Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 25 September 2008

yeziden.de News

ÊZDÎ LI ÎRAQA NÛ

Wergera ji înglîsî, Tosinê Reşîd

Sebastian Marsel[1]

GUHASINA CIVAKÎ DI NAVBERA TÊRROR Û WERBÊŞÎYÊ[2] DE

Înstîtûta Rojhilata Navîn

Kurtenasandina sîyasî

No. 18 Tebax 2008

-------------------------------------------------------------------

14 ê Tirmehê sala 2007 an li mezintirîn êrişa têrorîstan piştî destpêbûna şerê Îraqê, bêtirî 350 êzdî hatin kujtin, du gund bi tam hatin wêran kirin û 1000 malbetî zêdetir bê xanî man. Herdu gund, Qatanîya û Jezîra li çîyayê Şengalê ne, devera bakûr-rojava Îraqê, ku şervanên erebe sunî, pêşmêrgên kurd, hêzên hevpeymane bi pêşîkêşîya DYA û çend komên kêmane dixwezin lê serdest bin. Herêma Şengalê, ku ji bo piranîya 500.000 êzdîyên Îraqê mal e, dikeve nav parêzgeha Nînîvêh, nakeve nav tu parêzgeheke kurdan. Êzdî, ku kurdin[3], bi zaravê kurmancî diaxivin. Ne wek kurdên misilmane piranî, êzdî peyçûyên oleke mayîn in, ku ji dewrana berî îslamîyê tê.

Piştî pareke mesîhya derketin, êzdî niha kêmanîya ne misilmane lape mezinin li Îraqê. Malûmatîyên ser hebûn û rewşa wan e îroyîn bi rêya rojnamevan gihîştine civaka navnetewî, yên ku cîh dane dengên êzdîyên Îraqê, wekî pirsgirêkên xwe cara yekemîn bînin ziman[4]. Malûmatîyên mayîn ji hinek zanîyaran tên ku nav êzdîyên Îraqê de kar kirine[5].

Yek ji faktorên nêgatîv ku sîyê dike ser civaka êzdîya ew stêrotîp e, guva êzdî dêwperestin. Hinek jî jêderka Hedit dikin bingeh, wekî dibêje kafirê ji dînê xwe derketinê, gerek bi mirinê bên ceza kirin. Ji ber ku konflîkta Îraqê niha bûye şerê olî, êzdî di nabera kampanîyake zordarîyê de ne, ku dikare bigihîne qir kirin, yan ji der kirina wan ji axa bav û bapîrên wan.

Em pirsa dagirkirina Îraqê bi pêşîkarîya DAY û guhastinên li Îraqê daynin alîkî, di vê gotarê de çend pirsên giring tên bilind kirin, xudanê gotarê bêtir guh dide vê koma taybet çawan nimûna guhastinên yekalî di sîstêma nû de. Çi hate serê êzdîya piştî rûxandina rêjîma Seddem? Gelo dûaroja wan li herêmeke gêogirafîyêye fire de heye? Ev ola kevnar dikare di şertên şerkarîya bo rêsûrsan, erdê û serdestîya olî de xwe biparêze? Êzdîyê çawan di vê rewşa sîyasî, civakî û olî de ber xwe bidin?

Êzdî kêmanîke êtnîkî-olîye gelek biçûkin, ku ji ber kişandina tixûbên sîyasî piştî Cenga Cihanîyê Yekemîn, nav çend welatên Rojhilata Navîn de belav bûn. Êzdî gişk bi zimanê xwe yê zikmakî, kurmancî, zaravê kurdîya bakûr diaxivin, pê re jî ew zimanê welatê lê dijîn zanin; erebî li Îraqê û Sûrîyayê, ermenî li Armênîya, almanî li Almanîya. Çiqwas jî piranîya êzdîya xwe wek kurd nas dikin, lê hinek civak, bi taybetî li Armênîya û çîyayên Şengalê dixwezin wek komeke êtnîkîye cihê, êzdî bên naskirin, bi zimanê xwe yê cihê-êzdîkî.

Piranîya êzdîya (weke 400.000)[6] li bakûra Îraqê dijîn, ku usan jî şûna parêstgehên wan e sereke û heca wan e. Civakên wan usan jî li Armênîya (50.000) û Gurcistanê (10.000) hene. Van demên dawî gelek êzdî, çawan peneberên şiyasî koçberî Almanîya bûne (40.000). Komeke biçûk li Sûrîyayê maye, lê êzdîyê Tirkîyê bawar bikî bi tam cî-werên xwe hîştinê û çûne Almanîya.

Heta sala 2003 an piranîya êzdîya li deverên bin destê hukumata Îraqê de diman, tenê 10% li parêzgeha Duhokê ya bin destê kurdan de, di rewşa azadîyê de diman. Ew bêtir li deverên çîyayê Şengalê û Şêxanê, dor bajarê Ayn Sifnî dijîn. Ew usan jî li du bajarokan, Bahzan û Başîqa, nêzîkî Mûsilê dijîn. Parêstgeha civakêye sereke, Mergeha Şêx Adî bin Musafir li Lalişê ye, ku dikeve nav herêma Kudistanêye otonom. Êzdîyên her cîya gerek salê carekê ji bo mezintirîn cejna xwe, Cejna Cemayê herin Lalişê. Ji ber ku Laliş li pîş xeta navbera Îraqê- Kurdan de bû, seva piranîya êzdîya dijwar bû li wê cejnê amade bin. Ji ber êrişan û gefên têrorê, cejn çend caran hate betal kirin, yan jî kêm kes beşdar dibûn.

