Ana içeriğe atla

BER LEPÎ

Di dîroka mîrovetîyê da xidam û xulam her tim ber lepî bun, hun dikarin bêjin berdestî bun. Berlepî bun girêdanbune, her alîva giredanbune. Aborîyêk serbixwe ya belepîyan tune, panavên wan yên serbixwe jî tunin. Xwerina wan, runiştina wan, şiklê jîyana wan Xwedan va giredayîyê. Xwidanê ber lepîyan ga Mîreke, ga Şexeke, ga Padîşahyeke, ga Patroneke, ga dewleteke. Car cara jî Daye, Bave, Xezure, Xasîye, Bray Gewreye an jî Zirdayîke. Di komên pêştaçuyî da kartelên mezin fîramyên piçuk digirin bin lepên xwe, şerîkeyên piçuk sedarsed yên mezinra giredayî jîyana xwe berdewam dikin. Di nava rêxistina kompleksda, ber lepîyên ber lepîyan ji peyda dibin, ew yên herî binin. Binda difestisin û rojekî bi şîvekî fetisî dest jîyana xwe berdidin.

Kurd dibêjin Xweda kesekî neke bin lepên kesekî din. Eger rojek bê kesek ber lepên kesekî dinda nemîne, jêrdestî û dagirkerî nemîne. Çîn nemînin, axatî, begtî û sermayedarî nemîne, heta dewlet jî nemîne, ango koma mîrovan bibe kom, mîrov bigehîje mertebek mezin. Ew daxwezîya Kurdan ku weku ûtopya û xeyal dîyar dike rojek bê bibe rasteyetî, mixabin dirêjîya jîyana mîrovan bona dîtîna xwegorînên hedî terê nake. Di xwegorînên hedî da qimeta çend sed salan tune. Di alîyê hovitîyê û ber lepî bunê da mabeyna mîrovên çend hezar sal berîpêş û îro zede ferq tune. Ferqa heyî alîyê parvakirina karvayê. Mirovan berê goşt dixwerin îro jî dixwin, berê dikuştin îrojî dikijin. Dixwestin erdên mezin, heta dinyayê bigirin bin lepên xwe îro jî ew daxwezî heye. Di bin lepan da jîyan dunejî hebu îro jî heye. Ferqa herî mezin; alîyê parvakirin kar û rêxistina komê va ye. Naha hinek bo me dikujin, hinek bo me dajon, hinek bo karxananda parçekî makîneyekê çêdikin. Bona nan xwerinê hemu mîrov mecbur ninin erdçinînê bikin, bona goşt mecbur ninên hemu biçin neçîrê û bikujin. Her endamê komê pey karekî diçe, karê hemuyan bi hevra komê dide jîyan. Alîyê ber lepî bunê da jî zede gorîn çênebune. Li seranserî dinyayê milyaran mîrov, sedan kom, sedan gel ber lepî dijin. Yên kû dê û bavên ber lepî hatine dinyayê, jîyanek azad nasnakin, jîyanek serbixwe car cara wan ra dibe xofek mezin. Di bin sîyah sermayedarekî, axayekî, begekî, dewletekî an jî fîrmayekî da jîyan, ji bo wan jîyana herî başe. Ew bawerî rojekê da mejûyên wan da cîh nagire. Panavên kewnd, perwerdekirina ber lepîyê, tirsa birçî, tazî û derwa mayînê; mîrovan ber lepitîyê va dizeliqîne.

Fikra netewetîyê ji Ewropa derket û serê gelên dinyayê va hate pêçan. Dewlet û gel berî vê fikrê jî hebun. Di bin dara Împaratorîya Med a da 72 zman dihatin axaftin, ji wan 18 zman weku zmanên fermî dihatin şuxulandin (karanîn), bona zmanên fermî wergeran kardikir, alîyê zman va qe tu zmanek qedaxê nebu, hemu zman dayîna Xweda bun û îxtîrama wan dihat girtin. Herema me qedexakirina zman bi hatina elên Ereb destpêkir. Dema dagirkerên Ereb din bin seroketîya Xalîfe Ömer da welatê Îranîya digirtin bin kontrola xwe zmanê Îranî (ew zman Kurdîya îronîye) qedaxe dikirin. Bi zman jêkirinê mîrov dihatin tirsandin, gav bi gav bi xof û zilmê zmanî Erebî meydana xwe fire dikir, Farisîya ku îro li Îranê tete axaftin nîvî zedetir zmanê Erebîye û ji Îranîya kewn kem tişt navda mane. Bi fikra netewetîyê ber lepî bun gîhişt merhalek nu, bi zorê yêkî an jî hinekan yên din girtin bin lepê xwe ew gor xwe organîze kirin. Li ser xwîn û kuştinê “neteweyên modern” avakirin. Li Ewropa qe tu netewek tune ku, li ser xwîn rijandinê avanebuye. Tetê gotin ku di nava netewanda el û ezbet bi hevqelibînê û ji wan yêk komek derketîyê. Kem kes bi şîvekî rast û dirust li ser vê hevqelibandinê disekinin. Çend serî hatine birrîn, çend zman ji holê hatine rakirin, çend êl hatine ber lepîkirin, kesek nabêje.

