[center][img]http://img142.imageshack.us/img142/1470/cegerxwin.jpg[/img]
[b]Cîgerxwîn[/b][/center]
[center][b] [size=x-large]FEYLEZOFIYA CEGERXWÎN DI HEVAL POL ROBSON DE[/size] [/b][/center]
[img]http://img142.imageshack.us/img142/6136/sidiqbozarslan.jpg[/img]
[b]Siddîq Bozarslan[/b]
Ji vir 24 sal berê yanê di 22 yê Cotmeha 1984 an de şaîrê me yê navdar Seydayê Cegerxwîn, ji nav me koçber bû û çû ser dilovanîya xwe. Seyda, roja 11.11.1984 an li Qamişlo di bexçeyê mala Wî de hat definkirin.
Her sal bi awayên cuda û di qadên cuda de bîranînên salvegera Seydayê nemir hatine çêkirin. Di wan bîranînan de gelek kes di warên cuda de li ser şî'rên (helbestên) Seyda babetên xwe pêşkêş kirin. Jibo min balkêş bû ku di wan civînên bîranînan de tu amadekarek li ser şî'rên Seyda ên navnetewî (international) qet metnek pêşkêş nekirin. Bê guman jibo min ev kêmasîyek bû. Heger edebîyatnas, şaîr, lêkolîngerên me bi her awayî li ser babetên helbestên Seyda ranewestin; dê ev kêmasî her xwe bidomîne û zîrekî û mezinîya Seydayê me yê dilovan jî di her warî de baş dernekeve holê.Wekî din bi nivîskî jî heta nûha ez li derek rastî wê babetê nehatime ku îro bûye mebesta nivîsa min da ku li ser hinik rawestim. Lê ez pê nizanim xebatek weha çêbûye an na?
Amanca min ew e ku di vî warî de ev nivîs bibe alîkar jibo şaîr-edîb, edebîyatnas û lêkolînvanên Kurd da ku ev valahî jî bi awayek were dagirtin. Heger ev nivîs di vî warî de bibe alîkar; jibo dagirtina vê valahîyê dê bigihîje mexseda xwe û ez jî dê kêfxweş bibim. Pêwist e were destnîşankirin ku ez ne edîb, edebîyatvan û lêkolîngerekî li ser helbestan im û divê bidim xûyakirinê ku ev nivîsa min a nirxandinê ya yekemîn e li ser helbestê. Xwendevan vê nivîsa min dikarin wek ceribandinek jî bi nav bikin û heger tê de kêmasî çêbin; bila Seydayê me yê nemir û xwendevan min bibexşînin. Bê guman heger xwendevan bi rîya înternetê kêmasî yên min û pêşneyarên xwe bişînin, ez dê kêfxweş bibim.
Kesên dîwanên Seyda xwendine, pê dizanin ku şî'rên wî digel birên evînî, civakî, tevayî û welatparêzîyê, yên navnetewî jî hene. Lê min dema vê babetê hilbijart; ne tenê pirsên navnetewî, her weha digel wê jî zêdetir û girîngtir dîtinên Seyda jibo cîhana dahatû (pêşeroja /paşeroja cîhanê) zêde bala min kêşandibû ser wê. Li gorî min wek naverok şî'ra Seyda ya herî xurt di pirsên navnetewî û pêşeroja cîhanê de di hesteke herî bilind de ku hatîye ser zimên; şî'ra Heval Pol Robson e.
Helbesta Heval Pol Robson di Dîwana Sewra Azadî (Dîwan Du) de cîh girtîye ku çapa yekem a dîwanê di 1954'an de li Şamê, çapa duwem li Stenbulê di 1992'an de ji alîyê Weşanxaneya Deng ve û çapa sêyem jî dîsa li Stenbulê ji alîyê Weşanxaneya Avesta ve di 2003'an de hatîye çapkirin. Heval Pol Robson, helbestek dirêj e û ji 7 beşan pêk hatîye. Tevayîya helbestê 123 rêz in: Beş yek 19 rêz, beş du 15 rêz, beş sê 18 rêz, beş çar 19 rêz, beş pênc 14 rêz, beş şeş 24 rêz, beş heft 24 rêz. (Binêre, Sewra Azadî, Cegerxwîn, Weşanên Avesta, Stenbul 2003, Rûpel 97-101)
Wek di destpêka helbestê de xûya dibe Seydayê Cegerxwîn, kêfxweşî û piştgirîya xwe di şexsîyeta Cenabê Heval Pol Robson de jibo hemû reşikan pêşberî me dike. Pêwist e mirov şertên reşikan ên salên 1950 yî bîne ber çav ku ew rewşa reşikan bûye sedemê babeta nivîsîna helbesta Seyda. Kêm-zêde di wê demê de reşik di gelek welatan de ji mafên xwe yên neteweyî û mirovatîyê bêpar bûne; heta di hin welatan de hevwelatîya wan jî hê nehatibûye qebûlkirin. Bi awyeke din reşik wek kole jîyana xwe domandine. Lê dema Seyda wê helbestî nivîsîye, di rêzên helbestê de dixûye ku reşik di nav hewildaneke xurt û fireh de ala têkoşîna xwe bilind kirine û zorê dane hukûmat û dewletê. Lewre di helbestê de; “... Xwedî sermîyan ji te ditirsin /Hemî xanedan ji hev dipirsin /Dibêjin reşik çawa şîyar bûn? /Destê hev girtin li ber me rabûn...“ pêşberî me dike û destnîşan dike ku reşik wê bi serkevin. Lewre Seyda di rêzên din de; “...Dalas ditirsî weke Mak-Arsî /Di ber pîyan çûn pir tac û kursî...“ dibêje û îşaretên ruxandina textê sermayedaran li ser reşikan nîşanê me dide. Lê Seydayê nemir di wê têkoşînê de pirsgirêkên çînayetî, yanê yên tebeqe û çînên bindest zêdetir daye pêşîya me. Wek di rêza jorîn de me dît di rêza; “Gernas û rênas, dijminê Dalas“ de xûya dibe, Seyda berê tîr û kevanê têkoşîna Heval Robson daye Dalasê, ne Washîngtonê. Ev jî bê sedem nîne ye. Ji ber ku Dalas, yek ji wan herêmeke herî dewlemend e li Emrîkayê û Seyda ew wek sembola sermayedaran nîşanê me dide. Ji ber wê ye ku dema Seyda wek navnîşan Dalasê nîşan dide; di eslê xwe de di navenda Dalasê de Washîngton jî bê hemd dibe hedefa navenda ruxandinê. Her çiqas di her têkoşîneke gelêrî an neteweyî de cîyê têkoşîna çînayetî hebe jî; têkoşîna reşikan a wê demê ku bûye sedemê nivîsîna helbesta Seyda, tekoşîneke gelemperî bûye, ne ku tenê ya çînayetîyê bûye. Lê xisûsîyeta uslûba Seyda ya nivîsîna di vê helbestê de (mirov vê uslûbê di gelek helbestên din de jî dibîne) ji îdeolojîya Wî ya wê demê tê. Ger em vî rengê Seyda nedin ber çav, em dê hem şaşîyek bikin û hem jî neheqîyek li Seyda bikin. Ez dê li xwarê piştî şirovekirina çend rêzên din, piçek be jî behsa Seyda û têkoşîna Wî ya wê demê bikim da ku rewş baştir zelal bibe.
