Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 2 September 2009

GIRINGIYA KEVNEȘOPİYA SINET Û KIRÎVATÎ YA EZDAHÎTÎ YÊ

Gava ez bala xwe didime nav çapemenî û zargotina me Kurdan, dibînim ku gelek dîtin, serpêkhatî û agehdarî li ser giringiya kevneşopiya sinet û kirîvatiyê hatine gotin û nivîsandin.

Mixabin hinek kesên xerîb û Kurd, ku ji wan anjî ji xwe re dibêjin, “zaniyar, lêkolîner, nivîskar û hwd.“ di mediya û çapemeniyê de, gelek gotin û buyerên bê bingeh(derew.û hwd.) li ser bingehên bawerî û çanda me Kurdên resen, û bi taybetî jî li ser kevneşopiyên Ezdahîtiyê sergêjî belakirine û vêga hêjî gelek ji wan ji bo berjiwendiyên rêxistin û kesayatiya xwe naxwazin dilê kes, nas û dostên gelê me xweş bikin.

Mînakek:

Em binêrin li wan „agehdarî“, „tespît“ û „çareseriyên“ku berpirsyar û pisporên dewletên hevgirtî, di peymana Lozanê(24.07.1923) de li ser bawerî û çanda me Kurdên resen erê kirine. Bi peymanên weha gelek dewletê diz û derewînan, li ser înkariya Kurd û Kurdistanê hatine damezirandin.

Ji xwe min di hemû gotarên xwe, “ mitoloji-u-diroka-kurden-resen.“ û hwd.de eşkere kiriye û di gelek mînaken dinê de jî xwanê dibe ku, dagirkerên welatê me û hevalbendên wan(hinek kesayetên Êzdiyan jî) her wextî ji bo berjiwendiyên xwe rastiya kevnariya kevneşopên me veşartine. Ew vêga hêjî welatperwerî û fedekariya me Êzidiyan, ya ji bo parastina çand û ola Mezopotamyayê herî kevnare vedişêrin, naxwazin zanîn û agahyên zaniyar, rewşenbîr, nivîskar, berpirsyarên mal, komel, ol, çande, partî û rêxistinên Kurdî di der heqê dîroka olên li Kurdîstanê û bi taybetî jî li ser Ezdahîtiyê û rewşa civakan me Êzdiyan ya derbas buyî û ya niha hêjî heyî de sererast û zêde bivin. Nasnama me tu carî nasnekirine, nexwastine û naxwazin ku ciwanên me dîroka serpêkhatî û kevneşopên bav-kalên xwe nasbikin.

Încar, ji bo ez bikaribim dîsa hinek ji van sergêjî, agehdarî, gotin û buyerên bê bingeh(derew.û hwd.) sererast bikim û bi taybetî jî di vê gotarê de rewşa kevneşopiya sinet û kirîvatiya me Êzdiyan ya vê dema ku em niha tê de zindî dijîn, dîsa li goriya Êzdînasîn, serpêkhatî û dîtinên kesayeta xwe ji we hêjayan re bidime xwanê.

Bi dîtina min, kevneşopên me Ezdahiyan di nav çand û olên Mezopotamyayê de gelekî kavn û resenên. Çi gava ku meriv xwe ji bo zanîna afirandinê, kevnarî û rastiya dîroknivîsê û kevneşopan berde nav kuraya ilmê Ezdahîtiyê, merivê hingê bivîne û fahm bike ku, sinetkirin jî yek ji erkê dînê civaka me yê herî kevne. Wê ji meriv ra gelekî zelal eşkere bive ku, kevneşopiya sinet û kirîvatiya Ezdahîtiyê bune bingeha gelek bawerî, rêûresmên netew û olên li ser ruyê vê cîhanê hene. Wê kifş bive, piraniya wan ol û gelên ku xwe mîna yê herî “kevn“ û “mezin“ didine xwanê, hêjî weke me Kurdan vê keneşopiya kevnar di nava bawerî û çanda(sed û hedên) xwe de xwedî dikin. Lewma jî axlebên wan vêga hêjî weke me Êzdiyan zarokên xwe yên kur-law ji vê kevneşopiya kevnar bêpar nahêlin.

