Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 2 November 2008

[i]Dosya Taybetî[/i]
[b]Tehdîta Jenosîdê û Êzidî -5-[/b]

Êzidî delîla herî mezin ya hebûna me ne. Gelek nirxên me yên netewî: Zimanê me, dîroka me, adet û toreyên bav û kalên me, bi orîjînalîteya xwe gihandine roja me.
Di qonaxên dîrokî de, gelek qûrban dane. Ev salek e, êrîşên hovane li ser wan zêdetir dibe. Bi şêweyekî hovane, nirxên me, nîşana hebûna me, gav bi gav ber bi tunebûnê ve dibin...

Em, niqaşa pirsê ji awira ewlekariyê û mafê mirovan ve pir giring dibînin. Di vê dosya taybetî de, em ê dîtinên şexsiyet û dezgehên netewî/ navnetewî li ser pirsê pêşkêşî we bikin. Cotmeh 2008, Stockholm.

[b]EuroKurd[/b] Human Rights

[img]http://www.kurdinfo.com/images/Arjen%20Ari.jpg[/img]
[i]Ji Komela Nivîskarên Kurd ya Amedê Arjen Arî:[/i]
[b]Ku kurd hebin...[/b]

[i]Gabar Çiyan[/i]

- Em te bêhtir ji cîhana te ya dewlemend, pir reng û fireh, ji helbestên te yên bilind nas dikin. Her wisa di rêvebiriya Komela Nivîskarên Kurd li Amedê de jî xebata te wek rêvebirê têkiliyên bi derve re didome.

Ji kerema xwe re, qala xwe ji me re bike. Arjîn Arî ki ye?

Arjen Arî: Arjen Arî di sala 1956'an de, li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979'an de Enstituya Perwerdeyî ya Diyarbekirê Beşa Zimanê Tirkî qedand. Weke gelek şa'ir û nivîskarén kurd wî jî bi tirkî dest bi helbésté kir. Di sala 1976é de li Nisébîné ji ber belavkirina belavokeké hate girtin. Wé demé polisan dest danîn ser helbestén wî yén bi tirkî û kurdî. Qasî hefteyeké di hepsé de ma. Ew berdan, lé helbestén wî taa niha di mexzena Dadgeha Nisébîné de hepsî ne. Di gel, ku weke cara pêşîn kovara Tîrêjê de helbestên wî weşiyan tét zanîn, ya rast, helbesta wî ya ewil di belavokeke ku li heréma Mérdîn hate belavkirin de weşiya. Ew helbest ji sé malikan/beytan pék dihat. Malikek jé ev bû: Du mirin kirin mahne,rakirin ling Nisébîné/Xewa sibé bela kirin, avétin nav tirs û xwîné
Bi dû 12é Îloné de ew li welét ma, helbestén wî di kovarên li derveyî welét; wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992é li navçeya Nisébîné li ber deriyé mala xwe rastî érişeké çekî bû. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyé. Ji wé bûyeré de li Amedê dijî.

Di sala 2004é di nava demazrénerén Komeleya Nivîskarén Kurd de cih girt, hé jî di réveberiyé de Berpirsé Tekiliyén/alaqatan e.

Arjen Arî ji bilî kovara W, Peyv; di rojnameya rojane bi kurdî, Azadiya Welat de her heftî di quncika bi navé ’Erxewan' de, di malpera Diyarnameyé de jî her heftî di quncika bi navé ’Agirdank' de, û carinan jî bi nivîsén xwe beşderî Malpera Amîdakurd dibe.

