Direkt zum Inhalt

Kuştina 12 gerîlllayan Kurdistan serobinkir

Piştî ku ji bal serokerkaniya orduya tirk hat ragihandin ku wan di operasyonên van rojên dawîn de 12 gerîlayên HPG’ê kuştine li gelek bajar û navçeyên Kurdistana bakur 3 rojan şîn hat îlankirin, protestoyan destpêkir û deriyÊn dikanan hatin daxistin.


Li navenda Şirnexê jiyan rawestiya. Li navçeyên Cizîr, Silopî, Hezex, Elkê, Basa û Qileban û navenda Şirnexê 3 rojan şîn hate îlankirin. Li navçe û navenda Şirnexê darabe hatin daxistin û xebatên hilbijartinê hatin betalkirin.


Hemû xebatên hilbijartinê hatin betalkirin. Li navenda û navçeyan ji bilî firûnên nan û dermanfiroşan hemû kargeh girtî ne.


ŞIRNEX


Gel ji şeva berê heta niha li ber nexweşxaneya Şirnexê sekna xwe didomîne û di navbera polêsên AKP’ê û ciwanan de li taxan pevçûn didomin. Hate zanîn ku di encama bûyeran de polîsek birîndar bû û 2 wesayît jî hatin şewitandin. Welatî li ber buroyên hilbijartinê kom dibin. Bi avahiya BDP'ê û Şaredariyê ve pateyên reş hatin daliqandin û 3 rojan şîn hate îlankirin.


CIZÎR

Li navçeya Cizîrê jî piştî agahiya 12 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest da hat mihrîcan hate betalirin û li navçeyê 3 rojan şîn hate îlankirin. Serê sibê li navçeyê tu dikan nehatin vekirin û dê saet di 13.00'an de li ber avahiya BDP'ê bi armanca şermezarkirina operasyonê daxuyanî bê dayîn.


SILOPÎ


Li navçeya Silopiyê jî bi heman armancê 3 rojan şîn hate îlankirin. Li navçeyê esnafan dikanên xwe venekirin û rageşiya li navçeyê berdevam dike. Her wiha li bendêne ku li ber avahiya BDP'ê daxuyanî bê dayîn.


Li navçeyên Hezex, Qileban û Elkê jî bi heman armancê 3 rojan şîn hate îlankirin û esnafan dikanên xwe venekirin.


Li Rihayê ji bo gêrîlayan 3 roj şîn hat îlankirin


Li Rihayê vekirina buroyên hilbijartinê yên ji bo namzetên serbixwe yên Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê Îbrahîm Ayan hate betalkirin. Bi derê buroyan ve pateyê reş hate daliqandin û bi sedan kesan jî bi slogana "Şehit namirin" meşiyan. BDP'ê li bajar 3 rojan şîn îlan kir.


Bi sedan kesên li buroya li taxa Batikentê hate cem hev. Li vir parêzerê Ayhan Bekîr Benek ji girseyê re axivî û diyar kir ku ew vekirina bîroyê nakin. Pişt re li bîroyê de pateyê reş ê ku 12 gul li ser hate daliqandin. Li bîroyên din jî heman tişt hate kirin.

3 ROJAN ŞÎNÎ HATE ÎLANKIRIN


Li taxa Selçukluyê jî zêdehî hezar kesan konvoya ji taxên din hatin pêşwazî kirin û siloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "PKK gele gel li vir e" û "Silav silav ji Îmraliyê re sede hezar silav" hatin berzkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Rihayê Muslum Kaplan, diyar kir ku di Cejna Zimanê Kurdî 12 ciwanên Kurd ketin axê û ji ber vê yekê ew vekirinê pêk anînin û 3 rojan wê şiniyê bigirin.

ÇEWLÎK


Namzetê serbxwe yê Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Çewlîkê Îdrîs Balukan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxan civîn li dar xistin. Di civînan de siloganên "Bijî serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.


Li Amedê ji bo gerîlayan li ber parêzgariyê daxuyanî tê dayîn


Piştî hate îdîakirin 12 gerîlayên HPG'ê li Qilebanê jiyana xwe ji dest dane, çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî yên li Amed, Êlih û Mêrdînê hatin betalkirin. Li Amedê pateyên reş li ser wesayîten hilbijartinê hatin daliqandin û hate ragihandin ku Namzetên Serbixwe yên Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê yên Amedê û endamên KCD'ê di demjimêr 13.00'an de dê li ber parêzgariyê daxuyaniyek bidin çapemeniyê.


