Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 11 September 2008

Roj baş...

- Arjen Arî bi bîranînek xwe bi we re ye,
- Çend nimune ji hunerên destî...
- CD yek bi kurdî li israîlê hate çêkirin,
- Mesaja Serokomarê Tirkiyê bo Serok Talebani

Silav û rez
[b]Zarathustra News[/b]

[center][b]Birîna Reş*[/b]

[img]http://img398.imageshack.us/img398/2354/arjenarivg7.jpg[/img]
[i]Arjen Arî[/i][/center]

Di wextekî ku lehengên çîrok û çîvanokan: dêwên heft serî, merivên ku ferên aşan bi lingên wan ve, mêrxasên ku bi şûr û mertalên xwe zîhê-mar dikuştin, dîkê ku seba libek dahn diçû şerê pîra dudiran...şûna xwe dan lehengên civakî; û pê re hizr û xeyal jî weke zarokên bi pêya ketî xwe spartin dîwarê jiyanê, rojeke zivistanê leqayî navê wî bûm: Mûsa Anter!

Wê rojê li Taxa Qijlê** kurtepistek belav bibû: Îro eskar dê têkeve nava bajêr, û ketûber wê her malê saxtî bike!

Piştî ku ev xeber li taxê belav bû û ji devê cîranan gihişt gûhê pîra min, pîrê weke şivanê ku bixwaze miyê ji ber devê gur birevîne, li yek tûşê berê xwe da dêya min:

- “Keçê, Wesîla...ew kitêba ku Mihemed Nezîr carinan dixwîne, û paşê ji te re dibêje weşêre, li kû ye?“

Dêya min a ku destê wê di nava hevîr de, bêyî ku bibêje çima, bo çi, mîna ku wê jî pêjna xeterê kiribe, got,

- “Di kulînê de di ber guhkê balgihê me de ye, jinapê!“

Jinapê, hê gotina Wesîla di dev de, yekser berê xwe da kulînê. Piştî du sê carên destpelandinê, pîrê bi ser tişta ku lê digeriya vebû û mîna ku bixwaze bê çiye, qulipand bi wî alî û bi wî alî de. Pîra ku bi nerînê tiştek ji kitêba di dest de bi dest nexist, hat hat, di ser serê sobeyê re mîna cendirmeyekî tirk, çik sekinî.

Agirê sobeya êzingên ji siharê de vêketî ne har bû; ne jî sik î sar...Dîsa jî bo ku destê wê neşewite, pîrê bi derdawa kirasê xwe qelpaxa sobeyê ji ser dev da alî, û kitêba di destê xwe de, kitêba mîna cawê riziyayî bo ku ji hev veçire li mahneyekê, kir du sê perçe û avêt nava sobeyê.
Agirê li ber sarbûnê bi dîtına pelên ziwa û zerîrî yê pirtûkê re mîna pisîkê li ber mişk veqelizî, zimanê xwe dirêjî rûpelkên pirtûka reben kir... û bi gurrpîna ewil re pirtûk da ber zimanê xwe yê agirîn, yê ku qurmê darberûyan di kêlîkekê de dikir komir û rijî.
Pîra di ser serê sobeyê re çik rawestiyayî, mîna dujminê ku dujminê xwe avêtibe nava agirê dojehê, heta çirkîna çiruska dawî jî li agirê bi bedena kitêbê ketî, nêrî. Piştî ku dît tev bû qijik û piçek reşî li şûnê ma, devê sobeya ku bîhna kizûriya kaxetê li hûndir belav kiribû, girt; bi bîhnferehî hilma xwe stend û berda, destê xwe yê rastê dirêjî derdawên kirasê xwe kir, û ji ber sobeyê weke ku bi hêla bûka xwe de bifitile berê xwe dagerand û got,

- “Wesîla...ji Mihemed Nezîr re bibêje, dêya te kitêb avet sobeyê!“

Bûka ku hêjî destê xwe di avê dadikir û hevîrê di teştê de distira, mîna ku bibêje , “ma ne te kiriye, tu bibêje“; serê xwe kil kir, tibabekî wisa sekinî û bêdeng ma. Piştî ku bi devzendika xwe ya hildayî di ser bêvila xwe re birûanî, dîsa ket ser ruhê hevirê ku hê sitiran diviya...

