Direkt zum Inhalt

Ewropa, Kurd û Nasnameya Kurdan | Ismail Beşikçi

Ez qen’et dikim ku îro, li Ewropayê, bes li Almanyayê nêzîkî milyonekî kurd dijîn. Li dinyayê jî, ji derveyê Tirkiye, Îran, Irak, Suriye û Kurdistanê mirov dikare bêje ku ji du milyonî zêdetir kurd dijîn. Li Rojhilatanavîn jî, li Kurdistan, Tirkiye, Îran, Irak û Suriyeyê, heqîqet ew e ku ji 40 milyonî zêdetir kurd dijîn. Hin lêkolîner, rojnamevan hene ku vê hejmarê jî kêm dibînin. Sedemê bingehîn yê ku serjimareke rastîn çênabe metirsiya zêde derketina nifûsa kurdan e.

Heqîqetek e ku li Ewropayê girseyeke mezin ya kurdan dijî. Lê, li welatên Ewropayê yên wek Almanaya, Frensa, Îngîltere, Îtalya, Danîmarka, Îspanya, Hollandayê, ku kurd lê hene, lê dijîn, li daîreya nifûsê, wek kurd nayên tomarkirin. Ger ji Tirkiyeyê hatibin, wek tirk, ji Îranê hatibin wek faris, ji Irakê û Suriyeyê hatibin wek ‘ereban têne tomarkirin.

Ev, tê wateya înkarkirina nasnameya kurdan. Wek mînak li Tirkiyeyê ev înkar hîn tê domandin. Navên ku tê de herfên w, x, q hebin nahêlin li zarokên kurdan bênekirin. Malbat jiber vê mijarê li muduriyetên nifûsê pirsgirêkên pir mezin dijîn.

Lê, heman rewş, wek mînak li Almanyayê jî tê jiyîn. Malbatên kurd bi dilê xwe nikarin navên kurdî li zarokên xwe yên ku li Almanyayê hatine dinyayê bikin. Rastirê wî navên ku dixwazin nikarin li daîreya nifûsê tomarbikin. Li daîreyên nifûsa Almanyayê, katalogên ku wezîfedarên balyozxaneya tirk an konsolosiya tirk amade kirine û ji navên tirkî pêk tên hene. Wezîfedarên alman ji malbatên kurd dixwazin ku ji wan katalogan navan biecibînin, navan bibijêrin. Navên kurdî yên ku ji aliyê malbatên kurd ve têne zimên nayên tomarkirin.

Pirsgirêka Kurd/Kurdistanê Çi ye?

Pirsa kurd/Kurdistanê, di salên 1920an de, di serdema Cemiyeta Miletan de, dabeşkirin, parçekirin û parvekirina kurd û Kurdîstanê, xesbkirina mafê sazkirina dewleta serbixwe ya kurdan e. Xesbkirina mafên kurdan yên ji civatbûna kurdan tên, yên ji miletbûna kurdan tên, rûbirû hiştina kurdan bi polîtîkayên asîmîlasyonê re ye.

Di vê karesata ku hanîne serê kurd û Kurdistanê de, di serî de berpirsiyariya dewletên emperyalên serdemê, Brîtanya Mezin û Frensa tê de, Rojava û Ewropayê mezin e. Rojavaya ku vê karesatê haniye serê kurd û Kurdistanê, di roja me ya îroyîn de jî, bi înkarkirina nasnameya kurdan, bi tomarkirina kurdên bi sedemên cuda hatine welatên wan wek tirk, ‘ereb, farisan, piştevanî dide ev polîtîkaya nejadperest û kolonyal.

Polîtîkaya herî girîng, ya dewleta tirk a birêvebirina kurd û Kurdistanê, înkar e. Bi zêdekirina terora dewletê ev polîtîka tê meşandin. Piştevaniya bêqeydûşert a saziyên wek unîversîte, daraz, çapemenîyê ji polîtîkaya înkarker re, nikare terora dewletê veşêre. Dewletên rojava, yên wek Almanya, Frensa, Îngîltere, Hollanda, Îspanyayê bi tomarkirina kurdan, ne wek kurdan, wek welatên jê hatine tirk, ‘ereb û farisan jî piştevaniyek mezin didin terora dewletê.

