Direkt zum Inhalt

KÜRD Û HÛNERA ?ANOYÊ

Kurd ku yek ji kevintirîn neteweyên dunyayê ye, wek hîmdar û afirînerê hunera ?anoyêtê nasîn. Pê?tir li ser pirsa serhildana ?anoyê dihate gotin ku ev hunera li Yûnanê serî hildaye, lê pi?tre xuya bû ku li Mîsra kevin de ?ano hebûye û niha pêka belge û lêkolînên zaftir hatiye selimandin ku çavkaniya ?anoyê ji rewi?t, tîtal û hincetên olî bûye, anku mirov dikare bibêje hevdem tevî serhildana efsane û ayînên kevin, ?anoyê jî serî hildaye û hêdî hêdî kemiliye, hetanî gihi?tiye qonaxa îro.

Îran jî xwediyê dîrokekî kevin û dirêje û bi Hind, Çîn û Mîsra kevin re wekî landik û navenda serhildana efsane û olên kevin yên cîhanê têne nasîn. Resentirîn neteweya Îranê jî neteweya Kurd e ku xwediyê dunyayekî berfireh ji efsane û ola ye, ji ber vê çendê em dikarin bibêjin yek ji afrînerên mezin yê ?anoyê neteweya Kurd bûye û Kurd yek ji wan netewan e ku dikare xwe xwediyê ?anoyê bizane.

Rê û resmên kevn û kilasîk wek "Kosebebe", "kosegelîn", "Mîrmîrên", "?ah û Wezîr" û hwd... ji wan rê û resm û tîtalan in ku em dikarin bibêjin hîm û binetara ?ano û hunera ?anoyê li ser van hatiye ava kirin û niha gihî?tiye vê qonaxa xwe ya îroyînî.

Rûni?tvanên Asiyaya Biçûk û Mezopotamiyayê pir ol bûn û baweriya wan bi zorê (Xwedayan) hebû. Xwedayên bi nav û deng yên wê demê Mad û Pars (Mîtra) û (Anahîta) bûn. Mîtra Xwedayê ronahî û germahiyê bû ku ev di rojê de dihat dîtin û Anahîta jî Xwedayê av û zelaliyê bû. Di ayina Mîtra de Ga ni?aneya jiyan û avedaniyê dihate nasîn. Bi baweriya wan Ga ji bo ?erê Ejdehayê dagîrkerê erdê tête dunyayê. Di nav zikê Ga de gelek rihberên din çê dibin û bi xwarina xwîna Ga mezin dibin û pi?tre jiyana wan a nû dets pê dibe. Ev baweriya yan ev efsaneye destpêka rê û resmekî zor dewlemend ya ayînî ye ku di nava Madan de edetî bûye.

Di vê rê û resmê de stran gotin, dawet û reqsîn bi awayên cur be cur û zaf hebûye. Herwiha li rê û resma qurbanî kirina Ga bo Mîtra ku ev rê û resme jî di roja ji dayîk bûna Mîtra de birêve çûye, ku pi?tre ev roje bi roja dayîk bûna Mesîh hatiye naskirin.

Her çiqas ew baweriya jî rast nine, ji ber ku ola Mîtra bi hezaran sal pê? Mesîh de hebûye. Ev rê û resmên cur be cur dema ku gihi?tiye Yûnanê, desttêwerdanekî zaf têde hatiye kirin û boneya vê jî bi hinceta ji dayîk bûna Mesîh hatiye kirin û hetanî welatên Rojavayê jî çûye.

Ayîna Zerde?tî wekî ayîna Madan, ku em dikarin bi dayîka ?anoyê bizanin, ji ber ku pir ji rewayet, gêraneveya ayetan û diyalogê ye, mirov dikare di Avestayê de çendîn ?anonameyan derbixe. Bi baweriya Îbrahîm Fer?î yekemîn ?anoname ya Gatayan bûye.

Evane diselimînin ku Kurd xwediyê ew bingeha dewlemend ya çandî ye ku ?ano têde hevên girtiye û bi liv û tevgera xwe rabûye ser pê, lê mixabin bi sedema nebûna derfet û deshilata siyasî ji aliyekê û dizî, wêran û talankirina neteweyên serdest û ?erxwaz ji aliyekî din ve bûne sedema vê çendê ku ev sermaye û heyîna çandî ya Kurdê belengaz û perçiqandî ji mala vî bihête veguhastin bo malekê yan malên din.

Didome

[email protected]

Ji Rojnama Agirî
We?ana PDK-iran

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.