Di beşa duyê de Seyda bi westatîyekî xurt û mezin rewşa cîhanê pêşberî me dike û ji Heval Robson re pêşkêş dike ku ne tenê reşik, lê her weha yên ku sipî ne jî mane perîşan, reben û bindest bûne û sedemê wê yê esasî jî ji nîzamên hov û faşîst peyda bûne. Li vir jî nuxteyeke balkêş heye ku di; “.... Ketin bin destan ev Kurd û Ereb /Zencî û Hindî em hemî însan....“ rêzan de xwe nîşanê me dide. Gelek vekirî ye ku di salên 50 yî de rewşa Ereb û Kurdan ne wek hev bûne; rewşa Kurd û Hindî jî ango Hindî û Reşik jî ne wek hev bûne; lê rewşa Reşik û Kurdan di hin waran de dişibine hev û du. Ji ber ku di salên 50 yî de jî Ereb xwedan dewlet bûne; Hindî xwedî dewlet bûye, her çiqas pirsgirêk di navbeyna Hindistan û Birîtanya Mezin de hebûbe jî ev rastîyek li ortê ye. Lê wê demê Kurd û Reşik ji hemî mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û mirovatîyê bêpar bûne û îro jî rewşa Kurdan nehatîye guhertinê, ger mirov destkevtîyên Başûrê Kurdistanê li alîyek bihêle. Li vir jî Seydayê me yê dilovan di çarçeweya îdeolojîk û çînayetîyê de pirsê raxistîye nav rêzên helbestê.
Di beşa sêyem de Seyda behsa zordestîya ku li cîhanê heye destnîşan dike û kêfxweşîya xwe jibo Marks (bi gotina Seyda Markîs) û Engels (bi gotina Seyda Îngilis) nîşanî me dide ku wan rîya xîlasîya çîn û tebeqeyên bindest anîne ziman. Lewre Seyda; “...Ji vî derdê me Markîs Îngilis /Bûne du rêzan, bûne du hozan /Lenîn Sitalîn rê şanê me dan...“ dibêje. Wek em pê dizanin jibo alternatîfa çîna karker li hemberî sîstema kapîtalîzmê Manîfestoya Komunîstîyê ji alîyê Marks û Engels ve hatîye nivîsîn. Di dawîya Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li Rusyayê di bin pêşevatîya Lenîn de Şoreşa Oktobrê pêkhat û lewre Seyda wê şoreşê bi mizgînîyeke mezin di nav rêzên helbestê de pêşkêşî xwendevanan û Heval Robson dike. Her weha Seyda Şoreşa Rusyayê; “...Roja sor, roja zer /Ji Mosko hate der...“ dîyar dike ku wek derketina rojê ku ji Moskovayê derketîye û şewqa xwe daye ser Elmanya, Çîn, Balkan û Hindistanê û di encamê de rojhilat xilas bûye û ew tesîra xwe daye ser seranserê cîhanê.
Hin xwendevan dikarin bipirsin ango gazinan bikin da ku Seyda çima hewqas pesnê sosyalîzmê daye û piştgirî û kêfxweşîya xwe bo Lenîn, Sitalîn, Marks û Engels nîşan daye. Lênêrînên Seyda jibo pirsên civakî û xilasîya çîn û tebeqeyên bindest de min di beşa yekê û duyê de tenê destnîşan kiribû. Jibo zelalkirina hin pirsan ez dixwazim li vir li ser wê rewşê piçek be jî rawestim û zelalîyê ji hin pirsan re bînim.
Seydayê nemir di 1903'an de li Bakûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Welatê Seyda Kurdistan di dawîya Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji alîyê Birîtanya Mezin û Fransayê ve di navbeyna dewletên herêmê Tirkîye, Îran, Îraq û Surîyeyê de bûye çar perçe. Bi gotineke din ên ku nexşeya nû ya Rojhilata Navîn ji nû ve çêkirin û Kurdistanê di nav çar dewletên kolonyalîst de kirin perçe û welatê me bê nasnameya sîyasî û bê statû hiştin; dewletên kolonyalîst û emperyalîst ên wê demê Fransa û Birîtanya Mezin bi xwe bûn. Seyda bi vê rûpela dîrokê ya qirêj dizanibû. Ji destpêka damezrandina Dewleta Tirk virve serhildanên Kurdan ên netewî yên wek Koçgirî, Şêx Seîd, Agirî û Dêrsimê hemû têkçûbûn. Piranîya rêvebirên wan bizavan şehîd bûbûn. Kurdistan serobino bûbû, wêran bûbû. Di encama wan hewildanan de gelek axa, beg, serokeşîr û yên xwedî nifûz hatibûn sirgûnkirin û yên mayî jî ji dagirkeran re hustûyên xwe xwar kiribûn ango di halê xwe de ketibûn nav qalikên xwe yên bêdengîyê. Şoreşa Şêx Mehmud Berzencî jî li Başûrê welatê me ji alîyê Birîtanya Mezin ve hatibû ruxandin. Bi piştgirî û alîkarîya Sovyeta wê demî li bajarê Mahabadê Komara Kurdistanê ku ava bûbû jî tenî derdora 11 meh jîyana xwe domandibû. Bi kurtahî ev rewşa welatê me ya şerpeze li Ser Seyda tesîreke gelek mezin kiribû. Bi tabîreke din hevîrtirşê (şikilstandina rûhî) Seyda, di nav derd û êş û belengazîya miletê Kurd de hatibû ecilandin û ev hevîrtirş, şikil dabû pê û Seydayê nemir Mela Şêxmûs kiribû CEGERXWÎN.
Seydayê Cegerxwîn jî di xortanîya xwe de ji neçarîyê diçe binxetê û li Amûdê cîwar dibe.. Seyda piştî ku ilmê melatîyê tewa dike ew demek jî melatîyê dike. Lê melatîya Seyda zêde dom nake. Ew wek gelek melayên wê demê di pêşîya fitre û zekatê de bazneda û civandina pere û malê dinyayê ji xwe re nekir hedef. Ew di nav gelê xwe de dibe perşeyeke derd û kulên wan. Lewre jîyana Wî jî ya wek gelek Kurdan di nav xizanîyê û belengazîyê de derbas dibe. Seyda di alîyek de dibe şirîkê derdê gelê xwe û di xortanîya xwe de dest bi nivîsîna helbestan dike da ku ji wan derd û kulan re dermanan bibîne. Lê ji alîyê din ve jî ew pêşveçûn û guhertinên di cîhanê de diqewimîyan ji nêzîk ve dişopîne. Di pêvajoyeke weha dijwar de ew jî dikeve nav refên (sefên) sosyalîst û komunîstan. Ji ber ku digel mercên jorîn ku min bi kurtahî destnîşan kir; Şoreşa Oktobirê jî li ser Seyda tesîrek mezin kiriye.