Deverê êzdîya gişk ketine ber sîyaseta ereb kirinê, ku hukumata Îraqê li salên 1970 û 1980 bi rêve dibir. Gor wê sîyasetê kurd bi zor ji gundên wan derdixistin û li mujamman de, li bajarokên li deştê, ji gundên wan e çîya û erdên wan dûr, bi cîh dikirin. Gundên wan jî yan wêran dikirin, yan ji didane hozên erebê sunî[7]. Heta van demên dawî jî ji bo êzdîyan îmkanên vegerandina gundên wan ne hatine saz kirin û piranîya wan hê ji li bajarokên wek Qatanîya û Jezîra dijîn. Rast e piranîya êzdîya li gunda û bajarokên giştî dijîn, hinek civakên biçûk li bajarên wek Duhok û Mûsil bi cîh bûne. Li wan dera ew ji piştgirîya civaka bi hêz bêparin ku bikaribin di rewşa dijberîya olî-êtnîkî de ber xwe bidin.

Dîroka olî

Kevneşopîya ola êzdîya sîstêmeke monotêyîstîk (yekxedê) û sînkrêtîk e ku bawerî û meresîmên wê mîna yê olên deverêye serke ne, çawan mor kirin, hec û tabûyên cûr bi cûr. Li bawarîyên wan de gelek nîşanên berî îslamîyê û Irana kevnar tên nas kirin. Hinek jî girêdanê di navbera êzdîyatîyê, zerdeştîyê û olên Mêsopatamîya, yên destpêkê de dibînin.

Hebandina Tawisî Melek[8] û kûvî bûna ji piranîya olî, gihandîye wê tawanbarîya bê bingeh guve êzdî dêw diparêzin. Êzdî xwedêkî dihebînin, ku disêwirîne, ku fermana dide hevt melekan û serokê wan, Tawisî Melek. Dûarojê sedsalên XI û XII, civak raserî zanîyarî û rêformên Şêx Adî bin Mûsafîr hat[9] , sofîyê mîstîk, ku sîstêma çinên olî di civaka êzdîyan de bi hêz kir. Piştî wan rêforman ol ji bo bîyanîyan hate girtin û êdî tu kes nikaribû bibûya êzdî. Bingehên olê yên giring bawarî ne, lêgênd, qewl û beyt û meresîmên civakî ne. Lê çi mirov dike êzdî, êzdîyê bawermend? Ya lape giring ew e ku her mirov cîyê xwe di civakê de bizanibe, her êzdîk gerek bizanbe ew endemê kîjan koma civakîye. Êzdî gişk yan ji çîna dunava ne (şêx û pîr), yan jî mirîdin, çi ku bi nislet e û ji hev cihê ne, mîna kevneşopîyê sofîyan. Li bal êzdîya mîna îslamîya giştî, pênc ferzên heqîqetê hene ku ji bo hebûna civakên êzdîya şertên erhede ne. Di nav wan de nas kirina pênc dunavan e (hosta, şêx, pîr, merebî, birê axretê) ku rêberîya her êzdîkî dikin. Usan jî ji bo êzdîya gişkan sê şertên civakî-olî hene; şerîyet, tenê bi êzdîyan re dikarin bizewicin, terîqet, tenê bi kesên ji çîna xwe ya civakî-olî re (şêx, pîr, mirîd) dikarin bizewicin; derba xerqê Şîxadî nede, yan rûmeta serokên olî bigre.

Çand û ola êzdîya bi zarkî tê parastin. Heta salên 1950 tenê mafê sêxên Adanî hebû fêrî xwendin û nivîsarê bibin, ku bikaribin olê û xwebêjên wê ye pîroze vêşartî ji kesên der biparêzin û dibe ku ji bo serdestîya serokên olî bihêz bikin. Ne wek bizavên wêjeyî yên sedsalên navîne dewlemend li Îslamê û Mesîhyetîyê, çawan tê xuyayê parastin û derbas kirina zarkî ji alîyê desthilatdarên olî de hatîye danîn[10].

Rê û rismêm olî li vê civaka ku bi kevneşopîyên zarkî tê rêvabirin, tenê maf dide komeke ji dunavan ku fêr bibin, lê ji bo piranîya êzdîyan yasaya zewcê navbera çînan de bandûra xwe hê mezin e, ji ber ku bi jîyana rojane re têkel e. Usan jî mirîdên êzdî gerek bingehên ayîna ola xwe, rê û rism û tabûyanbizanibin.

Dîroka Sîyasî

Dîroka êzdîya li Îraqê, ya heta şorişa Temûzê sala 1958 an ji alîyê çend kesan de bi hûrgilî hatîye niqaşe kirin.[11]

Dema Împêratorîya Osmanîya êzdî rû bi rûyî zordarî û werbêşîya giştî dibûn, ku dewrana nasîyonalîzma ereba, tirka û rûsa, usan jî dema nihaye vejîna îslamîyê, berdewam e. Piştî têkçûna Împêratorîya Osmanîyê deverên ku piranîya rûniştvanên wan kurd bûn, nav wan de jî çend navçên êzdîyaye fire, anegor peymanê Lausanne (1923) û Ankara (1926) hatin perçe kirin. Xetên tixûb deverên êzdîya qet kirin û civakên Tur Abdina Tirkîyê û Cizîra Sûrîyê ji deverên êzdîyaye sereke qetandin.

