Direkt zum Inhalt

KCD û BDPê dest bi çalakiya 'Raperîna Sivîl' kirin

Rûdaw.net - Li Diyarbekirê bi hezaran kes, ji bo daxwazên "Perwerdeya zimanê dayikê", "Azadkirina girtiyên siyasî", "rakirina benda hilbijartinê" û "bidawikirina operasyonan" dest bi meşê kirin. Polîsan derdorê girseyê dorpêç kir û Hevserokên KCD û BDPê jî li ber Mêvanxaneya Şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Li Diyarbekirê bi hezaran kes, piştî hevserokên BDP û KCDê bi civîna çapemeniyê ragehandin ku ji bo daxwazên ‘’Perwerdeya zimanê dayikê", "Azadkirina girtiyên siyasî", "rakirina benda hilbijartinê" û "bidawikirina operasyonan" bên bicîhanîn, dê çalakiya "Raperîna Sivîl" dest pê bikin, bi 10 hezaran kes îro bi meşekê starta çalakiya "raperîna Sivîl" dan destpêkirin.

Bi hezaran kesên ku li Parka Koşuyolu civiyan ber bi Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve dest bi meşê kirin. Lê pişti ku Walîtiya Diyarbekirê çadir rakir û polîsan navbera parkê û mevanxaneyê girt, destûr nedan meşê. Li ser vê helwesta polîsan, girseyê pankarta wêneyên siyasetmedarên Kurd ên kelepçekirî a "Zimanê me rûmeta me ye" vekirin û slogan bilind kirin. Girseyê li Parka Koşuyolu û Mêvanxaneya Şaredariyê dest bi çalakiya runiştinê kir...

Tewaya Gotarê bixwînin: http://www.rudaw.net/kurmanci/kurds/6275.html

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.