Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 1 February 2008

[b]Komîteya Rêvebir ya TEVKURDê[/b], di 01. 02. 2008, saet 11.30-yî de tehdîta kuştin û “bêdenkirin“ a HPG-ê li hemberî endamê Meclîs û Komîteya Rêvebir û Sektreterê TEVKURDê Îbrahîm GUÇLU bi civîneke çapemenî rûreş û protesto kir, bala PKK-ê/HPG-ê kişand ku ji mixalefet û ji fikrên cihê re tehemul bike û nerînên xwe pir alî nîşan da û Îbrahîm GUÇLU re xwedî derket. Diyarkir ku divê PKK-
ê/HPG-ê jî, ji mafê xweîfadekirin û fikrî re hirmetkar û rêzdar be.

Çapemeniyê, eleqeke fireh û mezin ji civîna çapemenî ya TEVKURDê re nîşan da. Rojnameger û telewîzyonçêkerên herêmî û neteweyî yên Tirkiyeyê beşdarî civîna çapemenî bûn.

Di civîna çapemenî de li ser navê TEVKURDê berdevik parêzer Sabahaddîn Korkmazî axiftin kir. Bi devkî naveroka daxuyaniya TEVKURDê ya ku li jêr e û ji we re tê birêkirinê, ji çapemenî re pêşkêş kir.

Pişt re parêzer, huqûqzane, nivîskar û berpirsê TEVKURDê Îbrahîm GUÇLU bi devkî bîrûreyên xwe yên di çapemeniya kurd de anîbûn ser zimên, bi kurtî anî ser zimên. Ji nivîsa HPG-ê/Aram Masîs wek qewimandineke nû behs kir. Bi kurtî û xûlasa got ku “sedema ku civîna çapemenî li ber dadgehê, ne ku ji bona ku srîlêdan û lêpirsîn xwestin ji dozgerê komara Tirkiyeyê ye. Sedem endambûna min ya Baroyê û baro jî di hundirê dagehê de ye. Bi nivîsa duyemîn jî derdikeve holê ku tehdît ne bes li hemberî min e, li hemberî hemû tevgera kurd ya ji derveyî PKKÊ ye. Nuha hedef, HAK-PAR, Komeleya Kurd a Amedê, Rizgarî, Kovara Serbestî û Çira ye. Ev dezgehan bi min re jî eleqedar in. Ez bi xwe demzrênêr û berdevkê Komeleya Kurd a Amedê bû. Ez damezrênêrên HAK-PARê me. Ez di Rizgarî de domdar, di Kovara Serbestî û Çirayê de dem-dem dinivîsim. Di vê merheleyê de ev dezgehan wek dijmin û hedef tên nîşan dan. Di pêşerojê de dê hemû dezgeh û kesên ji derveyî xwe PKK-ê hedef û dijmin nîşan bide. Dîsa nivîsara duyemîn jî diyar dike ku PKKê ji qerektera xwe ya klasîk, tarîxî ya li dijî mixalefeta hûndirê xwe û derveyî xwe guhertin nekiriye. Ez/em bi salan e ku di hemen dem de ji bona demokratîzebûna tevgera Kurdistanê xebat dikin. Divê kurd û PKK-ê/HPG-ê jî pîvanên Peymana Mafên Mirovî, demokrasiyê, Yekîtiya Ewrupayê bixin jiyanê û jê re rêzdar bin.. PKKê encama teşhîrbûna stratejî ûnerînên Ocalan, dixwaze bala endam û tereftarên xwe bikşîne ser mixalefeta derve, pirsê hundir binperde bike. Ev tehdîtan bisernakevin.“

Parêzerên Baroya Amedê, MAZLUM-DERê, HAK-PARê, komeleyên sivîl, gelek rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurd, berpirs uû endamên TEVKURDê, jin û mêr, ciwan beşdarî civîna çapemenî bûn.

Em daxuyaniya TEVKURDê pêşkêşî we û reya giştî dikin.

*****
[b]Jİ MEDYA Û RAYA GİŞTÎ RE[/b]

[b]“Em Tev Îbrahîm Guçlu ne!“[/b]

“Sedî sed fikra te naparêzim û naecibînim. Lê, ji bo ku tu fikrên xwe bi serbestî îfade
bikî, ez bi her awayî li pişta te me.“
Voltaire

Çend roj berê di malpera HPGê (Hêzên Parastına Gel) de, di derheqa Kurdperwerê hêja Îbrahîm Guçlu de nivîsek provakatîf û bi xeter hate weşandin.

