Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 26 July 2008

“Pandora kutusu açıldı“.
Kıral çıplak!
MİT alanı.
Ergenekon üyesi.
Türk egemenlik sistemin tarihinin yetiştirdiği en büyük ihanetçi.
Kürd millet kökünü kazımayla memur kılınan bir Kürdkıran.
Arkadaş katili ve ırz düşmanı.
Pis bir iftiracı ve ispiyoncu.
Biz buna yıllar önce söyledik. Gören körleri ikna edemedik. Biz iddialarımızda diretince sözde aydınlarımız kontra bozuntusunu savunmayı kendini vazife kıldı. Olsun dedik. Tarih yaşanan an değildir ve iddialarımızı sürdürdük.
Tarih bizi haklı kıldı. Fakat bu bizi mutlu kılmıyor. Keşke haklı kılmasaydık da, yanılan biz olsaydık. Kürd milletinin başına bunca bela gelmeseydi.
İddia ettiklerimiz bizim üretiklerimiz değildi, aslında kontra bozuntusu ve efendilerinin söylediklerinin tekrarıydı. Ne eksik ve fazlaydı.
Bizim yaptığımız olup-bitteni doğru okumak ve tanımlamatı. Yaptığımız sadece buydu. Ama gelgör ki, onca verilere rağmen çok “bilimsel“ takılan aklıevellerimiz işi boğuntuya verdiler. “Koplo teorileri“ne yordular. Aslında en başta Kürd milleti ve kendilerinin nasıl bir komplo ile karşı karşıya olduklarını göremiyecek kadar gören körleri oynadılar.
Biz, bu zatın Türk egemenlik sistemin yetiştirdiği, Kürd millet kökünü kazımakla memur kılınan bir ihanetçi olduğunu söylediğimizde bu sözde aydınlarımız korku içinde etrafına bakınarak “tövbe tövbe“ deyip günah çıkarırlardı.
Yaptıklarıyla bilerek veya bilmiyerek ihanete koltuk deyneği olurlardı.
Üstüne üslük bu yaptıklaıyla durmayıp ihaneti deşifre edenlere akıl verirlerdi.
Aslında bu, bir yerde vicdan rahatlama seansları oluyordu.
Kendileride rahat değildi. Ama gözlerimizin içine bakıp onları doğrulamamız isteniliyordu. İkna olmadıkları halde onları onaylamakla rahatlıyacakları sancısını yaşıyorlardı.
Fakat beklediklerini bizden görmüyorlardı. Görmeyincede bize karşı gizli veya açık bir düşmanlık besliyorlardı. Bunun gerekçelerinide bulmuşlardı. “Komplo teorileri üreten doğmatikler“dik ya(!)
Eyvah!!!?
Peki ne oldu?
İnsan ve tabiatıyla harap olmuş bir Kürdistan'dan başka geriye ne kaldı.
Öcalan'nın Ergenekon üyeliği ispatlandı.
Bu günden sonra ispatlansa ne olur, olmasa ne olur.
Yaşananları tersine çevirebilir miyiz?
Tarihi geriye sarabilir miyiz?
Yapamıyacağımıza göre olan Kürd milletine oldu.
Kendisine ağır bir bedel ödetildi.
Peki bundan Öcalan destekleyicilerin hiç mi suçu yok?
Var!
Bunun muhasebesi yapılmalı.
Önce kimin bu Kürdkıran operasyonunda neyi bildiği açığa çıkmalı. Bu nedenle yıllardır “kara kutular“ konuşmalı“ denildi.
Evet karakutular konuşmalı!
Başkaları onları deşifre etmeden kendileri konuşmalı. Varsa bir suçları bunu Kürd milletinin adeletine havale etmeli.
Kürdkıran tarihini “bizim tarihimiz“ diyenler, dost sohbetlerinde şu veya bu kurumun başındaydım deyip kendine paye biçenler, masum değildir.
Kürd milletine karşı verilen kirli savaşın bilerek veya bilmiyerek birer dişlileri oldular.
Bu güne kadar yaptıkları kendilerine paye biçmek oldu. Bu ezber bozulmalı.
Bu nedenle kara kutular konuşmalı.
Kürd kıran operasyonun tüm puzluları yerli yerine yerleştirilmesi ve PKK hareketinin Kürd kıran resminin net olarak ortaya çııması için konuşulmalı.
