Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 3 Juni 2008

[b]33 SALIYA DAMEZIRANDINA YEKÎTIYA NIŞTÎMANÎ KURDISTAN,
LI NETEWEYÊ KURD Û LI KURDISTANÊ PÎROZ BE.[/b]

[img]http://www.aha.ru/~said/puk_t1.jpg[/img]

Rêzdaran!

Nûnerên rêxistinên siyasî û demokratîk!

Mêvanên giranbiha!

Xuşk û biryên hêja!

Digel rêz û silavên KOMÎTEYA HEVKARÎ, hûn hemî bixêr hatine.

Em li ser navê KOMÎTEYA HEVKARÎya Hêzên Siyasî, 22 partî û rêxistinên siyasî yên ji herçar beşên Kurdistanê, ji komîteya amadekar ya vê civînê re û ji YNK liqê Swêd re, ji bo vê derfeta ku dane me, spas dikin. Herweha em, ji bo vê ahenga 33 saliya damezirandina YNK, serkeftin û serfîaziyê dixwazin.

KOMÎTEYA HEVKARÎ ji dameziner, kadir, birêvebir û hemû heval û hogirên YNKê re serkeftin û serfîraziyê dixwaze. Ji ber ku pîrozkirina me ya li virê bi xwe jî, bi xêra têkoşîn û fedakariya wan mêrxasan e.

Spas ji wan têkoşerên qareman re ku ev e 33 sal in bêwestan, di binê alaya YNKê de, têkoşîn ji bo azadiya Neteweyê Kurd dane.

Xuşk û birayên hêja!

Em baş dizanin ku YNK di van 33 salên têkoşînê de, gelek perîşanî, zehmetî, belengazî û jarîtî kişandiye û penabertî dîtiye. Lê hûn di encama têkşîna 33 salan de, bi serbilindî gihîştin armanca xwe ya pîroz.

Xedartirîn dîktatorê cîhanê yê dema me û rejîma wî ya faşît, hat roxandin.

Berhemên xebata we, bi hevkariya netewî li ser axa Başûrê Kurdistanê, dewleta Kurd a federal derxiste holê.

Kurdistana Azad, parlamen û hikûmeta Kurdistanê, tev nirxê xwîna peşmergeyên qareman in. Ev destkeftiyên netewî, encama Enfal û kuştina 842 hezar Kurd e.

Eşkere ye ku ne tenê Neteweyê Kurd bi çekên kîmyewî hatiye qetilkirin. Bi bomberankirina gund û bajaran, xweza û suruşta Kurdistanê jî hatiye wêrankirin.

Divê hemû kurdên li dinyayê, wek ronahiya çavên xwe, van destkeftiyên netewî biparêzin û ji bo avadankirina Kurdistana Azad şev û roj bixebitin.

Ev destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê, ji bo her kurdek xwenas, rûmet û serbilindî ye.

Hevkariya di navbera hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de, bi taybetî hevkariya di navbera herdu rêxistinên sereke YNK û PDKê de, hêviyeke mezin daye kurdên li herçar beşên Kurdistanê. Em hêvîdar in ku ev hevkarî û yekdengî, ji bo partî û rêxistinên hersê beşên din jî bibe nimûne.

Rêzdaran!

Xuşk û birayên hêja!

Rewşa Kurd û Kurdistanê niha di demeke pir nazik û aloz de dibore. Divê em jibîr nekin ku dagîrkerên Kurdstanê û dijminên azadî û demokrasiyê, ji bo ku neteweyê Kurd negihîje mafê xwe, bi şev û roj dixebitin.

Niha pirsa Kurd û Kurdistanê, ketiye rojeva Navnetewî. Ev yek, berjewendiyê neteweyê kurd e. Ji bo ku em doza xwe ya rewa bi cîhanê bidin qebûlkirin, pêwîstî bi xebata her kurdek heye. Xasma pêwîstî bi xebata siyasî, xebata dîplomatî, xebata rewşenbîrî û zêdetir bi xebata keç û kuran heye.

Ji bo serkeftinê, berpirsiyariya rêxistinên siyasî û demokratîk, bingeh e. Jiber ku rêxistinên siyasî rê nîşanî gel didin. Divê em xwe bi awayekî cidî ji bo pêserojê, ji bo bicîhanîna vê berpirsiyariya giran amade bikin.

Em ji xwe bipirsin, gelo şêweyê xebata me, metodên me yên çareseriya pirsgirêk û nakokiyan, hevdemî û nûjen in yan na? Girîng e ku şêwe û metodên xebatê li nava welêt û nemaze li derveyê welêt, nûjen bibin. Em rê bibînin da ciwanên Kurd beşdarê xebata netewî bibin, berpirsiyarî û desthilatdariyê werbigrin.

Dem hatiye ku hêza neteweyê kurd ya siyasî, demokratî, dîplomatî û rewşenbîrî, li derveyî welêt di binê sîwana lobiyeke kurdî de kom bibe.Wê demê, em ê xwe li derveyî welêt bi hêztir bikin.

Em li Swêdê, di warê siyasî û demokratîk de, bi navê Komîteya Hevbeş kar dikin û me jê encamên elekî baş wergirtine. Em hêvîdar in ev hevkarî li seranserî Ewrûpa têkeve jiyanê. Ji bo vê xebatê pêwîstî bi alîkariya hêzên demokratîk û siyasî heye.

YNK jî, bi kadirên xwe yên hêja û zana, hem di rêvebiriya Komîteya Hevkarî de û hem jî di hemî ebatên Komîteya Hevkarî de, ji bo bicîhanîna vatiniyên newtî, roleke sereke girtiye ser milên xwe. Em wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî rûmeteke bilind didin vê helwesta YNK. Em hêviya berdewamiya vê xebatê dikin

Rêzdaran!

Xuşk û bira!

Kurdistana Azad, parlamen û hikumeta Kurdistanê serbilindî û serfiraziya neteweyê kurd e. Her kurdek divê van destkeftiyên netewî weke ronahiya çavên xwe biparêze. Lê divê em jibîr nekin ku hîn jî sê beşên Kurdistanê di binê nîrê dagîrkeriyê de ne. Gelê me yê li van beşan, ji hemû mafên xwe yên

demokratîk û netewî bêpar in. Ji bo ku ew jî bigihîjin mafê xwe, li van beşan jî têkoşîneke bêwestan divê.

Xuşk û biryên hêja!

Hûn dizanin ku barê miletê kurd giran e û riya miletê kurd dûr e. Em hêvîdar in YNK di vê xebata pîroz de temendirêj û serkeftî be

Dubare 33 saliya YNKê li Kurd û Kurdistanê û li tevgêra siyasî ya kurd pîroz be!

Em hemû şehîdên Kurdistanê bi rûmet bibîr tînin.

Bijî Yekîtiya Neteweyê Kurd!

Her bijî Kurd û Kurdistan!

Digel rêz û silavên me

01/06.2008

Stockholm

[b]Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên kurd û kurdistanî li Swêdê, 22 partî û rêxistinên siyasî ji herçar beşên Kurdistanê[/b]

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.