Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 20 October 2008

[b]Banga Lezgîn[/b]

Perlemana Turkiyayê tezkereya ku sala borî erê kiribû careke din dirêj kir. Sala borî, piştî erêkirina tezkereyê artêşa tirk, bi operasyonên bejayî û hewayî Başûrê Kurdistanê dagir kiribû. Di van operasyonan de pir gundên ku di bin berpirsyariya Hukumeta Federel ya Başûr de hatibûn bombebarankirin, sivîl hatibûn kuştin, di nava gel de tirs hatibû belavkirin û ziyanekî mezin a aborî derketibû holê. Çendî dewleta tirk bêje armanca van operasyonan derbekirina PKK'yê be jî, di rastiyê de armanca sereke derbekirina Kurdan û destkeftiyên wa ne.
Bi pêkanîna van operasyonan dewleta tirk dixwazê vîna hemû Kurdan û statûya wan bin pê bike. Hêzbûyîna Kurdan, bûyîna xwediyê îradeyê, pêşketinên aborî li Başûrê Kurdistanê û statûya kurdewarîyê ji aliyê vê dewletê ve nayê tehemûlkirin. Dewleta tirk difikire ku, heger li Başûrê Kurdistanê statûya Federal ya Kurd bidome wê bibe sedemê ku ew nikaribin bi hesanî siyasetên xwe yên bi armanca asîmîlekirin û pelçiqandina Kurdên Bakur bidomîne. Lewre armanca wî a pêşxistina têkîliyan bi Hêzên Başûr re ne li ser esasê qebûlkirina rastiya wan e. Hemû hewldanên dewleta tirk bi armanca ku Kurdan bi Kurdan bikuje pêş dikeve. Her wiha ew dixweze ji siyaseta xwe ya derbarê Kerkûkê de rê vebike.
Di asta heyî de kemînên mezin li hemberî gelê kurd û statûya wî tê tenzîmkirin. Bi qebûlkirina vê teskereyê ev cara duyemîn e ku dewleta tirk dixwaze li herêmê şidetê pêşbixe, bê îstikrariyê kûr bike û derxe derveyê sînorên xwe. Tu kes nikare di vê nêzîkatiya dewleta tirk de naskirina Hukumeta Federe ya Kurd û çareserkirina pirsgirêkên wê bibîne. Heke wisa bûya wê ji partiyên kurd, PDK û YNK'yê re negotibûya “an hûnê lidijî PKK'ê şer bikin an jî ez ê li we bixim“. Di vê pêvajoyê de dema ku em li daxuyaniyên Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî, ên derbarê Kerkûkê de jî guhdar dikin, ku ew dixwaze Kurkûkê li derveyê sînorên Kurdistana Federe bibîne, baş tê dîtin ku kemînekê xeter li hemberî Kurdan tê lidarxistin.
Îro doza gelê kurd di pêvajoyeke pir girîng de derbas dibe. Ketina vê kemînê wê zerarê bide berjewendiyên Kurdên hemû parçeyan. Kêmasiyekê di vê demê de dikare hemû destkeftiyên gelê kurd binpê bike. Derneketina lidijî leystokên dîplomatîk yên dewleta tirk û “şerê birakujî“ tenê wê zerarê bide berjewendiyên neteweyî yên Kurdan û her wiha wê perestîja wan di qada navneteweyî de binpê bike.Dê were zanîn ku aşîtî û garantiya statûya hemû parçeyên Kurdistanê di Yekîtiya Neteweyî de derbas dibe.
Ji bo valaderxistina vê siyaseta dewleta tirk a êrişker û qirêj, em bang li hemû Kurdan , di serî de jî Hêzên Başûrê Kurdistanê, dikin û wan vexwendeyê Yekîtiyê dikin.
Ji bo Tirkiyeyê ji vê helwesta wê dûrbixin em banga şiyarbûyînê li hemû dostên gelê kurd, raya giştî û hêzên navneteweyî jî dikin.
Ev bang ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistyanê (KNK) ve hatiye dest pê kirin.
Kesên dixwazin imzza bikin:navê xwe û îmza xwe ser vê navnîşanê bişînin;
[b][email protected][/b]

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.