Daha fazla Kürd kanı dökülmeden bu, bu gün yapılmalı.
Kürd milletinin beklentisi budur.

Dib^jin mirovek hebu ye li zevîya xwe ,ji xwere li ser kar û barê xwe buye. Rojek li zevîyê li tenîshata jina xwe li ser derdê dinyayê ji xizanî û nezanîye axifî ye. Dure li devdorê xwe nihêrîye dîtîye herkesek li ser karê xwe ye ji xwere niskan dichine. Bînteng buye û ji jinaxwere gotîye jinik wellahî iroj tahm li ba min nîne dixwazim bichim bajêr qida li jîyan ê. Berê xwe da ye bajêr û bi rê ketîye. Lê camêr di nîvê rêde xwestîye cixareyek bipêche. Li berîka xwe nihêrîye û qutîya cixarê nedîtîye carek din zivirîye bervê zevîya xwe ya nîska. Dema ku nîzîkî li zevîye kiriye xwedeyo chî bibîne...Bawerî nekirîye mirikek li ser jinê ye...! Hima ji erdê kevirek standîye û serî daye ser mirovê ku peshkarê jinê buye. Wî mêrike ji hima ji zevîya nîska qevshek nîsk girtîye û revîyaye. Serî dane ser hev zevî ji zevî bi revin. Ji yê ku pesh direve pirsînin paleyan. Bra chî qewmîye xêre tu direvî xwîdan bi ser te ketîye. Mêrik gotîye; ' Heyra welleh min qevshek nîsk ji zevîya wî beredayîye chand ji bo wî yekêye ku bera min dide ev bu seaatek' yê ku bera dide bi duyê ketîye,ji wîra dibejin bi qahrek; 'Law ma tu sherm nakî ji bo qevshek nîsk ma rewaye te serî daye ser wi rebenê xwedê...Eyb !u sherm e. Heya bike maqulo...' Mirik vedigere dibejê ; 'Yê dizane dizane yê nizane bagê nîskane' Xalê Eyub ev jî bu meseloka bagê nîskan. Wellahî yê dizanin dizanin di 30 salîya dawîyêde kîjan tofan di ser kurdande hat °û topa Evdilmusa li kurda ket... Rewshenbir mirina kurda bu di salên dawîyêde, ne rêxistin ma ne jî kar û barê welatparezî. Yê dizane dizane yê nizane bagê nîskane. Dema te xwesh gel silav û rêz.

Hûn rast dibêjin, nivîsin û çîrokê we jî başin û li cîye xwe de ne. Lê sed heyf û mixabin tenê gotinin.. Apo her axa dimîne eger Kurd berdewambin bi nokertîyê. Mesele mesela bedil e.. Ango alternatîf. Ji ber vê yekê Kurd bê çare ne û li dûv wî diçin.. Petvîye bedilek bête avakirin. WÊ demê jî Kurd dikarin b,bêjin "Êdî bes e". îro rewş li gor dilê hêzên tarî û xwefiroş.. Kurd bê çare û bê hevîne. Mîlyonan Kurdên welatparez li benda godot ne.. Pêwîste Kurd sêrê xwe ji bo vê yekê biêşînin. Silav Kurdolog

Brayê delal, Li cîhanê tu netewek qasê kurdan nekishand û ne ji bê mirad ma. Yek ji me peyv dike, bi hezaran axîn derdikeve huzbar ê. Bi rastî jî cîyê gengeshyê ye ku mirov li ser rewshenbîriya welat raweste. Me dev ji rêxistina jî edî berdaye. Lo bra, Ka rewshenbîr. Di 30 salîya sherê qirêjde, di kuda wenda bun. Chima wenda bun, kê da wendakirin ê? Em dizanin ku li welatek ger rewshenbîr tinebin, ruh û can jî wenda ye. Disa em dizanin ku di rojevê de bixwazî nexwazî Ergenequn û buyarên 30 salîya welatê Kurdîstanê jî li holêye û li ber gengeshîyê ye,dibe ku zêdetir di serde bêt chuyîn. 5 milyon kurd hima ji kurdîstanê bi destê qontra û bi fikr, raman û helwesta tirka hat valakirin. Di dîrokê de tirk ewqas ser neketibun. Ev tê chî wateye? 5 hezar gund, bi hezaran binkevirkirin, zerar û zîyana ziman, dîrok ,edet û teqewîlêtên wendayî... Hal û rewsh ewe ku toxim carek din bêt acotin li axa pîroz û bi fikrek netewperwer. Lê heta ku alozîya ergenequn û ningê wîye di nav kurdande bi bashî neyê eshkerekirin û kurd-qiran û buyarên wî û dewleta tirk di serîde neyê puchkirin ez bawer nakim ku li ser bingehîyek sexlem ewê wek avayîyek rabe. Ishê me gelek zor û bi zahmet e. Lê kurd bê hêvîjî nin. Dem xwesh.