Saziyên wek Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê, Teşkîlata Ewleyî û Hevkariya Ewropayê, hergav ji Partiya Aşîtî û Demokrasiyê(BDPê) re, wekîlên wan re, ji şaredarên wê re dibêjin “mesafe têxin nava xwe û terorê”. Li gor qen’eta min ev hêşyariyek çewt e. Lê, divê ev sazî, jiber ku piştevaniyek bêsînor didin terora dewletê bêne rexnekirin. Divê ji van saziyan, ji dewletên ku di van saziyan de cih digrin bê xwestin ku mesafe têxin nava xwe û terora dewletê. Heta ku ew piştevaniya terora dewleta tirk bikin dê pêşniyarên wan yên bi vî rengî cidî neyên dîtin. Bi gotina “em li hember terorê ne” piştevaniya bêsînor dayîna terora dewletê helwesteke pir çewt e.

Gotineke Tirkiyeyê, bi awayê“hemû cîhan li hember me, piştevaniya terorê dike…” heye. Dewlet û hikûmet, bi taybetî di polîtîkaya hundir de vê pir tînin zimên. Ev qet nerast e. Dewletên ku di polîtîkaya navnetewî de karbidest in, ji Tirkiyeyê re piştevaniya wan a mezin, çavgirtin û xwe li nezanîdanîna wan li hember terora dewletê ku bi tûndî li ser kurdan tê meşandin heqîqeteke pir mezin e. Destûra ketina îhaleyên ku Tirkiye vedike, ji îhaleyan par girtin wicdanê dewletên mezin girêdide. Helbet di polîtîkaya navnetewî de berjewendiyên dewletan diyarker in. Lê, divê ev bi xwe re rêbazên bingehîn ên exlaqî xeraneke. Wek mînak tê zanîn ku tu alîkariyeke Ewropayê ji tekoşîna gerîla re tune ye. Kurd, PKK, li Ewropayê hergav xwepêşandan-meş, mitîng, greva rûniştinê hwd. lidar dixin. Têgihîştina vana wek “piştevaniya Ewropayê” nerast e. Herkes ji van derfetên demokratîk li Ewropayê sûd digre.

Peymana Netewên Yekbûyî(1945), Peymana Navnetewî ya Mafên Şaristanî û Siyasî ya Netewên Yekbûyî (1966), Peymana Navnetewiya Mafên Aborî, Civakî û Çandî ya Netewên Yekbûyî(1966) bo gelên bindest çi îfade dike?

Îfadeya ku di beşa Destpêka Danezana Gerdûniya Mafên Mirovan de(1948) ku wiha ye“Bo ku mirov li hember zordarî û çewisînê wek rêya dawîn mecbûr nebe serî li raperînê bide divê mafên mirovan bi sîstemeke hiqûqî bê parastin” bo kurdan divê çawa bê şîrovekirin?

Bo kurdan çi wateya peymanên wek Peymana Konseya Ewropayê ya Parastina Mafên Mirovan û Azadiyên Bingehîn(1950), Peymana Konseya Ewropayê ya bi Çarçoveya Parastina Hindikeyên Netewî re têkildar (1995) Şertê Ewropayê Konseya Ewropayê Zimanên Herêmî an Zimanên Hindikeyan(1992) heye?

Ev peyman hemû û belgeyên navnetewî yên berî van peymanan an piştî van peymanan hatine weşandin jî bo gelên ku di bin nîrê zordariyê de ne mafên pir mezin dinivîsin. Ev peyman û ev belge, çi di bingeha mafên takekesî de, çi jî di bingeha mafên kolektîfî de be, bo kurdan jî pir mafan dinivîsin. Lê, dewleta tirkan, çi bi şîroveyên xwe, çi bi dûreperêzên(çekînce) xwe be bo kurdan ji van mafan bêpar bike di nava hewldaneke pir mezin de ye. Hewldan û karên ku kurd bo xwestina heq-hiqûq, dad, azadî û wekhevîyê dikin wek “teror”ê tên nirxandin, dewletên Rojava jî piştevaniya vê şîroveyê dikin.

