wî dê hin gellekî bi destê celladên xwînmêj bê qetilkirin.
Kek Ferîd dema kû girtîyê DDKO bû – girtîyê herî ciwan bû û yê wê demê ku ew naskiribûn di biranînê xwe de jî anîne ziman bala wan jî kişandibû- ji bo serxwebûn û azadîya Kurdistanê dixebitî. Li ser têk çûyîna Şoreşa Başûr, hêvîya wî ji sistema Sovyetê nema bû. Wî dizanîbû kû mesela Kurd, meselek netewî ye, meselek çînî nîne. Ji bo wî, hereketa kû damezirand bi tevayî bala gelê Kurd kişand. Wî pêwistîya yekbûna gelê Kurd li ser her tiştî de didît.
Kek Ferîd mamoste û hunermend bû, ziman, folklor, helbest, çîrok û dîroka Kurd ji bo wî deryayek bû û ew li ber sekinî bû.
Kek Ferîd siyasetmedar bû, hîn gava di girtîgeha Amedê de bû, hêvîya xwe ji Sovyet û ideolojîya wan berda bû. Ji bo wî îdeolojîk tenê hebû, ew jî Kurd û Kurdıstan bu .Di helbestek xwe de “ Pravda, Pravda vir veda vir veda“ (Pravda Rojnamaya fermî ya Partîya Komînîst ya Sovyetê bû) Hêvîya wî ji sîstema emperyal jî tunebû. Ji Şoreşê dinê ne bê xeber bû, ji ber wî enternasyonal bû. Ji gelê xwe pirr hez dikir, lê dostanîya gelê dinê jî diparast.
Kek Ferîd fedakar bû, ne bi şev ne bi roj disekinî. Ge li bajaran ge li bajaroka ge li gunda bû, westandin jêre tune bû.
Kek Ferîd xortekî çeleng û leheng bû, gava diket serê govendê wek kevokekî sipî di serê govendê de govend geş û xweş dikir.
Kek Ferid Egît bû ne ditirsîya, guh nedida erîş û tehddîtên li wî dibû. Gellek carî ez şahîdê van tehddida bûme. wek li gunde Erebûkê bi destê Salîh Kangal, wek li Hêwanê bi destê mala Suleymana wek li Sêwregê bi destê mala Bucağa. Lê wî, guh nedida van tehddita. Ew egît û mêrxas bû.
Gava hat qetilkirin li pê wî bi deh hezaran gel meşîya, di vê meşê de ji her çînê gelê Kurd hebû. Yê ew qetilkirin, serê wan di ber wan de, şerm kirin.
Lê mixabin em heval û hogırê wî wek wî fedakar û vefakar derneketin. Gellekê wî, îro di şermek wisa da ne ku, cesaret nakin ku roja qetilkirina wî de werin ser qebra wî.
Bezîrganên Çavsor
Xwîn xwastîn bezîrganên çavsor xwîn xwastin,
Biryar wiha hatibû
wan jî xwîn rijandin.
Xwîna xortên çeleng
xwîna zarokên dergûş
xwîna dayikên nazelîn
û di himbêza wan de zarokên çelîn.
Xwîn xwastîn bezîrganên çavsor xwîn xwastin,
Biryar wiha hatibû
wan jî xwîn rijandin.
Qut kirin hêstrê çavê dayikan
Qut kirin hesreta bûkên xêlî sor
Sêwî hîştin hêvîya xort û qîzê çeleng
Ez xortekî leheng û bavekî çeleng bûm.
Di rojek payizê de hêvîya min qut kirin
Hîştin zarok sêwî û bûk xêlî reş
Lewra Xwîn xwastîn bezîrganên çav sor xwîn xwastin,
Biryar wiha hatibû
wan jî xwîn rijandin.
Diyarbekir 23.11.2008
Fahri Karakoyunlu