Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 18 Mai 2008

Îro demjimêr 5 êvarê beramber 10 spêdê li gor dema Amerîkayê, bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê merasîma pêşkeşkirina diploman bi ser xwendekarên derçûyên Koleja Waşington & Jefferson li Amerîkayê destpêkir.

Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ji teref zanînageha Waşington & Jefferson ve hat bû destnîşan kirin ku şehadeya doktorayê ya fexrî pê bidin û îro di merasîmeke hêja de wî şehadeya xwe wergirt.

Di vê merasîmê de serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û ev li jêr teksta wê ye:
Amadebûyên birêz, mamosta û xwendekarên birêz, spêdeya we baş.

Gelek sipasiya birêz Dr Tori Haring-Smith û desteya birêvebra zanîngeha Waşington & Jefferson dikim jibona pêkeşkirina vê şerefa mezin bo min. Ez xweşhal im bi şanazî ve li şûna hemû hevwelatiyên herêma Kurdistana Îraqê vê şehadeyê qebûl bikim.

Unîversîteya Waşington & Jefferson yek ji kevintirîn û giringritîn zanîngehên Dewletên Yebûyên Amerîkayê ye, vê zanîngehê di piştevanîkirin ji bihayê azadiyê, serbestiyê û pêşkeftina akademî re dîrokeke zengîn heye.

Ciwaniya ciya û xwezayê vê devere weke yê Kurdistanê ye û vê yekê ez zêdetir xweşhal kir im. Ji bo kurdan ciya manayeke meizin dide, heta gotineke me heye ku dibêje“ bi tenê ciya dostên me ne“. Îro ez xweşhal im ku me kurdan ne bitenê ciya, lê belê heval û dostên me pirin û hindek ji wan li virin li zanîngeha Waşington & Jefferson in.

Bêşik geleka ji we zaniyarî li dor herêma Kurdistanê hene. Em ew çîroka serkeftinê ne li Îraqê ku mediya gelek behisa wê nake. Em kurd bi Îraqeke demokratîk û federe, ku li navxwe û bi cîrana re bi aşitî bijî, pabendin.

Eve ji sala 2003 û vir de herêma Kurdistanê bi awayekî tê birêvebirin ku bûye nimuneya demokrasiyê û lêbordeyîyê. Niha herêma me bûye deryek ji bo pêşkeftina aboriya tevaya Îraqê. Ew destkeftên li herêma Kurdistanê me bidestxistine ji sedema pabendbûn û qurbandanên DYA û hevpeymanan bidesthatine.

Em kurd di dirêjiya dîrokê de gelek rastî derdeserî û bindestiyê hatine. Dema hûn di dersên dîrokê û siyasetê de guhdariya êrîşên kîmayayî yên Sedam Hisên dibin, ew behsa dîroka meye. Dem hûn serhatiya rûniştvanên derbederên zêdetir ji 4000 bajêrk û gundan dixwînin, ew behsa dîroka meye. Herwesa dema hûn di xwînin ku 180 hezar hevwelatî şehîd bûn û termên wan di gorên bikomel de li Îraqê hatine veşartin, ew jî beşeke ji dîroka meye ku hûn fêr dibin. Azadkirina Îraqê di sala 2003 ê de, ji bo me bidawîhatina xweneke nexweş bû.

Îro ew derfet ji mer e peyda bûye ku bi azadî bijîn. Herwesa proseya avakirina paşerojeke geş ji bo me û ji bo zarokên me, bi rêya giringîdan bi warên perwerdeyê, pêşxistina civaka medenî, geşkirina aboriyê û piştevanîkirina mafên jinan û kêmendaman, peyda bûye. Em li herêma Kurdistanê mijûlî pêşxistina dadweriyê û hukmê qanûnê ne, em xelkê xwe fêr dikin ka çawa bihayên azadiyê bilind binirxînin û şanaziyê jî bi destkeftiyên xwe bikin, lê hêşta rêyeke dijwar li pêşiya meye û gelek kar maye bikin.

Tevî ku gelek kes dijî tedexula Amerîkayê bûn di Îraqê de, lê hêvîdarim ku wê rastiyê fêm bikin ku ji sedema azadbûna me ji diktatoriyê, îro 5 milyon kurd bi azadî û demokrasî dijîn. Em gelek bi cidî dixebitin ku ji cihanê re eşkere bikin ku ji sedema azadbûna me çend encamên baş pêkhatin û em di hewil û tekoşîna berdewam de ne ku civakekê avabikin hêjayî wê xebat û gavên me jibona azadiyê avêtine be, em piştrastin ku qurbaniyên we belaş naçin.

Yekem care di demê 100 salan de hêvî û derfeteke rasteqîne ji gelê kurd re peyda dibe, heta bi aşitî bijît û paşerojeke geş ji xwe re misoger bike.

Ez hez dikim pîrozbahiyek gerim li wan xwendekaran bikim ku îro bi minasebeta derçûna wan ahengan çêdikin. Îro cihanê pêwîstî bi gêncên zîrek û bi îmkanê yên weke we, ji bo avakirina paşerojeke geş bo hemû aliyan, heye.

Ciyê şanaziyê ye ku îro ez bi we rem e û li şûna gelê kurd vê şehadeyê qebûl dikim.
Em kurd ya di îmakanên me de be, ji bo hevgirtinê em dê bikin. zanîngeha we sloganek ciwan bilind kiriye ku bi dîtinên me re mitabiqe, ewjî “ hêz di hevgirtinê de ye“
Bi hev re em dê bihêztir bibin û pêşbikevin.

Gelek sipas

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.