Direkt zum Inhalt

Ji Nefelê STOCKHOLM, 19/1 2009 — Helîm Yûsif di nivîseka xwe ya duhî ya di malpera Diyarnameyê de belavbûye îdia dike ko Firat Cewerî hizra romana xwe »Ez ê yekî bikujim« û kesê sereke yê wê û navê romanê bi xwe jî, ji kurteçîrokeka wî »Meha sêzdehan« wergirtiye. Helîm Yûsif di pêşgotina vê nivîsa xwe de weha dibêje: »Berî ko romana Firat Cewerî ya bi navê “Ez ê yekî bikujim“ têkeve destê min, di çend gotarên danasîna vê romanê de, gava qala naveroka romanê dibû, yekser naveroka çîroka min a bi navê “Meha sêzdehan“ dihate bîra min. Lê ji ber ko ew roman e û ya min çîrok e, min mesela wekhevbûnek e wisa berbiçav ya her du berheman dûr dixist. Piştî ko min roman xwend, min dît ko ramana bingehîn ya çîrokê bi awayekî berfireh hatiye bikaranîn. Ango (fikre)ya çîrokê hatiye berfirehkirin û weke roman hatiye nivîsandin. Bi awayekî ji awayan, skeletê çîrokê wek xwe maye û li ser hatiye xebitandin. çîroka “Meha sêzdehan“ bi xwe bi şêweyê romanê hatiye nivîsandin. Ango kesê serek e yê çîrokê, ji xew vediciniqe û biryara kuştina hinekan dide. Her carê di kuştina hinekan de difikire û wisa tevna çîrokê tê ristin û ber bi dawiyê de diçe. çîrok wisa bi dawî dibe ko ew kesekî nakuje, lê xwîna mirovan li wê navê heye.Tevna romanê bi heman metodê hatiye ristin û bi heman tiştî bi dawî dibe. Lê di nav wan de, bi sedan bûyer û qewimîn û tiştên ko têkiliya wan bi çîrokê re tuneye re, hene. Ji ber ko yek çîrokek e ko ji yazde rûpelan pêk tê û ya din romanek e ko ji sed û pêncî û yek rûpelî pêk tê. Çîroka “Meha sêzdehan“ r.73-83, di pirtûka “Memê bê Zîn“ de ye ko di sala 2003′yan de ji nav Weşanên Avestayê derketiye. Romana “Ez ê yekî bikujim“, di sala 2008′an de jî ji nav Weşanên Avestayê derketiye.« Helîm Yûsif naveroka çîroka xwe û romana Firat Cewrî di vê nivîsa xwe de hevberî yekûdu dike û hinek alî û perçeyên herduyan yên bi dîtina wî wek hev in berçav dike. Ji bo xwendina nivîsa Helîm Yûsifî li vir bitikîne: Romana “Ez ê yekî bikujim“ ji çîrokeke min hatiye girtin. Me peywendî bi Firat Cewerî kir û pirsiyara dîtina wî li ser van îdiayên Helîm Yûsifî kir. Firat Cewerî diyar kir ko haya wî bi qasî serê derziyê ji çîrokeke welê tune ye. Wî di bersiva xwe de ev got: »Haya min bi qasî serê derziyê ji çîrokeke welê tuneye Ez ji sedî sed ji xwe bawer im û ewle me ko min ev çîroka ko camêr behs dike nexwendiye, haya min bi qasî serê derziyê ji naverok û awayê hûnandina çîrokê tuneye û tu kesî bi tu awayî ji min re behsa vê çîrokê nekiriye. Lê tiştek heye, ez dizanim ko biserketin û navdarî bela seriyan e, hin kesan kêfxweş bike jî, hin kes jî pê aciz dibin. Di dema Nûdemê de jî welê bû. Gava Nûdem bi awayekî xurt derdiket û bûbû navnîşana nivîskarên hemû beşên Kurdistanê, çend neyar jî ji min re peyda kiribûn ko dev ji hemû karên xwe berdabûn û bi navên dizî û sexte li dijî min dinivîsandin. Lê ez bi wan re neketim polemîkan û heta ji min hat min xwest ez Nûdemeke layiqî kurdan derxim. Piştî tecrubeyên zêdeyî sih salî û nivîskariyeke ewçend dirêj, ez aniha jî konsantreyî nivîsandina romanê me û çi astengî derkevin pêşiya min jî, dîsa ez ê dawiya jiyana xwe ya maye bi nivîsandina vî şaxê edebiyatê bibuhurînim. Ji ber ko edebiyat jiyana min e, ez jî jiyanan dinivîsînim; jiyanên mirovan ên derveyîn û hundirîn, xewn û xeyalên wan, êş û azarên wan, kêfxweşî û dilşahiyên wan, têkçûn û biserketinên wan, tirs û mêrxasiyên wan, hezkirin û xapandinên wan... Ev hemû mişterek in, tiştên mirovîn in, ji bo hemû mirovan derbas dibe, li her derê dinyayê yek in. Gelek caran, min çîrokek nivîsandiye, an romanek nivîsandiye û hinin din di jiyana rastî de pêrgî karakterên welê hatine. Ne zû de, hê doh, dostekî got ko wî ji yekî re tercimanî kiriye û ew kesê ko jê re tercimanî kiriye çîroka wî eynî mîna serpêhatiya karakterê min ê “Ez ê yekî bikujim“ bûye. Dîsa berî bi salan dostekî min got ko wî li dadgehê ji yekî re tercimanî kiriye ko bûyer pir nêzîkî çîroka min ya bi navê “Kevoka spî“ bûye. Tesadufên di jiyana rastî de, dikarin di berhemên edebî de jî xwe nîşan bidin. Dibe ko aniha bi sedan bûyerên welê hatine nivîsandin ko haya me jê nîne. Lê heke rexnegirên kurd “Gava ko masî tî dibin“ bidin ber romana Orhan Pamuk “Navê min sor“ e (Wergera kurdî: Mustafa Aydogan), wê bibînin bê skelet, struktur û awayê nivîsandina romanê ji ko hatiye. Gotineke kurdî heye, dibêje; Guriyo, navê min li te, kumê min li serê te. Ev jî, ev mesele ye. Ez wekî din her tiştî dispêrim xwendevanan. Xwendevanên kurd ewçend jîr in ko dikarin rastî û çewtiyê ji hev derxin û dizanin bê çi edebiyat e, çi jî dexs û zikreşî ye.«
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.