Direkt zum Inhalt

1-Çavên li deriya xwelî li serîya 2-Ji bo xatirê xatiran, diçin ser dînê(ola) kafiran 3-Jin stûna malê ye 4-Hamû kar birastî,rûn dikeve mastî 5-Dîkê çê di hêkê de ban dike 6-Çû heyfa bavê qûna dê li ser kir 7-Heta me xwe naskir,emr xelaskir 8-Dîtin û gotin nabe wekhev 9-Xweş xebere lê min ne bawer e 10-Sofî Xelef keda te çû bertelef 11-Ne bûke ne jî berbûke 12-Devê xelkê ne doxîna te ye ku tu bigir e 13-Kesek ji bo xêrê naçe Dêrê 14-Ji xelkê re gule,ji xwe re kul e(Jixelkê re Jîre ji xwe re Kwîre) 15-Bixwu mîna mêran, bimre mîna Şêra 16-Qenc kiro bi xwe kiro xerab kiro bi xwe kiro 17-Hinek dikin ,hinek dixun 18-Sal bi sal em dibêjin xwezî bi par 19-nanê bêxwê dixu tirê şor dike 20-Ê Ne ji malkê nizane bi hewalkê 21-Zikê têr haj ê birçî tune 22-Dengê tenê Elîyê şêr be deng jê nayê 23-Mêr ketine Kewaran jin çûne hawaran 24-Teyrê baş bi refên xwe re difire 25-Dîtina çavan qinyata dilan 26-Şam şekire welat şêrîntire 27-Dengê defê ji dûr ve xweşe 28-Şevên tarî ji êvar de xuyane 29-Ne dixu ne dide hevalan, genî dike davê newalan 30-Destê bi tab(ked) li ser zikê têr e 31-Xeta xuwar ji gayê pîr e 32-Xalan xwarzî rakirin apa brazî dakirin 33-Gîska gorî li serê kaniyê avê vedixu 34-Go qijikê gûyê te derman e,firîya çû ezmane 35-Kurmê darê ne ji darê be,dar narize(kurmî nabe) 36-Gur ji baranê bitirsîya,wê ji xwe re kurkek peyda bikira 37-berxê nêr bona Kêr 38-Ji ber dilopa çû ber mezrîbê 39-Bide tîza nede tîza, wê bide heqê gwîza 40-Rojekê tû bixwe û yekê gû 41-Ga dikeve Kêr pirr dibin 42-Bi gur re pez dikuje,bi şivan re jî digere 43-Teyrê baş bi refê xwe re difire 44-Wek Tirka ye,nan û xwiya wî li ser coga wî ye 45-Goşt bê hestî nabe 46-Gur bi du(2) parîya namire 47-Baran tê erd pesnê xwe dide 48-Pisîk ne li male ,mişko ebdurahmane 49-Bi kevçî komkir,bi heskê belavkir 50-Şixulkirê xwe be,delalê dilê xelkê be 51-Dujminên bavan nabin dostê lawan 52-Derew li miriya dibin ,ne li zindîya 53-Xeberên(gotinên) ne baş li xwedîyê xwe vedigerin 54-Bike bi esasî,da dil neke tasûwasî 55-Ya mêrekî baş be,yan jî bivir û das be yan jî bimir û ji xwe xelas be 56-Mêr dimire nav dimîne ga dimire çerm dimîne 57-Tiştê bê RÊ neke ku derdê bê derman li te nexe 58-Bi pirsê diçe/in Xursê 59-Mahna tirek û fiseka nanê cehîn e 60-Devê ji şîr dişewite pif mast dike 61-Mêvan ji mêvan ecize,mazûban jî ji herdûya 62-Li şûna şêra kund dixwînin 63 Dara azadiyê bi xwînê tê avdan 64-Tebiê bi şîrî heta bi pîrî 65-Apê Xidiro her roj li viro 66-Tirrik û du tirr li ba tireka wekheve 67-Baş li ma nagerin xerab jî dev ji me bernadin 68-Dunya bi dorê ye ,ne bi zorê ye 69-Dujmin namirin bi nifiran,tenûr germ nabin bi fisa 70-Dujminê baş ji dostê xerab çêtir e 71-Golkê malê ji gayê malê natirse 72-ne bikute dîna û ne jî dîna berde ser xwe 73-li şûna şêra Kund dixwînin 74-Yê negot û kir şêre, yê got û kir mêr e,yê got û nekir kerê nêr e 75-Şeko peko navê xwe li hevalê xweko
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.