TEVKURDê, di 4-ê Îlona 2004-an de li Enqereyê bi “Gruba Xebatê ya Demokratîk û Neteweyî“ dest bi xebatê kir. TEVKURD, hem di destpêkê de û hem jî di pêvajoya xebata xwe de, xebateke bi minaqeşe ye. Lewra armanca civîna 4-ê Îlona 2004-an tiştek bû, encama derketibû holê tiştekî din bû.
Grubek heval dema ku ji bona Civîna 4-ê Îlona 2004-an rewşenbîr û siyasetvanên kurd gazî civînê kirin, hem beriya civînê û hem jî di civînê de derket holê ku kesên civîn bidarxistine xwediyê du armanc û du rojevên cihê ne. Grubekê dixwast ku ji axivtina serokwezîr ya Tebaxa 2005-an li Amedê kiribû re xwedî derkeve û pêşniyarên xwe pêşkêşî serokwezîr bike. Grubekê jî dixwast ku pirsên tevgera Bakurê Kurdistanê minaqeşe bike û encama minaqeşeyan bigihîje helwesteke hevbeş ku bi hev re kar bikin.
Lê armanca esasî, armanca yekemîn bû. Feqet armanca yekemîn di civînê de biserneket û armanca 2-emîn biserket.
Ev jî bû sedem ku TEVKURD bi awayekî xwezayî ne, nexwezayî dest bi xebata xwe bike û bi vî awayî xebata xwe bidomîne. Vê yekê jî ji bona TEVKURDê minaqeşeyên dûr û dirêj anîn rojevê. Di TEVKURDê de sê salan minaqeşeyên dijwar, bi devkî û bi niviskî domand. Lewra di TEVKURDê de bi taybetî jî di pirsa rêbazî, modelî, rêxistinî de bîrûreyên cihê yên girîng û esasî hebûn.
Ji bona vê jî beriya Kongreya 3-emîn ya TEVKURDê jî, gelek nerînên balkêş ji reya giştî re hatin pêşkêş kirin. Min jî di malpera Rizgarî de nivîsarek pêşkêşî reya giştî kir û li wir diyar kir ku TEVKURD ber bi riyeke bipirsgirêk diçe.
Ev minaqeşeyên di nav TEVKURDê de di Kongreya 3-emîn de hate merheleyeke nû. Piraniya damezrênêr û xebatkarên TEVKURDê li ser sîstemeke ku ez naecibînim li hevûdu kirin. Biryar dan ku Yekîtiya Neteweyı bi rêxistinên heyî yên ku mîsyonên xwe qedandî sînor bikin. Gorî baweriya min teslîmê statuparêziya rêxistinî û mantiqî bûn.
Lê di kongreyê de gelek aşkere diyar bû, ku dê piştî kongreyê jî, li ser statu û modela TEVKURDê minaqeşeyê dom bike. Min jî piştî kongreya 3-emîn bîrûreyên xwe hem bi kurdî û hem jî bi tirkî di malpera Rizgarî û NET-KURDê de pêşkêşî reya giştı kir. Piştî min jî bi dorê Suphî Orak, Nevzat Karakeçî, Ferhad Sagniç û kesên din jî, ji bona Kongreya 3-emîn a TEVKURDê nerînên xwe biniviskî pêşkêşî reya giştî kirin. Nûha şunda jî, ez û an jî hevalekî din dikare nerînên xwe ji bona TEVKURDê bîne ser zimên. Lewra pirsgirêkên TEVKURDê neqediyane û gelek xebatkarên TEVKURDê ji modela nû re “kerhen piştgirî“ kirine. Ev modela ku hatiye pejirandin, di nav xebatê de dê bibe xwediyê pirsgirêkên mezin.
* * *
Helbet her kesek xwediyê maf e ku di derbarê TEVKURDê de jî nerînên xwe pêşkêşî reya giştî bike û rexneyên xwe bîne ser zimên. Min jî û beşek hevalan jî ev yeka kirin.
Lê dema ku kesan rexne û nerînên xwe anîn ser zimên, divê di rexneyên xwe de mafên kesan binpê nekin, ji azadiya fikrî re rêzgirtî bin, heqeret nekin, ji exlaqa çapemenî re hirmetkar bin.
Dema ku mirov li nivîsara Nevzat Karakeçîyî ya ku di malpera NET-KURD û Rizgarî de hatine çapkirin mêze bike, gelek aşkere tê dîtin ku Nevzat Karakeçîyî ji van pîvanan re rêzgirtî nîne. Nivîsara wî, ji serî heta binî ji min re heqeret dike. Mafên mirovî binpê dike. Ji exlaqa çapamenı re rêz nagre.