STENBOL, 26/7 2008 — Xirabiya şerê qirêj ya herî mezin ew e ko mirovan, komelgehê ji exlaq, ji hestên edalet û wijdanê bi dûr diêxe; exlaq dejenere dibe, wijdan difetise, hestên edaletê çi ye namînin. Di heman demê de, berpisiyarên şerê qirêj jî xwe bi ti awayî di dergehên hiqûqî de nabînin. Her wekî dewleta Ergenekonê ti caran hiqûq û mafê mirovan li bîra xwe neanî. Herwekî Abdullah Ocalanê serokê PKK-yê bi hemî himpayên xwe ve, ji hemî pîvanên hiqûqî bi dûr jiyayîn. Berî niho eyamekê gotgotek belav bû û gotin “pora serê Abdullah Ocalanî hatiye kur kirin“. Li ser vê gotegotê di serî de parlamenterên DTP-yî û paşê hemî mirîdên Ocalanî xwestin qiyametê rast bikin û li Diyarbekir û bajarên dî yên Kurdistanê bi protestoyan derketin meydanê; di zindanan de û li derve bi sedan mirovan dest pê kir pora serê xwe cûzan kirin; jinan pora xwe kur kir. (Di edetên kurdan de jin di facîayên mezin de keziya xwe kur dikin.) Her heman Abdullah Ocalanî di vê hefteya borî de, di hevdîtina digel eboqatên xwe de gelek bi rehet û aşkere got; “15 hezar kurd bi destê çeteyên PKK-yê hatin kuştin“. Lê li ser vê gotinê qet deng ji kurdekê derneket, ew hiqûqnas, ew parlamenter, ew siyasetmedar, ew jinên pora xwe kur dikin yek napirse gelo ka gunehên wan kurdên ji aliyê çeteyên PKK-ya Ocalanî ve hatine kuştin çi bû? Ew kî bûn? Kur û keçên kê bûn? Bi rastî jî ew ji aliyê kê ve û bi çi awayî hatin kuştin? Dê û bavê wan hemiyan wan wekî şehîdên Kurdistanê dizanin; lêzimên wan wesa dizanin ko ew di “şerê azadiyê“ de bi guleyên dijminan hatine kuştin! Herwekî efsaneya Mahsum Korkmaz. Abdullah Ocalan dibêje derew e ko Mahsum Korkmaz di şerî de hatibe kuştin, dibêje ew bi guleyên PKK-yiyan hatiye kuştin. Herkesê ko PKK-yê ji nêzik ve nas dike, baş dizane ko gotina “binkevirkirinê“ ji nan û avê gelek rehettir di nêv PKK-yê de têt bi kar anîn. Binkevirkirin navê mekanîzmaya kuştinên di nêva PKK-yê de ye. Lewma bi heman rehetiyê Ocalan dibeje, “çeteyên di nêv PKK-yê de 15 hezar kurd kuştin“. Gelo li gorî çi wijdan, pîvan û exlaqî kurkirina pora Abdullah Ocalanî hinde dibe arîşeyek mezin lê qet behsa kuştina 15 hezar ciwanên kurd nayê ber çavên van mirovan? Ev çi hezeyan in? Çi şermeke giran e ko kesê şerm bike nemaye! 15 hezar mirov serwind û binber bûne; kesek nabêje ka çima? Gelo ev çi zihniyet e ko xwîna xort, keç û ciwanên miletê kurd de hinde erzan dibîne? Gelo ew çi “serokê neteweyî“ ye ko rêxistinek bi navê PKK-yê damezirandiye, ji jêr heya jor her PKK-yiyek li gorî xwe “afirandiye û disiplîneze“ kiriye (ji ber ko her PKK-yî dibêje serok em ji nû ve afirandin“ bi vê jî nemaye neteweyek ya bi navê kurd “ji nû ve çêkiriye“, lê wê rêxistinê bêyî ko haya wî jê hebe 15 hezar kurd kuştin? Abdullah Ocalan bi devê xwe sîstema xwe ya krîmînal-melez raberî ber çavan dike. Ji ber ko