Berhem
• Ramûsan min veşartin li geliyekî Helbest,Weşanên Avesta, 2000
• Ev çiya rûspî ne Helbest, Weşanên Avesta, 2002
• Destana Kawa Helbest, Weşanên Elma, 2003
• Eroûtîka Helbest, Weşanên Lîs, 2006
• Bakûrê Helbestê/Antolojiya Helbesta Bakûr,Wş.Y.N.Kurd,Duhok,2007
. Şérgele, Helbest,Weşanén Avesta,2008
. Çil Çarîn,Helbest,Wş.Enstîtuya Kurdî ya Amedé(ev behrem li ber çapkiriné ye)

- Ji kerema xwe re, dîtina xwe li ser Êzidiyan û parastina vê çanda kevnare bînine zimên...
Arjen Arî: Kaniyên li ser axa Mezra Botan, ên ku ji hezarên salan û vir ve de ji binê erdê derbûne û bi herîkana ava xwe ya zelal, tezî, şîrîn... ev ax şên û şîn kirine, û kirine ku libeke genim bibe deh, bibe sîh; û her cure kulîlk, her cûre pincar; dêlî, devî, dar şîn bibin, şaxan xwe pertew pertew berdin û cembek cembek fêkî bidin şênewar û nişteciyên xwe; roj hatiye sor sor herikî ne, roj hatiye bi xem, bi mitale, û têrkeser ponijîne, pêjinîne li dû kiryar û rûdanên li der û dora xwe...

Her qasid, xweş ne xweş ragihînerê mizgînekê ye.
Û ev qasid bi taybetî ji nava xelkê xwe rabûne, bi zimanê xwe; xwe, peyama xwe ragihandine a'mê.

Mûsa yek ji wan e, ku bi devê Xwedayê xwe wahd dabû ku qewmê wî bide pey, qewmê xwe bibe welatê herî aram, bi berke, bi roj û robar... û bi adan...
Cihû ji lewre, welatê xwe bi navê ’axa ku Xweda wahdî wan kiriye' bi nav dikin.
Nevê wî welatî jî İsraîla Mezin e.
Û bav û kalan me gotine, ’Xweda ku bide bi elba mezin dide'!

Dan/dayîn yek ji taybetî û xasî û comerdiya Xweda ye di her pirtûka ayînî de.
Li gorî Zend Avestayê jî Xweda/Ahûra Mazda/Xwediyê şev û rojê 16 herêmên bihûştîn bexşî Zerdeştiyan/Aryaniyan kiriye.(1) Û li ser wê axê kerî kerî sewal, ref ref teyr û tilûr...kanî û robar, dar û daristanên mişt fêkî, dêliyên heft ber û heft team...

Welatê Rojê ye ew welat!
Yê ku gotiye ’Welatê Rojê ’ ji van axan re, çi xweş gotiye.
Xweş gotiye, belam ew welat, ev welat welatê ku Ahur'ê xwediyê avê, yê hewayê, yê axê û yê rojê bi dilovanî bexşî nişteciyên wê yên qedim: Aryaniyan kiriye, heta ku rûberû nebûye bi êrîşên hovane, lawirane û dirinde yên artêşa islamê, roj her roj bi hilatinê re bişiriye li van axan, û agirê pîroz pêt bi pêt germahî daye hûr û gir dilê mirovan...

Lê...lêbelê heta kengî?
Heta vê nameyê, vê nameya xelîfeyê ereb yê îslamê Omer îbn- el Xetab dişîne ji Şahînşahê Aryaniyan Yazgird re:
.............
''Di demên berê de, hûn desthilatdarê nîvê cîhanê bûn. Lê belê neha bala xwe bidê ku çawa roja we reş dibe. Li hemû eniyan arteşên we têk diçin û welatê we li ber hilweşandinê ye. Ez destnîşan dikim, ji bilî ku hûn bi me re îtîfaqê bikin û bibine musulman, tu çareya we nîne. Her weha, divê tu ji yek Xwedayî (ALLAH) bawer bikî û wî bihebînî.(2)
Benda li jorê, bendek e ji nameya Omer îbn- el Xetab e (634-644) a ku dişîne ji Şahînşahê Aryaniyan Yazgird'ê (Yezdgird,Yezdgur) di dema Sasaniyan de li ser textê desthelatê rûniştî; ku wî û qewmê wî vedixwîne ser ’reyê rast'!

