BEXTREŞÎ
ji hemdê xwe derket
bayê sibeh
hunikîya êvarê.
ewrên reş ku
di ser çîyayên me de radigirt
dibu tifaq.
ji bê hemdîye bu barê ku werdigerîya
di binda qudim
per û baskên şkestî
diket bêhalîyê.
Doş dibu
serî lê digerand dîsa
jîyana ku bi sond
bi qesem
dişopîya.
Heramî bu
ziman ji dev hati bu girtin
gotin wenda
mêjo belayî
xwe nediparast.
bi xemgînî dimeşîya
bê kêf radiza
şevên tarî
keda ku vala çubu
dima.
li ser hêla cepê derewîn
li ser hêla rastê birîndar
nedilivîya .
pişka reşêşê ku diweşand
dem dereng
bal sivik bu.
rêwîyê çîya û banîya bu
wî dizani
qudim ku vebe rê û ribar kin dibe
Birînên xwe di kewda
Hesreta xwe di dilda vêdişart
Berbanga sibê bu
Di ser de gûleyên reşêşê dibarîya
wek têroka buharê
hemberî ya Romê bun.
berwarto