Piştî banga esir, esker weke garana ku li nava gund biqelibe, li nava taxê bela bibû; ji malekê derdiketin diketin mala din.

Dema ku li deriyê hewşê dan û bêdestûr ketin hundirê hewşê, xirepiş û şildim-bildima wan digiha heta Taxa Tirkan.***

Baş bû ku muxtarê mihelê Cemîlê Qetfo bi wan re bû.
Ez ê ku diçûm polê çaran û min bi tirkî zanibû; hatina esker ricfek di hinavên min de peyda kiribû û wê bêhnikê kiribû ku ez li tevî tirkî zimanê xwe jî ji bîr bikim.
Axir; piştî şildim-bildimeke dûdirêj û erêkirina muxtar, serleşker têgihişt ku zilam li mal nîn in. Lê pîrka min a ku li tevî şerê Elîk**** bibû her serê kêlîkekê berê xwe dida muxtêr û yê serleşker, û digot,

- “ yoxxx yox!“.

Lê kesekî guh nedida gotinên pîrê: Eskerên di hewşê de, bi serpozkên potînên xwe û qezetoreyên tivingan loda qirşikên li ber dîwar û kaya di kîsan de li bin siferneyê li ser hev, yek bi yek didan ber devê qezetoreyan.

Piştî ku leşker ji hewşê wekişiyan û berê xwe dan malên din, dêya min a ku destekî wê li ser dilê wê, mîna ku şewitandina kitêbê nû nû ketibe bîrê, bi dengekî heyirî got,

- “Te dit, jinapê? Nehatin hûndir jî...Te kitêbka reben avêt nava agir?“

Pîrê, qet guh neda gotinên bûka xwe.
Mîna ku bixwaze xwe ji gunehê şewitandina kitêbê daweşîne, li bûkê nerî û bi keser got,

- “Erê qîza min...xuya ye te ji bîr kiriye, bê li gund çi anîn serê me....“

Li ser van gotinên pîrê, dêya min di ber xwe de weha biland,

- “Herûwer kitêbek bû... Mihemed Nezîr digot ya Mûsa Anter e!“

*Navê Pirtuka Mûsa Anter
**Navê taxeke Nisêbînê
***Taxeke din ya heman navçeyê
****Elîkê Betê

[b]Çavkanî: [/b]Kowara W

[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]

[center][b]* * *[/b][/center]

[center][i]Serokomarê Tirkiyê Gul bo Serok Talebanî:[/i]
[b]“Derbasbûyî be birayê Talebanî“[/b]

[img]http://pukmedia.com/kurdish/images/stories/news_small/wena/mam-gul.jpg[…]

Serokomarê Iraqê û Rêvebirê PUK ê Celal Talebanî berî niha ji bo tedawiya xwe çûbû Nexweşxaneya Mayo li Emerîkayê. Piştî vegera malê, ji gelek deveran mesajên dostanî jê re hatine rêkirin. Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul jî ji Serok Talebanî re mesajek rê kir. Mesaja Gul ku di medîayê de belav bûye, mej i sat kurdi girtiye, wisa ye:

Birêz Celal Talebanî
Serokomarê Komara Iraqê

Birayê hêja,
Li gorî agehdariyên hatine dayîn, ji bo başbûna siheta te û parastina te ji nexweşiyekê, te li Emerîkayê tedawiya xwe pêk anî. Ez ji kurahiya dilê xwe başbûna siheta te dixwazim. Ez pê bawerim ku, hebûna te ne tenê ji bo rêkûpêkiya li Iraqê tenê, lê belê ji bo aşitî û pêşketina li Iraqê jî rola xwe mezin e. Her wisa ji bo têkiliyên dîrokî û bikok yên di navbêra Iraq û Tirkiyê de jî mezin e, bi wate ye.

Ez bi munasebeta meha ramazana pîroz daxwaz dikim ku, meha pîroz ji tevayê mirovahiyê re aşitî û refahê bîne.

