Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 8 December 2008

Yekemin car min ew li kampa penaberan,li keskebajar "zelenogradskaya" dît.Cawa ku awirên me hatin taxma hev û me li hev nerîn ,wek ew american`ên di filmên hollywood,ku destê xwe dikirin wek debancê û bi wî awayî silav didan dilnexwazê hemberî xwe,wî jî bi chêkirina dîmenê debancê bi destê xwe, silav da min û bi heman shêwazî min jî lê vegerand.

Pishtî wextekê ezê pêbihesiyam,ku wî ne badilhewa berê debancheya xwe, ya ku bi destê xwe diresimand dida min û tevî temenê xwe yê ku hîn nuh kamil dibû,bi rûdana hestên beramberiyê di ruhê wî de,li dijî min tevdigeriya! Wî tehamula hebûna min li cem Suheyla nedikir!

Periyodekê ji temenê destpêka xortaniyê serdestîya xwe bi xurtî dajot ser.Heye ku ev tevlihevî û serejêrbûna hestên di ruhê wî de dihisht,bê ew bahoz û gerdelûla girtibû ser jiyana wî û malbata wî ji bo demekê biperya fona dawîn û li pisht perdeyê veshartî bimana.

Ev hizir û raman wê caxê hat û ketin serê min,gava TV journalîstên Rûsî hatibûn kampa penaberan li "Zelenogradskaya" û li ser rewsha wan bernameyeka hevpeyvînê amade dikirin.Xortê me di esnaya ku xelkê kampê ajotibûn ber bi kamerayên TV yê,xwe nêzîkî min û Suheyla kiribû û bi zimanekî tijî qerf û pêhenek gotibû "ma ji vê chêtir chi heye,kes zulm û fermana mirinê ya baasiyan,belengazî û rebeniya ku di terka welatê xwe de jiyanin nema tînin bîra xwe,derdê hemuyan ewe ku kaxetên wan yê îqamê nîne,ji sibê de vî tishtî ji TV yê re dibêjin!Ez bi rastî dibêjim, jibîrkirina ew kul û derdên enfalê ji bo demekê, wê ji bo ruhê wan bash be!Xwedê ji polîsên Rus razî be ku her serê gavekê me disekinînin û ji ber nebûna kaxetan pareyan ji me distînin!"

Li gel temenê wî yê destpêka xortaniyê,li hemberî formulekirinên wî ji bûyeran re ez matmayî bibûm.Her chendê bi awakî îronîk ravebikra jî! Û wê rojê ez pêdihesiyam, ku xortê me hîn xwedî pir talentên dine!

Gurî pezê bê shivan ji xwe re dibir û xortê me destê xwe da hewalên(!) mala Kurda li Moskow! Jê re hatibû gotin,ku ew talentên wî yên di shanoyê de û di karikatur û wênechêkirinê de divê nemrin,bê xebitandin,da ku zindî bimînin û pêshdeherin!

Gava ku min serdana Kampê dikir, min ji Suheyla saloxên wî werdigirtin.Tishtê wî ji Suheyla re gotibû,"hewal" bi soza xwe tevnegeriyanin û tenê ji bo nivîsandina sloganan li ser pankart û pachikan ew bikardianîn.Belê Newroz dihat û divyabû ji bo shadimaniya Newrozê shanoyek li ser dikê pêshbiba.Xwiyabû li hember temashevanên ku hêjmara wan bi hezaran bû xortê me wê talanta xwe ya shanogeriyê jî pêsh bikra.

Di rojeka ku hîch ne di bala min de bû û ez û Suheyla rûnishtî di sohbetêdebûn dengê Hêjar wek agirekî gur ji êtaja jorê dipekya hawîrdorê.Li gel ku gotinên wî ji ciyê me nedihat famkirin,lê diyarbû ku deng bi xwe, ê pevchûnê bû.Bi reflekseka mêrê kurd min xwest ez berê xwe bidim jorê,belê Suheyla li ser lêvên wê kenekî qelew bi destê xwe ez girtim û got;

- Ew Hêjar e,rola xwe ya shanoyê li ser dayika xwe probe dike! Erê haya dayikê jê tune û ew jî bi tundî bersiva wî dide,lê her tisht li jêr kontrola Hêjar de ye!Shano di nava shano.

Û pishtî chend kêliyan Hêjar xwe berdabû etaja zemîn û hatibû cem me.Wek hergava ku min ew didît devliken û rûxwesh bû! Bi cavpêkatina min wî dîsa silav bi dîmenê debanchê da min û pirsî;

-Xwendevan, ez nizanim gelo tu jî buye penaber? Ma penaberê penaberan hich dibe?
-Chima shano di nav shano de dibe,chima penaberî di nav penaberan nabe?

Sohbeta me zêde dirêj nekir.Wî ezû Suheyla agahdar kir ku mala Kurda fireh bûye û komele nema têra wan dike,loma wan gundek kiriye û ewê jî tev diya xwe herin li gundê hewalan(!) bijîn.

Ji wê rojê heya nêzîkî salekê min hew ew dît. Dawîn car gava min ew dîsa li kampa penaberan dît û min pirsa wî kir,bi kenekî ne ji dil û bi bêdengî bersiva min da.Suheyla wek xwuskeka mezin destê xwe bi serê wî de bir û anî û got,

-Xortê me xwe xistiye depresyonê.

Hîn mecal chênebibû ku ez sedemê vê depresyonê bipirsim,wî dîsa bi kenekî ne ji dil û di serî berde bi kurtî got;
-Ez chûm.

Dilê min li ser rewsha wî xav bibû û xemgîniyekê bi ser min de girtibû.Pishtre Suheyla ji min re sedema bêkeyfiya wî gotibû.Li gundê Kurdan,xortê me ji ber sermayê û ji ber kêmaniya kincan,ji depoya kincan ya gundê "hewalan" pantolonek bi ser laqên xwe de kishandibû,beyîku bizanibe û lê binêre bê ew pantolon yê kechikane!

Heman ji ber wî pantolonî, rêvebiriya gundê "hewalan" biryar stendibû, ku divê ew ji gund tevî dayika xwe bê dûrxistin,lewra wî jiyana partiyê û shoreshgeriyê xeradikir û homosexueliya xwe ashkere dikir û ji xort û kechên gund re,ku berendamên pêsherojê yê partiyê bûn,dibû mînakeka nebash û bê ehlaq!

S.Nîvmardînî
Ji destechîrokên shewitî,

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.