Direkt zum Inhalt

Duhok... Sazkirina Festivala Rêzgirtinê a Nivîser Sadiq Bahadîn Amedi

Ji Rojnameya Xebat

W: Aso Zagrosî

Do, roja 03.03.2005, serê sibê Hola Muzexana Folklorî li Duhokê, li jêr çavderîya birêz Samî ?ore?, Wezîrê Rew?enbîrî ê Hukumeta Herêma Kurdistanê û bi amadebûna birêzan Qadir Qaçax, berpirsê Liqê û ?îrîn Amedî, Sekretera Yekîtîya Afretên Kurdistanê û cîgirê Parêzgerê Duhokê û hejmarek rew?enbîr û nivîskar ji Duhok, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Musil û ji Kurdistana Bakur di Festîvala Sadiq Bahadîn Amedî de be?dar bûn...

Di destpeka festîvalê de birêz Adil Hesen, rêvebirê rew?enbîrî û hunerî li Duhokê peyîva bixêrhatinê xwand û dîyar kir ku festîvalên vî rengî ên berdewam bên sazkirin ji bo rew?enbîr û hunermendan çi çûne ber dilovanîya xwedê an jî saxbin...

Pa?e birêz Samî ?ore?, Wezîrê Rew?enbîrî peyîvek xwand û têda dakokî li ser kir ku, Wezareta Rew?enbîrî ê Hukumeta Herêma Kurdistanê berdewam dê pi?tevanîya çalakîyên vî rengî bike ji bo hemû rew?enbîran, ên ku xebat û xizmeta peyîva Kurdî kiriye û daxwaza serketinê ji bo bernamên festîvalê kir...

Pi?tî wî jî birêz Gurgîs ?ilîmun, cîgirê Parêzgarê Duhokê peyîvek pê?kê? kir, têda bi navê kargêrîya parêzgehê destxwe?î li Wezareta Rew?enbîrîyê û Rêvebirîya Rew?enbîrî li Duhokê kir ji bo encamdana festîvalên vî rengî ên rêzgirtinê.....

Pa?e jî hunermend Cemal Mihemed Edîb, çend parçên mûzîqê bi amîrî kemanê jenîn....

Pi?tî hemû axivtinên xêrhatinê, Dr. Bedirxan Sindî, sermînarek li jêr navê " Sadiq Bahadîn, Kesayetî û Kartêkirin"ê pê?kê? kir û çend rûpelên zêrîn ji xebata rew?enbîrî û zimanvanî a xwedê jê razî Sadiq Bahadîn berçavkirin...

Her wisa demjimêr sê pi?tî nîvro, birêz Ebdulwahab Xalid Musa semînerek li jêr "Rendana Hizra Zimanvanî li nik Sadiq Bahadîn" pê?kê? kir.

Hez jî gotinê ye, îro(04.03.2005) di çarçoveya bernamên festîvalê de ev çalakîyana tên pê?kê? kirin..

Demjimêra 10'ê pê? nîvro Dr. Mesud Kitanî dê semînerekê li jêr navê "Alîyên Folklorî di Berhemên Sadiq Bahadîn Amêdî de" pê?kê? bike...

Her wisa demjimêr sêyê êvarê birêz Mihemed Abdullah Amêdî, dê semînarekê li jêr navê "Jîn û berhemên Sadiq Bahadîn Amêdî" pê?kê? bike.. Demjimêr çarê êvarê festîval temam dibe....

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.