Lê, di nava Rojhilatanavîn de, dabeşkirî, parçekirî, parvekirî mana kurd û Kurdistanê, xesbkirî mana mafên xwezayî, mafên ku ji civata kurd bûna wan tên, ji netewa kurd bûna wan tên ne li gor ev peymanên navnetewî û belgeyan e. Şert û mercên ku li ser kurdan tên ferzkirin li dij ruhê van peyman û belgeyan e.

Teror Çi ye?

Em 15-20 salên berê bifikirin. Li ser kurdan, kurdî, Kurdistanê we hin tiştan nivîsîye an axaftinek kiriye. Êdî hûn, li cem dewlet û hikûmetê terorîst in. Dewlet, bo we biçewisîne, asteng bike her cure bergirîyan digre, dixe meriyetê. Di pêvajoya vê çewisîn û astengkirinê de terora dewletê jî bi kar tîne, zêde dike. Vanan hemû jî mubah dihesibîne. A di vê pêvajoyê de, saziyên wek Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê, Teşkîlata Ewleyî û Hevkariya Ewropayê bi gotina wek“em li hember terorê derdikevin” piştevaniyeke bêsînor didin terora dewletê.

Li welatên wek Almanya, Frensa, Îngîltere, Îtalya, Îspanya, Hollandayê bi fermî nasnekirina nasnameya kurdan, tomarkirina kurdan wek tirk, ‘ereb, farisan li gor welatên jê hatine, piştevaniyekî mezine ku ji terora dewletê re hatiye dayîn. Ev piştevanî di heman demê de terora dewletê teşwîk jî dike. Bêguman li welatên Îskandinavê wek Swêdê rewş cuda ye. Ev mijarek e ku divê cuda bê nirxandin.

Dikare bê gotin ku li dora milyonekî kurd li Almanyayê dijîn. Li Almanyayê nasnekirina nasnameya kurdan, tomarkirina wan wek tirk, ‘ereb, farisan tê çi wateyê?

Di Yekîtiya Ewropayê ya xwedî 27 endamî de, nifûsa dewletên wek Luxemburg, Kibris, Malta ji milyonekî kêmtir e. Wek mînak, li Kibrisê, rûm bi tevî tirkan, dîsa jî milyonekî nabînin. Li Almanyayê, ji nifûsa Luxemburgê, ji nifûsa Maltayê, ji nifûsa Kibrisê bêtir kurd dijîn. Bi vî awayî bênasname mana kurdan ne li gor peyman û belgeyên navnetewî ye.

Di Konseya Ewropaya xwedî 47 endamî de, dewletên wek Andora,, San Marino, Monaco, Liechtenstein hene. Nifûsa van dewletan di navbera30-40 hezaran de diguhere. Ev her çar dewlet endamên Netewên Yekbûyî ne jî. Dema nifûsa van her çar dewletan bê civandin bi qasî pêncyeka kurdên ku li Almanyayê dijîn jî tune ye. Lê, li Almanyayê nasnameya kurdan nayê naskirin. Dîyar e ku neheqiyekî pir mezin li hember kurdan, li hember civata kurdan tête kirin. Rewşeke diyar e ku ji terora dewletê re jî piştevanî û teşwîqek tête kirin.
Wek mînak, di çapemeniyê de, di rojnameyan de, nûçeyên bi awayê “li filan bajarî şewat çêbû. Malbatek tirk şewitî. Du zarok jinek… Malbat ji agir nehat xilaskirin.” An, “Malbateke tirk dema bi otomobîla xwe bo betlanê diçû Tirkiyeyê li Bulgaristanê qeza kir. Dê, bav û sê zarok mirin.” cih digrin. Di eslê xwe de, dema ev nûçe hinek bên lêkolînkirin, di cih de tê dîtin ku ev malbat kurd in. Ji cihên ku ji dayîk bûne, ji karên ku dikin, ji xismên wan hwd. tê dîtin. Dema ku malbata tirk tê gotin, bo tirkan sempatiyek, eleqeyek tê holê, hestên erênî pêk tên, wek mînak ji komeleyên tirkan re alîkarî çêdibe. Di çapemeniyê de navê kurdan, bes, bi karên wek qaçaxkariya nakotîkê, tecawuza ‘irzî, mêrkuştinî, dizî, xesbê re cih digire.