Ez bi salan e, ku ji bona di nav tevgera Bakurê Kurdistanê de demokrasî, çanda rexneyê, azadiya fikrî, huquqa ji maf û azadiyên mirovî re rêzgirtî bi cîh bibe, xebat dikim. Ji bona vê jî, ez ji rexneyên li hemberî xwe tu dem eciz nebûme. Heta îro jî bi sedan û heta bi hezaran rexne ji min re hatine kirin. Ez ji van rexneyan her dem kêfxweşbûme û min bi wan kesên rexnegir re eleqeya xwe nebiriye. Heta ez dikarim bibêjim ku bi wan kesan re eleqeya min germtir û nêziktir bûye.
Ev çanda ji bona min çandeke nû û kesane jî nîne. Beriya salên 1980-yî û piştî wan salan dema ku gelek rêxistinan ji bona nerînên cihê û mixalîf hevalên xwe dikuştin, ji bona sovyetçîtiyê û maocitiyê, arnawutçitiyê kurdperwer dikuştin ez wek kes û em wek tevger her demê li dijî vê yekê bûm. Dema ku berpirsiyarên rêxistinan li hemberî şaşiyên navrêxistinên xwe dernediketin, ez li hemberî şaşiyan radibûm.
Min baweriya xwe, bi şerê fikrî/îdeolojîyê û dostaniya siyasî anî.
* * *
Baş tê zanîn ku piştı ku ez vegeriyam Bakurê Kurdistanê, ew rêxistin û siyasetvanên Kurdistanê yên ku di dem şerê sar de mane, mîsyona xwe ya dîrokî, siyasî, civakî qedandine, li hemberî min û rewşenbîrên kurd yên guhartîxwaz û nûjen, lobiyeke statuparêz û kevnare avakirin û ev lobiya şerê xwe didomîne.
Ev yeka li derveyî welêt jî hebû.
Ew lobiya bi xurtî û bi demagojîk propagandayê dike ku ez rêxistina belav dikim.
Ez li dijî kîjan rêxistinan im, ez belavbûna kîjan rêxistinan dixwazim, ez bi salan e ku dinivîsim. Lê ev lobiya ji bona ku statuparêz e, ji berjewendiya neteweyî zêdetir berjewendiya xwe ya şexsî û rêxistinî diparêze, naxwaze ku statuya wan xirab bibe, ew naxwazin ku min û kesên wek min fahm bikin. Ew lobiya û kesên vê lobiyê, rûxandina dewletan, rûxandina dewleta Yekîtiya Sovyetê, Yugoslavyayê, du dewletbûna Çekoslovakyayê, yekîtîbûna Elmanyayê fahm nakin. Ev statuparêz, ji bona ku berjewendiya teng ya rêxistinî dikarin neteweyekî bişewtînin. Ev kevneperestan, ji bona berjewendiya îdeolojiya xwe ya totalîter dikarin jîyane gel berhewa bikin.
Nevzat Karakeçî jî, yek ji qurban û fedayî yê vê lobiyê ye.
Ji bona ku reya giştî, bi taybetî jî ji bona ku sinifa siyasî bîrûreyên min nas bike, ezê di nivîsara xwe ya bê de li ser serpêhatya xwe ya rêxistinî rawestim.
* * *
Nevzat Karakeçî, di pirsa TEVKURDê ne muhatab e jî. Lewra Nevzat Karakeçîyî damezrênêrê TEVKURDê nîne, heta ji TEVKURDê re berpirsiyarî nekiriye, di TEVKURDê de xebat jî nekiriye. Nevzat Karakeçîyî, di Kongreya 3–emîn a TEVKURDê de encama sîstem û modela seqet ya TEVKURDê, ji aliyê Gruba Dema Nû de ji bona Meclîsê hate tayînkirin. Heta bûye endamên meclîsa TEVKURDê jî, min ew rojekê li navenda TEVKURDê jî nedîtiye. Piştî ku bû endamê meclîsê çend rojan carekê diçe navendiya TEVKURDê, berpirsiyarên TEVKURDê divê bişopînin. Ez di wê baweriyê de me ku TEVKURD, ji bona wî, girêdayî mentalîteya wî ya grubî di derceya 3-emîn an jî 4-emîn de ye.
Ji bona vê jî nerînên Nevzat Karakeçîyî aninê ser zimên, nerînên wî nînin û nerînên gruba wî ne.
Ev yeka jî Nevzat Karakeçîyî wek min bêîstîqrar nake, bi îstaqrar dike!. Lewra kesên wek Nevzat Karakeçîyî bi şêxan, bi şefan, bi fikrên dogmatîk re hevgirêdane. Ew bi serê xwe nayên guhertin. Bes dema ku şêx, şefên wan tên guhertin, ew tên guhertin!. Ji bona vê jî, îstîqrariya wan, mirin e û xûlamtî ye.