Gelek ji xwandevanên birêz dizanin ku, min li ser vê giringiya kevneşopiya sinet û kirîvatiya me Êzdiyan, di rûpelên(104-107) pirtûkeke xwe(Çavk.:1) de bahs kiriye û gotiye:

“Ji hingava sinet li ser ruyê erdê peydabuye û heta vêga em Êzdî qedir û qîmetekî mezin didine sinet û şahiya kirîvatiyê. Ji bo kirîvatiya me Êzdiyan timî pîroz bimîne, bav-kalên berê tenê şexsekî dûnav(şêx, feqîr, pîr, merebî, qewal, koçek, pêşîmam û whd.)ê xwe dixistine kirîvê xwe yê xwînê. Ev kevneşop û kiryarên bav-kalê me yên berê, ji me ra didine xwanê ku, sinetkirin jî erkekî dînê civaka me yê herî kevne. Lê, ji ber di van demên paş de, hingî ku dujminantî û dujwariya li ser Êzdiyan zêde dibû û Êzdiyan hew dikarîbûn xwe bi tenê ji wan bela û teşqelan biparêzin, ew mecbûr dibin êdî merivên ne ji dînê xwe jî bikine kirîvên xwe yê xwînê. Wekî dinê jî, parastina kevneşopiya sinet û kirîvatiyê gelek caran di nav eşîran anjî dû dilmayiyan û civakan de jî piştgirtiya aşîtî û azadiyê xwirtir kiriye.............

Lewma, em Êzdî vêga hêjî dibêjin, gava zarok di dawa kirîvan de hate sinetkirin û dilopek xwîna kurikê tê sinetkirin gehîşte ser bedena kirîvê wî, êdî xwîna meriv û kirîvên meriv dibe yek. Ji vê buyera pîroz û şunde, êdî kirîv hew navên hevûdinê hildidin, tenê ji hevûdinê re dibêjin, kirîva anjî qerîbê. Meriv û çiqas malbata kirîvê xwe ji hevûdinê re dibe weke xwuşk û bira. Lewma jî, êdî gerek meriv bi xizmê(malbata) kirîvê xweyî xwînê re tûcarî nê zewice. Dizî û xayîntiyê bi kirîvan re neke. Mal û neferên kirîvan jî weke yên şexsê xwe biparêze. Çi wexta ku kirîvên xwînê ji bo daxwazî û tiştekî hatine mala meriv, divê meriv wan vale venegerîne.

Di nav kultura me de, giringiya sinet û kirîvatiyê gelek caran buye sembola hevgirtin, wekhevî, hevaltî û biratiya endamên civak û netewên cûde jî......“berdewam dike (1).

Belê ji xeynî van daxwaniyan, ez dikarim çend mînakan ji piratik, dîtin û serpêkhatiyên xwe jî weha bidime xwanê:

Kirîvatiya me ya bi dûnavên Êzdî re

Dema ez di sala 1973 de ji ber neheqî û zordariya ku di herêma bajarê Sêert, Qubîn û Batman ê de li me Êzdiyan dibu, reviyam çume herêma bajarê Wêranşehîr ê bixwînim, rojekê Xwedê jê raziyê Şêx Birahîmê Şêx Mihê (Hezarê-Mutlu) hat ez birime mala xwe gundê Mozikê Êzedîn.

Ya rast hingê temenê min hivde salî bû û min baş nizanîbû ka em û van şêxan ji kurê hevûdinê nasdikin. Ji xwe min hingê gelekî ji kevneşopên Êzdiyatiyê jî zêde fahm nedikir. Lê, rahmetiyê Şêx Birahîmê Hezarê, şêxekî ji binemala şêxên Şêşims e û ji malbata Şêx Miçoyê Şêx Îsa (ev jî yek ji lehengê şerê Delanê yê sala 1830 de buye. Binêrin, li strana şerê Şêx Miçoyê Îsa û Keşîş Polo , di çavkanî 2 . Rûpel:56-60 -.) yê, baş dizanîbû ku ez kurê kî me.

Gava ku Xwedê jê raziyê Şêx Birahîm, ez gelek caran birime mala xwe û pêve, êdî ewî gelek buyerên koçberî û serpêkhatiyên kesayetî û malbata xwe ji min re gotin. Ji min re tekûz kir ku hêja bapîrên wî(Şêx Mîrzayê Eyşê) û bapîrên malbata me di gundê Şimzê de û bihevûdinê re bûne kirîvê xwînê. Lê, bapîrên wî û ew ji ber zilm û zordariya ku nijadperestên Tirk û paşweruyên Kurdan ku li kurdên Êzdî dikirin, mecbûr dibin dev ji mal û milkên xwe yên di gundên Ridwan, Kuşana, Şimzê, Mêlha, Çetelê, Duşayê, Xanikê û hwd., berdin. Lewma jî pêwendiyên wan û yên me kirîvên xwînê ji hevûdinê qutbûne....

