Direkt zum Inhalt

Koma muzîka Kamkaran û zindîkirina huner û folklora Kurdî

Pisîkolog dibêjin ku muzîk xwarina ruhê mirova ye û pêwîstiyeke xemrevîn e, ku ji bilî wê di jiyanê de herdem rewşeke xemgîn û tevlîhev heye. Lewra muzîk wekî beşekî girîng ji çand û hunerê dikare bandoreke gelekî mezin di parastin û nasandina nasnameya neteweyî de hebe.
Koma muzîka Kamkaran di sala 1344 (1955)'an de, bo yekemîn car wekî girûpeke malbatî bi serperestiya babê wan Hesenxanê Kamkar û evladên wî Hoşeng, Bîjen, Peşeng, Qeşeng û Erjeng li bajarê Sinê ya Kurdistana Îranê pêk hat.
Eva destpêka pêvajoyeke bilind û kûrtir bû ku bi mezin bûna evladan û fêrbûn di xwendingeha Hesenê Kamkar de xemilî. Vê komê di sala 1348 (1959)'an de bi endambûna Hoşeng (serokê komê), Bîjen, Peşeng, Qeşeng, Erjeng, Erselan û Erdeşîr bi awayekî fermî çend konsert li Urmiyê, Sinê û bajarên din yên Kurdistana Îranê lidarxistin.
Muzîka Kurdî pir dewlemend e, di vê navberê de jî koma Kamkaran di zindîkirina berhemên folklorî yên Kurdî de roleke berbiçav lîstiye. Dengên bilind û xweş yên Kamkaran hunera komê zêde kiriye. Sedema vê çendê ku Kamkar tu car ji rêya pêşkêş kirina muzîka folklor û gelêrî dûr nekevin, hînbûn û perwerdehiya wan di hembêza pir evîn û heza neteweyî ya bab de bû.
Hesenxanê Kamkar, babê yek ji muzîkjenên navdar û mezin yê Viyolunê bû ku di hînkirina evladên xwe de cehd û hewldanên zaf kir û ewa ku îro pêvajoya kar û xebata hunerî ya Kamkaran pêşde xistiye, encama hewldan û bizavên Hesenê Kamkar bûye. Wî zarokên xwe fêr kirin ku çawa muzîka dewlemend û folklor a neteweya xwe biparêzin û ji bo zindîkirina wan xebatê bimeşînin. Hesenê Kamkar mezintirîn rol di pêk anîna koma malbatî ya Kamkaran de leyîst û heta roja îro jî nîşan û şûnpêyên vî mamostayê hunermend û kesayetiyê leheng û gernas yê hunera Kurdî di berhemê wan de tê dîtin. Hesenê Kamkar di salên dawî yên jiyana xwe de ji derdê nexweşiya pence şêrê dinaland, di encamê de wê nexweşiyê ew bo hertim ji Kamkaran û huner û muzîka Kurdî stand.
Di sala 1350 (1970)'an de, hin ji endamên malbata Kamkaran, wekî Hoşeng, Bîjen, Peşeng, Erjeng û Erselan bo xwendinê çûne Tehranê. Di vê navberê de ji bilî Erjeng ku ji hunera wênekêşiyê re hez dikir, yên din bo beşa muzîkê ya zanîngeha hunerên ciwan çûn. Wan piştî demekê tevî Mihemedriza Lutfî(*), Perwîz Mişkatiyan û Hesen Elîzade û çend hunermendên navdar yên din Koma şêyda û Arif pêk anîn ku konsertên serkevtî bi hunermend û stiranbêjan, şehram Nazirî û Mihemedriza şeceriyan re pêşkêş kirin. Di wê demê de ev du komên hunerî baştirîn girûpên muzîkê dihatine hesibandin û qederek taybet di nava civaka Îranê de hebûn û hunera wan bi germî dihate pêşwazî kirin. Hevdem tevî beşdarîkirina Kamkaran di komên şêyda û Arif de, koma hunerî ya Kamkaran jî jiyana xwe didomand. Di van salan de bû ku Hoşeng Kamkar bo domandina xwendinê diçe derveyî welêt û muzîka kilasîk ya Rojava dinase. Naskirina wî bi vê curê muzîkê bû sedema pêşkêşkirina berhemên Semfonîkî ku her yek ji wan bedewiyeke xasmanî bi xwe heye. Hişmendî û zîrekbûna wî di çêkirina beyt û kilamên Kurdî û Farsî jî bû hegera wê çendê ku koma Kamkaran bi serbestî (serokatî) ya birayê mezin di du beşên Kurdî û Farsî de berhemên folklor bi muzîkeke nû û hemdemî biafirînin û coşeke gerim pêşkêşî evîndarên huner û muzîka Kurdî bikin.
Bi giştî xebatên malbata Kamkaran di warê huner û muzîka Kurdî de -hin caran jî Farsî- nêzîk 40 salan dibe. Lê bingeha kar û çalakiyên hunerî yên koma Kamkaran ku îro em dibînin, vedigere bo 25 salan berî niha. Em dikarin bibêjin ku eva qonaxeke nû di xebat û çalakiyên komê de bû. Yekemîn konsertên ku vê komê bi fermî di bin navê koma Kamkaran ya îro lidarxist, piştî serkevtina şorişa gelên Îranê di sala 1357 (1979)'an de bû. Di sala 1368 (1989)'an de Omîd Lutfî kurê Mihemedriza Lutfî û Qeşeng Kamkar tevlî komê bûn û li aleva muzîkê ya Saz û Tarê lêxistin.