15ê Çotmeha 2012an Parlamentoya Almanyayê

Di 15ê.Çotmeha 2012an de li Parlamentoya Almanyayê dê hevdîtineke pêk bê. Di kampaniyeke ku ji aliyê YEK-KOMê ve tête birêvebirin de îmzeya ji 60 hezarî zêdetir kurdên ku li Almanyayê dijîn hate civandin. Ev îmze ji parlementoya federal re hatin şandin. Di 15ê çotmehê de, li Parlementoya Federal, dê civînek bi sernavê “Bila Almanya Nasnameya Kurd Binase” pêk bê. Ev kampanya bi kurdan re, ji aliyê wekîl û rewşenbîrên Almanan ve jî tê destek kirin. Ez hêvî dikim ji wê civînê biryarên erênî derkevin, Almanya jî ji ev cure nakokiyan rizgar bibe. Dê ev biryar bo dewletên din jî mînakeke girîng pêk bîne.

Serokwezîr, Serokên Serperiştiya Leşkerî ya Giştî

Haleveku, rojavayî, Ewropa, wekmînak, Alman, Frensiz, Îngilîz, Îspanyol, Îtalyan, Hollandayî hwd, dikarin wiha jî bifikirin. Ji 1984an bi vir ve, yanî ji rojên ku tekoşîna gerîla dest pê kiriye vir ve, li Tirkiyeyê 11 serokwezîran wezîfe girtiye.[1] Deh serokên Serperiştiya leşkerî ya giştî wezîfe girtiye.[2] Pênc serokomar wezîfe girtiye.[3]

Ji 15ê Gelawêja 1984an heta îro 25 wezîrên karê hundir[4] 20 wezîrên karê derve[5] hatine û çûne. Heft musteşarên teşkîlata mîlî[6] di vê pêvajoya tekoşînê de wezîfe kirine.
Di nava ev rêveberên dewlet û hikûmetê de yên digotin“em xîçikek jî nadin” jî hene. Yên digotin “ez dê çekek wisa bi kar bînim ku, li vir ne mirov bijî, ew ê giya jî şîn nebe” jî hene. Yên digotin “rêya Yekîtiya Ewropayê di Diyarbakirê re derbas dibe” jî hene. Ev tiştên dihatin gotin, yê dawîn netêde, ji bo bînin serê kurdan hewldanek pir mezin dihate kirin.

Hemû van rêveberan jî gotine “ev perpitînên dawîn yên terorê ne. Dor ji wan hat sendin, di nava çeperê de ne, desteserkirina wan nêz e. Birçî mane, dest bi kursandina qaşîkên daran kirine, teslîmbûna wan nêzîk e.” Hema bêje hemû rêveberên tirkan gotine, “dê welatê me di demeke nêzîk de ji terorê xelas be. Dê koka terorê bê kolandin, serê terorê bê pelçiqandin…”

Tevî van gefan hemî, tê dîtin ku gerîla li ser piyaye, tekoşîna xwe didomîne. Beşdariya xortên kurd ya refên gerîla didome.

Wê demê, divê lêkolîna destekên civakî û sîyasiyên vê pêvajoyê girîng be. Divê êdî dewletên Rojava, Ewropa, vana jî bifikirin. Rawestina li ser mijarên wek kurd bo çi têdikoşin? Hêviyên kurdan çi ne? Kurd çawa têne birêvebirin, ma negiring e?

Gotina “ez dê çekeke wisa bi kar bînim ku ne mirov karibe li vir bijî, giha jî li vir şîn nebe”… gotinkî çawa ye? Dê mirov nejîn, giha şîn nebin… Gund û mal bêne şewtandin, wêrankirin. Bo mirov, malbat cih û warê xwe terk bikin zordarî kirin... Ev têgihîştineke çawa ye? Divê ev jî bi bingehên xwe yên diyardeyî bêne lêkolînkirin.
Li jorê me cih dabû beşeke kin ji destpêka Danezana Gerdûniya Netewên Yekbûyî (1948). Li vir , dihat kirpandin ku li hember zulmê serhildan mafek e. Ez di wê qen’etê de me ku divê bal li vê xalê bê kişandin.