Ji nameya Yazgird diyar e, berî nameya Omer arteşa misilmanan bi navê Allah, şûr bi dest, berê xwe dane qewmê Arî.
Nameye Omer bê bersiv namîne.
Yazgird'ê Aryanî –ji naveroka nameyê dixuye, bi hêrz û kerbeke pirr- vê nameya li jêr bi nivîsevanê xwe didi nivîsandin û rêdike ji xelîfeyê xwedêgiravî remza adaletê Omer'ê îbn-el Xetab re:
"Bi navê Ahura Mazda, Afirînerê Giyan û Zanist ê!
Di nameya te ya herî dawî de, bê naskirin, bêyî ku tu zanibî em bi çi bawerin tu daxwaz û emir dikî ku em bawerî bi xwedayê te "Allah-Û-Akbar" bînin û ola îslamê bipejirînin.
..............
Ji bo me xerîb e ku tu xelîfê eraban î û çewa dibe ku xelifê ereban hewqas nezan e ku ji ola me ne haydar e
.................
Em, gelên Aryanî bi hezarên salan li vî welatî bi kultur û hunera xwe rojê pênc caran ji yek xwedanekî re dua û îbadetên xwe pê?kê? dikin. Di nav rastî, dostanî û hevalbendiyê de li vî welatî, me ala RAMANÊN PAK, PEYVÊN PAK Û KIRYARÊN PAK her dem berz girtiye.

Lê hûn?

Hûn û hevalbendên we, gerokên li çolan, wek mar û gumgumokan, ji kulturê bê par, hûn hê jî zarokên bê guneh keçan bi saxî binerd dikin.''(3)

Name terê xwe dirêj e.
Yazgird di cihekî nameyê de Ereban bi talenkeriyê, şelînkariyê, rêbiriyê, û hemû tiştêndermirovî tewanbar dike û wisa berdewamiyê dide nameyê:
’........Şerm û heya we Ereban nîn e. Hûn Ereb, serê zarokên Xweda jê dikin, dîlên şer dikujin, tecawuzê jinan dikin, zarokên qîzin zindî binerd dikin, karwanan dişêlînin, komkujiyan dikin, xelkê direvînin û diziya malên wan dikin, dilê we ereban ji kevir e.
.............
Ka bêje! Piştî van kiryarên we yên bi qirêj û gemar, çewa dibe ku tu me vedixwînî ser rêya rast? ’'(4)

Di serdema dêrîn de, gava ku Xwedawend pirrbûn, meriv bihizire têderdixe/têdigihêje çima Ares, Înanana, Îştar, Zews...berîzîne hev, pevçûne, şer rakirine di navbera xwe de...
Lê di dema qewmên ku bi saya serê Brahim Xelîlê me berê xwe dane yek Xwedayî û jê re xûz bûn, çima gelo her qewmî- bi taybet û xasma Ereban- bi ’şûrê Xweda' berê xwe dan qewmên din?

Hê jî bi qasî ku her ol ji texma xwe dibêje Xweda yek e, bêşirîk û bêheval e; her ol, xasma rayedarên olî bi fereseteke ku Xwedayê xwe di ser Xwedayê yê din re bigirin, tevdigerin.

Weke ku ji nameya Yazgird jî diyar e; dema ku Aryaniyan îman bi heyîn û yekitî û balatiya Ahura Mazda dianîn Erebên çîptazî li Meke û Medîneyê ji pût û seneman re xûz dibûn...

Tişta balkêş ew e, ku hê wê demê Yazgird mîna ku hay ji Sureta Ûsiv(5) hebe, di nameya xwe de weha dibêje:
’Îroj ji me tê xwestin ku artêşa me were bindestkirin ji aliye artêşa ereb ve, bi navê "Allah-Û-Akbar". Bi zora şûr dê me bibin ser ola xwe ya "Allah-U-Akbar" û wê me bêgav bikin ku em ji xwedayên wan re rojê pênc car bi erebî secde bikin, ji ber ku "Allah-Û-Akbar" tenê ji erebî fêm dike.(6)

Wisa bihizirin û bizanibin ku, heta ku Qur'an nazil nebûye, li Rojhelata Navîn, li Çila Ken'an, li bakûr û başûrê Mezra Botan yek qewm ne bêpirtûk e, ne bê rêber û pêximber e ji bilî Ereban!