Nivîs, bi manşêta “Ajanê dewleta kûr: Îbrahîm Guçlu“ destpê dike; bi îftîra, çêr, heqaret, teorîyên komployî dewam dike û bi banga “bêdengkirina“ wî diqede.

Di nivîsê de tê gotin û îdakirin ku; “...Îbrahîm Guçlu rasterast ajanekî dewleta kûr e(...) debara xwe bi kontratîyê dike. (...) Ji bilî têkilîyên wî yên JİTEMê û dewleta kûr, bi hêzên başûr re jî têkildar e. Diçe JİTEMê, ji JİTEMê dertê diçe Enstîtu û Pena Kurd, xwe bi zmanê kurdî rûpûş dike û li gor wezîfa ku dane wî ciwanên kurd ên xwendevan û yên ku ji refê PKKê hatıne qewirandin di komeleyan de digihîne hev û wan dibe li başûr perwerda çekan dide wan...hewl dide ku kontratîyek fena Hîzbul-Kontra li Amedê pêş bixe...Herî dawîn di nivîseke xwe de dev dirêjahî HPGê dike û dibê HPG, hêza înkara gel e...Bi vî jî namîne devdirêjîya Rêberê gelê kurd Rêber Apo dike. (...) Pir gotin ne pêwîst e, ciwanên welatparêz baş dizan in çewa ev seyên ku xwe gur dihesibîn in û dizûrin bêdeng bikin.“

Nivîsek seranser îftîra, derew, çêr, heqaret, tehdît, kontrawarî û provakatif e.

Tu fikir, analîz, rexne, antîtez û mantiq di nivîsê de tun e.

Nivîsek bêperwa, bêpîvan û ji hedêder.
Li kudera dunyayê û li gor pîvanên kîjan hiqûqê dibe bila bibe, gotinên Masîs curm û tewane!

Di tu dînî de, di tu îdeolojî û tu sîstemî de ev helwest û kiryar xweş nayê dîtin û musamaha jêre nayê nîşandan.

Xwedanê vê helwestê di tu welatekî demokratîk û hiqûqnas de bêhesab namîn e, muheqeq dê were dadgehkirin û cezakirin.

Banga me, hêvî û hewara me li wijdanê gel, aqlê selîm û entelîjansîya kurd û dunyayê ye!

Mirovek rûsipî, rewşenbîr, tekoşer ku 50 salê emrê xwe di rîya azadîya miletê xwe de bi hemû cûre zahmetî, feqîrî, hepsûzîndan, koçberî derbas kirbe û di dawîya emrê xwe de ji ber rexneyekî, yan gilî gazıncekî ku li partîyekî an serokê wê kiribe, ji alî kesekî nenas, “xefî“ de hewqas bêperwa, bêhed û hesab were tehdît kirin, divê tu wujdan vîya qebûl neke.

Jîyana Birêz Îbrahîm Guçlu bixwe bersîva îftîra, derew û komployên “Masîs“e.

Î. Guçlu, mirovekî huqûqnas e û endamê Baroya Dîyarbekir e. Herweha endamê Hak-Parê (Partîya Maf û Azadîyan), Enstîtuya Kurd ya Parîsê û rêvebirekî TEVKURDê (Tevgera Yekîtîya Neteweyî ya Kurd) ye. Aktîvîstekî mafê mirovan, nivîskarê gelek rojname û malperên Kurd e.

Kar, xebat, xewn û xeyalên Îbrahîm Guçlu hemî daw û doza milete kurd e. Qenç dike an xerab dike, fikrên wî çiqas rast û hêja ne, ew tiştekî din e. Helbet fikr, sîyaset û pratîka Îbrahîm Guçlu jî tête rexnekirin. Lê, Îbarhîm Guçlu mirovekî bîrdoz e u 50 sale ku bi mêrxasi li pişt dawa miletê kurd bi hêz disekin e.

Îbrahîm Guçlu li Diyarbekir dijî/dimîne û 24 sietên wî li ber çavan e. Yek roj û yek sietekî ku Îbrahîm Guçlu hesabê wî nede herkesî tune. Tu kar û xebateke Îbrahîm Guçlu veşarî, bi dizî nîn e. Î.Guçlu çi difikire, bi çi bawere eşkere dibêje û di parêz e.