Partiyên Siyasiyên Kurdan,

Kurdan, ji serê salên 1990an bi şûn de partiyên siyasî ava kirin. Partiya Keda Gel(HEP), di payîza 1991an de hat avakirin. Li ser girtina vê partiyê ji aliyê Dadgeha Makezagonê ve Partiya Demokrasiyê (DEP) hat avakirin. Navenda Giştî ya DEPê ku li Enqereyê bû, di zivistana 1994an de hatibû bombekirin. DEP jî ji aliyê Dadgeha Makezagonê ve hat girtin.

Ev partiyên siyasî, li gor benda 69. ya Destûrê û benda 81/a ya Qanûna Partiyên Siyasî dihatin girtin. Di Qanûna Partiyên Siyasî de wiha dihat gotin “Partiyên siyasî, nikarin bêjin ku li Tirkiyeyê, grûbên etnîkî hene, zimanên cuda hene…” Li gor vê bendê DEP jî hat girtin.

Piştî DEPê, Partiya Azadî û Demokrasiyê (OZDEP) hat avakirin. Piştî demekî, OZDEPê xwe fesix kir. Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) dest bi xebatê kir. Di Adara 2003yan de, HADEP jî hat girtin.

Piştî HADEPê Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) dest bi xebatê kir. DEHAPê di sala 2005an de xwe fesix kir. Partiya Civaka Demokratîk (DTP) di mijdara 2005an de hat avakirin, di kanûna 2009an de ji aliyê Dadgeha Makezagonê ve hat girtin.

Partiya Aşîtî û Demokrasiyê(BDP) di gulana 2008an de hat avakirin. BDP hîn xebatên xwe didomîne.

HEP, DEP, HADEP, DEHAP DTP beşdarê Hilbijatinên Gelemperî bûn. Jibeer benda ji % 10 , neketin, Meclîsa Tirkan,TBMMyê. Lê di hilbijartinên rêveberiya herêmî de biserketin. Di Hilbijartinên Gelemperiya 2007an de DTP, di hilbijartina 2011an de BDP bi namzetên serbixwe beşdarî hilbijartinê bû. Îro, li Meclîsa Tirkan(TBMMê) bi grûbeke bihêz tê temsîlkirin. Di hilbijartina rêveberiyên herêmî de jî tê dîtin ku pirtir serkeftî ye.

Avabûna partiyeke siyasî, di nava xebatê de bûna wê, rûbirû mana rêveber û endamên wê bi mueyîdeyên pir giran yên îdarî û cezayî re, kuştina hinan ji wan, tevî van mueyîdeyan domandina van hewldanan, pêvajoyek e ku divê bi piştekên xwe yên diyardeyî yên fireh bête lêkolînkirin. Ji aliyê Dadgeha Makezagonê ve girtina partiyê, di demeke kin de avabûna ya nû, hinek paşê rûbirûbûna wê jî bi mueyîdeyek wisa re… Ev ji bîst salî zêdetir e ev pêvajo wiha didome…

Ev pêvajo tenê dikare bi saya pêştekên civatî yên bihêz bête şîrovekirin. Ger têra xwe çavkaniyên mirovan, çavkaniyên madî nebin, pêvajo wiha hêsan dimeşe? Divê Rojavaya ku dema kurd tên rojevê dibêje “teror” vê hêzê bibîne. Huseyin Aykol, di berhema xwe ya bi navê Turkiye’de Siyasi Parti Kapatmasi Tarihi/Dîroka Girtina Partiyên Siyasî li Tirkiyeyê, (İmge Yayınları/Weşanên Îmge, 2009) de, di vê mijarê de agahiyên berfireh dide.

Çapemeniya Kurd

Kurd, ji 20 salan zêdetir e rojnameyên rojane diweşînin. Rojnameya yekem ya rojane ya ku di 1992yan de dest bi weşanê kir Ozgur Gundem e. Ji 2007an vir ve rojane rojnameyek kurdî diweşînin. Ev rojname jî bi mueyîdeyên pir giran yên îdarî û cezayî re rûbirû mane. Nûçevanên bi cînayetên JÎTEMê, Tîmêntaybet ji holê hatine rakirin jî hene. Li pey hev girtina rojnameyan, li cihê wan di demeke kin de derketina rojnameyên nû, pêvajoyek e ku divê bi baldarî bête lêkolînkirin. Divê ji hêla çavkaniyên mirovan ve û ji hêla çavkaniyên madî ve ev nirxandin bête kirin.