Bi silavên ji dil û germ.
Abdullah Gul
Serokomar

[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]

[center][b]* * *[/b][/center]

[center][img]http://img398.imageshack.us/img398/2586/cdyakurdiliisrailvc6.jpg[/img]
CD´yek kurdî ji Israîlê[/center]

[center][b]* * *[/b][/center]

[center][b]ÇEND NIMÛNE JI HUNERÊN DESTÎ YA KURDÎ [/b]

[img]http://img502.imageshack.us/img502/7128/handmadeuz1.jpg[/img][/center]

Hilberîna (produksiyon, întac) hunera destî, ku jê re bi înglîzî Hand Made dibêjin û li nik gel û milletên dinê xwedî nirxek pirr ê payebilind e, lêbelê li welatê me, hunera van berhema destî êdî rojên xwe yên dawiyê dijî. Ango mixabin ku beşek mazin a ji hilberîna hunera destî ya li Kurdistanê êdî li ber windabûnê ye.

Ji bo parastina berhemên hunerî yên mêjûyî, ji vê bi salek berê, Sazendeya (weqfa) Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî li Stockholmê hat damezirandin.

Rêvebirê Muzexaneyê Goran Candan, bi kopîkirina yek ji peykerên herî kevin ên cîhanê, ku li encama lêkolînên arkeolojîkî yên li Girê Navokê, li Ruhayê hatibû dîtin, ji bo mijara parastina berhemên mêjûyî nimûneyek çalakiyê ya berbiçav nîşanî me dabû.

Nuha jî balkişandina li ser hilberînên hunerên destî, birêz Goran Candan bi mijarek nuh bi me re ye:

- Gelo divê em çi bikin da ku em xwedî li berhemên mêjûyî û hunera destî ya kurdan derkevin?

- Berî her tiştî divêt ku em kurd hişyar bin li ser mijara parastinê. Divêt em berhemên ku li Kurdistanê hene, li malên xwe biparêzin ta ku em wan bişînin li nav muzexaneyên Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê ji bo parastinê.

- Tu dibêjî ew ê li wir werin parastinê yan?

- Belê. Ew ê werin parastinê hem jî bi şêweyek herî baş. Ji ber ku desthilatdariya kurdan heye li wir, loma.

- Van berhemên hunera destî yên li Bakurê Kurdistanê, gelo ji ber çi sedemî winda dibin?

- Ji ber du sedeman: A: ji ber ku li welatê kurdan şerê taybet dihêt ajotin. B: Xwedî li wanberhemên mêjûyî nederketin. Ne desthilata kurdan û ne jî şêniyê herêmê xwedî li vê dezgeha mêjûyî derdikevin. Desthilata kurdan a navendî li Bakur nîn e. Desthilatên herêmî yên wek Şaredariyên kurdan jî bi gelşên dinê re xwe mijûl dikin. Li gor beyanatên hunermendên hunerên destî yên li Çarşiya Şewitî ya li Diyarbekrê, rexbeta xelkê, piranî ji bo firaq û alavên fabrîkî (sun'î) yên naylon û plastîkî heye. Kes êdî nirxê van firaq û alavan mixabin ku nizane. Heger çend salên dinê jî welê berdewam bike, hingê ev dezgeha hunerî ku ji bav û kalan derbasê zarokên malê dibe, ji binî na mîne!

Loma divêt em van firaq alavan û hemû firaq û alavên mêjûyî biparêzin. Ji van berhemên ku hûn li wêneyê dibînin, ji her yekî yek li nav navenda Sazendeya Pirtûkxane û Muzxaneya Kurdî li Stockholmê û li nav Pirtûkxane û Muzexaneya Kurdî li New York'ê dihêt parastinê. Van çend lib nusxeyên nimûne, birêz Goran Candan ji Amedê hanîn û li van ciyên navbirî dan bi parastin.

[center][img]http://www.saradistribution.com/foto2/hunermendeHuneraDesti.jpg[/img]
[b]Wêne:[/b] Nimûneyên balkêş ji hunerên destî ya kurdî ji Ameda Brîndar[/center]

[center][b]* * *[/b][/center]

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.