Îbrahîm Guçlu weke rewşenbîr û siyasetmedarekî kurd, muxalîfê PKKê ye. Fikr, ideolojî û stratejîya A.Ocalan rexne dike. Ev jî mafeke fikra azad e. Rexne nebûya ne îlm, ne ronesans û ne jî modernîte bipêşdiket. Ji wê bonê; heger carna tahl be jî, tahamula rexnê fazîlet e. Li hamberê fikr û rexnê şûr hildan tawrê mirovên neheq, bi xwe nebawer û prîmîtîv e.

Baş e, gelo Aram Masîs kî ye? Ev kesê ku weke “mudûrê“ Jitemê, ji hemû karên nav Jitemê haydar e ji kur tê, li ku derê dimîn e, çi xizmetê dike? Ji kur hewqas haya wî ji jitem'ê heye; rojane ki diçe jitemê, jitem wezife dide kê çewa pêdizan e, jitema ku navê xwe heye belê cîh û warê wê “xeyal“ e, gelo Masîs ji kuderê hewqas jê haydar e?!

Wisa xwanê dike ku Masîs, li ser sûç hatîye girtin! Raya giştî pêşa Masîs bernade, belê ji raya giştî bêtir divê Konseya PKK/KCK li ser tawrê Masîs raweste û hesab jê bipirse.

Belê bi her awayî muxatab PKK/KCK ye. Ji kê û ji kêderê xerabîyek were serê Îbrahîm Guçlu, navnîşan PKK/KCK ye. Ji wê bonê divê PKK/KCK bêdeng nemîne û rojek zûtir bersîvekî bide raya giştî.

Heger biryarekî HPG/PKKê di derheq “bêdengkirina“ Îbrahîm Guçlu de heye, pêwîst e ev yek zû were eşkerekirin. Na ku biryareke HPG/PKKê bi vî rengî tune ye, wê gavê ev kes vê erk û qudretê ji kur/kê distîn e? Gelo ev kes jî weke bûyera Dîyarbekir “bi însîyatîfa xwe ya herêmî (şexsî)“ tevdiger e?! Ku wisa be jî, divê rewşa Masîs were zelalkirin.

Heger bêxebera Konseya PKK/KCKê, Masîs bi serê xwe biryara “bêdengkirina“ Guçlu dabe, wê demê pêwîst e PKK, hesap ji Masîs bipirse, wî teşhîr û tecrît bike û raya giştî jî ronî bike.

Ya ku em ji Konseya PKK/KCKê hêvî dikin û dipên ev e.

Na, heger Masîs li ser navê PKK/KCKê û bi biryareke merkezî vê nivîsê weşandibe, divê ev jî bi durustî were eşkerekirin.

Di vê derheqê de bêdengî tê mana qebûlkirinê.

Divê raya giştî ji bîr neke ku ev helwest xetereke mezin e. Têgiheke antîdemokratîk, totalîter û terorîstane ye. Bı van awayên antideokratik û prîmatîv tu tevger û milet nagihîje mirad û mexsedên xwe. Helwestên bi vî rengî dujminahî, dubendî û bêbawerîyê di nava gelê me da kur dike. Her kes dizane ku ev metod tenê kêra neyarên gelê kurd tê û kêfa wan tîne.

Pir mixabin, êriş û tehdîdên PKK yên dijî qadir û welatparêzan nû nîne. Sicîl û pratîka PKKê ya bi vî rengî gelek xerab û qirêj e.

Bi vê sedemê, em carek din bang dikin da ku PKK li ser helwesta xwe ya êrîşker ku li dijî sivîlan, welatparêz, rewşenbîr û sîyasîyên muxalîf didomîne bifikire û van awayan biterkîne.

Herweha hêvî û daxwaza me li dijderketin û şermezarkirina wan e.

Ji kurde tê û li hamberê kê dibe bila bibe; wijdanê raya kurd, entelîjansîya kurd divê bi tundî li hamberê kiryarên dijî sivîlan rawest e, şermezar bike û dengê xwe bilind bike.

Îro li pêşîya Îbrahîm Guçlu ye sibê li serê yekî din e.

Ji wê bonê; divê em kampanya “Ez Îbrahîm Guçlu me“ pêşxîn in,

Bala dem û dezgeyên neteweyî û navneteweyî bikşînin,

Hesasîyetekî mezin pêşxîn in da ku ev kiryar bibe ya dawî.

Em weke TEVKURDê vê tewana li dijî Îbrahîm Guçlu, li hamberê xwe dizan in, bi tundî şermezar dikin û dibên em hemî Îbrahîm in!