Pêşvaçûna van komên nîv-serbixwe, bi pevguhastin û têkilîyên sînorkirî bal wan hesîna nasnameyê anegor hevhatinên civakîye hundur dîyar kirin. Di deverên xwe de civakên êzdîyaye nû û hê sist daketin jêra nerdewana civakî û bi hevrikîya ji bo pêtrolê û rola stratêgî li herêmê bi lez ji meydanê hatin avîtinê.[12]

Hukumata Îraqê bi rêya îlan kirina, wekî êzdî nivşên malbeta ereba, ya Umewyan e, xwest nasnama êzdîya ji wan bêxe û wan ji civakên kurda dûrxe[13]. Peyva ’yêzîdî' xwestin bi navê Yazid bin Mu'awia, xelîfê duyemîn yê wê malbetê şiro vekin, ku çawan kujarê Husên bin Elî, nevîyê Mehmed pêxember û serokê civaka şiî tê nas kirin. Dîsan jî tenê çend êzdîya (yên ku gihîştne partîya Ba'th, wekî bikaribin bikevne zanîngehê û bi pêş ve herin) ew bawerî pejirandin; piranîya êzdîya tu caran dest ji kurdbûna xwe nekişand.

Sîyaseta erebkirinê salên 1987-88, dema kampayna Enfel gihîşte rada lape bilind. Piranîya êzdîya cîguhastî mujammas an kirin û ew bi her alî ve bi hukumatê ve hatin girêdan, her pêvîstî û xizmetên wan ji hukumata navendî dihatin. Dikarî bêjî temamîya civakê di rewşa kasîvtîyê û nexwendîtîyê de dijît. Bêkarî hê jî ewqas belabûye, wekî kes xwe naêşîne ku jimara rast peydake. Gelek êzdîya xwest, lê ji hindikan re li hev hat derkevin der û li welatên derva, bi taybetî li Almanîya mafê peneberîyê bixwezin[14].

Ji destpêka cenga 2003 an kurda bi giştî, êzdîya bi taybetî xêrhatin û piştgirtina hêzên hevpeyman kirin, bi wê hêvîyê, wekî avêtina rêjîma Seddem wê asayîşê, gulvedanê û naskirinê bîne.

Lê ji destpêka şerê navbera sunîya û şiîya nîveka sala 2004 an, rewşa êzdîyaye sîyasî û asayîşê çiqwas diçe xirab dibe, û jimara êrişên ser wan çiqwas diçe zêde dibe, bi taybetî li parêzgeha Nînêvêh. Ev bûyar li media herêmî û navnetewî de kêm caran tên bîranîn. Guhdarîya mediya ê hê zû ser hevrikîya sunî-şiîya ye, ne ku ser rewşa deverên kurdaye pir-hindikî milahîm.

Ya êzdîya, mîna civakên Mesîhîya yên welatên der, yan welatên sunîyaye ciran, lobîya wane naskirî tune, wekî bala cihanê bikşîne ser vê katastrofayê.

Ji bo kampanîya êrişên ser êzdîyaye sîstêmatîk bînin ber çavan, divêt çend êrişên giring bîr bînin[15]. Kujtin, revandin, gef xwarin, kampaynê kujtin yan misilman kirina wan, usan jî zordarîyên sîyasî û aborî dikevne nav van êrişan. Çend caran êriş birine ser serokên civakêye sîyasî, çawan Mîr Tehsîn Beg, Pîr Memo Othman, û çend nonerên êzdîyaye cîh. Kesên xwendî pir caran bi gefên êrişan û revandina neferên malbetên wan tên tirsandin.

• Adara 2004 li Mûsilê belevok hatin belav kirin, ku digotin kî êzdîya bikuje, wê xelatên batinî bistîne.

• Tebaxa 2004 an Fadil Aged Xidir, zaroka ji Başîqa tê kujtin.

• Îlona sala 2004 an Mîrê êzdîya Tehsîn Beg ji teqîna bombê difilite.

• Cotmeha 2004 an îmamê mizgevta Şêxanê bangî êzdîya dike, ku bibin misilman, yanê na wê bên ceza kirin.

• Cotmeha sala 2004 an du êzdî li Şengalê, Hazim Şengalî û Silêman Farso hatin kujtin, ji ber ku dema Remezanê ber misilmana cigare kişandibûn.

• Ber termê Qasim Xelef Reşo name tê dîtin, ku digot ew kujtine, ji ber ku kafir bûye. Qasim di dikanekê de kar dikir. Êrişî çendekên mayîn kiribûn, ji ber ku di dikanên alkoholê de kar dikirin.

• Pênc êzdîyên ji Şengalê 8 ê Çirya Pêşin sala 2004 an hatin kujtin.

• Tîrmeha sala 2005 an êrişî mînîstrê bê portfêl Pî Memo Othman dikin, pişmêrekî wî tê kujtin.

• Hindî Hacî Elo, ku dikana wî ya alkoholê li Bexdayê hebû, direvînin û îşkence dikin. Tebax 2005.

