Tanrıkulu: Ez gel Kılıçdaroğlu rûniştim
, Gulan 23rd 2010 3:30 PM
Diyarbekir, 23 Gulan (AKnews) – KevneSerokê baroya Diyarbekirê Sezgin Tanrıkulu, diyar kir ku ew gel Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kılıçdaroğlu rûniştiye,lê nebûye endamê CHP'ê.
Sezgin Tanrıkulu, derbarê îdiayên ku ew bûye endamê CHP'ê de ji AKnewsê re axivî. Tanrıkulu, anî ziman ku ew nebûye endamê CHP'ê û wiha pê de çû:
"Roja pêncşemê ez gel Kemal Kılıçdaroğlu rûniştim. Rojên pêş, em dil heye ku dîsa rûnin. Ez niha endamê CHP'ê nîn im. Divê CHP polîtîkaya xwe ya derbarê pirsgirêka kurd de biguhere. Ji zû ve ye, ez van bîr û ramanên xwe didime pêş. CHP, divê bo çareseriya pirsgirêka xwe rê veke. Divê programeke wê hebe."
Tanrıkulu, destnîşan kir ku ew beşdarî kongreya duhî ya CHP'ê nebûye, her wiha ji ber ku guhdariya axaftina Kılıçdaroğlu ya ku qet behsa pirsgirêka kurd nekirî, nekiriye, bal kişand ku ew ê di vî warî de tu nirxandinan neke.
AKNEWS DEN AKTARMA/ SEZGIN TANRIKULU VE KILICTAROGLU FLÖRTU..H.D