Tevî van çewisînên sîstematîk çapemeniya kurd weşana xwe didomîne. Huseyin Aykol, di berhema xwe ya bi navê Di Çapemeniya Kurd de 20 Sal (Weşanên Everensel, 2009) de, di vê mijarê de agahiyên birûmet dide.

Saziyek bi mijara“Xelatên Musa Anter yên Şehîdên Çapemeniyê û Rojnamevaniyê”hatiye afirandin. Sazîbûnek sererast pêk hatiye. Musa Anter jî rojnamevanek e. Di 1993yan de, bi qetlî’amek ku ji aliyê dewletê ve hatiye plansazîkirin ji holê hatiye rakirin. Rojnamevanên ku ji aliyê Tîmêntaybet an JÎTEMê ve hatine qetilkirin ev in:

Mehmet Sait Erten Azadî 1992 Diyarbekir
Halit Gungen 2000’e Dogru 18 Sibat 1992 Diyarbekir
Cengiz Altun Yeni Ulke 25 Sibat 1992 Batman
Îzzet Kezer Sabah 23 Adar 1992 Cizîre
Mecit Akgun Yeni Ulke 2 Hezîran 1992 Nuseybîn
Hafiz Akdemir Ozgur Gundem 8 Hezîran 1992 Diyarbekir
Çetin Abayay Ozgur Halk 29 Tîrmeh 1992 Batman
Yahya Orhan Ozgur Gundem 2 Tebax 1992 Ceylanpinar
Huseyin Deniz Ozgur Gundem 2 Tebax 1992 Ceylanpinar
Musa Anter Ozgur Gundem 20 Îlon 1992 Diyarbekir
Yaşar Aktay Serbest 9 Mijdar 1992 Dara Hênê
Hatip Kapçak Serbest 18 Mijdar 1992 Çiyayê Mazî
Namik Taranci Gerçek 20 Mijdar 1992 Diyarbekir
Kemal Kiliç Yeni Ulke 18 Sibat 1993 Riha
Mehmet Îhsan Karakuş 13 Adar 1993 Silîva
Ferhat Tepe Ozgur Gundem 28 Tîrmeh 1993 Bedlîs
Nazim Babaoglu Gundem 12 Adar 1994 Sêwrek
Seyfettin Tepe Yeni Politika 28 Tebax 1995 Bedlîs

Baş tê zanîn ku ev pêvajo, di 5ê Tîrmeha 1991an de, li Diyarbekirê bi revandina Vedat Aydinî dest pê kir, bi kuştina siyasetmedarê wek Mehmet Sincar li Batmanê (4 Îlon 1993), karsazên wek Behçet Canturk (12 Çile 1994) Muhsin Melik (2 Hezîran 1994), Savaş Buldan (3 Hezîran 1994) domand. Ev serdemeke ku metoda birevîne, bikuşe, veşêre serdest e.
Fîlimê Sedat Yilmaz ê bi navê Pres vê pêvajoyê pir baş vedibêje.

Ev xelatên ku ji 1993yan vir ve ye tên dayîn ji aliyê kîjan rojnameyê ve hatine dayîn jî pêvajoyê nîşan dide. Jê hemen tê famkirin ku çi qas pir rojname hatine girtin, li cihê ya hatiye girtin di demeke kin de ya nû dest bi weşanê kiriye. Di sala

1993 Ozgur Gundem
1994 Ozgur Ulke
1995 Yeni Politika
1996 Demokrasi
1997, 1998 Ulkede Gundem
1999 Ozgur bakiş
2000 2000’de Yeni Gundem
2001, 2002 Yedinci Gundem
2003 Yeniden Ozgur Gundem
2004, 2005, 2006 Ulkede Ozgur Gundem
2007 Gundem
2008 Alternatif ile Azadiya Welat
2009, 2010 Gunluk ile Azadiya Welat
2011 Ozgur Gundem ile Azadiya Welat
2012an de dê xelat ji aliyê Ozgur Gundem û Azadiya Welat ve bête dayîn.