• 1 ê meha XI 2005, ser rêya Mûsil-Şengalê êrişî karkerên êzdî dikin, şeşa dikujin, sêya jî birîndar dikin.

• Piştî kujtina keça êzdî ji bo namûsê, kurdên sunî û erebên deverê dixwezin, wekî kujara bidin destê wan. Yanê na, anegor hinek belevokan, wan gef dixwerin, ’emê nehêlin tu êzdî zêndî bimîne'. Nîsana 2007 an ji basa karker dibirin Mûsilê 23 êzdîya peya dikin û dikujin[16].

Ser van êrişan, hema bêjî lêkolîn nehatin kirin. Çiqwas jî gor destûrê parastina kêmanîyên olî û azaya olî karê hukumatê û nonerên wê yê li cîh e, lê di rastîyê de lap teherekî mayîn e.

Du partîyên kurdaye sereke, Partî Dêmokratî Kurdistan(PDK) û Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) êzdîa hingê nas dikin, gava ew gor berjewendîyên wan, yên sîyasîne, çawan fire kirina tesîr, bandora kurdan li parêzgehên cîran, yan jî ji bo hilbijartinan. Hebûna navê êzdîya di destûr Îraqê de, bi vê yekê tê şiro kirin.

Serokên civaka êzdîyaye sîyasî û olî li Îraqê û dervayî welêt karibûn civîneke ne fermî di navbera Mîr Tehsîn Beg, serokê civaka êzdîya, Paul Bramer û serok komarê Îraqêyî wê demê Xazî Yawar bi darxin, bi meremê êzdîyan çawan kêmanîke naskirî û parastî, di reşenivîsa destûrê de dîyar bikin. Şaşîyên di navê komê de berê berdayî ku mîna navê komeke şiîyên Yemenê bû, hatin rast kirin[17]. Lê dîsan jî bilî bi demkî kivş kirina Pîr Memo Othman (çawan Wezîrê bê Portfêl), êzdîkî baş xwendî, ji çîna dunavan ku li Almanîyayê dijî, tu gaveke sîyasîye berbiçav nehate avêtin. Nonerên êzdîyaye cîh ber tiştekî hesab nakin, carana nahêlin beşdarî civînên giring jî bibin[18]. Encûmenê bajar û gundan kêm caran êzdîya dikin endemên xwe. Daxweza nonertîya anegor jimarê nehate naskirin, dema hilbijartinên Kanûna 2005 an werbêşî dijî êzdîya hat bi kar anîn, gelek ji wan ji prosa hilbijartinan der hîştin[19]. Berbiçav e, wekî piştgirtina partîyên kurda ne ji dil, ser bingeha kurdîtîyê ye, lê ji bo berjewendîyên sîyasî ye.

PDK, ku giranîya deverên êzdîyên Îraqê lê dijîn bin destihlatdarîya wê de ne, bi du şêweya berbirî êzdîya dibe: Ew êzdîya wek kurd nas dikin, çawan birayên xwe yên êtnîkî, û diravekî mezin serf dike, ji bo çalakîyên çandeyî û olî. Bo nimûn, mûçê karkerên Navenda Lalişêye Çandeyî, ku beşên wê di bajarokên êzdîya gişkan de hene, partî dide. Endemên Navendêye sereke dîsan endemên partîyê ne. Bi giştî hewirdora girêdanê û serwêrêyî hatîye saz kirin, ku rê li pêşvaçûna komên êzdîyaye sîyasîye serbixwe digre. Êzdîyên herêma Şengalê bi taybetî dixwezin rêvabirineke serbixwe, di hinek caran bi nasnama êzdîyatîyê. PDK xwest bi tesîra ser raya giştî bi zor nasnemeya kurdîye giştî damezirîne, ya ku taybetîyên êzdîyan hesab hilnede. Jimara êzdîyên ji desthilatdarîya kurdaye niha ne razî zêde dibe û jimare deng ji derva û ji Şengalê tên bihîstin, ku dixwezin, wekî êzdî çawan komeke olî û êtnîkîye cihê bên nas kirin[20].

Şertên civakî

Çiqwas jî çend malbetên êzdîyan xwestin vegerin gundên xwe yên berê, piranîya êzdîyan hê ji li mujammas an de dijîn. Şertên jîyanê gelek dijwarin, bêkarîye û tu çareke mayîn tune.

Partîya sereke, Partîya Dêmokrate Kurdistanê, ya Mesûd Barzanî, tenêye ku alîkarîya civakê dike, kar dide civakê û diparêze. Gelek xortên êzdî ketine dezgehên partîyêyî eskerî, çawa kanîya qazancêye tenê. Bi giştî xelk ji prosa pêşvabirina deverên êzdîya, ya pir hêdî, bêbawar bûye. Çiqwas jî êzdîya bi hemêza vekirî xêrhatina hêzên hevpeyman kirin û alîkarîya wan kirin (çawan werger û xizmetên mayîn) ew niha difikirn, wekî ew kirinên wan usan nehatin şêkirandin, çawan yên kurdên misilman. Gundên êzdîya pey gişkan re dibin xwedîyê dibistanên nû, rê, êlêktrîkê, parastinê, ew jî gava bajarokên misilmana, çi yên kurda, çi yên ereban, bi alîkarîya DY hê bi lez şen dibin.

