Direkt zum Inhalt

“Rûyên Reş û Maskên Sipî” Sharo | Îbrahîm Garîp

Lemonde Diplomatique Kurdî - Modernîzm weke teorî li hember Teoriya Emperyalîzmê derketiye. Galtung têkiliya emperyal weke bikaranîna hêzê ya ji bo têkiliyên newekhev têdigihê ku neteweya navendî li ser neteweya li kêlekê bi kar tîne. Modernîzm têkiliyên ser-bin û derdor-navend’ê weke pirsgirêkên binyadî yên nava pergalê dibîne ku li gora wê, pergal bi xwe dikare heq ji wan derkeve. Li Tirkiyeyê teorîsyenên ku meyla wan li ser rastgiriyê ye xwe baş li teoriya Modernîzmê girtine, fikra çepgir jî her li derve li Emperyalîzmê gerriyaye, nexasim Antî-Amerîkanî weke Antî-Emperyalîzm fêm kiriye. Lê, beşeke pirr mezin a rewşenbîrên tirk naxwazin têkiliyên emperyal ên di navbera Turkiyeya ku li ser kavilên împeratoriyekê ava bûye û mêtingeha wê ya dawîn bibînin. Hinekî zehmet e ku mirov bibêje ku helwesta pirraniya rewşenbîrên kurd ji ya rewşenbîrên turk cuda ye. Heta ku têkiliyên di navbera du gelan de li ser hêmana wekheviyê ava nebin, tu tişt nikare welatekî ji emperyalîzmê xelas bike. Sosyolog Dr. Îsmaîl Beşîkçî (ne bi tenê maskeya zilamê spî, maskeya zilamê reş jî derdixe û mêtingehkariyê li darî çavan eşkere dike.) Ha ji ber vê yekê rêbaza civaknasiyê ya Beşîkçî hêjayî lêkolînê ye.

Rêbaza Beşîkçî:
Beşîkçî rêbaza danberhevê ya ku him di zanînên fennî de him jî di zanînên civakî de bi pirranî lê diqesidin, weke metoda bingehîn bi kar tîne. Beşîkçî di peyta honakên di serê xwe de li diyardeyan nagerre, berovajiyê wê, hewl dide ku ji diyardeyan ji xwe re rastiyan peyda bike. Lêkolîna wî ya Pergala Anadola Rojhilatê û Eşîreta Xalîkan a koçber ji bo vê yekê mînakeke baş e. Gava ku di gerra Kurdistanê de li diyardeyên cuda rast tê, berê xwe dide lêgerîn û analîza rasteqîniyeke civakî. Jêderka daneyan civak bi xwe ye û bi rûqetên vertîkal û horîzantal ên ku ji jiyana civakî bi xwe hatine stendin him tebeqeyên dîrokî di nav periyodên demê de dide ber hev û him jî bi rêya rûqeta horîzantal kirûyên di wekhevî/newekhevî’yê de dide ber hev...

Ji berdewamîya gotarê herin ser vê Linkê: http://www.lemonde-kurdi.com/ruyen-res-u-masken-sipi

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.