KEREMKIN HÛN JÎ ALÎKARIYA PARASTIN Û NASANDINA DEWLEMENDIYA KEVNEŞOPÊN ÊZDIYATIY
KEREMKIN HÛN JÎ ALÎKARIYA PARASTIN Û NASANDINA DEWLEMENDIYA KEVNEŞOPÊN ÊZDIYATIYÊ BIKIN !Xwandevan û berpirsyarên hêja! Ez bawerim we jî weke min di gelek ciyan de dibihîstiye û vêga hêjî bihezarê caran di gelek ciyan de dixwînin ku hinek kesên berpirsyarên mediyayê, pispor, zane, ilimdar, lêkolînvan û ramanvanên me Kurd û xerîban gazina ji me Êzdiyan dikin û dibêjin; “Di çapemeniya Kurd û cîhanê de agahdariyên li ser Êzdiyan pir kêmin, Rêber û Oldarên Êzdiyan naxwazin agehdarî û nasandinên li ser dînê wan bêne nivîsandin. Êzdî piraniya îbadeta xwe ye dînî didilê xwe de diken. Êzdî li nava kesên ne ji dînê wan be de duhayên xwe nakin. Di nava netewa Kurdan de, civaka Êzdiyan ya herî paş de maye. Êzdî amiliya xwe bi kesên ne ji dînê wan be naynin, nahêlin bawermendên Êzdî jî bixwînin, binivisînin û hwd. nizanim çê û ne çê ? ” Bi dîtina min, ji xwe piraniya dînê dewletên desthilatdar, çi yên berê û yên vêga hêjî hene, bi şerê çekdarî û bi zorê hatine damezirandin û pejirandin. Hukumetên serdest, dagirker û nijadperest timî dîrok li goriya berjivendiyên xwe dane nivîsandin. Evan bihemda xwe nehîştine ku bargiranî, kêmasî û neheqiyên di dîroka me Kurdên resen de hene zelal bêne xwanê û şîrovekirin. Ji ber zilm, fetwa û fermanên dînê kes û hukumetên desthilatdar piraniya „pirtûkên dîrokê“ jî ne rast hatine û têne nivîsandin. Dîsa ji ber wan e ku ev cûdatî û nezanî jî ketine nava oldar û kultura me Êzdî/Kurdan û piraniya xeleqên şopa dîroka jiyan û baweriya bav-kalên me Êzdiyan ya demên berê jî ji aliyê xerîb/biyanî, nijadperest û serdestên ku cîh-warên me bi darê zorê dagirkirine ve hatine tûnekirin. Vêca, ez timî ji xwe ra dibêjim, ne raste ku em hima dîroknas, ilimdar, oldar, dê û bavên xwe seba van kêmasîyên ku ketine nav dîroka me sucdar bikin. Îro ji me jî gelek erk têne xwastin û divê em ji her demê bêtir alîkarîyê bi rêxistin û tifaqên di nava civak û neteweya xwe de bikin. Êdî derfet hene ku em bikaribin vî ilmê Êzdiyatiya ku ji ber heftê û dû fermanan xilazbunye zelal şîrove bikin û bi tifaqî bidine naskirin ku rastiya Êzdiyatiya resen ji ber gelek zilm, zor, û berjiwendiyên desthilatdaran berovajî bûne. Çaxê em Êzdiyatiyê vêga li goriya ilim û zanîna pêşerojê li ber dilên ciwanên xwe şêrîn nekin, emê nikaribin piştgiriya nebiyên xwe jî bi hesanî bigrin.Hinek kesên ji we birêzan ku min nasdikin ew dizanin, ji bo ku ez karibim hinek ji van kêmasî û valiyên di nava dîrok, kultur, siyaset û edebiyata me Kurdan de dagrim, min jî weke hinek berpirsyarên mediyayê, pispor, zane, ilimdar, lêkolînvan, nivîskar, rewşenbîr û ramanvanên me Kurd û xerîban li goriya zanîn û derfetên xwe heta vêga gelek lêkolîn, gotar û nêrîn li ser hebûn, tûnebûn, hejmar, rewş, zilm û zora bav-kalên me Kurden resen di gelek dezgeh, rojname, kovar û malperên me Kurdan de nivîsnadine. Ji vir û pêde jî, tiştê di vî warî de bikeve ser milên min, ezê li ser vê derya bîr û bawerên (kevneşopên) me Êzdîyan û li ser kevnarîya dîrok, ziman û wêjeya Kurdî binivsînim. Niha jî, min ji bo dewlemendiya arşîva çanda Kurdî ya resen gelek nêrîn û dokumentên nasandina kevneşopên bingehên ola Êzdahiyatiyê (yên weke: ferzên