Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 10 Juni 2008

Nêçîrvan Barzanî: Em amade ne ji bo dabeşkirina desthilata li Kerkûkê. Kerkûk bajarekî iraqî ye lê xelkê wê beşek e ji Kurdistanê.

Îro bi armanca danîna mekanîzmeyeke lêhatî ji bo bicihanîna karên êbê yên di navbera parlamento û hikûmeta herêmê, gotûbêjkirina pêşhateyên dawîn û guherînên herêm û Iraqê, li hola civînan ya civata wezîran, serokatiyên parlamentoya Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê civîneke hevbeş saz kir.

Piştî civînê serokê parlamentoyê Ednan Muftî û serokê hikûmetê Nêçîrvan Barzanî civîneke çapemeniyê ya hevbeş saz kir.

Di derbarê bernameya serdana xwe ya ji bo Bexdayê de Nêçîrvan Barzanî piştî ku tekîdî li ser asayîbûna serdana xwe kir, got:“Gotûbêjên me dê di çarçoveya destûrê de bên kirin û serdana min a Bexdayê têkilî bi qanûna petrolê heye.“

Serokê hikûmetê di bersiva pirsekê de tekîdî li ser çavdêrîkirina karên hikûmetê ji aliyê parlamentoya Kurdistanê kir û ragihand ku di civînê de ji bo çawaniya lêkolînê û gazîkirina wezîran ji bo parlemntoyê ew gihîştine rêkeftinekê ku divê pêştir beyanameyek derbikeve û got:“ Em gelek normal dizanin ku parlamentoya Kurdistanê, gazî serokwezîr û wezîran bike. Loma em daxwaz ji parlamentoya Kurdistanê dikin ku zêdetir çavdêriya karên hikûmetê bike. Karekî wiha di berjewendiya hikûmet û xelkê Kurdistanê de ye.“

Li ser gavên hikûmetê ên ji bo çareserkirina krîza niştecihbûnê jî serokê hikûmetê got:“ Hikûmeta me projeyek amade kiriye, niha proje di qonaxa dawîn de ye û nêzîkî 100 mîlyon dolar jê re hatiye terxan kirin. Pêştir jî gelek proje hatin pêkanîn, lê li gor tecrubeya me derket ku kesên hejar ji wan projeyan sûdmend nebûn lewre ev projeya me dê di xizmeta xelkê hejar û gencan de be.“

Di civîna çapemeniyê de, serokê hikûmetê û serokê parlamentoyê di derbarê rapora Staffan de Mistura de ragihand ku pêşniyarên Mistura arîşeyên heyî çareser nakin û cihê nerihetiya xelkê Kurdistanê ne.

Ednan Mufti li ser vê mijarê got:“ Akrêdli destûrê de hatiye çareserkirin lê dii pêşniyara De Mistura de qala wê yekê hayiye. Akrê wek Kelar,Çemçemal, Kifrî li derveyî madeya 140-ê ye çimkî madeya 140-ê têkilî bi navçeyên nakokbar re heye. Divê arîşeyeke wiha vegere bo xelkê.“

Miftî got: “Niha bi riya kanalên cihê ve têkiliyên me li gel De Mistura hene, gotûbêjên me yên li gel wî dom dikin. Pêwîst e madeya 140-ê bê bicihanîn. Madeya 140-ê kilîta aştî û çareserkirina arîşeyên Iraqê ye. Ayendeya Iraqê, avadankirina welatekî aram û demokrat bend e bi vê madeyê ve.“

Serokê hikûmetê li ser heman mijarê got:“De Mistura hewl daye dilê herkesî xweş bike û neçûye naveroka arîşeyê.“

Nêçîrvan Barzanî di derbarê Kerkûkê de jî got:“ Em amade ne ji bo dabeşkirina desthilatê li Kerkûkê. Kerkûk bajarekî iraqî ye lê xelkê wê beşek e ji Kurdistanê. Madeya 140-ê rê daniye ji bo çareserkirina wê arîşeyê.“

Di heqê pêkanîna kabîneya nû de jî Barzanî got:“ Tu problemeke wiha nemaye ji bo pêkanîna hikûmetê. Tu arîşeyeke siyasî di navbera aliyan, bi taybetî di navbera PDK û YNK-yê de tuneye. Di van rojan de jî em ê ji bo temamkirina vê mijarê bicivin.“

Ji bo serdana serokê hikûmetê ya ji bo Tirkiyeyê jî Barzanî got:“ Niha tu bernameyek ji bo wê serdanê nîne, lê em bal dikşînin ser bihêzkirina têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û welatên cîran bi taybet Tirkiyeyê. Dema ku ez ji Amerîkayê vedigeriyam li Ewropayê li gel nunerê Tirkiyeyê yê bo karûbarê Iraqê civiyam û me gotûbêj kir.“

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.