AMED 01.02.2008

K[b]omîteya Rêvebir a TEVKURDê[/b]

[b] ’Hepimiz İbrahim Güçlü'yüz!'[/b] ’Senin fikirlerini yüzde yüz savunmuyor ve paylaşmıyorum. Ancak, kendi fikirlerini özgürce ifade etmen için sonuna kadar seni destekliyorum.' Voltaire. Birkaç gün önce PKK/HPG sitesinde Kürt yurtseveri İbrahim Güçlü hakkında provakatif ve oldukça tehlikeli bir yazı yayınlandı. Söz konusu yazı ’Derin devletin ajanı: İbrahim Güçlü' diye başlıyor, iftira, küfür ve hakaretlerle devam ediyor ve ’susturulması' çağrısıyla son buluyor. Yazıdaki iddialara göre; ’...İbrahim Güçlü derin devletin doğrudan bir ajanıdır...Geçimini kontra faaliyetlerinden sağlamaktadır...Derin devlet ve JİTEM'in yanı sıra Güney'deki güçlerle de ilişki halindedir...JİTEM'e giriyor, ordan çıkıp Enstitü'ye ve Kürt Pen'e giriyor, oralarda Kürtçe konuşarak gerçek yüzünü saklıyor. Kendisine verilen görev çerçevesinde, okuyan Kürt gençlerini ve PKK saflarından kovulan geçleri derneklerde toplayarak, silahlı eğitim almak üzere Güney'e gönderiyor...Diyarbakırda Hizbullah türü bir kontra yapı geliştirmek istiyor... Son olarak bir yazısında HPG'ye dil uzatıyor ve HPG'yi Kürtlerin inkarı bir güç olarak niteliyor... Bununla da yetinmeyerek Kürt halk önderi Apo'ya dil uzatıyor...Fazla söze gerek yok, yurtsever gençler kendilerini kurt sayıp uluyan köpekleri nasıl susturacaklarını çok iyi biliyorlar.' Görüldüğü gibi baştanbaşa iftira, yalan, küfür, hakaret, tehdit ve provakatifçe bir yazı. Yazıda herhangi bir fikir, değerlendirme, eleştiri, antitez ve mantık bulunmuyor. Oldukça pervasız, ölçüsüz ve sınır tanımayan bir yazı. Dünyanın neresinde olursa olsun ve hangi hukuk esas alınırsa alınsın bu tür ifadeler suçtur. Hiçbir dinde, ideoloji ve sistemde böyle bir tutum ve davranış hoş görülemez ve anlayış gösterilemez. Bu tür bir tutumun sahibi hiçbir demokratik ve hukuk devletinde hesapsız kalamaz, tersine mutlaka yargılanır ve cezalandırılır. Çağrımız halkın vicdanına, sağduyuya, Kürt aydınlarına ve bütün dünyayadır. Aksaçlı, aydın, mücadeleci; 50 yıllık ömrünü halkının özgürlük yolunda, her türlü sıkıntı, yokluk, zindan ve sürgünde geçirmiş bir insan...Ömrünün sonunda bir partiye veya liderine yaptığı eleştiri ve sitemden dolayı, tanınmayan ’hafiye' biri tarafından bu kadar pervasız, hesapsız kitapsız bir biçimde tehdit edilsin... Hangi vicdan bunu kabul eder? Bu suçlamalara en iyi cevap İbrahim Güçlü'nün yaşamının kendisidir. İ. Güçlü Diyarbakır Barosu üyesi hukukçu bir insandır. Aynı zamanda HAK-PAR'ın, Paris Kürt Enstitüsü'ün üyesi ve TEVKUR'ün yöneticisidir. Bir insan hakları savunucusu ve birçok site ve gazetenin yazarıdır. İbrahim Güçlü'nün bütün çalışmaları ve hayallerinin merkezinde Kürt halkının davası var. Doğru ya da yanlış, yaptıklarının ve fikirlerinin ne olup olmadığı ayrı bir konudur. Elbet İbarahim Güçlü'nün de savunduğu düşüncesi, siyaset tarzı ve pratiği eleştirilebilir. Ancak bu İ.Güçlü'nün bir dava adamı olduğu gerçeğini değiştirmez. O 50 yıldır Kürt davasının arkasında kararlıca durmaya devam ediyor. Diyarbakır'da yaşayan İ. Güçlü'nün 24 saati gözler önündedir. O'nun hesabını veremeyeceği tek bir saat ya da günü yoktur. Hiçbir çalışması gizli saklı değil. Neyi savunuyor ve inanıyorsa açıkça söylüyor ve ifade ediyor. Bir Kürt aydını ve politikacısı olarak