Êzdiyatiuyê, baweriya bi Xweda yê bê şirîk, her heft melyaketên qedîm, sema yê, afirandina her heft tebeqên erd û esman, Tawisê, Berat, afirandina qalibê Adem, Hawa û Şahîdê bin Cer, melek- horî , cinên bi surên xwe bune Xwedanê xwezayiyê û ketine kirasê giyander, xas û qelenderan, ne mirina giyan(ruh)ê, Êzdî îmana xwe ji qewl, ilm , duha û hemû şîretên melek, horî, cin, giyander, xas û qelenderên Xwedê nasdikin, ji bo giyana meriv paqij bive, timî îbadet bike û rojî bigre, pîroziya parastina parêsgeh(ziyaret), qub û gelk nîşanên xwezayiyê cihê melk, horî, cin, giyander, xas û qelenderên Xwedê nasbike û hwd.ê) di vê pirtûka xwe(binêrin li wêneyê di pêvakê de jî ) ya bi navê “NASANDINA KEVNEŞOPÊN ÊZDIYATIYÊ“ de tomar kirine.Ev pirtûka “NASANDINA KEVNEŞOPÊN ÊZDIYATIYÊ “ 430 rûpel e û ji aliyê Weşanên PÊRÎ ( ISBN 975 - 9010 - 55 – 0 )ve hatiye weşandin.Rêzdaran, hûn dizanin ji ber van kêmasîyên ku hene, ev lêkolînên niha têne belavkirin jî bê kêmasî çê nabin. Wekî dinê jî hinek ji van lêkolîn û nêrînen ku min di vê pirtûkê de komkirine ne yên min in û gelek ji wan jî di kovar, rojname û malperên cur be cur de hatine weşandin. Tiştê ji min hatîye min cîh, xwedîyê nivîs, nêrîn û lêkolînan kifşkirine. Li aliyê dinê, min ji ber bawerîya xwe û kevnarîya dîroka ola Êzdayetiyê ne xwast wan kêmasîyên di gotin û nivîsa qewlan de hene li gorîya zanîna xwe bi tenê serrerast bikim. Hêvîdarim ku hûn xwandevan û berpirsyarên dezgeh,rojname, kovar, mal, komel û malperên me Kurdan jî bikaribin ji bo parastin, nasandin û frotana vê kitêbê alîkariyê bidine min û dema we hêjayan ev pirtûka “NASANDINA KEVNEŞOPÊN ÊZDIYATIYÊ“ xwand, hûn gelek feyda jê bivînin. Bi dîtina min, ev karê min ji bo nasîn û pêşvebirina wê derya kevneşopên me ye Kurdî erkekî gelekî piçûke. Ji Xwedê gelekî lava dikim, ku min bi vî karê xwe tû kesek ne êşandi be, ew çavkaniyên ku min pishtgirî ji wan girtine şêlû nekiribin û ev berhema min bi bi kêrî dewlemendiya çande û nasandina me Kurdên resen bê. Li gel rêz û silavên kurdewarîKemal TolanHûn dikaren pirtûkê weha û ji van navnîşanan bixwaz(peydabik)inNavnîşan û mercên xwastina ji bo nava bakurê Kurdîstanê û Tirkiyê :Weşanên Pêrî: Söğütlüçeşme Cad. Pavlonya sok. Nuhoğlu Apt. No: 10/19 Kadıköy / İSTANBUL Tel-Fax: 0 216. 347 26 44 , GSM: 0533 488 01 12e-Mail: [email protected] , e-Mail: [email protected]. Navnîşan û mercên xwastina ji bo derveyî welat:http://www.seran-music.info û [email protected]Gava hûn mesrefê kirîna kitêbekê 16:00 Euro (12:00 buhayê kitêbê tevî(+) 04:00 Euro mesrefê postê) li ser vî hêjmara kontoyê min (Xwediyê konto: Kemal TolanNavê Banqê: Oldenburgische Landesbank (Olb)Hêjmar numara konto: 120 15558 04Kotnûmera Bankê (BLZ): 280 200 50)razînin û navnîşana xwe ya postê ji min ra bişînin, ezê kitêb/ên we ji we ra bişînim.Eger hûn gelek hêjmaran di derbekê de bixwazin, ez dikarim di buhayê kitêbê de alîkariyê bidime mal anjî komela we hêjayan.Silav û hurmet Kemal TolanTêbînî:Kesên li nava bakurê Kurdîstanê û Tirkiyê dikarin kitêbê niha ji navnîşana weşanên Perî bigrin û yên li derveyî welat divê hinekî dinê jî sebirbikin . Ji ber ku tevaya kitêban hîna ne gehîştine ber destên min.
Re: KEREMKIN HÛN JÎ ALÎKARIYA PARASTIN Û NASANDINA DEWLEMENDIYA