Wek tê zanîn Şoreşa Oktobrê di Rusyayê de di 1917'an de çêbû. Piştî Şoreşa Oktobirê tesîra teorîya sosyalîzmê li her derê cîhanê belav bû û Rojhilata Navîn jî jê nasîbê xwe sitand. Li Surîye jî Partîya Komunîst a Surîye hatibû damezrandin û bi girêdayê Navenda Moskovayê ve kar û barê xwe dimeşandin. Wê demê wek teorî xaleke ku zêde dihat minaqeşekirin jî ew bû ku miletên bindest xwedî maf in ku dahatûya (qedera) xwe bi destê xwe hilbijêrin (taîn bikin). Ev wek prensîbeke Marksîzmê-Lenînîzmê hatibû qebûlkirin. Bi kurtahî ji ber van sedeman bû ku Seyda, ne wek endamek lê wek kesekî aktîf piştgirîya Partîya Komunîst a Surîye kir heta sala 1957 an. Seyda di alîyek de bi wan re kar dikir lê di alîyê din de jî jibo miletê xwe xebatên xwe bêwestan domand. Li gorî agahdarîyên nêzîkî malbata Seyda, minaqeşeyên Seyda û hevalên wî yên Kurd digel Partîya Komunîst encamek baş neda û di dawîya sala 1957 an de Seyda têkilîyên xwe ji wan birî û xebatên xwe yên sîyasî digel Kurdan berdewam kir û bû endamê Komîta Navendî ya Partîya Pêşverû ya Kurdên Surîye ku Sekreterîya wê Hemîdê Hecî Derwêş dikir. Seydayê nemir ne tenê şaîrekî mezin bû; her weha ew digel vî karê xwe aktîf sîyasetê jî domand heta dawîya jîyana xwe. Lewre uslûba Seyda ya îdeolojîk ku em di vê helbestê de dibînin; divê em li gor şertên jîyana Seyda ya wê demê binirxînin û ev rewşa taybet ji ber çav dûr nexînin.
Wekî din em dê di beşên jêrîn de jî bibînin ku cîhana ku di dilê Seyda de hatîye daxwazkirin; bi xetên qelind, li seranserê cîhanê avakirina civateke adil û wekhevî bûye bingehê amanca Seyda. Dema ez li xwarê werim ser van beşan, ez dê di çarçeweyeke piçek fireh de li ser vê babetê rawestim. Lê li vir tenî ez dixwazim bala xwendevanan bikêşînim ser wê uslûba ku Seyda bikar anîye da daxwaz û meremên xwe bîne şûnê.
Cegerxwînê nemir di beşa çaran de dide xuyakirin ku li her der şer û ceng e. Karker, rencber, cotyar û hemû çîn û tebeqeyên bindest li hemberî nîzama sermayedar û koledaran di nav hewildanek û têkoşîneke pir dijwar û bêwestandin de ne û ; “...Dixwazin azadî, serbestî, wekhevî /Narevin.... /Lê dijmin ditirsî, direvî, direvî... /Çi reşik, çi sipî, belengaz bûn heval /Dikujin koledar –xwedî gund, xwedî mal /Berepaş direvin bayloz, xanedan /Malê wan, malê wan /Bû bela serê wan...“ di dawîyê de têkoşîna bindestan bi serfîrazî tewa dibe û wek em di rêzên din de dibînin, xeyal û daxwazên Cegerxwîn di; “...Me divê dinyake ko her kes dewlemend /Dinya bû buhişt çi bajar çi gund /Ji bo her kesî fersend û mecal /Xwenda û zana, hozan û delal...“ rêzikan de digihîje qonaxeke bilind. Cîhana ku Seyda dixwaze, di rêzên; “...Dinya maye mişt ji jîn, ji evîn /Xweşî tev dagirt /Her kes, her tişt, her der...“ de bi awayeke giştî gihaştîye hesteke pejirandî. Di van rêzan de mirov dibîne ku Seyda cîhanê şipandîye buhiştê (cenetê) û di navbeyna însanan de evîn û jîyanê kirîye bingeha felsefeya xwe. Heger gotin di cîyê xwe de be, ceneta ku felsefeya oldarîyê û bi taybetî jî ya îslamê pêşkêşî oldarên xwe kirine; Seydayê me yê dilovan xwestîye vê cenetê di cîhanê de ava bike û nehêle jibo jîyana axretê.
Di van rêzên jorîn de nuxteyeke din jî bala mirov dikêşîne ser. Di van rêzan de Seyda wek metod, kuştin û şidetê bikar anîye û pêwistîya şoreşeke radîkal raxistîye pêşberî me. Seydayê nemir, ne wek mirovekî 50 salî lê wek bi heyecan û coşeke mezin a xortekî 20 salî derketîye qada şoreşê û bi westatîya dixtorekî pispor ku bi neştera (kêra emelîyatê) xwe birîna nexweşê xwe jê bike û nexweş bigihîne tendurustîyê; ew jî birîna heyî ji kokê ve dibire û bi vî hawayî di şoreşê de bi ser dikeve. Ew di wê zanînê de ye ku hilweşandina hukmê koledar û xanedanan û avakirina nîzameka wekhevîyê ku reşik û sipî hemû tebeqeyên belengazan digel hev bijîn; ne karekî hêsa ye û bi metodên reformîst avakirina wê cîhanê ne mimkun e. Ji ber ku hedefa Seyda avakirina civateka wek cenetê ye, yanê bêqisûr e; ji bilî şoreşê jî tu rîyekî din jê re namîne. Ji ber ku realîteya (rastîtîya) cîhana hov destûrê nedaye Seyda da ku metodên humanîstîyê bixebitîne.
Divê binî wê were çixêzkirin ku dema em tên ser beşa şeş û ya dawîyê beşa heftan; em baştir dibînin ku Seyda digihîje mexsed û miradê xwe. Mirov tiştekî din jî dibîne ku Seyda bi mexseda (bahane-hecet) Heval Pol Robson; esas wêneya cîhana daxwazkirî ji xwe re kirîye hedef (amac). Ev hewildana Seyda dişibe hewildana Ehmedê Xanî yê nemir ku sêsed sal berê bi mexseda avakirina Kurdistaneke Serbixwe, evîna Mem û Zînê ji xwe re kiribû bahane.
Di destpêka beşa şeşan de Seyda; “...Ey heval Robson /Fermo em herin serbest bigerin /Bixun, binêrin /Bibênin, bipirsin /Zorker nemaye ji kê bitirsin /Sînor nemane çibkin peseport...“ dibêje û ber bi amanca xwe ve bi gafên ji xwe ewle (emîn) dimeşe. Di van rêzan de mirov dûrbînî û feylezofîya Seyda bi awayeke vekirî dibîne. Pêşveçûna civatan û çerxa dîrokê timî ber bi pêşve meşîyaye û Seydayê nemir vî rewşê gelek baş û bi hesteke bilind nirixandîye. Seyda qelema (pênus) xwe bi hûnermendîyeke di eyara zêrkerek an mîmarek ango resamek (wênekêşek) de bi westatî xebitandîye û xeyalên dilê xwe raxistîye nav wan rêzan. Wê demê dikaribû ew daxwaz wek xewnek û xeyalek were dîtinê. Lê îro rewşa cîhanê û pêşveçûnên civat û welatan ne weha ne. Li vir pêwistîyek heye ku hin bûyer û pêşveçûnên cîhanê bi hin awayan be jî bi xetên qelind werin destnîşankirin.
