WÊJE Û REXNE - KOVARA LÊKOLÎN, REXNE Û TEORIYA WÊJEYÊ
Kovara “Wêje û Rexne”yê di serê sala 2014an de bi angaştên mezin dest bi weşanê kiribû. Ew çi bûn? Gelo ew pêkan bûn an na? Em dixwazin di vê nivîsa xwe de li ser bersiva van pirsan rawestin.
Di serî de, ev kovar dê bibûya bersiva pêwîstiyeke girîng ku ew jî dagirtina qada vala ya rexnegiriyê bû. Gelo heta niha bi rastî jî ev qad vala maye? Mebesta me li vir ew e ku heta niha kovareke rexnegirî li her çar parçeyên welat, bi her sê zaravên kurdî nehatiye weşandin. Me xwest em lêkolîn, rexne û teoriya wêjeyê ku bingeha xwe ji çavkaniyên her sê zaravên (Kurmancî, Soranî, Kurmanckî) kurdî digire, li her çar parçeyên Kurdistanê û li diyasporayê raxînin ber çavan.
Di hejmara yekem de me dosyayeke taybet bi navê “di wêjeya kurdî de (bê)cihûwarî”, ku ji van gotaran pêk dihat, amadekir:
“1) ‘Di Romanê de Derdora Fizîkî, Çandî û Civakî’ gotara D. S. Bland,
2) ‘Xwendineke Geokrîtîk a li Ser Pêwendiya Kevir û Peyvê an Avahîsazî û Wêjeyê’ gotara Francesco Marilunge,
3) ‘Serpêhatiyên Bêcihûwarbûnê: Di Rabêja Romana Kurdî de Wek “Warê Demkî” Diyaspora’ gotara Ozlem Galip,
4) ‘Bîreweriyeke Birîndar: Bênaviya Welatekî û Bajarên Wê’ gotara Fexriya Adsay,
5) ‘Wêjeya Mişext û Nivîskarekî Kurd: Mehmed UZUN’ gotara Nazan Aksoy,
6) ‘Şî’riyeta Cihî di Romanên Sidqî Hirorî de’ gotara Emîn Ebdulqadir,
7) ‘Cihwarekî Estetîk: Tuwalet’ gotara Ferzan Şêr,
8) Di Romana Fewaz Husên ya bi navê ‘Evdo û Çend Bêhnikên Şadiyê’ de Hêmana Mekanî’ gotara Îlyas Suvagcî,
9) ‘Herêma Yoknapatawpha ya W. Faulkner’ gotara Sonja Gallerê”
Ji dervayê dosyayê jî gelek gotarên giranbihayên rexne û teoriya wêjeyê hebûn û hevpeyvîneke dûrûdirêj bi rexnegirê kurd Haşîm Ahmedzade re jî di hejmara yekem de cih girtibû. Bi zaravê soranî gotara Hevindê Sorî ya bi navê ‘Edebiyatî Kurdî’ ji kovara Hawarê hatibû girtin. Bi zaravê kurmanckî jî gotara Abdullah Çelik ya bi navê ‘Hîkayeya Bedriye Topaç “Bero Sûr” de Tenayiye, Alegorî û Metaforî’ di hejmara yekem de cih girtibû.
Hejmara duyem a kovara “Wêje û Rexne”yê di rojeke ku ji bo kedkar û gelên bindest ên cîhanê re girîng e, Yekê Gulanê de, derket. Hejmara duyem ji ya yekem bêtir cih da zaravên soranî û Kurmanckî. Dosyeya taybet a vê hejmarê jî bi navê “Di Wêjeyê de Mirov û Diyardeyên Mirovî”, gelek gotaran girtiye nava xwe:
“1) ‘Wêjeya Kurdî û Bîr’ gotara Îbrahîm Seydo Aydogan,
2) ‘Roman û Diyalog’ gotara Haşîm Ahmedzade,
3) ‘Bila Nivîskar û Wêjenas neyên Kuştin’ gotara Joanna Bochenska,
4) ‘Otobiyografî, Serborî û Romana Kurdî: Erebê Şemo û Peyrewên Wî’ gotara Christine Allison,
5) ‘Di Wêjeyê de Sirgûnî û Rewşenbîrî’ gotara Edward W. Said,
6) ‘Di warê analîza têgeha zayendperestiya civakî de berhema Sebrî Silêvanî, Meryema’ gotara Emîn Aslan,
7) ‘Jin û Çîroksazî’ gotara Vircinia Woolf,
8) ‘Matemname li Şî’rî Kurdî de’ gotara Osman Deştî ya bi zaravê soranî,
9) ‘Di Romanên Kurdî de Avakirina Karekterên Ermen û Temsîla Wan’ gotara Dawid Yeşîlmen,
10) “Ez im Întîbaya Dirûv-Guherbar”- li ser romana Rainer Maria Rilke ya bi navê Defterên Malte Laurids Brigge’ gotara Sonja Galler,
11) ‘Karekterên ku bi Ser Zimanê xwe ve Nebûne’ gotara Brahîm Rinîzêrî”
Romanûs û rexnegirê ji Rojhilatê Kurdistanê Eta Nehayî jî bi gotara xwe ya bi navê ‘Awirdanek li Rexneya Edebî ya Kurdî’ di kovara “Wêje û Rexne”yê de cihê xwe girt. Bi kurmanckî Ehmed kirkan, gotara xwe ya bi navê ‘Hîkaye û Ser Hîkayenuştişê Roşan lezgînî Krîtîkek’ hinarte kovarê. Bi soranî Hemê Mentik gotarek bi navê ‘Roman û Binyadî ziman’ ji kovarê re hinart. Gernas Roderîn jî bi gotara xwe ya bi navê ‘Cegerxwîn û Bandora Ramana Sosyalîzmê ya li ser Helbestên Dîwanên wî Agir û Pirûsk û Sewra Azadiyê’ beşdarê kovarê bû. Emîn Ebdulqadirê ku ked dabû hejmara yekem dîsa gotarek giranbiha ya bi navê ‘Teknîkên Montajê di Avakirina tekstê Romanê da: Romana Sotingeh wek nimûme’ cihê xwe girt. Û hwd. gelek gotarên kurmanckî û soranî di kovarê de cih girtine.
Em dixwazin di dawiya nivîsa xwe de bibêjin ku kovara “Wêje û Rexne”yê dê di xebatên xwe yên lêkolîn, rexne û teoriya wêjeyê de, yekîtîya welat û zimanê kurdan ji xwe re bike armanc.
Amadekar: Ahmed KANÎ