Direkt zum Inhalt

Li Ser Xwepîşandana Lozanê

Li Bajarê Lozanê 24’ê vê mehê 800 heta 1000 Kurdên welatparêz civîyan û dengê xwe ê nerazîbûnê li dijî Peymana Lozanê bilindkirin.

Ev gava hanê ji bo Kurdan û Kurdistanê gaveke pîroz û binirx bû...

Dewleta Tirk a kûr, hewl da 24’ê vê mehê dubare girêdana xwe ji bo Peymana Lozanê nîşan bide, daxwazên gelê Kurd pêpes bike..

Dewleta Tirk di van çalakîyên xwe de serneket, bi hewl û xebatên xwe ên nijadperest û faşîst ket rojeva Suisra...

Vê yekê jî dervetek gellek baş ji bo Kurdan û tevgera azadîxwaz a Kurdistanê peyda kir..

Hevbendîyan Kurdan li Suisra ev derfet karanî, rûreşî û xwînrêjîya Tirkan anî zimên û Tirkên dagirker û kiryarên wan ên nemirovane xist ber çavên raya giştî a Suisra..

Ev gava, gavek dîrokî bû...

Sed heyf û mixabin Partîyên me ên sîyasî beramberî vê yekê helwestekî eşkere nîşan nedan û ji bo xwepîşandanê bang nekirin..

Çend sazîyên me Kurdan ên hevbeş hene... Qet yek ji wan jî hewl neda û nexwast şerpereştîya vê xwepîşandanê bike..

Sedem çîye ? Ji bo çi partîyên me ev rêçka bêdengîyê û bêhelwestîyê wergirt ?

Mirov dikare sedan pirsîyar li ser vê yekê bike... Lê di dawayî de helwestên wan di berjewendîya gelê Kurd de nebû.. bû sedema nerazîbûna Kurdên welatparêz..

Der û doran 1000 Kurdên welatparêz û Kurdevîn, hewl dan dek û dolavên dagirkerên Kurdistanê vala derxin.. Ew di vî karê xwe pîroz de serketin.. Tirkên dagirker û kurdkuj li Lozanê rûreşbûn...

Raya giştî a Suisra li gel Kurdan bû.. Mêr û jinên azadîxwaz û mirovdost ên vî welatî li gel Kurdan bûn..

Kurdên welatparêz li pêş xwepîşandanê û dema xwepîşandanê nerazîbûna xwe beramberî Peymana Lozanê nîşandan û helwestê xwe ê derheqa vê peymanê eşkere kirin..

Ev yeka hanê jî gaveke başbû..

Pêwîste em Kurdên welatparêz di demên wisa de gavên hevbeş bavêjin.... Di demên wisa de Pêwîste em dev ji berjewendîyên piçûk ên partîtîyê û kesayetî berdin..

Kurdên ku Li Lozanê kom bûn bi yek dengî bi yek rengî bi alayên Kurdistanê ve daxwazên xwe anîn zimên..

Ji ber vê yekê jî ez sipasîya wan hemû Kurdan dikim dikim ku ên di vê xwepîşandanê de beşdarbûn, ji bo vê yekê xeabkirin û piştgirîya vê çalakîyê kirin..

25.07.05

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.