Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 23 September 2008

[b]Omet, filmekî Ibo Kurdo bi Kurdî û Hollandî[/b]

[img]http://hosting06.imagecross.com/image-hosting-th-13/4100IbrahimSelman.j…]
[b]Ibrahim Selman [/b]

Org. Enstituya Kurdî ya Brukselê û het Beschrijf/Passa Porta Çarsem, 24ê Îlonê, saet 9 Passa Porta - A. Dansaertstraat 46 - 1000 Brussels Free entrance - info: Het Beschrijf: 02 223 68 32

[b]Omet[/b]

Nivîskarê senaryoyan Yaro tev jina xwe Hale ji Iraqê direve Hollanda bi hêviyên ku filmekî li ser xortê bi navê Temo çêbike. Temoyê 10 salî (di jiyana xwe ya rastî de) ji komkujiyek di çolên Iraqê de xelas bû ye. Temo dijbihê Mîro, birayê Yaro yê hunda. Herçend e Yaro di duwanzdeh salên dawîn de xwestî ye filmekî çêke lê pêk nehat. Di dawî de ew li qasî Els dibe. Keçeke ciwan, di dezgeheke filman de kar dike. Ew dibe evîndarê wê û hêviyên wî ji bo çêkirina film zêde dibin. Lê ew ji aliyê jina xwe ve tûsî gelek kêseyan dibe. Ew demeke ku elaqetên wan, ji sedema ku zarokên wan çê nabin, bi hev ra ne gelekî xwes in. Hale nizane ku ew ji Yaro zarok nikarin çê bibin. Yaro bi xwe jî naxwaze li ser vê kêmasiya xwe tistekî bêje jina xwe. Di eynî demê de ew wê tewanbar dike. Hale li sedem û dermanê vê pirsê digere. Dema ew rastiyê pê dihese, ku Yaro ye sedema çênebûna zarokan, tola xwe distîne. Tenêbûna di nava jiyana wan de gelekî mezin e. Ne bi hevra û ne jî bêyî hev dikarin bijîn. Çîrokeke giran, bedew, komîk, ku bi bîrên bavê mîna siyê li ser Temo û Mîroyê hunda digere.

Filmekî Ibo Kurdo
Berhema Selman Productions
Lîstikvan:
Nadiye Baran, Nadia Poeshmann, Ibrahim Selman
Sitran Brader
Axaftinên film bi Hollandî û Kurdî ne
Film 88 deqîqe ye

Org. Enstituya Kurdî ya Brukselê û het Beschrijf/Passa Porta
Çarsem
24ê Îlonê, saet 9
Passa Porta - A. Dansaertstraat 46 - 1000 Brussels
Free entrance - info: Het beschrijf: 02 223 68 32

[b]Derwich M. FERHO[/b]

Koerdisch Instituut te Brussel
Bonneelsstraat, 16 - 1210 Brussel
Tel. 00 32 02 230 89 30, Fax 00 32 02 231 00 97
[email protected] - www.kurdishinstitute.be

kurdishinstitute.be (nicht überprüft)

Di, 09/23/2008 - 18:51

[center][b]Parlementerên Flaman yên Parlementoya Ewrûpa'yê Xelata Aştiyê didin Abdullah Demirbaş'î[/b][/center] [center][img]http://www.yeniozgurpolitika.org/pictures/haberler/abdullah_demirbas.jpg[/img][/center] [center][b]Abdullah Demirbaş[/b][/center] Di 2 Cotmeh 2008 de li Bruksel Konferanseke li ser mijara "Proseya Endametiya Turkiyê ji bo Yekîtiya Ewropa: rewşa dawîn!“ amade dibe. Ew bi hevkariya Enstituya Kurdî ya Brukselê û komela aştiyê Vrede vzw dibe. Program di pêvekê de ye. Mijar û axaftvanên vê konferansê teybetî ne û girîng in. Konferans bi şertê xwe nivîsînê, ji her kesî re vekirî ye. Di amadekirina vê konferansê de herweha Koma Interparlementer ya piştgiriya Kurdan (Interparlementaire Werkgroep De Koerden) jî heye. Di vê komê de hemû partiyên demokratîk yên Flaman têne temsîlkirin. Yek ji endamên vê koma piştgiriyê Bart Staes e. Bart Staes endamê Parlementoya Ewropa, ji Partiya Keskan e. Bi pêşniyara wî parlementerên Flaman ku di Parlementoya Ewropa de ne ewê Xelata Aştiyê bidin merivekî ku di doza aştiyê de xebatên hêja kiriye. Biryar hate stendin ku vê xelata pêşin bidin kesekî ku ji bo Kurdan û li Kurdistan xebat kiriye: Abdullah Demirbas. Şahredarê berê yê Sûr. Ew ku ji wezîfa xwe ji sedema xebata wî ya pirrzimanî de şahredariyê de hatiye avêtin. Wek tê zanîn, xizmeta di şahredariya Sûrê de, bi zimanê xelkê bû. Her rûniştvanê Sûrê bi zimanê xwe yê zikmakî, Kurdî, Erebî, Turkî, ... xizmetê wergire. Ew dema xizmeta bes bi Turkî qediya bû. Bi wî awayî wî xwest ku her meriv bi zimanê dixwaze xizmetê bibîne û xwest nîşan bide ku jiyana cihê, lê bi hevra mimkin e. Xweş e. Di konferansê de Abdullah Demirbaş jî amade ye. Ev jî dibe sedema ku di vê fersendê de xelata aştiyê bidin wî. Cî û saeta ku ewê xelata aştiyê ji bo Abdullah Demirbaş were dayin paş re tê zanîn. Bi Hollandî http://www.kurdishinstitute.be/nederlands/309.html Bi Frensizî : http://www.kurdishinstitute.be/francaise/311.html

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.