Nerînên Nevzat Karakeçîyî, hezeyanên murîdan e û nerînên kesên tayinkirî ne.
Heqê tu kesî û tu rêxistina tune ye ku kesan bi vî awayî reben û belangaz bikin.
* * *
Ez reya giştî re gelek aşkere diyar dikim, ku ez bêîstîqrar im.
Lewra:
*Ez mirî û xûlam nînim. Nerînên, rêxistinên, şêxên, şêfên, serokên, dewletên, îdeolojiyên xizmetî mirovetî nekin, xizmetî berjewendiya neteweya kurd nekin, xizmetî demokrasiyê, maf û azadiyên mirov nekin, ji bona min hîç pênç kiruşa nakin. Ezê ji bona guherandin û holêrakirina wan xebat bikim.
*Ez li dijî berjewendiya grubî me, ez piştgirê berjewendiya neteweyî ya kurd im. Ji bona berjewendiya neteweya kurd, li dijî nerîn û rêxistinên totalîter im. Ez dema ku rêxistinek zerar bide mirovatiyê û berjewendiya neteweya kurd, ez li dijî van rêxistinan derdikevim; ji bona ku ev rêxistinan bên guhertin, an jî bên tasfiyekirin xebat dikim.
*Ez bi tenê mayînê natirsim. Ji bo berjewendiya neteweya kurd û rastiyên xwe, ez ji piranî vediqetim, bi tenêmayînê natirsim. Ji bona vê jî, ez ji Ferhat Sagnıç re sipas dikim ku wî ez li dervayî kerî şirovekirime. Ez ji wî re sipas dikim.
*Min dema ku li Yekîtiya Sovyetê pêvajoya perestroîka û glasnostê dest pê kir, ji bo berjewendiya gelan, ji bona demokrasiyê, ji bona refaha gelan piştgirî jê re kir.
*Ez li dijî statuya Tirkiyeyê me û ji bona ku sîstema kolonyalîst li Kurdistanê ji holê rabe xebat dikim û li dijî tirkiyevîbûnê me.
*Ez li dijî îdeolojiyên totalîter yên çep û rast im.
*Ez globalîzmê diparêzim.
*Ez hêjayiyên YekItiya Ewrupayê û demokrasiya federaldiparêzim.
U.w.d...
* * *
Ji bona ku Nevzat Karakeçîyê biîstîqrar û yên wek wî fahm bikin, ez dixwazim çend rastiyan din di derbarê TEVKURDê de bînim ser zimên.
1) Xebata TEVKURDê bi huquqa kesayetî bi destên siyasetvan û rewşenbîrên kurd dest pê kir. Armanca ev xebaté ew bû, ku pirsgirêka rêxistinî û fikrî ya Tevgera Bakurê Kurdistanê çareser bike. Heger armanca vê xebaté yekîtiya û koordinasyona réxistinén heyî bûya, wê demê ew rêxistinan dihatin cem hev, ji bona xwe tevgerek çê dikirin. Lê wusa nebû. Kesan TEVKURD ava kir, wan kesan ji bona ku mîsyona xwe fahm nekirin, gihîştin qonaxa dawî. TEVKURD, teslîmê rêxistinên bêfonksîyon, bêmisyon, di nav gel de tiştekî temsîlnakin, kirin.
2) Ez ji serî de gelek aşkere diyar dikim ku ji grubên statuparêz, mîsyonqediyayî, yekîtiyeke bi fonksîyon û xwediyê mîsyon dernakeve. Ji bona vê jî, rêxistinên heyî gorî qanûna fîzîkî bes dikare xwe jinûve biafirînin.. Ev jî, bêfonksiyonî û bêmîsyonî ye. Ji bona vê TEVKURD nikare bibe rêxistineke bifonksîyon û berhemdar. Lewra rêxistin di yekîniyên herêmî de jî cîh nagrine.
3) Armanca TEVKURDê ew bû ku tevgereke nû û rêxistineke nû ava bike. Rêxistinên heyî bixe nav pêvajoyeke guhertinê û wan di nav xwe sentez bike.
4) TEVKURDê dixwest ku bibe réxistineke ne legal û ne jî Illegal. Gelo wê demê rêxistineke legal û an jî ne legal çawa dikare bibe endamê TEVKURDê?
5) TEVKURD, dixwest ku bibe rêxistineke bêîtteat. Gelo rêxistneke îllegal ku çekdarî û awayekî din yê têkoşînê diparêze, çawa dikare endamê TEVKURDê?.
6) Di TEVKURDê de du huquq ava bûn. Gelo di TEVKURDê du huquqên çawan bên parastin? Mafên kesan dê çawa bê parastin?
Amed, 01. 10. 2008