Di nav tênegihîştinên derbarê êzdîyan de yek jî ew bawerîya gelek belavbûyî ye, wekî êzdî dijî xwendinê ne û nahêlin zarên wan herin dibistanê. Xwendin ji bo zarokên wan qedexeye. Çawan dikare usan bibe li herêmekê ku daxweza zanebûnan ewqas mezin e, ku gîhandina zanebûnan roleke ewqas giring lîstîye?

Li Rojhilata Navîn perwerda olî, ku ji alîyê tekîyan de tê organîze kirin, ji bo belû kirina nasnama bawermendên xorte ji civakên olîye cihê, gelek giring e.

Di diroka dema me de wan civaka, çi misilman, çi mesîhî yan cihû, ji bo perwerde kirina nivşên ciwanên xwe xwedîyê otonomîke mezin bûne. Gor kevneşopîya îslamê, ya parastina gelên xwedî pirtûk, milet gişk (civakên olî) bi rên xwe yên taybetî pêtivîyên xwe olî bi pêş ve dibin, pir caran bi zimanê xwe, bi hêvîya ku xwendkarê nasnama xwe ya çandeyî û olî biparêzin. Komên ku ne beşê sîstêma millet in (yan xwedîyê olên bê pirtûk – T.R.), raserî jimarek cêribandinên fermî (sîyasî) û ne fermî (olî, çandeyî) tên ku dixwezin ne tenê tevî doktirîn û rê rismê wan, lê usan jî tevî teherên fêr kirina zanebûnên olî ji bo zarokên wan bibin.

Sedsalên berî Cenga Cihanîyê ya II, gava êzdîya bi giştî ewqas jî guh ne dida xwendinê, hinek ewqas dûr diçûn, ku digotin xwendin ji bo êzdîya guneh e. Ji vê qanûnê der tenê malbetên hinek şêxan bûn[21], yên ku dikaribûn zarên xwe bişînin dibistanên giştî, yan jî yên mîsîyonêran. Wê demê tenê çend serokên olî dikaribûn bixwînin û binvîsin. Yekemîn jina êzdî, ya xwendî, Wansa bû, endema mala mîra û jina Mîr Seîd Beg, serokê êzdîyayî wê demê. Dûarojê wê gule berî mêrê xwe da û revî, ku seva hinekan bû menî wekî jina nedin xwendinê. Dîsan jî E.S. Drower dîtîye çawan gelek kurikên Beşîqa diçûne dibistana seretayî. Hinek ji wan diçûne dibistana navîn jî. Ew usan jî midûrên dibistanên Şengal û Şêxanê bîr tîne, yên dibe ku ewqasî ji ne bi dilê dê û bavên êzdî bin, ku ditirsîyan eger zarên wan herin dibistanê wê terka teherê jîyana êzdîya û ola wan bidin[22].

Ji avabûna dewleta Îraqê êzdî demeke dirêj rû bi rûyî înkar kirin, nana kirina kurdîtîya wan û ola êzdîyetîyê hatine, ji ber ku rêjîma Îraqê bi zor ew ereb hesav dikirin. Çiqwas jî destûra Îraqê bi têorî azadya olî misoger dikir û êzdî bi zor nedibirin klasê (dersxanê) îslamê, lê pêre jî rê nedidan wan klasên xwe, yên olî vekin. Yasaya otonomîya sala 1974 an rê da kurda û êzdîya ku li deverên piranîya wan kurdin, zimanê xweyî dê fêr bibin. Lê ji bo deverên zêde erebkirî, çawan Kerkûk û Şengal, bi kar anîna zimanên kêmanîya, çawan kurdî, aramî, turkmanî dîsan jî qedexe bû[23].

Bi ava bûna Herêma Kurdistanêye Otonom sala 1992 an azadîyên ji bo kurdaye nû rê dane êzdîyan navendên çandeyî damezirînin û pirtûkên ola êzdîyan ji bo dibistanan bi kurmancî, tîpên latînî û tîpên erebî çap bikin. Partîyên kurda alîkarî û piştgirtina demkî û hilbijartî ji bo xwendinê didane êzdîyan. Li deverên kurda ola êzdîya di dibistanên gundên bi jimareke êzdîyaye mezin de, çawan Derebin, Be'drîya, Xaniq û Şarya dihat xwendin. Li dibistana Şarîya, ya seretayî dor 1,000 xwendkarên êzdî bi kurmancî dixwînin. Ji koma (klasa) yekê heta çara hevtê sê cara û komên pênc û şeş hevtê du caran[24]. Hukumata Kurda xercê çap kirina pirtûkên xwendinê û fêr kirinê dide. Sala 2002 an pirtûkên ji bo komên yekê heta şeşa hebûn û ji bo pirtûkên komên jorîn kar dihat kirin. Lê ji bo piranîya êzdîya ku ji devera parastî der dijîn, gundên wan de dibistan û îdarên perwerdeyê tune bûn. Bo nimûn li Cizîrê, ku jimara rûniştvanên wê digihîje 25,000, tenê du dibistanên seretayî hene û şeş mamosta xema 1,000 xwendkarî hildane ser milên xwe. Li wir dibistana navîn tune[25].

Piştî gelîyê Lalişa pîroz kete nav herêma otonom, êzdîya bi alîkarîya PDK navendeke çandeyîye nû damezirandin.

