Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 14 October 2008

[b]Roj baş...[/b]

Kovara Lêkolîn cara pêşî bi hejmarek pir taybetî, mijarek pir balkêş derdikeve pêşberî xwendevanan. Lêkolîn li ser mijarekî kur dibe.
Fermo nivîsa li ser pirsê...

Silav û rêz
[b]Zarathustra News[/b], Stockholm

[center][b] * * * [/b][/center]

[center][b][color=#990000][size=x-large]Ehmedê Xanî û “Lêkolîn“[/size][/color] [/b][/center]

[center][img]http://img373.imageshack.us/img373/2815/lekolinhejimar12fd4.jpg[/img][/…]

Ehmedê Xanî bûye mijara gelek nivîskaran. Gelek li ser hatiye nivîsîn. Navê wî rojbiroj li welat û derveyî welêt bêhtir belav dibe. Herku di cîhanê de tê nasîn, dîroka cîhanê ya li ser “nasyonalîzm“ê mecbûr dibe ku, Xanî yê mezin bibîne. Bi vê yekê, mezinbûna Xanî, sînorê Kurdistanê derbas dike. Ew hêdî hêdî digihêje cihê xwe yê bilind û bi nirx, anku cihê heq kiriye.
Ew mezin dibe, em Kurd jî pê serbilind dibin...

Meha derbasbûyî, konsolosê Swêd li Stenbolê Ingmar Karlsson di pirtûka xwe “Kurdistan“ de qala Xanî piralî kiribû. Dîtinên Xanî û pêşniyarên wî weke dermanê birîna me Kurdan nîşan dabû. Karlsson, di xebata xwe de, bala mirovî dikşîne ser dîtinên Xanî da ku em li ser pirsên mîna nebûna dewletek netewî, nakokiyên nav Kurdan, û pêknehatina Yekîtiya me, kur bibin.

Mehek derbas nebû, vê carê Kovara Lêkolîn, bi hejmarek taybetî Xanî ji xwe re kir mijar.

Ev ne ecêb e. Xanî mezin e. Kaniya zaniyariyê ye. Dibe malê mirovahiyê. Pir normal e ku, ne tenê Kurd, pisporên biyanî jî qala wî bikin, ji kaniya wî avê vexwin...

Instituya Kurdî li Almanya, bi rêya Lêkolînê, bi hevpeyvînek pir taybetî gelek pirsên li ser jiyana Xanî, berhemên wî, dema wî û bandora Xanî di dîroka rizgariya netewî de derdixîne holê.
Bêguman e ku, hejmarek nivîskarên Kurdan li ser Xanî kur in, şirove û pirtûkên wan derketine. Yek ji wan kesê herî navdar jî, nivîskar Jan Dost e. Hewildana Dost ew e ku, Xanî piralî bide nasîn.

Instîtuya Kurdî ji bo lêkolîn û zanistiyê, bi vê hevpeyvîna xwe ya dirêj ku ji 83 pirsan pêk tê li gelek bersivan digere. Mamoste jan Dost bê westan, bi bersivên kur, têr û tije bersiva tevayên pirsan dide.

83 pirs û bersiv, ji awira rojnamevaniyê ve rekorek nû ye, û Lêkolîn pêşkêşiya vê dike.

Divê eşkere bê gotin ku, yek ji wan kesê ku hejmara taybetî ya Lêkolînê rengîntir dike, awirek kur û nû didiyê, nivîskar û siyasetvanê xwedî tecrûbe, Mamoste Mûrad Ciwan e.
Ciwan, mijara xwe, “Xebatên li ser Xanî û berhemên wî, ji destpêkê heta dawiya 1995 ê“ ye. Bi lêkolînek hêja û pirkanî nêzî pirsê dibe û mirov ji awirên cewaz li ser Xanî ronî dike. Çavkaniyên ku Mamoste Ciwan dide, ji bo wan kesên ku dixwazin Xanî nas bikin û li ser wî kur bibin, alîkarên herî mezin in.

Hejmara nû ya lêkolînê ji 185 rûpelan pêk tê. Piştgirê wê bê guman e ku, instîtu ye.
Li gorî lêkolîna me, di afirandina vê xebata taybetî û hêja de, ked û xwedana nivîskarê salan Mîrhem Yigit mezin e. Divê mirov qala vê yekê jî bike.

Kin û kurt: Hejmara nû ya Lêkolînê têr û tije ye. Bi mijara xwe balkêş e. Bi zimanek xweş hatiye nivîsîn. Pirs û bersivên bi Jan Dost re, û lêkolîna Mamoste Ciwan re têra xwe kêşer e, mirov bi xwe re dibe cîhana Xanî. Lêkolîn xebatek hêja ye, divê bê xwendin.

[b]Eurokurd.net – Zarathustra news[/b]

[b]Roj baş...[/b] Li Herêma Kurdistanê Jinên Kole.... Fermo bixwînin Silav u rez [b]Zarathustra News[/b] [center][size=x-large][color=#990000][b]* * *[/b][/color][/size][/center] [center] [i]Li gorî rapora USA:[/i] [size=x-large][color=#990000][b]Li Herêmê jinên kole hene[/b][/color][/size][/center] [center][img]http://img403.imageshack.us/img403/2092/usayk0.jpg[/img][/center] Rapora 2008 an ya hikumeta Emerîkayê, di bin navê “Trafficking in persons Report“ belav bû. Rapor giraniya xwe li ser bazara jinan, firotin, karanîn û kolekirina wan kur dibe. Di beşa “Iraq Land Narrative“ de bi tevayî li ser rewşa Iraqê û bazara jinan tê rawestin. Wisa ye beşek ji raporê: Iraq, ji bo bazirganiya jin û mêran ji awira cinsî ve û koletiya bêdil ve bazarek vekirî ye, kaniyek e. Jinên Iraqê dibin qurbanên tacîrên cinsî, û li welatên cînar, li Sûriyê, Urdin, Kuwêyt, Qetar, Tirkiyê û Îranê tên bazarkirin. Iraqê bûye hedef ji gelek kesên tacîr ku li wir bazara koletiyê xurt bikin. Jinan ji aliyê Gurcistanê, Hindîstan, Pakistan, Indonesia, Nepal, Srî Lanka û Filipînê dihênin Iraqê û ew li wir mîna kole têne xebitandin. Gelek jin ji aliyê Fîlîpîn û Indonesia bi dizî derbasî Herêma Kurdistanê dikin. Ew li wir mîna koleyan dixebitin. Rejîma Hindîstan, Pakîstan, Srî Lanka û Taylandê bi birayerekî ji hemwelatiyên xwe xwest ku li Iraqê nexebitin. Hemwelatiyên wir bi aramnca xebatê têne Iraqê, jin, bi zorê û tehdîtan ji awira cinsî ve têne karanîn. Li Iraqê li hemberî bazara jinan zêde tedbîr nayên girtin. Firotin û kolekirina jinan weke pirsgirek heye nayê dîtin. Tacir nehatine cezekirin û xebata tacîran berdewam e. [b]Eurokurd.net – Zarathustra News[/b]

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.