Wexta ez di dema betlana dibistanê de diçûme malê û dihatim pêve, êdî pêwendiyên Şêx Birahîm û bavê min Eli Tolan jî bihevûdinê re gurtir bûn. Di pey re ewan cardinê xwastin ku em kirîvatiya xwe sax bikin. Lewma jî , Xwedê jê raziyê Şêx Birahîm rabû kurê xwe yê bi navê Elî di dawa rahmetiyê bavê min Elî Tolan de û nebiyê xwe rahmetiyê Emîn, yê kurê kirîvê Evdo jî di dawa min de sinet kirin.

Wexta zarokên min û rahmetiya Xanim çêbûn, me jî di sala 1982 de Şêran, Dewran û Heyam di dawa kirîvê Evdo û Elî (kurên Şêx Birahîmê Şêx Mihê ne) de sinet kirin.

Piştî çend salan, dîsa kirîvê Evdo û qerîba Rindê kurê xwe yê bi navê Tahsîn di dawa min de, di sala 2001 de kirîvê Mirad û qerîba Gulê kurê xwe Serhat(nebîçîrkê rahmetiyê kirîvê Şêx Birahîm û nebiyê rahmetiyê kirîvê Mîrza) di dawa birayê min Îskan de, di sala 2007 de kirîvê Fexrî (kurê rahmetiyê kirîvê Mîraza ) û qerîba Şikriya kurê xwe Viyan di dawa Heyam de, kirîvê Mirad û qerîba Gulê kurê xwe Şêran di dawa Şêran de û kurê xwe Serhat jî di dawa biraziyê min Emîn(kurê birê min Hiseyin)de sinet kirin

Şikir ji Xwedê re, ev kirîvatiya me û van Şêxên ji binemala şêxên Şêşims hêjî bi hezkirin têye parastin û berdewam dibe....................

Kirîvatiya me ya bi hevalê me re

Kurê min Şêran hêja di zarokiya xwe de gelekî hez ji hevalê xwe Eli(kurê Kazim û Xatun) Eryaşar dikir. Baweriya dê û bavê Elî bi Elewîtiyê tê. Li goriya dîtina min, piraniya bapîrên bawermendên Elewîtiyê jî mîna yên me Êzdiyan Kurdin. Lewma jî dê û bavên Elî, vêga hêjî weke me bi Kurdî dizanin. Ji xwe min di gotareke xwe de jî daye xwanê ku “Em Kurd tev mina sêvên ji darekê ne ... „

Elî û Şêran ji bo hezkirina hevûdin û berdewama hevaltiya şêrîn, bext(wahd, ad, soz) dabûne hevûdinê û gotibûn , “wexta em bizewicîn û zarokên kî ji me yên kurik çêbive, emê lawê xwe di dawa hevûdinê de sinet bikin(yanî bivine kirîv-“musahib“ ê hevûdinê)“.

Wisa çêbû ku, Şêran beriya Elî zewicî û dûre Xwedê di 25.10.2008 de kurikek da Şêran û pîreka wî Qeder. Vêca, Şêran ew sozê ku dabû hevalê xwe Elî anî cîh, kurê xwe Kiyan di 26.04.2009 de, didawa hevalê xwe Elî de sinet kir û ewan dûre jî di roja 30.08.2009 de tevî kesên malbat, nas û dostên xwe şahiya SINET Û KIRÎVATΠ– “MUSAHİB“ ya xwe pîroz kirin.

Şikir ji Xwedê re û ez zahf dilxweşim ku, îro gelek ciwanên Kurd yên mîna ŞÊRAN û ELÎ ku, hêja cîh-warên bav-kalan bi çavên xwe ne dîtine, li xeribiyê çêbûne û dijîn, bê rêxistin û piştgiriya mal anjî komelan û tenê bi alîkariya perwerda ji dê û bavên xwe girtine, dikarin van kevneşopiyên çanda Ezdahîtiyê (gelekên mîna: SINET KIRIN, KIRÎVATÎ, “MUSAHİB“, BISK HILANÎN û hwd.) berdewam bikin.

Ez ji Xwedê lave dikim, ku ew temenekî dirêj û tendûristiyeke serkevtî bide ciwanên Kurd, ciwanên me, ew jî bikaribin dipêşerojê de bi serfirazî hemû erkên xwe bînene cîh û weke min berdewama van kevneşopiyên birûmet li cem nebiyên xwe bivînin !

Spas ji bo beşdarbûna birê Dr. Eskerê Boyik û Dr. Zerdeşt Haco, hemû neferên malbatê, zeyî, pismam, şêx, kirîv(musahib), qerîb, nas û dosten me.

Kemal Tolan

Çavkanî :

1.

Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Weşanên Perî- Çileyêpêşîn 2006 Stenbol.
2.

Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindîne, Weşanên DENGÊ ÊZDIYAN 2000 –Almaniya/ Oldenburg.

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.