Li Êlihê jî 3 rojan şîn hat îlankirîn û panela 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî jî hate betalkirni. Li ser bûroyên hilbijartinê yên namzetên blokê yên li bajar jî pateyên reş hatin daliqandin. Li Midyadê jî bi heman mebestê hemû çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî hatin betalkirin. Li Midyadê bi hezaran kesên li Qada Newrozê hatin cem hev dê li ber qeymeqamtiyê ve bimeşe.


Li Gever û Sixkeyê bêdengiya 'şînê'


Li navçeya Geverê ya Colemêrgê û bajaroka Sixkeyê ya Wanê, ji ber ber îdîayên li çoltera gundên Mêrgeh û Aloşê ya Qilebanê di encama operasyonên e v 4 rojin didome de 12 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane, dikandaran dikanên xwe venekirin. Navçeya ku hemû dikan girtîne bêdengî serdest e.


CDK’ê li Ewropayê 3 roj şîn îlan kir

Koordînasyona Civaka Demokratîk a Kurdistanê (CDK) ji ber 7 gêrîlayên li Dêrsimê û 12 gêrîlayên li Qilaban jiyana xwe ji dest dan li Ewropa 3 roj şîn îlan kir. CDK’ê ji hemû sazî û komeleyên Kurd xwest paçên reş daliqînin û ji bo bîranîna gêrîlayan çalakî li dar bixin. KCD’ê ji bo çalakiya şermezarkirina hovitiya dewleta Tirk jî bang kir.


Civaka Demokratîk a Kurdistanê ji ber 7 gêrîlayên li Dêrsimê û 12 gêrîlayên li Qilaban jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek nivîskî da û li Ewropayê 3 roj şîn îlan kir.


KCD’ê got; “AKP dixwaze bi leşker û polîsên artêşa Tirk, li Kurdistanê komkujiyan pêk bîne” û wiha berdewam kir; “Em van hêz û derdorên dixwazin di kesayeta hikûmeta AKP’ê de komkujiyan pêk bînin bi tund û nefretê şermezar dikin.”


KCD’ê li Ewropayê 3 roj şîn îlan kir û wiha bang li Kurdên li welatên Ewropa dijîn kir; “Wê gelê me yê welatparêz, aliyên demokratîk û aşitîxwaz û dost li hemberî vê hovitiyê bêdeng nemînin. Em bang li hemû sazî û komeleyên xwe dikin paçên reş hildin û ji bo şermezarkirina hovitiya dewleta Tirk çalakiyan li bixin.”


Rêxistina BDP’a Erzîromê rojekê şîn îlan kir


Rêxistina BDP’a Erzîromê bi boneya 12 gerîlayên HPG’ê yên li navçeya Qilabanê ya Şirnexê di operasyonê de jiyana xwe ji dest dan rojekê şîn îlan kir.


Rêxistina BDP’a Erzîromê bi daxuyaniyek çapemeniyê ji bo 12 gerîlayên HPG’ê yên li navçeya Qilabana Şirnexê di operasyona leşkerî de jiyana xwe ji dest dan rojekî şîn îlan kir. Rêxistina BDP’a Erziromê li ber avahiya BDP’ê daxuyanî da çapemeniyê.


Di daxuyaniyê de endam û rêveberên BDP’ê jî di navde gelek kes amade bûn. Li ser navê rêxistina BDP’ê Serokê Rêxistina BDP’ê Riza Guler daxuyanî da. Guler, anî ziman ku li gel PKK’ê agirbest îlan kiriye jî dîsa her roj cenaze diçin malbatan û ev yek darbeyê li aştiyê dixe.


Guler, anî ziman ku ev yek wan pir dihêşîne û operasyonan şermezar dikin. Guler, dest nîşan kir ku ji bo dawî li operasyonan bê û êşa malbatan parve bikin rojekê li Erziromê şînê îlan dikin. Guler, xwest ku êdî ciwan neyên kuştin û dawî li operasyonan bê.


Piştî daxuyaniyê girse bi çepikan ji ber avahiya BDP’ê heta nivîsgeha (buroya) hilbijartinê meşiyan û dawî li çalakiya xwe anîn.

ANF

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.