Direkt zum Inhalt

BANGA DÎROKÊ DIKIM

11-05-2005

Kî re çi...ez d?xwazim tev li dîrokê bipeyîvim.Dixwazim gilî yên xwe dîrokê re bikim.Ji ber ku dîrok rast e..Ji ber ku bê dîrokî derew e.Banga
Dilên ku pelax bune nakim.Banga kes yên ku warê siyasetêde kirêjin û qirêjî yên xwe hewl didin ku wek paqijî nî?an bidin… kes yên ku bi dîrokê dileyzin û tu car guh nadin dîrokê…kes yên ku carna ken dikeve dîrokê u hinek bikene, ew bi deq û leystikan astengî dikin rêya dîrokê..Yên ku ji bo serrastîya dîroka me ya netewî, çi pêvîst e nakin, bi gor daxwazî yên xwe dikin…yên ku pir diaxifin û destên xwe nakin bin kevirekî…Ez banga wan nakim…
Ez wesîyame….
Ez li dubaretîyande wesîyame.. Wek belavokên ku ba û baranande wenda dibe..Wek agahdarî yên ku kolanande dikeve bin lingan..wek nakokî yên ku ka tu dibêjî ji bo ne çarreserîyê henin.Wek stran yên ku nayê guhdarî kirin.Wek dapîr a min a reben ku jîyana xwe de zikê me têr dikir û me zarok û nêvî yên wê, dema mirina wê de ne, pi?ta mirina wê de hêjatîya wê fem kir.Ez bi xwe wê demê dapira xwe gerîyam gerîyam..Ew êdî tune û ez vala wesîyam gera xwe de…
Îcar hun dizanin ç? qewimî gelê dar û kevirê welatê min? Ez we re dibêjim…dapîra min li kurdistana ba?urde serê xwe bilind kir…li wir de naw pelên dîrokê de kenîya..Lewra ku ez banga dîrokê dikim..Ji ber ku dîrok me re ba?urde keniya.Ala me ya netewî li ba?urde bilind kir û berbanga me germ kir.Ewrên re? û tarî yên serê me, li ba?urde qeli?and.
Ez ji kar û barên vala de wesîyame...gotin û peyîvên vala de....
Ew gotinên ku tenê ji bo gotinan hene...ew genge?î yên ku tenê ji bo genge?î hene..Ew sîyasetmedarên kurdistan yên ku rohanîya dîroka me ya ba?ur fem nakin an jî naxwazin fem bikin...ez dev li wan ber didim..serê xwe da tînim ser germîya ba?ûr u dilê xwe li bin ala netewî de di?om.J? ber ku ew pîrozbahî a min e, ji ber ku sedema ser û bin buyîna me, çerixandina dîroka meye..ji ber ku ba?ur de dîroka me pi?ta xwe li erd de bilind kir û xwe rast kir..
Ma doza netewayî çîye ?doza azadî çi bu? Ala netewîya me ku îro ba?urde bilind e, em ger ku we neparezînin, edî em çi bikin?bila xwezila bakur u rojhilat de jî ew ala me bilin ba...xwe bîr nekin, dîroka me u ala me, li ba?urde ketîye rê u li ber bakur û rojhilat dimê?e.Hun dizanin ala me li ba?urde were xwar çi dibe?sed sal rukenîya dîroka me xwe bîr bikin...
Ez wesîyame...ez kar û barên vala de wesýame..ez banga dîrokê dikim..ew dîroka me ya ku hinek li ba?ur de ken ketîye ruh û ruye wê.
Xwe kurdistan de fireh bike dîrok..
Ka min re bibêje ez çi û çawa bikim? Ka bibêje ez çawa ew ronahîya te biparezînim?

Ilhami Sertkaya

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.