Direkt zum Inhalt

» Serokwezîr Berhem Salih HEWÊR, 30/1 2011 — Hikûmeta Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiva Goranê da û got ev helwêsta Goranê helwêsteka ”çavnelirê” û ”dilnexwaz” bû û got hikûmet jî li gor plana ko daniye ber xwe dê reformên pêwist berdewam bike û got: — Em xelkê Kurdistanê dilniya dikin ko hikûmeta herêmê dê silametî, asayiş û jiyana hevwelatiyan biparêze û rê nede hîç taxim û grupekê ko aloziyan bo wan dirust bike û dezgehên navxe dê rê li her kesekî bigirin ko yasayan bin pê bikin. Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got: — Bi helwêsteka çavnelirê û dilnexwaz Goranê bi rêya televizyona KNN-ê di heqê xwepêşandan û nerazîbûnên civakî yên li Tunis û Misirê, bi hinceta hinek pêdiviyên xizmetguzarîyê li herêma Kurdistanê daxwaza hilweşandina parlamento û hikûmeta herêma Kurdistanê kir, ne tenê li ba me, bi dilniyayî li ba beşê herî zêde yê xelkê Kurdistanê, ev daxwaza tevgera Goranê daxwazeke nerast û nerewa ye. Têkilkirina nerazîbûnên civakî li hinek welatên navçeyê û berhevkirina wê digel prosesa siyasî ya Kurdistanê û hevkêşeyên siyasî yên herêmê boçûneke nerast û ji rastî, hest û wijdana xelkê Kurdistanê jî dûr e. Di demekê de ko desthilatdariya kurdî û damûdezgahên desthilatdariyê bi hilbijartineke demokratîk desthilat wergirtine û di warê siyasî, pêşxistina demokrasî û bingehdanîna jêrxana Kurdistanê de pêşketineke berçav li welatê me çêbûye, ko li ser destê be‘esê beşeke zêde ya xelk û axa wê hatiye talan û wêran kirin. Daxwiyanî wiha berdewam dike: — Em wan rastiyan dibînin ko ezmûna desthilatdariya kurdî ne bê kêmasî ye, pirsgirêkên me di birêveçûna karûbarê rojane yê xelkê de heye û pêdiviyên din hene ko divêt bo xelkê Kurdistanê bên dabîn kirin, me çavê xwe di heqê wan rastiyan de negirtiye, lewra dema me dest bi kar kir me hinek reform kirine û heta niha jimareyek biryarên girîng û gelek pêngav di warê reforman de avêtine û li ser wan projeyan jî berdewam dibin bo desthilatdariyeke baştir. Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê jî tê dayîn ko ev ne li ser daxwaza Goranê têt kirin û wiha dom dike: — Me ne di jêr guşara wan de ev guhortin kirine, bernameya Lîsteya Kurdistanî bû di hilbijartinên herêma Kurdistanê de û xelkê Kurdistanê jî bawerî dayê. Me jî ew soz û bernameya xwe bi cih kiriye û xelkên xudanwijdan jî şahidiya wê yekê ji me re didin ko di wan çaksaziyan de me dest pê kir bo çespandina têgeha hevwelatîbûnê di desthilatdariya kurdî de. Di beşeke dî ya daxwiyaniyê de wiha tê gotin: — Mafê kesî nîne bazara siyasî bi ser me de bike, me bi xwe di bernameyê Lîsteya Kurdistanî de tekez kiriye ko rûbirûyê gendelîyê bibin. Di wê derbarê de me pêngavên baş jî avêtine û xelkê xudanwîjdan ên Kurdistanê jî şahidiya wê yekê ji me re didin ko em destpêşxer bûn di rûbirûbûna neqanûnî di karûbarê hikûmî de. Me qonaxên girîng derbas kirine di amadekirina zemîneyekê de ko ”pereyên xelkê bo xizmeta xelkê be”. Di paşerojê de jî bi piştîvaniya xelkên dilsoz yên Kurdistanê emê di warên reforman de li ser bingeha yeksanî û wekheviyê li herêma Kurdistanê li ser karê xwe berdewam bin. Daxwiyaniya hikûmetê tekîd dike ko: — Diviyabû tevgera Goran ew yek li ber çavan bigirta ko herêma Kurdistan, hikûmet û damûdezgahên din ên desthilatdariya kurdî keda xebat, tekoşîn û qurbanîdana gelê me ye. Xwîna şehîdan û qurbaniyên çekên kyayî û enfalên Kurdistanê ye. Keda fedakarî ya civakî gelê Kurdistanê ye ko bi dirêjahiya dehan sal xwîn û temenê xwe di ber de dane. Lewra dezgahek bi wê hemû xwîn, qurbanî û fedakariyan dirûst bûbe, bi proseyeke demokratîk û piraniya dengên xelkê Kurdistanê desthilat girtibe dest, bi daxwazeke nerewa ya kesên ji rastiyê qutbûyî nayê hilweşandin, wek di daxwiyaniya serokatiya herêma Kurdistanê de jî hatiye behs kirin, ev desthilat û damûdezgahên wê bi sindoqên dengdana cemawerî hatine û her bi wê rêyê tê guhertin. Ne bi dirûstkirina alozî û karên provaktîf, ko rewşa Herêma Kurdistanê û xwezaya xelkê wê yê şoreşger qebûl nake hîç grup û taximekî ji pêşerojê bê hêvî, jiyana wan aloz bike. Daxwiyaniya hikûmeta Kurdistanê wiha xelas dibe: — Ew karwanê ko çavkaniya wê ji bernameya Lîsteya Kurdistanî dest pê kiriye niha beşekî girîng jê hatine bi cih kirin. Herwiha di plana me de heye di qonaxên pêş de wan hemû sozan bînin cih ko me dabûn xelkê. Em dilniya ne ko ev jî di berjewendiya bihêzkirina ezmûna desthilatdariya kurdî, pêşvebirina demokrasî, azadiya siyasî û zêdetir avakirina welatê me de dibe. Loma em di wê baweriyê de ne ko xelkê Kurdistanê û xelkên dilsoz ên nav hêzên opozîsyênên din wan destkeftan bilind dinirxînin û rê nadin bê lekedar kirin. Em xelkê Kurdistanê dilniya dikin ko damûdezgahên ewlekariyê yên hikûmeta herêmê silametî, asayiş û jiyana hevwelatiyan diparêzin û rê nadin hîç taxim û grupek aloziyan bo wan dirust bike û dezgahên navxe rê li her kesekî digre ko yasayan bin pê bike.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.