li gorî hiqûqa şerî û hiqûqa însanî, ji bo şerê gêrîla meşrûbûnê heq bike, divê xudanê îdare û disîplîneka li gorî hiqûqa şerî be; lewma her berpirsiyarek yê gerîla di vê niqteyê de li himberî yên bi wî ve girêdane berpirsiyar e. (Binêrin Crimes of War, a- z guide.) Lê wesa xuya dike ko di qada Abdullah Ocalanî ya “qadirê mitlaq“ û alîgirên wî de ti giringiye meşrûbûnê, normên însanî û hiqûqî nîne, je ber ko Ocalan li ser hertîştî re ye. Lewma ew hertim ji bo tawanên xwe hindek gunehkaran dibîne; ew jî ew in yên ko sîstema wî raxistine ber çavan; kuştina 15 hezaran jî dixwe stoyê wan; yek ji wan Selîm Çurukaya ye. Ya rast ew e ko Selîm Çurukaya digel sîstema Abdullah Ocalan ya krîmînal, gunehên xwe yên digel wî jî bi pirtûka bi navê “Apo'nun Ayetleri“ raberî ber çavan kiriye û bi romana bi navê “Sırlar Çozulurken“ jî projektor daye ser wê Ergenekona li pişt “qudreta“ Ocalanî. Her ji aliyê exlaqî û wijdanî ve jî çi ji destê wî tê dike û dibêje. Mirovek dî yê ko Abdullah Ocalan zêde behsê dike û tawanên xwe dixe stoyê wî Selahattin Çelik e. Lê Selahattin Çelik hêj xwe ji gunehên xwe daneweşandiye, hindek bûyerên ko raste-rast destê Selahattin Çelikî tê de hene çêbûne; Selahattin Çelik qet xwe nade ser wan bayan. Bo nimûne bûyara kuştina çar xortên KUK-cî û kuştina yekê komunîstê Iraqê, di 1985-ê de li başurê Kurdistanê; Selahattin Çelik di nêv vê bûyerê de bû û ew baş dizane ka ew bûyer çawa çêbû. Lê Selahattin Çelik xwe ji vê bûyerê bêpar dike û di pirtûka xwe ya bi navê “Ağrı Dağını Taşımak“ de vê bûyerê wekî “komployek“ ya KDP-yê tîne ziman. Însaf! Divêt Selahattin Çelik û gelek dî yên wekî wî baş bizanin, dema ko ew ji bo hindek gunehên xwe cesaret nekin sîstema Abdullah Ocalanî ya krîminal teşhîr bikin, dê hingê Ocalan hemî tawanên xwe li ser stoyê wan bar bike. Ji ber ko ti caran can nabe toz û ba! Ger mirovek tenê jî nemîne şahidiyê bike, ji bîr nekin Kurdistan welatekê têrbaran e û dilopên baranê pir in, dê rojekê çip-çipa wan dilopan li ber deriyên we dane û şahidiyê ji sîstema Ocalanî ya krîmînal re bikin. Tenê ji devê Abdullah Ocalanî, 15 hezar can, 15 hezar kur û keçên xelkê di çiyayên Kurdistanê û Beqaeyê de binber bûn, dema rojekê hestên wijdanê, bîr û bawaeriya edaletê di vê cografyayê de bê cih, bêşik dê hesab ji Radovan Karadziçên Kurdistanê bêt pirsîn; vêca ev Karadziç çi ergenekoncî an jî çi tetîkçiyên Abdullah Ocalanî bin. Bila haya qesabên Kurdistanê ji peymanên Cenevreyê nebe û bila qet nedin ser guhê ko çi ordiya nîzamî be û çi jî çekdarên nenîzamî bin, herdu alî jî mecbûr in ko pêgir bin bi hiqûqa şer û prensibên hiqûqa însanî ya nêvneteweyî; lê dema rojekê wijdana însanan û hiqûqê di vê cografyayê de jî serî hilda, dê hingê ew jî wê cehennema ko wan heq kiriye bibînin.

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.