Direkt zum Inhalt

JI BO CIVATA NIŞTÎMANÎYA TEVGERA GORRAN

Xûşk û brayên Hêja !!

Me îro koça dawîya Kek Newîrwan Mustafa bihîst û em jî wekî hemû gelê Kurdistanê xemgînin.

Kek Newşîrwan Mustafa Emîn wekî yek ji damêzrenerê YNK, Sekreterê Komelay Rençderanî Kurdistan û Rêkxerê Giştî ê Tevgera Gorran dewrekî mezin û serekî di destxistin û pêşxistana destkeftên Kurdistana Başûr de binî. Kek Newşîrwan Mustafa ne tenê reberekî sîyasî nebez û fermandeyekî leşkerî ê rojên sext û dijwar bû. Wî ji bo pêşxistana dîrok, çand, wejê û rojnamegerî de dehan berhemên bi nirx ji bo gelê Kurdistanê hişt.

Kek Newşîrwan wekî endazyarê Raperîna Mezin hertim xwedanê helwest û projeyan bû. Di dawîya jiyana xwe de hezaran xort û ciwan û keçên Kurd anî li nav gorapana sîyasî a Kurdistanê.. Wî di vê dawîyê de hemû hewlên xwe terxan kir ji bo binbirkirina gendelîyê û sazîkirina dam û dezgayên dewletê li Başûrê Kurdistanê!!!

 

Sed heyf û mixabin koça dawîya Kek Nawşîrwan Mustafa di van rojên dijwar û çarenivîssaz de valahîyek mezin di gorapana sîyasî a Kurdistanê de hîşt.

 

Em wekî Reveberîya TEVGERA KAWA serxweşîya we, malbata Kek Newşîrwanî û hemû heval û gelê Kurdistan dikin!!

 

Ligel rêz û silavên germ û Kurdistanî

 

TEVGERA KAWA

 

BAKURÊ KURDISTANÊ

 

19.05.2017

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.