Sîyaseta erebkirinê hê jî tesîr, bandora xwe ser sîstêma perwerdeyê heye, bi taybetî ser êzdîyan, ji ber ku 90% êzdîya ji sînorê herêma otonom der dijîn. Piranîya wan hê jî nikarin mergehên Lalişa pîroz zîyaret bikin, herin hec, şertekî ji bo ola êzdîya giring.

Heta sala 1991 ê dibistanên êzdîya li Îraqê ji yasayê der bûn, piştî Cenga Tengavê yasa hinekî hat sivik kirin. Nimûneke sîyaseta hukumatê ew bû, gava sala 1997 an du mamostayên ji al-Qûş ji alîyê agêntê Seddem ve hatin girtin û îşkence kirin, hetanî ew qayîl bûn, wekî ola êzdîya fêr nekin. Desthilatdarîya Îraqê ya nû, himberî klasên ola êzdîya li Şêxanê û Şengalê, deverên bi fermî ji herêma otonom der, ye fermî tu tişt ne guhast. Çiqwas jî PDK dixweze tesîra xwe van devera belav bike, bi taybetî di pirsên ziman û çandeyê de, lê dîsan jî zimanê perwerdeyê hê jî erebî ye. Pirsa sereke ew e, ka deverê bibe beşekî herêma kurdan, parêzgeha Duhokê, yan jî wê ser parêzgeha Nineveh bimîne, ku ereb lê serdestin. Şertên jîyan, kar û rewşa civakî, ya êzdîyan gelek giran e. Piranya wan ji perwerdeyê bêparin û bêkarin. Rêxistinên êzdîya ku dixwezin li parêzgeha Ninêvêh rewşê hinekî baş bikin, ji aliyê karbidestên herêmê û parêzgehan wê alîkarîyê nastînîn, çi ku li herêma kurdan distînin. Gava bi êzdîyên Şengalê re dipeyivî, ev pirs bi teherekî mayîn tê dîtin. Ew dibêjin, wekî zarokên xwe didine dibistanên erebî, ji ber ku dibistanên zimanê kurdî, ku partîyên kurdî vekirine, perwerda yekalî didin.

PDK 1200 mamosta hildane ser kar, xanîyê dibistana û derdanên avê kirê kirine. Ew usan jî dirav dide kesên kasiv û hewcedar. Ji ber pêvîstîya alîkarîyê, xelkê deverê alîkarîya kurdan ji bo dibistanan dipejirînin û dewsa wê dema hilbijartina dengê xwe didine hevpeymana kurdan[26].

Bi guhastinên yasayî van demên dawî du Dîrêktorîyatê Perwerdeyê hatin damezirandin; yek ji bo turkmana, ya din jî ji bo asorîye, tu yek ne ji bo êzdîya. Ev herdu dîrêktorîyat ji bo serwêrîya programên perwerdeyêji bo van herdu civakên kêmane berpirsyarin. Perwerda bi zimanên tirkî û asorî tê berpeyvk kirin. Gor projeke taybetî pirtûkên dibistanê û matêryalên perwerdêye mayîn wê bên wergerandin û çap kirin. Ji bo êzdîya tenê programên perwerdeya olî wê bên amade kirin. Gerek bê bîranîn, wekî ev yek li herêma kurdan heta koma çaran di berê de hebû. Gava zimanê qewl û beytên êzdîya, hema bêjî zimanê êzdîya gişkan kurmancîyê, rûniştvanên du bajarokan, Başîq û Bahzanê bi zaravekî erebî, ku gelekî nêzîkî erebîya libnanîya ye dipeyivin. Bi gotna wan, ew koçberî Bêkka Libnanê bûne û dûarojê bi rêformator Şêx Adî re sedsalîya XI vegerîyane. Cihêtîke dinê jî heye; xelkê Başîq û Bahzanê wê bawarîyê ne, wekî êzdîyên mayîn kêm xwendîne û kevneperestin, bi taybetî di pirsa jinan de. Ew kêm caran bi êzdîyên ji civakên der re dizewicin. Ji alîyê olê de, komeke olîye taybetî, qewal, ji vê deverê ne. Qewal parêzvan û bêjerên qewl, beyt û stranên olî ne. Ew nav civakên êzdîya digerin, marasîma pêk tînin û rê nîşanê xelkê cîh dikin. Gor kevneşopîyê dibistana amade kirin qewala heta 80 sal berê jî hebûye, lê niha qewal yan bi serê xwe fêr dibin, yan jî dema sêsîyayên rêgûlîyar, gava qewalên navsere yên nû fêr dikin. Pir caran ev perwerdeya olîye tek tenê bû ji bo êzdîyan bi giştî. Bi têkstên pîroze mayîn re tevayî, qewalên xort divêt helbest, awaz û teqil ezber bikirana. Her êzdîkî ji koma qewala nikare vî erkî bi cîh bîne. Kî dikare divêt sê şertên giştî bi cîh bîne; zanebûna bingehê olê, dengê xweş û lêxistin ( jenîna) alatekî pîroz, def, şibab. Gava xwendkar di sazbendîyê de dibine hosta, vê carê wan fêrî têksta dikin. Qewalê bi tam amade gerek qewlên giring gişkan, beyta, du'a, strana û têkstên mayîn bizanibe. Fêrkirina têkstan bi dora kivş pêk tê: berê du'a, têkstên bi mirinê re têkel, beytê ku erkên olî şiro dikin, têkstên ji bo meresîmên li Lalişê pêk tên, awazên strana û dawîyê şiro kirina têkstên olî. Di rojên me de cîh û erkên qewalan gelekî hatine guhastin, pir caran mirîd dewsa qewala têkstên pîroz şiro dikin. Paşê jî jimara qewalan li Başîq û Bahzanê kêm dibe, ji ber temen û kêmbûna daxwezê bal nivşên xort. Dîsan jî çend cara ji bo mirîdên xwestina wan heye, cêribandine kevneşopîya perwerdeya olî vejînin. Ji salên 1960 çend caran dibistanên olî ji bo fêrkirina bingehên ola êzdîya ji bo zarên êzdî hatine vekirin. Lê ji ber fişara hukumata Îraqê ew dibistan piştî demekê dihatin dadan. Piştî damezirandina Herêma kurdaye otonom û baş bûna asayîşê, Feleh Hesen li Başîqa dibistana Melek Fexredîn vekir û çend salan domand. Wê demê Şêx Xelef Ebdo jî li Bahzanê dibistana Laliş vekir û ew jî wek ya berê serkevtî bû. Perwerdeya olî bi zimanê kurdî bû. Xanîyê dibistanêyî nû sala 1998 an vebû û sala 2002 an dor 200 xwendkarî li dibistaa Lalişe dixwendin. Li dibistanê fêrî du'a, qewla, beyta û têkstên mayîne pîroz dikin. Usan jî fêrî cejnên olî, rojî, hecê dikin û çawan xwe xweyîkin, gava diçine derên pîroz. Pirsên êtîkîyê jî fêr dikin; xeysetê baş, rûmet girtina dê û bavan û desthilatê, paqij û saxlem bin û timê piştovanê rastîyê bin. Çiqwas jî qewl û du'a bi kurdî fêr dibin,lê zimanê erebî di perwerdeyê de cîyê kurdî girtîye. Di dibistanên êzdîyan de keç û kur ji hev cihê nînin, çawan di medresên îslamî de.