Xelatên Musa Anter yên Şehîdên Çapemenî û Rojnamevaniyê, di qadên Nûçeyên Kurdî, Nûçeyên Tirkî, Wênekêşî û Karikaturê de tên dayîn. Divê neyê jibîrkirin ku Musa Anter nivîskarê meselokan bû, berî her tiştî bi meselok û gotarên xwe dihat nasîn. Divê di mijara nivîsê de jî xelatek bê dayîn.

Werger ji aliyê Ahmed KANÎ ve hatiye kirin. [email protected]



[1] Turgut Ozal 1983-1987 1987-1989
Ali Bozer (wekaleten) 1989-1989
Yildirim Akbulut 1989-1991
Mesut Yilmaz 1991-1991
Suleyman Demirel 1991-1993
Erdal İnonu (wekaleten) 1993-1993
Tansu Çiller 1993-1995 1995-1995 1995- 1996
Mesut Yilmaz 1996-1996
Necmettin Erbakan 1996-1997
Mesut Yilmaz 1997-1999
Bulent Ecevit 1999-1999 1999-2002
Abdullah Gul 2002-2003
Recep Tayyip Erdogan 2003-2007 2007-2011 2011-
[2] Necdet Urug 1983-1987
Necip Torumtay 1987-1990
Dogan Gureş 1990-1994
İsmail Hakki Karadayi 1994-1998
Huseyin Kivrikoglu 1998-2002
Hilmi Ozkok 2002-2006
Yaşar Buyukanit 2006-2008
İlker Başbug 2008-2010
Işik Koşaner 2010-2011
Necdet Ozel 2011-
[3] Kenan Evren 1982-1989
Turgut Ozal 1989-1993
Suleyman Demirel 1993-2000
Ahmet Necdet Sezer 2000-2007
Abdullah Gul 2007-
[4] Ali Tanriyar 1983-1984
Yildirim Akbulut 1984-1987
Ahmet Selçuk 1987-1987
Mustafa Kalemli 1987-1989
Abdulkadir Aksu 1989-1991
Mustafa Kalemli 1991-1991
Selahattin Çakmakoglu 1991-1991
İsmet Sezgin 1991-1993
Beytullah Mehmet Gazioglu 1993-1993
Nahit Menteşe 1993-1995
Teoman Unusan 1995-1996
Ulku Gokalp Guney 1996-1996
Mehmet Agar 1996-1996
Meral Akşener 1996-19997
Murat Başeskioglu 1997-1998
Kutlu Aktaş 1998-1999
Cahit Bayar 1999-1999
Sadettin Tantan 1999-2001
Ruştu Kazim Yucelen 2001-2002
Muzaffer Ecemiş 2002-2002
Abdulkadir Aksu 2002-2007
Osman Guner 2007-2007
Beşir Atalay 2007-2011
Osman Guner 2011-2011
İdris Naim Şahin 2011-
[5] Vahit Melih Halefoglu 1983-1987
Mesut Yilmaz 1987-1990
Ali Bozer 1990-1990
Ahmet Kurtcebe Alptemuçin 1990-1991
Safa Giray 1991-1991
Hikmet Çetin 1991-1994
Mumtaz soysal 1994-1994
Murat Karayalçin 1994-1995
Erdal Înonu 1995-1995
A.Coşkun Kirca 1995-1995
Deniz Baykal 1995-1996
Emre Gonensay 1996-1996
Tansu Çiller 1996-1997
Îsmail Cem 1997-19999 1999-2002
Şukru Sina Gurel 2002-2002
Yaşar Yakiş 2002-2003
Abdullah Gul 2003-2007
Ali Babacan 2007-2009
Ahmet Davutoglu 2009-2011 2011-
[6] Korg. Burhanettin Bigali 1981-1986
Korg. Hayri Undul 1986-1988
Korg. Teoman koman 1988-1992
Sonmez Koksal 1992-1998
Şenkal Atasagun 1998-2005
Emre Taner 2005-2010
Hakan Fidan 2010-

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.