Ji ber ku Seyda ji nêzîk ve rewşa cîhanê şopandîye; ew digel xeyalan jî realîst fikiryaye û wê helbestê raxistîye ser kaxezê. Pêwist e ez li vir destnîşan bikim ku dema Seyda Heval Robson nivîsîye; hîmê Yekîtîya Ewrûpayê (YE) taze hatibû avêtin. Wek xwendevan pê dizanin di sala 1952 an de ji alîyê şeş dewletan (Elmanya, Fransa, Îtalya, Hollenda, Belçîka û Luxemburg) ve jibo YE yekemîn hewildan çêbûye. YE ku îro tê binavkirin; di çend merhaleyan de derbas bûye. Ewil navê wê Bazara Hevbeş (Şirîgatî) bû. Di merhala duyê de ev nav bû Civata Aborîya Ewrûpa; paşê bû Civata Ewrûpa û herî dawî jî bû Yekîtîya Ewrûpa. (Bo firehtir agahdarî binêre:www.eu-upplysningen.se) Wek em dibînin di navbeyna 56 salî de YE ber bi firehîyek û xurtbûnek ve çû û di roja me ya îroyîn de çarçeweya YE ji helqeya Pazara Hevbeşîyê ber bi helqeya ne tenî aborîyê, lê digel wê jî ber bi helqeya sîyasî û leşkerî ve jî çû û jimareya endamên wan nûha gihaye 27 an. Îro di navbeyna Dewletên Endamên YE de hema hema sînor nemane. Her çiqas îro peseport hebe jî êdî jibo rakirina peseport û sînoran di navbeyna YE de pirsên girîng ên pratîk nemane. Nûha peseportên wan bûne yek. Yanê li ser peseportên wan êdî di bedêla navê her dewletê, navê Peseporta Ewrûpayê tê bi karanîn. Ji nûha ve li ser dixebitin da ku cuzdana nifûsê (Îdekort) ya hevbeş di nav sînorên YE de were bi karanîn û wê demê dê pêwistî bi peseportê nemîne. Pirsa pereyê hevbeş (eûro) di helqeyeke fireh de hatîye helkirin; lê hê jî çend dewletên endam pereyên xwe yên berê bi kartînin û wer xûyaye ku di salên pêşîya me de ev pirs jî dê hel bibe. Wêneya YE ya îroyîn gelek vekirî nîşanê me dide ku daxwazên Seydayê me yê nemir ên ji vir 55-60 sal berê hêdî hêdî tên şûnê û ev daxwaz ji xewn û xeyalan ber bi heqîqetê ve dimeşin ku ev jibo dûrbînîya Seyda cîyê şanazîyê, serbilindîyê ye.
Lê li vir di derbarê pêşveçûnên di navbeyna sînorên YE de pêwistî pê heye ku ez destnîşan bikim da bingeha guhertinên YE ne 50-60 sal in; ji wê jî gelek kevntir e ku bi xwe re van rûdanan anîye. Heger mirov piçek rûpelên dîroka Ewrûpayê bîne ber çavan; mirov dibîne ku li wir guhertinên pir girîng çêbûne. Wek tê zanîn li Ewrûpayê bi salan şerê oldarîyê çêbûye. Di navbeyna mezheban (wek protestan û katolîk) de qirkirinên hovane qewimîne. Bi salan Kilîseyê xwestîye li ser kirdayetîya sîyasî hukûm bike. Piştî qonaxa têkoşîna di navbeyna kilîseyê û Kirdayetîyê (wek xeta Jakobenîzmê) de rûdan û guhertinên bingehîn ên gelek girîng çêbûne û di wan encaman de Bizavên Reform û Ronesansê bi xwe re cudayetîya di navbeyna Kilîse û Hukûmdarîya Sîyasî de anîye. Di encama van hewildanên dûr-dirêj de hukmê kilîseyê ji ser kirdayetîyê tevayî rabûye û ji wê qonaxê virve êdî kilîse tenî li ser pirsên xwe yên oldarîyê rawestîyaye. Lê di çarçeweya oldarîyê de jî gelek reform çêbûne ku ew bûne alîkarîya sedemên guhertin û pêşveçûnên civakî. Li Ewrûpayê qewmandina Ronesans û Reformê; jibo civatên Ewrûpayê bûne şoreşên guhertinên civat û welatan. Bi hêsanî mirov dikare bibêje ku heger van şoreşan çênebûbûna; di warê pêşveçûn û kemilandina demokrasîyê de wê hewqas guhertin çênebûbûna. Lewre têkilîyên guhertinan di navbeyna YE û Ronesans û Reforman de heye ku mebesta van gotinan in. Mixabin van guhertin û pêşveçûnan di di welatên dervayê sînorên YE de bi rengeke weha çênebûne; heta mirov bi hêsayî dikare bêje ku di Alema Îslamê de şoreş li derek bihêlin, qet reform çênebûne. Ez dê paşê careke din bizivirim ser vê babetê da ku daxwazên Seydayê me yê dilovan çawa dikare li wan deran bibe heqîqet.
Dîsa li vir cîyê gotinê ye ku Şoreşa Ewelîn a Demokratîk a Burjuwazî di 1789 an de li Fransayê destpêkir û ew tesîra xwe li seranserê cîhanê nîşan da. Di encama wê şoreşê de ye ku ewil li Ewrûpayê dewletên burjuwazî (çi yên netewî û çi yên pirnetewî) çêbûne û ew hewildan paşê şewqa xwe dane cîhanê.
Lewre em dema di navbeyna daxwaz û xeyalên Seyda û pêşveçûnên li Ewrûpayê bînin ber çavên xwe û têkelî di nav wan rezan de daynin; qonaxa ku nûha YE tê de dijî, ji ber xwe ve û bi awayeke hêsan çênebûye. Ew xwedîyê pêvajoyeke dirêj e û lewre îro bûye heqîqet û ketîye nav jîyana Ewrûpîyan û bûye beşeke wan a kultûrî ya rojane.