Tomerî kirin

Armanca giştî, ya hukumata Îraqê- wekî komên welête êtnîkî û olî gişk nonerê xwe di sîstêma sîyasî de hebin - têkçû. Parastina komên kêmane, dîsan jî dikare bê dîtin çawan nîşana pêsvaçûna civaka dêmokratî li Îraqê. Êkstrêmîzma olî bi meremên sîyasî û aborî ra tevayî, bi giştî dijî kêmanîyê olî ne, bi taybetî dijî êzdîya. Êzdî mîna mesîhîya nînin, ew ne kêmanîya parastîne, ji ber vê jî li herêmên bêyî destihilatdarîya stabîl û bi hêz, zordarî li wan tê kirin.

Bi sebebê yekalî vejîna nirxên îslamîye tradîsyon ji bo piranîya xelkê Îraqê, pirsgirêkên asayîşê, radîkal bûna misilmanên kevneperest, usan jî şerê ji bo desthilatîyê ku li Îraqê berdewam e, di jîyana rojane de êzdî rû bi rûyî êrişan, gef xwarinê û bûyarên mayîne nêgatîv dibin. Sîyastetmendên herêmî, serokên olî û dîtindarên navnetewî bang kirine, wekî ji bo parastina êzdîyan gavên praktîkî bên avîtin. Bi cîh anîna sê daxwezên sîyasîye giring dikare bigihîne vê armancê.

Ya yekemîn; parastina mafê êzdîyayî yasayî gerek di destûra Îraqê de cîh bigre. Deverên piranîya rûniştvana êzdîne, çawan Şengal û Şêxan, usan jî Bahzan û Başîqa gerek bispêrne hukumata herêma Kurdan û bigihînne parêzgehên kurdan.

Duyemîn; gerek ji bo êzdîya kursîyên herdemî li Parlamênta Îraqêye Niştimanî û Parlamênta Kurdistanêye Herêmî de bên veqetandin, ji bo nonertîya civakê û usan jî wekî daxweza hukumata Îraqêye nû, ji bi misoger kirina maf û parastina kêmanîyên xwe, bidin kivşê.

Sêyemîn; gava Wezareta Karên Olî hat betal kirin û dewsa wê sê dêpartamêntê cihê, yên karên olî ji bo Sunîya, Şîya û Mesîhya hatin damezirandin, nonertîya êzdîya hat unda kirin, gerek ew nonertî dîsan bê damezirandin.

Tenê bi cîh anîna pêvîstîyên êzdîyaye olî, yên sade, dikarin bigihînne eserên zelûlî. Eger li deverên civakên êzdîyaye mezin lê dijîn, hevjîn bi teherekî dikare hebe, li deverên bi civakên êzdîye biçûk, ew neçarin ola xwe veşêrin, ji deverê herin, yan jî bikevin ber êrişên musulmanên radîkal û alîgirên wan. Bêyî piştgirî û tev bûna navnetewî, dûaroja yek ji kevntirîn civakên olî li Rojhilata Navîn tarî ye.

Wergera ji înglîsî, Tosinê Reşîd

[1] Sebastian Maisel assisant profêsorê lêkolînên erebî û Rojhilata Navîn e li zanîngeha dewletê li Grand Valey. Ji bo lêkolînên xwe ew çûye nav êzdîyên Îraqê, Sûrîyê û Almanîya. Ew usan jî wek şêwirdar ji bo rêxistinên êzdîya û idareya Almanîya Fêdêral, ya peneberîyê kar dike.

