Hevalno, de werin em îro dev ji siyasetê û nîqaşên kesanî berdin.Birastî ,sîyaset: ne tişteke pir xweş û geş e.Li welatên serbixwe ev karê siyasetê ji aliyê mirovên ku ji siyasetê hesdikin û dikarin demên xwe ji siyasetmedarî re serf bikin ve tê bicîhanîn.
Lê hezar car mixabin ku neteweya Kurd ji rewşa xwe ya xerab û bextereşî nikare ji siyasetê dûr û derve bimîne.Karê me çi dibe bila bibe,dixwazî em xizan(Feqîr) an dewlemend bin ,bextewar an xemgîn bin lê tu çare tune ku em ji siyasetê birevin.Erd û axa mirov di bin destê neyar de be.Kesayetî,heysiyet û îradeya mirov di bin qontrola dijmin de be ,çi zaro be,çi gihaştî be,çi keç be,çi kur be,çi kal be ,çi pîr be divê ji bo azadiya xwe û welatê xwe di nav siyasetê de be.Nexwe razîbûna vê rewşa gemar ,mirov dihetikîne û diherimîne.Dema mirov bi kûrahî bifikire çawa êşa rûhanî ku ew ne êşeke cîsmanî ye , ji bin lingê mirov destpêdike hetta mejiyê mirov bi leziya ronahiyê diherike û mirov gêj û sersem dike. Di heman demê de mirov veardiqle ku ne kesanî,ne îrade,ne jî nasname heye.Wek hebûna bi tunebûn.Ev hissa tunebûnê ye ku mirov tunebûna cîsmanî dide ber çavan û xwe wek şûrê Rustemê Kurê Zal li tarîtiyê dixe ku wî biqetîne û bigihîje rohnahiyê.Ez hêvîdar im ku ew rohnahî ne pir dûr e û ew rohnahiya azadiya Kurdistanê ye.
De mêzekin,Qaşo min îro nedixwest têkevim siyasetê lê dîsa jî ez bê hemdê xwe ketim navê.Ev tiştên ku min li jor nivîsî rastiya me ye,lê îro ez dixwazim ku qala piçûkîya xwe û gundê xwe bikim.Ez vî , ji we jî dixwazim . Her çi bi Kurdî an bi tirkî be ,lê bi kurdî , dê hêjatir be.
Av : maddeya bingehîn e, ji bo jiyanê.Ne tenê em bi saya wî dijîn, hemi dar û ber,kurm û kêzik,ejal û teyr bi wê jiyana xwe didomînin.Her çiqas Kurdistan ne ewqas hêşîn e lê di aliyê avê de , xwedî suudeke gelek mezin e.Heke şerê alemê yê sêyemîn li ser ava Kurdistanê derkeve ez ê qet şaş û heyirandî nemînim.Herçiqas Kurdistan welateke avî ye lê hemî gund û herêm ne wek hev avî ne.Lê hesûdî nekin lewra gundê min li ser çavkaniya avê cihê xwe girtiye.Ew avên ku ji bin zinarên mezin derdikevin û diherikin bi avên din re digîjin hev û çemên mezin avadikin.Gundê min jî li ciheke wiha ye.Beriya berka avê mirov di nav qul û qulçikên nav zinaran de rengê wê avê didît û mirov matmayî diman.Bawer bikin rengê avê wek rengê zumrûtê bû.Zelal,cemidî û bêdeng bû.Gava ji sukur jêr ve diherikî dengê wê ji sitranên herî bihistiyar yên evînê xweştir dihat guhên me.Ez ji dil û can dibêjim ku evîna keç û xortan wenda dibe lê evîna dengê ava gundê mirov heta mirinê wenda nabe.Mirov li kuderê çavên xwe ji dinyayê re veke,çiya ,erd û ezman berê li ku bibîne,navên van tiştên xwezayî li ku û bi kîjan zimanî bibihîze ew dibe wek evîna wî.Min berê ’Çiya' wek çiya bihîstiye û dîtiye.Êdî ’Dag'an ’Cebel' an ’Mountain' yek tiştekî îşaret bike jî tehma ’Çiya'nade min.Ev sedeme ku mirov ji welatê xwe hesdike û wek evînê pêve girêdayî ye.Erê têde menfeet jî heye lê menfeeteke xweş û lezîz.Heke Kurd ji feyda ku ji azadiyê were hayidar bûna , dê hemî welatparêz bûna û ji bo azadiya welatê xwe şer bikirana.Niha mixabin em bi însaf û merhemeta dijmin ve girêdayî ne . Ew çiqas bide, em ê ewqas bixwin.Bi sîstema xwe ya xerab tirk birçî ne ,wêçaxê em ji wan birçîtir in,Lewra kole , tucar ji efendiyên xwe têrtir nabin.
Azadî xwedî li ax û zevîyên xwe derketin e,xwedî li petrol û meedenên xwe derketine,xwedî li çand û dîroka xwe,li zarok û kal û pîrê xwe derketin e.Heke ne em , lê neyar li vana xwedî derdikeve birçîbûnî jî li aliyek , em ji binîve tune ne,tune ne û tune ne.
Ev nivîs gelek dirêj bû.Rojekî din ez ê binvîsim û binivîsim.
Bimînin di xêr û xweşiyê de.
Yezdan HAT (Mehdî)