Piştî van têbinîyan em careke din bizivirin ser helbesta Seyda beşa şeşan. Li wir seyda qîma xwe tenî bi rakirina sînor û peseportan nayne û; “...Li vir xurînî bixun hingivîn /Li Mosko taştê, firavîn li Çîn /Li New Yorkê şîv, li London paşîv...“ dibêje û ber bi pêşve dihere û trafîk û teknolojîya li gorî daxwaza dilê xwe wek nexşeyeke pir xweşik pêşberî me dike. Li vir Seyda seyeheta rojekî, yanî ya 24 saetî dinirxîne û dixwaze li Kurdistanê û ne dûrê eqil e ku li Qamîşloka Rengîn, di bexçeyê mala xwe de, di bin sîya darên sêv, hinar û încasan de bi hingiv xurînîya xwe bike. Piştî xurînîya li Kurdistanê Seyda dixwaze heta dema paşîvê di navbeyna pênc welatan (Kurdistan, Rusya, Çîn, Emrîka û Birîtanya Mezin) de seyehetê bike. Bê guman ev seyeheta ku di dilê Seyda de peyda bûye; tişteke ne hêsa ye û pêwistîya bi karanîna teknolojî û trafîkeke gelek bi suret û pêşketî divê. Heger em teknolojîya îroyîn û seyeheta bi balafirên heyî bînin ber çavên xwe; ev îro ne mimkun e, lê piştî demeke di pêşîya me de ew jî dê bibe rastîyeke jîyanê. Ji ber ku dema Seyda vê helbestê nivîsîye; hê teknolojîyeke xurt û pêşketî çênebûbû. Heger em 60 sal berepaş herin, em dibînin ku wê demê ilm û teknîk gelek ne pêşketî bû. Di navbeyna van salan de ewil televîzyona reş û sipî, paşê ya bi rengîn çêbû. Bi taybetî jî piştî çêkirina telefonên destan û kompîtorê, înternetê û robotan; di pêşketina mirovatîyê de şoreşeke nû çêbûye. Lewre êdî dinya bi qasî gundek piçûk bûye. Bi saya serê kompîtor û înternetê, tiştên ku li seranserê cîhanê diqewimin; mirov dikare di nav çend deqîqeyan de pê bihese. Lewre îro di Cîhana Global de êdî tişt nikarin werin veşartinê. Teknolojîya trafîka di navbeyna welatan de jî gelek pêşta çûye û dê ev pêşveçûn her ku biçe xurttir bibe û di demên pêşîya me de li gorî dilê Seyda ew daxwaz werin şûnê û ev jibo Seyda cîyê serbilindîyeke mezin e.
Bi kurtahî ev pêşketinên di warê teknîk û aborîyê de di navbeyna 25-30 salên dawîyê de çêbûne; mizgînîyek dide Seydayê nemir ku daxwazên wî yên xeyalî û dûrbînîyê ber bi rastîyê ve diherin û di jîyanê de dibin heqîqet. Lewre êdî mirov dikare bibêje ku rêzên helbesta Seyda yên; “...Firek bidin xwe em herin Merîx /Destê xwe bidin Şêrîn û Zelîx...“ de dê bibin rastîya civat, welat û hemû cîhanê. Di van rêzan de jî xûya dibe ku Seyda bi saya serê teknolojîyek bilind (Makro Teknolojî) de wê bi serkeve. Ji sala 1962 yan ve hin hewildan hatine kirin û ev pêvajo berdewam e. Ez tenî bi navkirina çend hewildanan dixwazim vê babetê sînor bikim. Hewildanên rêkirina robotan bo Mars ewelîn car ji alîyê Sovyeta kevn ve di 4.11.1962 yê de pêkhat. Heta 1973 yê 3 hewildanên din jî Rusan ceriband. Emrîkayê jî di 20.8.1975 an de ceribandinek kir. Ceribandina herî dawîyê jî dîsa Emrîkîyan di 4.8.2007 an de pêkanîn. Nûha jî xebateke hevbeş a Emrîka û Çînê heye ku dixwazin di Oktobra 2009 han de robotek rêkin û hwd (Binêre, Metro Teknîk, 29.10-4.11/2008, R. 8)... Hewildanên ku di vî warî de hatine kirin û domandina vî xebatî hêvîyeke xurt çêdike ku di salên pêşîya me de van xeyalên Seyda jî pêk werein.
Wer xûya dibe ku di warê teknîkê de cîhan bi awayek bi lez pêş ve dihere û kêm zêde 50 sal paşê xeyalên Seyda yên teknîkî dikarin hemû werin şûnê û bibin heqîqet. Lê em di tevayîya helbestê de wek dibînin Seydayê nemir qîma xwe pê nayne. Jibo Seyda ya girîngtir avakirina civateka wekhevîyê an bi tabîreke din ya cenetîyê ye ku pirseke gelek zehmet e û xudan derd û êş e û lewre jibo avakirina cîhaneke weha jibo hin deran dikare di navbeyna sed sal de pêvajoyek bes be; lê ne jibo hemû cîhanê...
Di beşa dawîyê de Seyda daxwazên xwe li gorî hunandina nizama tevayîya helbestê li derek girê dide û dibêje ku; “... Ev cîhana xweş /Besî teva ye çi sipî çi reş /Divê derbas kin rû biken û geş /Dewlemend serbilind /Tev bi hev re rind.../Nemênin sêwî, birçî û tazî /Ne kuştin, ne şer, ne qîr, ne gazî...“ Di van rêzan de Seyda nexşeyeke cîhanê ya bi her awayî xweşik radixe ortê ku qet şirovekirin jê re ne pêwist e. Lê sed mixabin wek min li jor jî destnîşan kir; jibo avakirina cîhaneke xweşik û bêqisûr re hê pir dirêj wext hewce ye da ku guhertinên esasî di hemû civatan de û li hemû dewletan pêk werin ku ev dikare li hin deran bi sed salan ango zêdetir bibe. Sedemên wê ez dixwazim bi kurtahî li jêr pêşberî Seydayê nemir û we xwendevanên hêja bikim.
Divê bê destnîşankirin ku Seyda ji destpêkê heta dawîya helbestê, qîmeta însan xistîye navenda (merkeza) daxwazên xwe yên xeyalkirî. Her çiqas di destpêka helbestê de têkoşîna reşikan tê pêşkêşkirin jî di beşên din de ev helqe fireh dibe û di seranserê cîhanê de belav dibe û dibe malê mirovatîya cîhanê. Seyda bi metoda dîyalektîkê rûdan û pêşveçûnan bi westatîyeke mezin di rêzên helbestê bi hev du re girêdaye û hunandina wan li hev anîye. Ji ber ku daxwaza dilê Seyda were şûnê; pêwist e di seranserê cîhanê de di her qadê jîyanê de wekhevîyeke adil û dilsoz were avakirin. Seyda rewşa cîhanê bi awayeke objektîf anîye ber çavên xwe û li gorî wê wêneyê mimkun dîtîye ku ew wêne were guhertin. Lê pêwistîya wê wêneya cîhanê bi pêkanîna metodên şoreşgerîyê ve dikaribûye bigihîje miradê xwe. Wek min li jor destnîşan kiribû, divê dûbare bibe ku Seyda wê dizanibûye ku hukûm û nîzama hovan, faşîstan û dezgehên koledaran ji ber xwe ve ango bi metodên reformîst nahên rûxandinê û wekhevîtî di navbeyna hemû çîn û tebeqeyên civatê de çênabe.
Di esasê xwe de Seyda dema damezrandina cîhaneke bêsînor, bêşer û adil û wekhevîyeke bi her awayî xwestîye; digel xeyalên dilê xwe jî, metodên zanistî jî pêkanîye. Ev ramanên Seyda mirov dema di çarçeweya pêşveçûnên civatan de bigre ber çavan; mirov dibîne ku ev nêrîneke îlmî ye û li gorî zanistîya mirovatîyê mimkun e jî. Ji ber ku dîroka civatan ji Civata Kevnare destpêkirîye; paşî derbasî Civata Koledarîyê bûye û du re jî Civata Feodal û Civata Kapîtalîst cîyên xwe yên dîrokî girtine. Civata Sosyalîst jî bi Şoreşa Oktobrê dest bi jîyanê kir, lê piştî 70-75 salan serobino bû. Seyda ruxandina sosyalîzmê nedît, lê wek sofîyekî dilsozê sosyalîzmê heger heta nûha sax ba ya; dê bidîta ku sedemên tunebûna demokrasîyê û ji nû ve xwe neçêkirin û nenûkirin jibo pêşveçûna civatê di warê aborî û mirovatîyê de bûn sedemên esasî yên tîkçûn û rûxandinê.
