Direkt zum Inhalt

Alaya Sadamî bahane ye....

  Serokê Kurdistanê Kek Mesud Barzanî li roja sêşema bihûrî di Parlemana Kurdistanê de axivtinek gellek bi nirx û giring kir... Serokê Kurdistanê di wê axivtina xwe de bi giştî li ser rewşa Kurdistanê , bi taybetî jî li ser peywendîyên Kurdistana Azad û Bexdayê rawestîya... Pêwîste ev axivtina Serokê Kurdistanê bi şiklekê giştî û ji hemû alîyan ve bête şîrovekirin... Lê ez dixwazim îro li ser biryara hilkirina Alaya Kurdistanê û daxistina Alaya rejîma Beh’sî li seranserî Kurdistanê rawestim... Lê ez hez dikim bibêjim ku ez jî wekî hemû Kurdên welatparêz vê biryara Serokê Kurdistanê wekî pêngaveka dîrokî dibînim. Her çiqas ez dijî Alaya 14ê Temmuzê bim... Ji ber ku ew Ala jî a Erebên nijadperest bû..Wê dema Serokê Kurdistanê ev biryar girt... Hemû neyarên Kurdistanê bi yekdengî dengê xwe ê nerazîbûnê bilindkirin.. Ji Serwezîrê Iraqê El Malîkî bigire heta Beh’sîyên wekî El Mutlaq, Dewleta Tirk heta dewletên Ereban bi şiklekî an şiklekî din nerazîbûna xwe dîyarkirin, biryara Serokê Kurdistan wekî “ metirsî”, “destpêka dewleta Kurd” “pêpeskirina destûrê” htd... destnîşankirin.Vê biryara Serokê Kurdistanê careke din nîşanda ku, neyarên Kurd û Kurdistanê ango Tirk, Ereb û Ecem dikarin hemû nakokîyên xwe ên navxweyî berdin û bi yekdengî li dijî daxwazên rewa ên gelê Kurdistanê yekbigirin..Serwezîrê Iraqê Nurî El Malikî biryara hilkirina Alaya Beh’sî li ser her bihostê erde Iraqê wegirt... El Mutlaq bi şiklekî din û tundtir êrîş anî li ser Kurdan.....Serokê Kurdistanê bersiva hemû nijadperest û şovenîstên Ereban bi awayekî zelal û vekîrî da..Serokê Kurdistanê ev Alaya Iraqê wekî alaya Beh’sî destnîşankir û got: “ li jêr vê alayê de Kurd hatin Enfalkirin, kîmyabarankirin”....Seokê Kurdistanê li ser êrîşên Erebên nijadperest jî got:“ Em zimanê êrîşkarîyê tu car li ser xwe qebûl nakin, îradeya gelê Kurd tu careke din nakave destê kesekî din”..Serokê Kurdistanê adresa îradeya gelê Kurdistanê û navenda biryardanê ji bo çareserîya paşeroja Kurdan jî, bi awayekî zelal ji bo dost û dujminên gelê Kurdistanê rageyand..Serokê Kurdistanê “heke Parlemana Kurdistanê pêtvî dît, serxwebûna Kurdistanê radigêhîne, bi bêyî ku em ji kesî bitirsin”...Ev yeka hanê daxuyanîya şerî bû li dijî neyar û nehezên Kurd û Kurdistanê..Neyarên Kurd wisa bawer dikirin ku, dikarin dîsan duberkî û nakokîyan di nav ref û rêzên gelê Kurd û hêzên sîyasî ên Kurdistanê de peyda bikin..Lê wisa nebû..Serkomarê Iraqê Mam Celal Talabanî bi awayekî vekirî li ser vê mijarê rawestîya û got:“Fermana Serokayetîya Herêma Kurdistanê peywendî bi dagirtina wê Alaya Saddamîye ku bi xwîna sedan hezaran Iraqî sorbûye”... Bi vî awayî wî piştgirîya xwe ji bo Serokê Kurdistanê û biryara wî daxuyakirin.. Ji bo Serkomar Mam Celal ev yeka tiştekî asan nebû... Axivtin li ser mijarek wisa aloz , hem wekî Serokê Iraqê û hem jî wekî berdevkê daxwazên rewa ên gelê Kurdistanê hunerekî sîyasî û dîplomasî dixwast..Wî jî ew kir. Lê dîsan bû armanca êrîşên Erebên şovenîst..Cigirê Serwezîrê Iraqê, Dr. Berhem jî bi awayekî vekirî û eşkere bersiva neyarên Kurd da û got: “ Kurd tu car nabin beşek ji Iraqa dîktatorî, her kesek jî êrîş li Kurd bike, nemaqule “....Yekdengîya Sîyasetmedarên Kurd û hemû Kurdên cîhanê li ser biryara Serokê Kurdistanê ji bo paşeroja me hengavek dîrokî ye... Kurdan bi awayekî giştî nîşandan ku, ew ji bo daxwazên xwe ên netewî, xwedanê helwestê hevpişk in û kes jî nikare duberkî û nakokîyan bixin li rêzên Kurdan..Lê herkes dizane ku ev pirs, pirsa Alayê nîne..Ala bahane ye.. Ereban xwe jî piştî rûxana rejîma Beh’sî çendîn car ev alaya navbirî guherî..Serokê Kurdistanê jî di axivtina xwe a pêş Parlemana Kurdistanê de li vê yekê rawestîya û got: “berê li ser alayê sê stêr hebûn, paşê Saddam bi destxeta li ser Alaya ‘Allahûekber’ zêdekir................Niha jî hinek devêrên Iraqê ev ‘Allahûekber’ bi xetî kufî, hindek deveran bi xetî ruqihe, hinek cîyan bi xetên rihanî nivîsine.... Deverên Sune jî bi destxetê Saddamî xwe ye”...Ereban bi kêfa xwe li ser Alaya Beh’sî guherankarî çêkirine... Suruda Iraqê jî hemû tev li hev kirine... Ji ber ku, navê Saddamî têde derbas dibû..Lê wê dema Kurd vê Alaya ku bi xwîna Kurdan sor bûyî qebûl nekin, hemû Erebên nijadperest bi yek dengî behsa Destûrê û zagonan dikin..Wan bi xwe tu carê Destûr û peyman qebûl nekirin û îro jî ew vekê nakin..Em dizanin ku di bin vê perdeya şerê Alayê de, pirsa Kerkûkê, peşmergeyan, petrolê, federasyonê an jî konfederasyonê heye.Di dawîyê de pirsa Kurdistana serbixwe....Ereb dixwazin Kurd wekî berê dîsan dîl û nokerên wan bimînin û Kurdan ji hemû saziyên hukimî dûrbixin û ji hemû dewlemendîya Kurdistanê bêpar bikin...Birêz Felakedin Kakayî wê roja hanê li ser meseleya Alayê gotarek nivîsîbû û têde dibêje: “Ereban piştî Hezretî Mihemmed heta biha gel û milletên din bi navê îslamê enfalkirin, qirkirin û talankirin”...Bi rastî jî ew pêvajoya hêj jî berdewam e..07.09.06Rojgar Merdoxi

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.