[b]XWEDÊYO TU ME BISITIRÎNÎ![/b]
[img]http://www.sincanrehberi.com/haber_uploads/1047_maxi.jpg[/img]
Ma milletê Kurd çi guneh kiriye ku rast li van nemafiyên mezin hatiye?
Welatê kurdan tev xêr û bêr e, lê mirovên li ser ne layiq in loma ni karin van xêr û bêran bixwin û bidin milletê xwe yê feqîr û perîşankirî.
Kî li ser navê vî xelkî dirabe, dibêje: lo biratiya tirk û kurdan! Lo biratiya firs û kurdan yan ni zanim lo biratiya ereb û tirkan!!! Heger bigotana biratiya gurr û kurdan min baweriyek xurt heye ku wê baştir bûya ji van her sê yan.
Ez bi xwe ni zanim ku mirov çawa biratiya van heywan û dehbeyên hov dihêne ser lêvên xwe?
Ma biratî bi hov û dirindeyan re dibe?
Çima em kurd fêr ne bûne ku bibêjin: bila bijî biratiya kurd û kurdan????????????????
Ehmedê Xanî ji vê 400 sal berê çi gotiye?
Cegerxwîn û tev hozanên dilperitî çi gotine?
Wan her dem gotiye: BÊYEKÎTÎ EM DIJÎN - LOMA EM BÛN CEGERXWÎN!
Wisan diyar e ku em ê hîna pirr bibin cegerxwîn. Ji lew re hîna navê yekîtiya kurdan jî li holê nîn e.
Ramyariya xurtkirina 'yekîtiya' bi tirkan re li dar e. Hem jî bi şêweyek pirr ê tund û xurt!
Serokê ku serê wî yê mazin di q..na ErgeneQÛNê de derketiye, her roj du roj qêrîna wî ye wek mangayê hêc dibêje 'yekîtiya tirk û kurdan!', 'yekîtiya tirk û kurdan!'
Ji 20 salan vir ve ye ku tevaya hevberiya (muxalifeta) xwe bi şûrê destê xwe ser biriye. Deng ji hevberiya wî qet na yêt. Ew çawa bixwaze,her wisan jî dike.
Rojek dibêje bila 30 miljon 'kurdên Tirkiyê li malên xwe bi kurdî bipeyivin!'
Her kes dibêje: pirr rast dibêje!
Rojek din dibêje: 'me Kemal şaş fam kiriye!'
Her kes dibêje: her wisan e.
Roja din ji gerîlla re dibêje: 'hûn çi sekînine? Werin bê merc û ho xwe bidin dest!'
Refên gerîlla qor bi qor dihên xwe radestî neyarên xwînxwar dikın û di heman rojê de yan di bin şikenceyan de dişikên yan jî bi cezayên gran di wan dıavêjine zîndanan de û li wir jîna jî dirizin!
Dîsa we dît ku roja din got: 'Azadiya tirkan azadiya kurdan e!'
Bi kurtî, ew bêbextî û xiyaneta ku ew bi kurdan dike, di mêjûya berxwedana kurdan de kes ne kiriye!
Ez dibînim ku ya herî xirab jî ew e ku KES DENGÊ XWE LÊ NA KE!?
Kes na bêje: Hey bêbexto êdî bes e!
Te xwîna me bi rijandin da! Me got ji bo serxwebûnê pozberanek me divê, loma tişt na be!
Te got rabin, em tev bi pêş te ketin!
EV TEV JI BO SERXWEBÛN Û AZADIYA KURDAN BÛ.
LÊ GAVA TU DİBÊJÎ 'HEGER JI KURDAN RE BIBÊJIN JI TIRKAN VEQETE, EM QET NA VEQETIN! Bi Xwedê tu hingê bêbextî û xiyaneta herî mazin bi kurdan û şehîdên wan dikî!!!
EVDO EMIRKINO ÊDÎ BES E!
Re: XWEDÊYO TU ME BISITIRÎNÎ! ÊDÎ BES E!!!