Em ji rûpelên dîrokê dizanin ku di Civata Kevnare de dewlet, wek dezgeheka hunandinê tunebûye. Şert û şirutên civakî û merhaleya aletên çêkirinê û jîyana mirovan; pêwistî bi hunandina dexgeheka weha re nedîtîye. Di wê pêvajoyê de teda û zilm di nav mirovan de tûnebû. Jîyan bi her awayî di halê xwe yê xwezayîyê (tebîî) de dimeşîya. Di wê çarçeweya jîyanê de serdestî û bindestî jî tunebû; bi tabîreke din çîn û tebeqeyên serdest û bindest çênebûbû. Lewre di nav wê nîzama xwezayî de şer û kuştin, teda û zilm jî tunebû. Lê jîyaneke pir dijwar û bi her awayî paşdamayî muhra xwe li wê şiklê civatê xistibû. Lewre di ilmê civakî de ji wê demê re bi awayek Civata Komunîstî ya Kevnare ango Civata Komunalî ya Kevnare hatîye bi navkirin. Dema em wê rewşê bigrin ber çav; daxwazên Seyda jibo pêşeroja cîhanê; dikare di merhaleyeka herî bilind û nûjen de şikleke weha werbigre. Ma çima na?..
Bi kurtahî min li jor behsa YE kiribû. Li vir ez dixwazin bi awayeke din li gorî çarçeweya nifûsê pirsê vekim û têkilîyên di navbeyna YE û cîhanê û felsefeya Seyda ya di helbestê de hatîye raxistin de deynim û ji hin pirsgirêkan re zelalîyê bînim. Divê binê wê were çixêzkirin ku fikr û ramanên Seyda, bi awayeke din feylezofîya Seyda tenê dikare di civatên demokratîk de têkeve jîyanê ku ev bi awayek pirsên demokrasîyê, mafên mirovî û dabeşkirina heyîyên (dewlemendîyên) civatê di nav hemû çîn û tebeqeyan de bi awayeke adil mimkun e. Lewre min li jor destnîşan kiribû ku daxwazên Seyda di hin waran de di nav sînorên YE de ketine jîyanê û bûne heqîqet, lê ne bi giştî.
Divê neyê ji bîrkirin ku jibo pêkanîna felsefeya Seyda di nav civatan de ewil divê şoreşeke giştî di nav hiş û aqilên însan de pêk were, yanê însan divê mejîyê xwe biguherîne û xwe ji nû ve bi hevirtirşa demokrasîyê perwerde bike; ji hesûdîya (çavnebarî-egoîzm) kesayetîyê xwe dûr bixe da ku civateka adil were avakirin. YE di vî warî de rîyeke gelek dirêj meşîyaye û heta qonaxek hatîye; lê ev rê hê jî tewa nebûye. Mirov dikare texmîn bike ku di pêncî-sed salên pêşîya me de dîtinên Seyda bi giştî dikarin têkevin jîyanê. Lê sed mixabin ev pêvajo di mercên îroyîn de bi YE re sînorkirî ye. Lê YE him di warê nifûsê de û him jî di warê coxrafyayê de dereke pir mezin nîneye. Herî zêdetir em dikarin YE derdora 500 milyon, yanê nîv milyar bihesibînin. (Wek çavkanî, nifûsa 27 endamênYE 493 milyon e.) (Binêre:www.eu-upplysningen.se) Lê li gorî çavkanîya înternetê nifûsa hemû cîhanê jî 6,7 milyar e. Mirov wê jî dikare bi reqemeke gilover 6,5 milyar bihesibîne. Li gorî van reqeman nifûsa YE ji 13/1 ê nifûsa cîhanê ye ku ev ne reqemeke mezin e. Lewre li dervayê sînorên YE ev pêvajo dê hê derengtir û dirêjtir bidome. Ji ber ku avakirina civatên wekhevîyê di pêvajoyeke kin de ne mimkun in. Bi gotineke din ev pêvajo dikare çend sed sal ango hezar sal jî dirêj bibe. Sedemên wê jî tebîeta (qerekter-ruhîyet) însan ya ku îro tê de ye bi xwe ye ku ev jî bi tempoyeke bi lez u bez ango bi darê zorê çênabe.
Divê ez li vir dîyar bikim ku di roja îroyîn de bûyerên girîng li seranserê cîhanê çêdibin. Bê guman van rûdanan xwedîyê pirreng in. Hin ji wan jibo pêşketinê baş in û hin jî ji wan gelek xirab in ku dixwazin rewşa cîhanê ber bi xirabîyê ve bibin. Bi awayeke din van bûyer û guhertinan di nav pêşberikek de ne. Ez hêvîdar im ku di vê pêşberikê de alîyê mirovatî û heqîyê bi serkevin û fikr û ramanên Seydayê nemir roj bi roj têkevin jîyanê. Ji van hewildanan yek jê di hilbijartina Serokê Emrîkayê da xwe nîşanê me da. Di dîroka Emrîkayê de yekem car e ku reşikek dibe serokê dewletê. Ev di warê ruhîyet û psîkolojîya însanan de ku min li jor destnîşan kiribû, pêşketineke dîrokî ye û şoreşek e. Balkêş e Barack Obama yê ku hat hilbijartin (05.11.2008); di axaftinên kampanya xwe de li pêşîya bi sedhezaran însan gotina Martîn Luther Kîng bi karanîbû û gelek caran dûbare kiribû: “Yes, we can!“ (Belê, em dikarin!). Wek em pê dizanin, ji vir 44 sal berê, di 1964 an de li pêşberî 200 hezar însan M. L. Kîng wê gotinê gotibû û ji temaşevanan re dîyar kiribû ku xewneke wî heye ku “hemû însan wekhev in“ gotibû û jibo pêkanîna wekhevîyê ala têkoşînê nîşanê gelê xwe dabû. Em dibînin ku M.L.Kîng jî li ser şopa xewna Seydayê me yê nemir meşîya; di wê meşê de şehîd ket lê alaya wî ya têkoşînê li erdê nema û îro ew di destê B. Obama de tê bilindkirin. Ev cîyê şanazîyê ye bo pêşketina cîhanê.
