Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 15 April 2009

Balkişandina DTPê

Lokman Polat

Li ser encama hilbajartinê gelek minaqeşe hatin kirin û dîtinên cuda hatine pêşkêşkirin. Di encama vê hilbijartina şaredariyan de partiya ku bi ser ket DTP bû. Li bakurê Kurdistanê partiyên burjuva yên dewleta dagirker bi tevahî têk çûn. Gelê kurd bi helwesteke netewî û demokratîk li xwe, li nasnameya xwe, li cûdabûyinên xwe, li hebûna xwe xwedî derket.

Kurdan li bakurê Kurdistanê bi piranî raya xwe dan DTPê, lê li Tirkiyê ray nedan DTPê. Wan bi vî helwesta xwe bala birêvebirên DTPê kişandin. DTPê li Tirkiyê kesên tirk weke berdendamên namzet yên şaredariyan danîn û kurd ji vê rewşê aciz bûn û raya xwe nedan van zilamên tirk yên namzet. Lewre jî li bajarên Tirkiyê berendamên namzetên DTPê gelek kêm ray wergirtin.

Kurdên welatparêz yên ku heta niha li bajarên metropolên Tirkiyê piştgiriya DTPê dikirin, di vê hilbijartinê de ji namzetên ku DTPê danîbû aciz bûn û wan aciziya xwe bi raynedanê anîn zimên û bi vê helwesta xwe bala DTPê kişandin. Kurdan li Ankarê pênc, şeş hezar û li Stenbolê heft hezar ray dan Hak-Parê. Wan bala DTPê kişand û ji wan re bi şêweyeke eşkere gotin; binêrin hûn şaşiyên weha bikin, em ê alternatîfeke din derxin holê.

Di nav kurdan de ji bo ku DTP namzetek ji bajarek dibe di bajareke din de datîne, yanî yekî Diyarbekirî li Bîngolê, yekî Agrîyê li Wanê, Şirnexîyekî li Sêrtê û weha kesên bajarên din di bajarên din de datîne, ev jî dibe sedemê rexneyê. Xelk dibêjin ma kesekî ji vî bajarî ku layiqê vî karî bibe tune ku diçine ji derve, ji bajareke din namzeteke ku ev bajar wî/wê nas nake tînin û datînin.

Di vê hilbijartinê de tişteke herî baş ev bû ku, ji DTPê gelek namzetên jin bûn seroka şaredaran. Hinek kesên ku bi nêrîneke feodalî difikirin, dibêjin çima DTP ewqas pir namzetên jin datîne. Bi min baş dike ku ewqas pir namzetên jin datîne. Jin bingeha jiyanê ne û divê di herwarî de wekheviya jin û mêran pêk were. Di birêvebiriya kar û xebatên siyasî û civakî de jî divê jin xwedî gotin bin, xwedî biryar bin.

Serketina DTPê xewa şoven û nîjadperestên tirk revand. Wezîrê paşverû û nîjadperest Cemîl Çîcek di beyana xwe de tirsa xwe anî zimên û li hemberê serketina kurdan derket û got “li herêmê ji xeynê partiyek partiyên din tunin û ew gihîştin sînorê Ermenîstanê.“ Çemîl Çîcek nîjadperestekî kemalîst û zilamê ergenekonê ye ku di nav AKPê de ye. AKP weke wersiyoneke ANAPê ji çar meyilan hate damezrandin. Di nav AKPê de “millî gorişçî“ , “lîberal“ . “muhafazakar“ û “faşîst, nîjadperest“ meyil hene. Heger AKP jî weke ANAPê bike û ji bo pirsa netewa kurd li çareseriyên demokratîk negere û ji bo çareseriyê gav navêje dê ew jî weke ANAPê qels bibe, têk biçe.

Di hilbijartinê de serketina DTPê, divê birêvebirê DTPê serxweş nke. Ev serketineke tam û temam nîne. Ji bîst bajarên kurd heşt bajaran de bi serketine. Bajarê Agrî, Bîngol, Elazîz, Adiyaman, Urfa, Antab, Kars, Erzerom, Erzincan, Malatya, Maraş, Bedlîs û navçeya Siwerek, Çunguş û gelek navçeyên din de DTP bi ser neket. Divê di van bajar û navçeyên kurdan de kar û xebat bê kirin kul i wan deran jî partiyên dewleta tirk têk biçin.

Beriya hilbijartinê Tevkurdê xwest ku di nav hêzên siyasî yên bakurê Kurdistanê de blokeka kurd bê pêkanîn. Lêbelê ev hewldana Tevkurdê bi ser neket. Di encama hilbijartinan de jî Tevkurdê ji raya giştî re beyanek belav kir û helwesta xwe pêşkêşê raya giştî a kurdan kir. Helwestek rast bû û ez jî bi vî helwestê rem e. Lewre jî, ez ji beyana Tevkurdê hevokek digrim û pêşkêş dikim û vê gotara xwe bi hevoka Tevkurdê temam dikim.

“Di encama hilbijartinan de krîza sîstemê kûrtir bû. Dewletê serkeftina DTP-ê –bi taybetî li serhedê- weke tehdîdê pejirand. Li tevahîya Kurdîstanê nebe jî, DTP-ê li heşt bajarên kurda dengên xwe zêdekir. Em serkeftina DTP-ê û şaredarên wê pîroz dikin. Herwiha em ji DTP-ê û şaredarên wê hêvî û daxwaz dikin û dipên ku, şaredarîyan li ser esasê meşrûîyetê û bi perspektîfa desthilatdarîya neteweyî îdare bikin. Her weha gelêrîbin, di xizmeta gel de bin, partîzanîyê nekin û demokratîkbin. Wexta ku şaredarên DTP-ê bi helwesta desthilatdarîya neteweyî tevbiger in, demokratîkbin û di xizmeta şarevanîyê de bin, pêwîst e ku hemû kurd jî, piştgrî û destekê bidin wan.“

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.