Di van salan de komaKamkaran dest bi rêvebirina bernameyên cur bi cur di welatên Ewropayê de kirin ku bi pêşwaziya germ a Ewropiyan re rû bi rû ma. Bernameyên wan yên hunerî karîn evîndarên zor li welatên biyanî ji xwe re peyda bikin û bo gelek welatan bihêne gazî kirin ku piştî zivirîna wan bo Îranê, parek ji wan konsertan wekî sêlik (CD) derdiketin pêşberî gel.
Di gel mezintir bûna zarokên Kamkaran, ew jî bi dayik û babên xwe re tevlî komê bûn û koma Kamkaran bû eva ku em evro dibînin.
Ji sala 1378 (1999)'an hetanî niha koma Kamkaran şikleke bedew û baştir bi bernameyên xwe dane û pişikdarî û xebatên xwe di asta navneteweyî de pitir kirine. Komê konsertên zaf li hundir û derveyî welêt pêk anîne û di Festîvalan de beşdarî û çalakiyên xurt û serkevtî hebûne. Wan di salên 1378 (1999)'an û 1379 (2000)'an de hin pirogram di Kurdistana Îraqê de, li bajarên Silêmanî, Hewlêr û Duhokê pêşkêş kirin. Herwiha di sala 1380 (2001)'an de konsertek li bajarê Stenbol û Diyarbekrê bi cil û bergên pîroz yên Kurdî lidarxistin, ku di dîroka deshilatdariya Turkiyê de bê nimûne bû. Pişikdarî kirin di festîvala Loçiyanobiryo, ahengçêkerê mezin yê hemdemyê Îtaliyayê bû. Ev konsert ji du cur muzîkên Kurdî û muzîka nûjen ya cîhanê pêk hatibû ku bi hevkariya koma Kamkaran û Orkestera Semfonîtayê hate pêşkêş kirin.
Yek ji bernameyên serkevtî yên din ên koma Kamkaran di sala derbasbûyî de, pêşkêşkirina sitraneke Kurdî û bi kincên Kurdî di roja dana Xelata Nobel a Aştiyê bi şîrîn Ebadî bû ku ji çend medyayên biyanî û navneteweyî bi awayekî zindî dihate belavkirin.
Di destpêka sala rabihorî (2003) de, bi hatina Maykil Nîmen, ahengçêkerê navdar yê Îngilîstanê bo Îranê û encamdana gotûbêj û hevdîtinên dostane bi koma Kamkaran re bû sedema dest pêbûna hevkariyên nû di navbera wan de. Ew alîkariye bi awayekê bû ku her du aliyan kilam û beyt bo hevdu dinivîsandin û ser û ber dikirin. Herwiha qirar bû Maykil Nîmen berhemekê li gor muzîka Kurdî û Orkestera Semfonîk binivîse û bi hevkariya koma Kamkaran bihête pêşkêş kirin. Hezkirina wî ahengçêkerê mezin yê Birîtaniyayê bi muzîka Kurdî re piştî seredan û beşdarî ji konsertên koma Kamkaran li Ewropayê bû.
Koma muzîka Kamkaran bo pişikdarî kirin di para muzîkê ya Mîhrîcana çand û hunera Kurdî li Îtaliyayê di meha Reşemeya 1383'an de, destpêka sala 2005'an hatiye gazî kirin.
Koma Kamkaran îro karî ye bi bidestxistina nav û dengeke cîhanî pêdeçûnek bi ser 25 sal xebat û karê berdewame xwe hebe û bi vî karî serbilindî û serfiraziya yekem koma hevgirtî û domdar ya Kurdî hetanî vê demê bi dunyayê nasandî ye. Di bîranîn û qedirgirtin ji 25 sal xebat û karê bê westiyan, komê konsertek li Tehranê, paytexta Îranê lidarxist û bi dana rengên xweşik û bedew bi berhemên xwe gaveke bilindtir bo pêşxistina muzîka Kurdî avêtin. Di vê konsertê de berhemên wekî: Hewraman, Sodayî doriyeket, Kewaye, Xemêkîtir, Lerzan, Kitane, Xweşe Hewraman, Sebrî, Destare Peşmîne, Kiras Kuderî, Evradxanî, Helale Tenya, Gulnîşan, Kobokê, şilêre û Qasimxan hatin pêşkêş kirin.
Kamkaran berhemên zaf yên bi kasêt, sêlik û pirtûk belav kirine. Albûmên: Hewraman, şilêr e, Gelawêje, Kamkaran, Agirî Zîndû, Gulnîşan, Xak û Evîn û hwd... ji wan in. Herwiha çend pirtûkên dewlemend û zanistî li ser hunera muzîkê di warên cuda cuda de nivîsandine û hatine weşandin.
Di dema niha de navê Kamkaran baştirîn nimûneyên muzîka Kurdî tîne bîra her evîndar û muzîkdostekê. Muzîka Kurdî bi sedema hewildan û zehmetên vê komê û nerawestiyana wan ji tixûb û sînorên Kurdistanê û bajarê Sine bihorî yê û îro di welatên Ewropayê ciheke xasmanî peyda kirî ye.
Qasê wan malbatên ku bi awayê kom û girûp xebata xwe di cîhanê de dimeşînin, gelekî kêm in. Koma Kamkaran wekî komeke malbatî kariye heta qasekê vê valatiyê tijî biket. Di gel zêdetir bûna endamên vê komê ku hemû jî malbata Kamkaran in, tê dîtin ku domandina vê pêvajoyê di pêşerojê de, dê bibe sedema pêk hatina Orkestereke mezin ya Kamkaran.
(*) Navhatî piştî çûn bo xizmeta leşkerî bo bajarê Sinê têkiliyên nêzîk bi malbata Kamkaran re çê dike û xizmatî dikeve navbera wî û malbata Kamkaran.

Jêder:
-Birûşorên kasertên koma Kamkaran
-Malpera Kamkaran

Ji Agirî,Kowara PDK-iran hatîye girtin

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.