Bi kurtahî ez dixwazim çend numûneyan ji wêneya cîhana derveyî YE raxînim pêşberî Seydayê dilovan û xwendevanan. Divê em bînin bîra xwe ku di cîhanê de her tişt di nav hewildan û guhertinan de ye. Teknolojî û îmkanên mirovan, civatan û dewletan çiqas dihere zêdetir dibe. Lê çi heye ku ev îmkan û teknolojî di her qadên jîyanê de jibo tendurustî û pêşketina mirovatîyê nayê bikar anîn. Van îmkanan di bazara bazirganîyê ya serbest de û li gorî menfeetên xwedanên wan tên bikaranîn. Wek gelek caran numûneyên wan derketine holê; xwedî van îmkanan dikarin di rîyên ne hiqûqî de û ne li gorî peymanên navnetewî çek û alet û teknîkê bifroşin hin welatan û di encamê de li wan welatan qewmandinên hovane pêk werin, qirkirin çêbibin û hwd. Wek me di qetlîama Helebçeyê de dît, şirketên ku alavên çekên kîmyewî firotibûn Saddamê xwînxwar; hemû eşkera bûn. Lê mixabin yek ji wan jî di qada navnetewî de nehat mehkûmkirin û cezakirin. Ji ber ku ev cîhana hovan, li ser esasê bazirganîyê dimeşe. Xwedanê çek û peran di cîhanê de tu sînor nasnakin. Di gelek welatan de feqîr (xizan) her ku diçe fqîrtir dibin û dewlemend jî dewlemendtir dibin. Di hin welatên paştemayî de zarok ji dayîka xwe deyndar tên dinyayê. Ji ber ku van welatan zêdetir mesrûfên (çûyînên) xwe li ser çek û leşkerîyê herc dikin û deyndarê welatê ku xwedî îmkan in dibin. Di gelek welatan de herckirinên di derbarê tendurustî, perwerdeyî û qadên pêwist jibo selametîya civatê; ji herckirinên milîtarîzmê û çekan kêmtir in. Bi kurtahî ev wêne, berdewamkirina nîzamên hov û faşîst, nejadperest û kolonyalîst nîşanê me didin ku ew bûne belayê serê cîhanê û timî dixwazin pêşketinan firên bikin û rawestînin. .
Îro 11.11.208 e û rojeke wek îro 24 sal berê Seydayê dilovan di bexçeyê mala xwe de hat definkirin. Di alîyek din de jî Seydayê me 105 sal berê ji dayîk bûye. Bi vê minasebetê min xwest bi rêzdarîyeke bîranînê, bi teknolojîya ku bûye xewna Seyda firek bidim xwe herim Qamîşloka rengîn; li ber serê Seyda çend deqîqe di patayê de rawestim û paşê bi destûra Seyda li ber tehta serê Wî rûnim û di bedêla fathihe û yasînê de vê nivîsa nûçeyên cîhanê pêşkêşî cenabê Wî bikim. Ez pê dizanim, Seydayê dilovan dema van nûçeyan guhdarî bike; Ew dê him kêfxweş bibe û him jî biqehere û têkeve nav fikar û xeyalên derya xemgînîyê. Lê min bi destûra Seyda van nûçeyên xwe bi çend numûneyên jêrîn bi dawî anî.
Di vî sedsala 21 an de Alema Îslamê qet naxwaze guhertin û reforman di nav xwe de çêke û civatên xwe ber bi sedsala nûjen ve bibe. Ew hê jî dixwazin bi pîvan (norm) û qanûnên 1500 sal berê jîyana nîzamên xwe bidomînin. Di alîyek de ew fermana kuştina Salman Ruştî dertînin da çima rexne li îslamê girtîye. Di vê dema nêzîk de jî ji ber ku Karîkaturê Danmarkî Kurt Westergaard wêneyên Muhemmed çêkiribûn û wan dişibandin terorîstan; Alema Îslamê di carek de rabûn ser pîyan û çi ji destên wan hatin, li hemberî Danmarkayê kirin û li ser K. Westergaard jî fetwayên kuştinê derxistin. Ji van numûneyan jî tiştên zêdetir balkêş diqewimin di Alema Îslamê de. Grûbekî (fraksîyon) Îslamî di dema nimêjê de dikare bavêje ser mizgeftek (camîyek); birayên xwe yên misilman li ser limêjê an Kuranê gulebaran bike, bombeyan di camîyê de biteqînin û cimetê bikuje. Bûyerên weha mixabin pir qewimîne û di wan bûyeran de Kuran jî hatine şewitandin. Li vir tiştê balkêş ew e ku hêzekî îslamî li hemberî hêzekî dî van bûyerên hovane dikin. Dema ew êrîşên derên miqedes (wek camî) dikin û pirtûkên xwe yên pîroz (kuran) dişewitînin; qet heqaret an tişteke hovane nayê bîra wan. Lê dema yek wan terorîst nîşan bide an rexneyan bike; îcar ew dibe heqaret û welwele çêdibe. Ev durûtîya wan derdixe pêşberî me. Gelek eşkera ye ku heger Alema Îslamê jî wek Alema Xiristiyanî di nav xwe de reforman û guhertinan çêkirana û wek Vatîkan a xiristiyanan ji xwe re navendeke oldarîyê ava bikiraya; dê ew di rewşa îroyîn de nemana û ev şideta ku li wan deran diqewimin û her roj dûbare dibin, wê rawestana. Lê mixabin rewş li ortê ye û bi vî halê îroyîn dê tu guhertin li wan deran çênebe. Ev jî astengî ye li pêşîya pêşveçûna dîroka mirovatîyê.
Ez pê dizanim ku dema Seyda vê nûçeya di derbarê îslamê de guhdarî bike; Ew dê gelek biqehere û di carek de ji goristanê rabe ser pîyan û bi qêrîn: “Ev ne dîn e, ev dînîtî ye!“ bibêje ku ev ji neçarîyê bûbû sernivîsa helbesteka Wî. Wê demê min destûrê ji Seyda xwest û rêzên ku di helbestê de; “...Bi hev re herin tev kar û xebat /Heşt saet, çar saet, du saet /Pir xweş e xebat /Bo milet û welat /Ko bibin em bi kinc, bi xwarin /Bi xanî, bi ronî, xwenda û siwar...“ nivîsîye careke din dubare kir. Min jê re da zanînê ku ji heşt heta du saetî karkirin jibo welatên pêşketî pêwist in û ji nûha ve di Fransa û hin derên din de hin gav hatine avêtin; wek şeş saet karkirin di hin beşan de ketine nav jîyanê. Bi hindikayî di hin karan de şeş saet ji alîyê şirketan ve jî hatine qebûlkirinê. Lê merhaleya ku Seyda wek çar an du saet bi kartîne; di pêşerojêke dûr de wê bikevin rojevên sendîka û şirketan. Lê jibo welatên paştamayî û bi taybetî jî jibo me Kurdan ku hê jî di bin nîrê koledarîyê de dijîn; xebatên bîstûçar saetî jî têr nake. Lewre jibo azadîya neteweyê Kurd û rizgarîya Kurdistanê; xebatên piralî yên bi şev û rojan û bêwestandin pêwist in.