[2] Werbêşî – dîskrîmînasîyon (T. R.)

[3] Çiqwas jî piranîya civakê û hema bêjî zanîyar gişk ser kurdîtîya wan bê gumanin, hinek êzdî wê bawarîyê ne, wekî êzdî bûn, pêş kurdbûnê ye.

[4] . See The Christian Science Monitor, April 10, 2003; Egypt Today, December 2005; Dallas Morning

News, November 4, 2007.

[5]. For example Irene Dulz, Christine Allison, Eszter Spät, and others.

[6] . Estimates on the number of Yezidis vary greatly; however, they are typically cited as numbering one to

two percent of the total Iraqi population.

[7] . George Black, Genocide in Iraq: The Anfal Campaign against the Kurds (Human Rights Watch, 1993), pp. 112-117.

[8] . On Tausi Melek see Philip G. Kreyenbroek, Yezidism, its Background, Observances and Textual Tradition (Lewiston: Lampeter, 1995); Garnik

Asatrian and Victoria Arakelova, “Malak Tawus: The Peacock Angel of the Yezidis,“ Iran and the Caucasus, Vol. 7, Nos. 1-2 (2003), pp. 1-36.

[9]. On Shaykh Adi see Zourabi Aloinae: “The reconstruction of Shayh ’Adi b. Musafir's biography on the basis of Arabic and Kurdish sources,“ The

Arabist, Budapest Studies in Arabic, Vol. 18, No. 2 (September 1995), pp. 95-104; Rudolf Frank, Scheich ’Adi, der große Heilige der Jezidis (Berlin: Türkische

Bibliothek Nr. 14, 1911); Nicolas Siouffi, “Notice sur le Chéikh ’Adi et la secte des Yézidis,“ Journal Asiatique, Series 8, Vol. 5 (1885), pp. 78-98.

[10] Christine Allison, The Yezidi oral tradition in Iraqi Kurdistan (Richmond, UK: Curzon Press, 2001), p. 47.

[11] . John S. Guest, Survival among the Kurds: A History of the Yezidis (London: Keegan Paul, 1993); Nelida Fuccaro, The Other Kurds: Yazidis in Colonial

[12] . See Nelida Fuccaro, “Ethnicity, State Formation and Conscription in Postcolonial Iraq: the Case of the Yazidi Kurds of Jabal Sinjar,“ International

Journal of Middle East Studies, Vol. 29, No. 4 (1997), pp. 559-580 and Nelida Fuccari, “Communalism and the State in Iraq: The Yazidi Kurds, c.1869-1940,“

Middle Eastern Studies, Vol. 35, No. 2 (April 1999), pp. 1-12.

[13] . Izady Mehrdad, The Kurds: A Concise Handbook (London: Taylor and Francis, 1992), p. 157.

[14] . See Irene Dulz, Die Yeziden im Irak: Zwischen Musterdorf und Vertreibung (Hamburg: LIT Verlag, 2001).

[15] . For a complete list of anti-Yezidi attacks, see Eva Savelsberg and Siamend Hajo, Gutachten zur Situation der Yeziden im Irak, Court Teport, M 27

K 04.50497, Munich, Germany; Yezidisches Forum, Menschenrechtssituation der Yeziden im Irak (Oldenburg, Germany, December 12, 2004), and Irene

Dulz, Siamend Hajo, and Eva Savelsberg, “Verfolgt und Umworben: Die Yeziden im Neuen Irak,“ Kurdische Studien, Vols. 4 and 5 (2004/2005), pp. 91-107;

United Nations High Commissioner for Refugees (UNHCR), “UNHCR's eligibility guidelines for assessing the international protection needs of Iraqi

asylum-seekers“ (Geneva, August 2007).

[16] . The New York Times, April 23, 2007

[17] . See mawtani.com/ar/information/documents/content/Constitution_Ar.pdf; paragraph 1, section 2 mentions the Yezidis in their correct

Arabic spelling: al-Izidiyun.

[18] . Decisive events without Yezidi participation include the conferences of the Iraqi Opposition in London (2002) and ’Arbil (2003).

of the provisional Iraqi government council (2003), and the conference of national reconciliation in ’Arbil (2004).

[19] . According to international observers, the votes of some 300,000, mostly Yezidis, Assyrians, and Turkomans, were not included in the count.

[20] . See letter of Canadian Yezidis to world leaders at www.yeziditruth.org/yezidi_voices; Spät, The Yezidis, p. 85.

[21] . For the internal breakdown of the shaykh class, see Chaukeddin Issa, Das Yezidentum — Religion und Leben (Oldenburg: Denge Ezidiyan, 2008),

[22] . E. S. Drower, Peacock Angel: Being some account of a secret cult and their sanctuaries (London: J. Murray, 1941), p. 3.

[23] . Dulz, Die Yeziden im Irak, p. 97.

[24] . See Irene Dulz, “Yeziden — Eine doppelte Minderheit im Iraq,“ Der Schlepper, Vol. 18 (May 2002), pp. 27-28.

[25] . Report by Christian Peacemaker Teams in Iraq, September 25, 2005.

[26] . The Washington Post, December 27, 2005, p. A19.

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.