İbrahim Güçlü PKK'ye muhalif olan bir insandır. A. Öcalan'nın düşünce, ideoloji ve stratejisini eleştirmektedir. Bu özgürce düşünme hakkından başka bir şey değil. Eğer eleştiri olmasaydı bilim, Rönesans ve modernite diye bir şey olabilir miydi? Bu nedenle bazen acı da olsa eleştiriye tahammül fazilettir. Düşünce ve eleştiriye karşı saldırı haksız, özgüven yoksunu ilkel insanların işi olabilir ancak. Peki, acaba Aram Masisi denen kişi kimdir? JİTEM'in her şeyini bilen,JİTEM müdürü gibi davranan bu şahıs nerden gelir, nerde kalır, kime hizmet eder? Nasıl olur da JİTEM'den haber olur, JİTEM'e kimin girip çıktığını nasıl bilir? Acaba bay Masis, adı var kendisi yok olan ’hayali' bir JİTEM'den nasıl bu kadar haberdardır? Öyle görünüyor ki Masis suçüstü yakalanmış durumda. Kamuoyu Masis'in peşini bırakmayacak. Ancak ondan öte PKK/KCK Konseyi Masis'in bu tavrı üzerinde durmalı ve ondan hesap sormalıdır. Bu konuda her açıdan muhatap olan PKK/KCK'dir. İbrahim Güçlü'ye kimden ve nerden bir kötülük gelirse bunun sorumlusu PKK olacaktır. Bu nedenle PKK sessiz kalmamalı ve biran önce kamuoyunu aydınlatmalıdır. Eğer PKK'nin İbrahim Güçlü'yü ’susturma' yönünde bir kararı varsa, bunun bir an önce açıklığa kavuşması gerekir. Yok değilse, o zaman söz konusu kişi bu güç ve kudreti kimden almaktadır? Acaba bu kişi de Diyarbakır patlamasında olduğu gibi ’kendi inisiyatifi' ile mi davranmaktadır? Böyle de olsa bu durum açıklığa kavuşmalı. Eğer PKK'den habersiz olarak Güçlü'nun susturulması kararı verilmişse o zaman Masis'ten hesap sorulmalı, teşhir ve tecrit edilmeli ve kamuoyu aydınlatılmalıdır. Bizin PKK/KCK'den beklentimiz budur. Yok eğer Masis denen kişi PKK adına ve merkezi bir kararla bu yazıyı yayınlamışsa, o zaman bu da dürüstçe açıklanmalıdır. Bu konudaki sessizlik kabul etmek anlamına gelir. Kamuoyu bu tavrın ne kadar tehlikeli olduğunu unutmamalı. Bu antidemokratik, totaliter ve teröristçe bir yaklaşımdır. Bu tür antidemokratik ve ilkel yöntemlerle hiçbir hareket ya da millet amacına ulaşamaz. Bu davranışlar halkımız içinde düşmanlıkları, ayrılıkları ve güvensizlikleri derinleştirir. Bunun yalnızca Kürt halkının düşmanlarının çıkarına olduğunu ve onları mutlu ettiği herkes bilir. Ne yazık ki PKK'nin Kürt kadro ve yurtseverlerine yönelik saldırı ve tehditleri yeni değil. PKK'nin bu yöndeki sicili ve pratiği temiz değil. Bu çerçevede bir kez daha, PKK'ye, sivillere, yurtsever, aydın ve farklı düşünen insanlara karşı sürdürdüğü saldırgan tutum üzerinde düşünme ve bu tür yöntemleri terk etme çağrıda bulunuyoruz. Aynı zamanda bu tür saldırılara karşı tutum alınmasını ve kınanmasını diliyoruz. Kürt vicdanı ve aydınları sivillere karşı gerçekleştirilen eylemlere şiddetle karşı çıkmalı ve kınamalıdır. Bugün İbrahim Güçlü'nün karşılaştığı şey yarın bir başkasının önüne çıkar Bu nedenle ’Ben de İbrahim Güçlü'yüm' kampanyasını geliştirelim lusal ve uluslar arası kurum ve kurumların dikkatini çekelim. Bu durumun son olması için gerekli duyarlılığı geliştirelim. TEVKUR olarak İbrahim Güçlü'ye yapılmış bu saldırıyı kendimize yapılmış sayıyor, bunu şiddetle kınıyor ve ’hepimiz İbrahim Güçlü'yüz' diyoruz. Diyarbakır 01.02.2008 [b] KÜRT ULUSAL BİRLİK HAREKET[/b]İ ([b]TEVKURD)YÜRÜTME KURULU[/b]

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.