Wek me di gelek rêzên helbestê de dît ku hedefên Seyda ruxandina nîzama hovane ye. Lê divê neyê ji bîrkirin ku helqeyeke wê nîzama hov jî li ser jinan hatîye avakirin. Bi awayeke giştî teda û zilma ku li seranserê cîhanê li ser jinan didome; nîşanê me dide ku ev nîzameke hovîtîyê ye ku ji alîyê sîstema zilaman ve hatîye avakirin. Êdî wer bûye ku şideta li hemberî jinan tê bi karanîn di hemû cîhanê de belav bûye û bûye jîyana rojane ya jinan a her saetî û heta her deqîqeyî. Wek YE di welatên herî pêşketî de jî ku gelek mafên jinan ketine jîyanê; wekhevîtî di navbeyna jin û mêran de heta radeyek çêbûbe jî, li wan deran jî ev gelş bi tevayî hel nebûye. Lewre şoreşa fikrî ku min li jor anîbû ziman; jibo çareserkirina pirsa jinan jî pêwist e. Jibo serkeftina daxwazên Seyda, pêwistîya şoreşa jinan jî di hemû cîhanê de heye. Heger wekhevîtî di navbeyna jin û mêran de çênebe; avakirina civat ango bi awayeke fireh cîhana ku Seyda dixwaze, nikare bi serkeve.
Piştî ku min nûçeya jinan a nexweş li pêşberî Seyda tewa kir; min soz da pê ku digel van nûçeyan, tevayîya helbesta wî jî di malperên Kurdî de pêşkêşî xwendevanan bikim da ku yên wê nexwendine, firsenda xwendinê bibînin. Dema min xatir ji Seyda west, ew dev biken serê xwe hejand û van rêzên zêrîn tek u tek ji devê xwe derxist: “...Pir xweş e ev cîhan /Tev evîn, tev de jîn /Ax... CEGERXWÎN /Pir xweş e ev cîhan...“
HEVAL POL ROBSON
Ey heval Robson dengbêjê cîhan
Paşmêrê selam zana û însan
Gernas û rênas, dijminê Dalas
Di ser av are, di ser çîya re
Rengê te ê reş tê ber çavê me
Dengê te ê xweş, xweş tê guhê me
Ev xebata te didî me hêrzan
Kêferata te didî me lerzan
Ev tevgera te ji bona însan
Pir jê ditirsin axa û dehqan
Xwedî sermîyan ji te ditirsin
Hemî xanedan ji hev dipirsin
Dibêjin reşik çawa şîyar bûn?
Destê hev girtin li ber me rabûn
Dalas ditirsî weke Mak-Arsî
Di ber pîyan çûn pir tac û kursî
Xwedî sermîyan serê xwe hildan
Dibezin, dilerzin, dicivin, direvin
Ji meydan...
Ey heval Robson!
Ne tenê reşik ketin bin destan
Em jî sipî ne mane perîşan
Reben, belengaz, bindest, çarereş
Birçî û tazî, tev jar û nexweş
Gunhê me çi ye, ne sûc ne sebeb
Ketin bin destan ev Kurd û Ereb
Zencî û Hindî em hemî însan
Kê em hiştine wisa perîşan
Nîzam, nîzam...
Nîzama hovan, ev nîzama xwar
Nîzama faşîst em xistin bin dar
Xwedî sermîyan, dezge, koledar
Em kirin bêçar, em kirin bin bar
Kirin tar û mar...
Ey heval Robson!
Derdê min û te, ev derdê giran
Zordestîya ku kete nav cîhan
Hin mezin, bilind, dehqan xanedan,
Hin reben bindest mane perîşan
Ji vî derdê me Markîs Îngilîs
Bûne dû rêzan, bûne du hozan
Lenîn Sitalîn rê şanî me dan
Pale şîyar bûn xebat û lebat
Roj hilat, roj hilat...
Xelas bû rojhilat
Rojas or, roja zer
Ji Mosko hate der
Tava xwe da Balkan, da Elman
Xwe berdaye ser Çîn, Çîn
Çîna mezin, Çîna giran,
Şewqa xwe da Hind
Tev dagirt cîhan, cîhan...
Ey heval Robson!
Karker û rencber, cotar şîyar bûn
Reben perîşan bi hev re rabûn
Bi tang û bi top, diçin şer û ceng
Li her der qîrîn li her der hewar
Li hawir bû deng
Dixwazin azadî, serbestî wekhevî
Narevin...
Lê dijmin ditirsî, direvî, direvî...
Çi reşik, çi sipî, belengaz bûn heval
Dikujin koledar –xwedî gund, xwedî mal
Berepaş direvin bayloz, xanedan
Malê wan, malê wan,
Bû bela serê wan...
Tarîx, tarîx xiste nav nav sînga wan
Dilê wan, çavê wan,
Ev kelem ev mîx...
Dicivin, dikevin, di şer de direvin
Peykevin peykevin...
Ey heval Robson!
Me divê dinyake ko her kes dewlemend
Dinya bû buhişt çi bajar çi gund
Ji bo her kesî fersend û mecal
Xwenda û zana, hozan û delal
Qesra me bilind, bexçe xweş û rind
Em tev de dilxweş li nav dimeşin
Tilûr diqişin, cobar dixuşin
Çuqlî dihejin, pelik diweşin
Çîya pir bilind, dirêj, gilover
Tîrêjê rojê xwe berdane ser
Dinya maye mişt ji jîn, ji evîn
Xweşî tev dagirt
Her kes, her tişt, her der...
Ey heval Robson!
Fermo em herin
Serbest bigerin
Bixun, binêrin
Bibênin, bipirsin
Zorker nemaye ji kê bitirsin
Sînor nemaye çibkin peseport
Dilxweş û rûgeş hemû keç û xort
Li vir xurînî bixun hingivîn
Li Mosko taştê, firavîn li Çîn
Li Newyorkê şîv, li London paşîv
Çi reş çi sipî tev bibin kirîv...
Firek bidin xwe em herin Merîx
Destê xwe bidin Şêrîn û Zelîx
Zîka riwê te maçkî bimijî
Tîna dilê xwe bi te bikujî
Bêje ezbenî, bêje ezbenî,
Jola dikenî Zîka dikenî...
Dengê te ê xweş herkes dixwazî
Wî dengê Şêrîn...
Bêje ey heval, hevalê delal
Bi saz bi qêrîn...
Bimrî koledar, bimrî zordestî
Bijî azadî, bijî serbestî.
Ey heval Robson!
Ev cîhana xweş
Besî teva ye çi sipî çi reş
Divê derbas kin rû bi ken û geş
Dewlemend serbilind,
Tev bi hev re rind...
Nemênin sêwî, birçî û tazî
Ne kuştin, ne şer, ne qîr, ne gazî
Bi hev re herin tev kar û xebat
Heşt saet, çar saet, du saet
Pir xweş e xebat
Bo milet û welat,
Ko bibin em bi kinc, bi xwarin
Bi xanî, bi ronî, xwenda û siwar
Li ber hev nanerin
Bûn heval, bûne dost, bûne yar
Hovîtî nemaye.
Tev xwenda, tev zana, tev şîyar
Ev kevoka selam, pir xweşik pir ciwan
Baweşîn, baweşîn bikî ew li ser mel i însan
Pir xweş e ev cîhan
Tev evîn, tev de jîn
Ax... Cegerxwîn
Pir xweş e ev cîhan...
Tebînî: Gelek spas ji mamosteyê hêja nivîskar Siddiq Bozarslan re ku vê xebata xwe ya hêja bi rêya me belav dike...
[b]Zarathustra News [/b]– [email protected]