Direkt zum Inhalt

Carekî din em, 90. salvegera Komelkujîya Êrmenîyan rûreş dikin!

Komelkujîya Êrmenîyan ya di 1915 de, yekek ji wan tirejedîyên namirovane yên sedsala 20 ne. Zindana gelan Împaratorîya Osmanlîyan, ji bo ku jîyana xwe bidomîne, Osmanlî- birokrasîya milîtarîst ya Tirk bi pêşvexistina sîyaseta homojenîya ol, kêmnetewa/çand, di 1915 de bi darêzorê bi milyonan Êrmenîyan ji cîh û warên wan kir û anagora gelek çahvkanîyan pilana Komelkujîya Êrmenîyan, ku têde bi qasê 1.5 milyon hatin kuştin pêkhanî. Di heman demî de li ser gelên wek Kurdên Êzidî, Asûrî-Siryanî-Keldanî-Nastûrî-Aramî û Pontûs yên niştecîhên herêm yên ne misilman jî koçberî û komelkujîyê pêkhanî ye.

Komelkujîya Êrmenîyan ku li pêş çahvên cîhanê pêkhatibû, di nav şertên dema şerê Cîhanê ya 1. de kes mudaxele nekir. Piştê şer jî, komelkujî nehat mehkûm kirin, dad kirina berpirsan û bi adilane hela neheqîyê, ji bo hesabên parvekirinê, sîyaset û balansa hêzên wî demî ya cîhanê, nehat kirin. Gelek ji kadirên leşkerî û sîyasî yên Împaratorîya Osmanlî, ku planên wî komelkujîyê amade kirin û birêk xisin, di nav dendikê kadirê dewleta Tirkîyeyê de cîh girtin.

Piştê gelên ne misilman, dor hate netewa Kurd ya misilman; bi peyrevekî dûr û dirêj bi „nasnameya îslam-Tirk” ji asîmîlasîyonê bigire heta komelkjî û qir kirina netewa Kurd bi rêk xistin.

Îro komelkujî, di seranserê cîhanî de wek sûcekî li dij mirovahî tê qebûl kirin, bi awayekî rêkxistinî ji holê rakirina jîyana gelekî yan jî komikekî kêmnetewa/olî tê îfade kirin. Ji Komelkujîya Êrmenîyan 1915 virde di gelek derên din yên cîhanê de komelkujîyên din çêbûn. Tê zanîn, ku li dij Komelkujîya Êrmenîyan yq di 1915 de bê deng mayîn û ji bîr kirina wî, di komelkujîya Cihûyan de, ji bo Almanya ya Nazî bû îlham û cesaret. Ji bo pêşî lê girtina sûcên wiha, bi karên damezirandinên mekanîzmayên navnetewî yên rawestandina sûcên wiha re, eşkere kirina sûcên komelkujîyan û dad kirina sûcdaran, ya giring ewe ku li dij sûcên wiha hafizaya bihevre ya civakê û zanîna wan tim bê jiyandin û pêşve xistin. Ji bo vî jî divêyîyeke ku komelkujîya Êrmenîyan bê nas kirin.

Dewleta Tirk di nav dîroka xwe ya resmî ya ne rast de, wek pirsgirêka Kurdistan, li ser Komelkujîya Êrmenîyan jî bi rik û bi awayekî tehdîtkar înkara rastîyên dîrokî û înkara bûyeran dike, bûyeran qebûl nake û berevacî dike. Dewleta Tirk a ku heta îro hebûna Komelkujîya Êrmenîyan û sûcdarîya Osmanlî-dewleta Tirk red û înkar kirîye, bi dan û standinên bi ”Biloka Başûr-Bakûr” û di nav hemahengîyên ”şerê sar” de di qada navnetewî de ji bo babet bê rojevê û derkeve pêşîya wî dikaribû bibe asteng. Lê, li dij bûyerên Komelkujîyê geşbûna rayagiştî ya demokratîk û guherînên di hemahengîya cîhanê de, êdî Tirk wek berê bi asanî nikarin înkar bikin.

Dewleta Tirk dizane ku êdî nikare înkar bike, înca ji bo ku balan ji ser xwe belav bike û hinekî dem bi dest bixe, dest bi taktîkan kirîye, rojekî karê hewaleyê ”dîrok zanan” dike. rojekî din pêşniyarê ”komîsyonên hevbeş” dike. Rojekî din jî di parlementoya xwe de biryara ”nenasîna” çavkanîyên zanist yên li ser bûyerê derdixe. Di vî çarçoveyî de balkêşe, eva demeke dixwaze netewa Kurdistan jî bixe şirîkê Komelkujîya Êrmenîyan. Ji ber, ku hinek feodalên Kurd yên hevkarên Osmanlî-Tirk ku temsîla Kurdan nakin tevlê sûcên Komelkujîya Êrmenîyan bûne, dixwazin netewa Kurdistan jî bikin şirîkê jenosîdê. Helbet eva jî bi mexsede. Tê zanîn ku ev Kurdên feodalên hevkarên dagirkeran li dij netewa Kurdistan jî bi Osmanlî-Tirk re hevkarî kirine. Bi vî rêyî, hem li dij xwe û hem jî li dij gelên din, dîyar kirina netewa Kurdistan wek şirîkê Komelkujîyê, xizmeta polîtîkayên dagirkeran dike. Netewa Kurdistan tu car û bi tu awayî di nav mekanîzmayên sîyasî yên Komelkujî ya dewleta Tirk-Osmanlî de cîh negirtîye.. Dewleta Tirk ji bo ku ser dîroka xwe ya gemar bigire, dixwaze di navbeyna van herdû gelên ku di coxrafîya xwe de bi hezaran sal bihev re jîyane dijayetîyê derxe. Eva jî, xeyn ji daxwaza berevajî kirina bûyerên dîrokî pêştir tiştekî nîne.

Partîya me PRK/rizgarî, dixwaze ku ew Komelkujîya li ser Netewa Êrmenîyan ku ji alîyê dewleta Osmanlî-Tirk ve hatîye kirin bête naskirin. Çiqas belge û zanînên li ser Komelkujîyê hene bê sansûr û astengî bêne eşkere kirin.

Kumelkujîyê wek sûcekî li dij mirovahîyê dibîne. Û li dij bi her cûreyî sûcên Komelkujîyê divê zanyarî û hafizaya giştîya civakî tim hişyar û geş be. Balkêşandina civakî û sîyasî û pêşve xistina vî karî divê tim hebe, eva pêwîste.

Divê, neheqîya ku li dij gelên ku bi neheqîyekî dîrokî ji warên xwe hatine dûr xistin ji holê rabe û mafê zivirîna wan ya ser xakê wa diparêze.

Em, 90. 1915-23 salvegera Komelkujîya Êrmenîyan rûreş dikin, rêzên xwe pêşkêşê qurbanîyan dikin.

24 Nisan 2005

Partîya Rizgarîya Kurdistanê
PRK/rizgarî
e-Mail: [email protected]

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.