Bi hatina Qur'anê re Erebên xwedî pût û senem dibin/bûn Xwediyên Xweda, û ji wê rojê de her kes/î vexwendin/vedixwînin – geh bi nameyan, geh bi şûr- ser ’rêya rast'!
Li gorî hişmendiya Ereban ya wê rojê û îro jî naskirina Xweda têrî baweriya bi Xweda nake; ji ber ku pêdiviye her qewm, her kes baweriya xwe bi Qur'anê, bi Resûl bîne, û bi dû re jî bi Xweda, yanî bi Allah- û Ekber!

Xweda mezin e, ne Xwedayê ku Ereb weke Xwedayê Mezin dibînin bi tenê mezin e!

Lê belê sed heyf û sed mixabin, Kurdên ku ji Êzdayetiyê vegeriyan û misalmanetî qebûl kirin, nekarîn bawermendên li dû Ahûra Mazda yên ku rojê pênç wextan berê xwe didin rojê, diayên herî şîrîn, qenciya herî qenc, roniya herî bi ron hêvî dikirin/dikin; Ezîdîyan li ser axa wan bisitirînin li quntara Çiyayê Bagokê, li herêma Torê, li Gundê Dawûdiyê, li Bişêriyê, li Beedrê, li Şêxan, li Şengala axpîrox!

Li tevî kurdê nezan; roşenbîr, nivîskar, şêx, beg, axa...hemû kurdên misilman li tevî Serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî ku di gotina xwe de , ’Resentirîn Kurd Êzdî ne' rast û dirist bin, rojekê berî roja din pêdiviye ku em ûzr û bexşîna xwe ji Êzdiyan ku ev du hezar sal e digel hemû tundî, tûjî û dijwariyê zimane me , ayîna me ya kone, û çanda me ya qedîm parastine, bixwazin; û her weha ji Xweda/Ezda/Ahura Mazad jî!

Kurd hebin/mabin, ew jî kurdên Êzdî ne:
Hem bi zimanê xwe, hem bi ayîna xwe!

Pêşniyara mine w e, ku bi pêşengiya we pêngava kampanya ’bexşînxestin û lêborîna ji Êzdiyên Kurd' bêt avêtin.

Çavkanî:
1.Kovara War,Jmr.3,Vendidad,Ji İngilîzî, N.Torî
2,3,4,6. Malpera Amîdakurd, M.Can Şeker
5.Quran,Sureya Yûsiv,ji mala bi tirkî, A.A.

[b]EuroKurd [/b]Human Rights – www.eurokurd.net

[b]* * *[/b]

[b]Xanima Amed Tîgrîs wefat kir[/b]

Wek tê zanîn çend meh berî niha diya mamoste Amed Tîgris li bajarê Elezîze wefat kiribû. Niha jî xanima wî Emîne li bajarê Stockholmê wefat kir.

Emîne Okay nêzîkî 10 sal in ku bi nexweşiya alzhiermerê ketibû û di van 5 salên dawî li servîsa nexweşxaneyeke Stockholmê diman. Emîne di roja 2008.11.01î de li paytextê Swedê li bajarê Stockholmê çavên xwe li jiyanê girt. Wê li pey xwe herdu lawên xwe Evîndar û Rizgar û hevalê xwe yê salan mamoste Amed Tîgrîs hişt û çû ser dilovaniya xwe. Emîne emekdareke kurdan bû.

Ew ê li Stockholmê li goristana bîyaniyan a musilmanan were veşartin. Bila serê malbat, nas û dostên wan sax bin û cihê wê Bihuşt be!

[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.