Dîroka meda vî alîva gelek kes rexneyê Koma Kurd dikin ku; Kurdan ber lepîtîya kesekî ( li vir ew kes Kurdeke) qebul nekirîyê. Dibêjin hemu Kurdan ber lepîtîya Kurdekî qebul bikara, ew jî îro bibun dewlet, ew jî îro bibun “netewe”, ew îro di ber lepên dagirkeranda nebun. Hostayê zmanê Kurdî Exmedê Xanê vê rewşê wusa tîne serrê zman:

“Eger hebuya ji bo me padîşahek
Xweda liyaq bidîya ji bo wî kulahek
û bihata dîyarkirin ji bo wî textek
eşkera eşkera dê vebibûya ji bo me jî bextek
bi det biketa ji bo wî tacek
be guman ji me ra jî dê çêbibuya rewacek
wî dê xemxwarî bikira li me bêkes û sêwîyan
dê em derxistina ji destê bê esl û liştok û çavbirçîyan
dê xalib nebuya li ser me ev Rom
em ê nebuna kavil û wêran, kund dê li me nebuna kom
em ê nebuna belangaz û xizan, bindest û binferman
zorbirî stuxwarên Tirk û Eceman”

Li vir ber lepîtîya Kurdekî Padîşah tete xwestin. Berku Kurd nekevin ber lepên Rom (li vir Tirkin) û Eceman pewîste ber lepîtîya Kurdekî ra erê bibêjin. Li vir bona Kurdan ber lepîtîya Kurdeki hezar carî ji berlepîtîya Romekî anjî Erebekî çêtirê. Dema Sultanê Osmanî bona hilbijartina Mîrê Mîran, Mîrê Bîtlîsêra xeber rêdikir û mîrenn Kurd di bin sitarîya Mîrê Bîtlîse da dicivîyan, nedikarîyan ji refên xwe Mîrê Mîran hilbijêrên û Sultanê Osmanî ra weku noner rêbikin. Li vir tu Mîrekî Kurd berlepîtîya Mîrekî Kurd yê din qebul nedikir. Di ber lepên wanda hezaran mîrov dijîyan, feqet wan bi xwe berlepitî bi vî şiklî an wî şiklî qebul nedikirin. Dixwestin li navçeya xwe li gel ber lepîyên xwe azad û serbixwe bijin. Yên Ku gelê Kurd kem û her tim bin lepên yên dinda dixwezin bibînîn vê rewşê weku “nehevxwestina Kurdan, nehevgirtina Kurdan” tînin serê zman. Mixabin li vir romantîzîm û azadîxwezîya Kurdan bi zanîn an jî bê zanîn tete bîrkirin.. Ez xwirtbuna koma Kurdan û zmanê wan vê di vê romantîzmê da dibînim. Xwezî kurdan bî ku wan weku Bîsmarcek ê Alaman nekirine, xwezî Kurdan bî ku wan weku Sultanên Osmanî kuştina brayên xwe, xwera nekirine panav. Kurd azadîya xwe mecbur ninin weku Alaman, Tirk û netewê Ewropa yên din karbînin, ew dikarin dijî ber lepîtîyê bên, xwedî dewlet bibin û pêşkevin. Di nava koma Kurdanda her rengîra îhtîyac heye, bê ber lepîtî, cîvakêk modern ji “netewetîyî” dur modelek dikarê bibe modela Kurdan.

Kurdên ku dîroka xwe ewqas dijî ber lepîtîyênê, îro nikarin ber lepîtîya dagirkeran biparêzin. Ji mera şerma mezin ku; îro ji me yêk biçe bikeve ber lêpê dagirkeran. Paraztina dewleta dagirkeran, paraztina sînorên wan, ala wan, zmanê wan û di ber lepên wan daxwezîya jîyanekê; 1-Bê rumetîyê, 2-Xwestina mirina Koma Kurde, 3-Hovîtîya herî mezine. Ji ber vê pêwîste em biryara xwe bidin, di ber lepên dagirkeranda jîyan û hêdî hêdî mirin an jî li ser axa xwe dewletekî xweserî, serbixwe û dijî ber lepîtîya her awayî sekînîn.
Bîrmekin mîrov çiqas ji ber lepîtîyê durkeve, ewqas ji hovitîyê durdikeve û dibe mîrov...........

Bîşar Norşîn
15.08.2011

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.