Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 13 Mai 2008

Ziman sinaşe û nasnama her gelî ye. Kurdî jî yek ji zimanên herî dewlemend di gerdûnê da ye.Yek ji sebebên ku dewletên dagîrker nahêlin zimanê me bi awayekî fermî bê xwendin ev e ku ewan hay ji vê rastîyê heye û zimanên xwe hember yê me biçûktir dibînin, hewl didin rîya peşketina kurdî bigirin.

Bi nêrîneka kurt li ser zimanên tirkî û farisî mirov dibîne ku ev ziman pirr pirr ji weşeyên biyanî ne, ev yek jî nîşan dide ewan qels û hejar in, divê weşeyan deyn bigirin.
Lê berpirsyarên dewletên dagîrker vê rastîyê vedişêrin û bi propaqanda û pereyên gelek hewl didin zimanên xwe xurt bikin, li gerdunê bidin nasandin.

Lê em çima li ser zimanê xwe naxebitin ?
Em çima zû zû bi zimanê dagîrkeran dinivîsin?
Gelo we heya niha dîtîye tirk , faris û ereb bi hev û du ra kurdî biaxifin yan nivîsaren xwe bi kurdî binivîsin?
Ez ku bawer nakim. Lê gelek kurd vê yekê dikin. Ji bo van kurdan dîsan jî dereng nîne li zimanê xwe xwedî derkevin.

Govara firensî ya Le Français Dans Le Monde (hejmara 355, janv. fev .sala 2008), di nivîsarekê da lêkolînek li ser derecebendîya 88 zimanên her girîng yê gerdûnê weşandîye ku zimanê kurdî jî di nav wan da cih girtîye.

Lê xala balkêş ev e ku zimanên tirkî, farisî u erebî heya niha bi salan bi çalakîyên fermî yên dewletên xwe gihîştine vê radeyê û kurdî jî bi belengazî û tenê bûnê li hember wan sekinîye.

Yanê akî (eger ) ew xebatên bo van zimanan hatîye kirin bo kurdî bihata kirin, zimanê me yê di radeyeka herî bilindtir da bisekinîya.
Dîsan jî kurdî ji wan xurttir maye

Derceyên ku ev 88 ziman li gorî wan hatine nasîn

- Hejmara kesên ku bi wî zimanî diaxifin.
- Bûna wî zimanî li ser întêrnêtê.
- Hejmara dewletên ku ew ziman tê da fermî ye.
- Hejmara wergeranên ji wî û bi wî zimanî.
- Çêbûna fîlm , pirtûk , muzîk , xelatên wêjeyî yên Nobel bo berhemên wî zimanî
- Hebûna nermefzarên ( software ) metn û yên rastnivîsinê bi wî zimanî
Zêdebûna hejmara gelê ku bi wî zimanî diaxifin û hwd

Di vê dereceyê da Kurdî refa 31ê, Tirkî 26an, Erebî 7an, Farisî 40an û Azerî jî ya 47an da cih girtine .( Azerîyên Îranê ku ji tirkan bêtir dijminê kurdan in, wek Komara Azerbaycanê ku kurdên wir helandin, xwe tirk dizanin lê zimanên hev û du tênagihên ).

Elî Belxkanlû (xwendevanê zimanê Firensî (MA)
Zanîngeha Têhranê

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.