Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 3 November 2009

Roja 24 û 25'ê cotmeha 2009'an NAVEND – Navend ji bo Lêkolînên Kurdî /
NAVEND-Zentrum für Kurdische Studien e.V. di jêr navê „Bi awira diasporayê
pêsveçûnên li Kurdistanê“ li bajarê Bonn ê civînek zanistî li dar xist.

Civîn di çarçoveya rêzekombûnên „Forûma Zanistê /Gotûbêjên Pisporan“ ku ji sala
2002'an ve tên li dar xistin, bi rêve çû. Ji seranserê Almanyayê derdora 50 akademisyen
û pispor, piranî kesên Kurd, besdarî civîna du rojî bûn.

Pistî xêrhatina besdaran ji aliyê serokê NAVEND – Navend ji bo Lêkolînên Kurdî birêz
Metin Incesu ve, birêz Prof. Dr. Ilhan Kizilhan li ser pêwistiya hebûna „Hevgirtinek ji bo
lêkolînên kurdî û ji bo pêsveçûna vekolîn û zanistê“ gotinek arasteyî besdaran kir.

Pistî gotara Kizilhan birêzan Dr. Nebi Kesen û Dr. Naif Bezwan li ser „Siyaseta Tirkiyeyê
di derbare pirsa Kurd de û dîmensyona wê ya heremê – pêsveçûnen aktûel û tendans“

gotarên xwe pêskes
kirin. Pistî van gotaran, gotûbej li ser wan hatin kirin.

Êvarê pisporên Kurd Lêkolînên xwe yên nû pêskes
kirin û encamên wan di forûmê de
hatin nîqaskirin.

Di roja duyem de birêz Dr. Awat Asadi li ser mijara „Kurdistan-Ðrak û perspektîf, herwiha
refarandûma Kerkûkê – Ji Almanya an jî Ewrûpayê bi çi awayî alîkarî dikare bê kirin?“

gotarek pêskes
kir.

Di dawiya civîna zanistî de ji aliyê akademisyen û zanyarên Kurd yên besdar biryara damezrandina
„Forûma Lêkolînên Kurdî û Transnasyonal“ / Forum für Kurdische und
Transnationale Studien (FKTS) di bin banê NAVEND – Navend ji bo Lêkolînên Kurdî
de hat girtin.

Ev forûm ji xwe re dike kar ku alîkariya projektên lêkolînî, têzên doktora û têzên majister
di derbarê mijara Kurdan de bike û besdariya wan di konferansên navnetewî û civînên
zanistî de misoger bike. Wekî din forûm wê li ser pêwendî girêdana saziyên cuda, zankoyên
netewi û navnetewî ku bi rengekî zanistî bi mijara Kurdan re mijûl in, rawestê.

Kordînasyona FKTS wê ji aliyê birêzan PD Dr. Gülistan Gürbey, Prof. Dr. Ferhad Ibrahim
Seyder, Prof. Dr. Ilhan Kizilhan, Sebahattin Topcuoglu û Dr. Awat Asadi bê kirin. Malpera
înternetê ya forûmê wê ji aliyê NAVEND'ê bê amadekirin. Çendîn pispor wê di malperê
de pirsên di forûma FKTS di derbarê babatên xwe de bibersivînin û amojkariya ji bo projektên
vêkolînî û alîkariyê bikin.

Bonn, 28.10.2009

Geschäftsstelle
BornheimerStr.20-22
D-53111Bonn

Tel.: +(0)228/652900
Fax: +(0)228/652909

Postanschrift
Postfach74 45
D-53074 Bonn

e-mail:[email protected]
Daxuyaniya Çapemeniyê Internet:www.navend.de

Bankverbindung:
SparkasseKölnBonn
(BLZ37050198)

NAVENDe.V.

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.