Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 7 April 2010

Daxuyaniyeke çapemenî ya Navenda Sêwirdariya Êzîdiyan li Almaniyayê ji bo dengdan û hilbijartina niwênerên encûmana Îraqê.

Daxuyaniyeke çapemenî ya Navenda Sêwirdariya Êzîdiyan li Almaniyayê ji bo dengdan û hilbijartina niwênerên encûmana Îraqê.

Dengdanên ji bo perlementê Îraqê encameke zor çak ji bo hilbijartina niwênerên Kurdên-Êzîdî da. Ev encama serkeftî nîsaneke arênî bû li dijî neguhdan û neheqiya ku li Êzîdiyan û gelên din yên barketî li Îraqê dibin û her wiha ew li dijî komkujiyên bi destên têrorist û xêrnexwazan bû.

Li bakurrî Îraqê bêtir ji 550.000 Kurdên-Êzîdî dijîn. Êzîdî xwediyên oleke berî zayînê – berî xwedêdana Îsa – ne. Baweriya Êzîdiyan bi hebûna Xwedêyekî hatiye avakirin. Ew li gel Xaçperestan bêtir ji gelên hejmarkêmî din li Îraqê zordestî li wan heye û niheqî li wan dibe.

Ji 325 niwênerên nû heft Kurdên-Êzîdî jî hatine hilbijartin. Du mirov ji wan jin in. Navên wan niwêneran jî ev in:

Emîna Seîd, Hisên Hesen Nermo, Mihema Xelîl, Qasim Hisên Berces, Serîf Silêman Elî û Viyan Dexîl. Ev hemû li ser lîsteya Hevgirtina Kurdistanî bûn. Emîn Ferhan Çîço weke serokê Partiya Êzîdiyan ya pêsverû hate hilbijartin.

Hêjayî gotinê ye û her wiha balkês e, ku ev niwênerên bi rêz yekser hatine hilbijartin û ne li gorî rêbaziya lîstan.

Encama vê dengdan û hilbijartinê dide xuyakirin, ku Kurdên-Êzîdî li rewsa ramiyarî agehdar in û bi tevayî pistevanên wan mirovên xwe ne, yên berjewendiyên wan pêk tînin. Lê ya giringtirîn ew e, ku ev niwênerên Êzîdiyan cî hem di komîteyên perlemênt de û hem jî di komara Îraqê de bigrin (bm. wezîr).

Pêwist e ku ev niwênerên Kurdên-Êzîdî xebatê bikin, daku birêvebiriya komarî ya herêmên bêtiriya wan Êzîdî ne, weke Sengal, Alqos, Sêxan û Basîq û Behzanê, di pêserojê de di destên Êzîdiyan de be. Bi vî karî besek ji yasaya 140 ya rêbazûdestûra Îraqê pêk tê. Gava yekemîn yaku ev niwêner bikin ew e, ku yarmetiya avakirin û pêsxistina Îstîtusiyonên êzîdî bi cî bînin, weke ku bê çawa yarmetiya ciyên ola Îslam û Xaçperesiyê dibe.

Navenda Sêwirdariya Êzîdiyan serkeftinê ji xebata niwenerên nû re dixwaze û hêvîdar e, ku ew bi reya hevkariyê vê derfeta dîrokî bi kar bînin. Di pêkanîna vê wezîfê de Navenda Sêwirdariya Êzîdiyan soza yarmetiyê dide!

Zentralrat der Yeziden in Deutschland

Navenda Sêwirdariya Êzîdiyan li Almaniyayê

Eidechsenstraße 19, 26133 Oldenburg

www.yeziden.de, [email protected]

Fon: 0049 (0)441 4850555, Fax: 0049 (0)441 4850557

Vorstand / komiteya birêvebir: Telim Tolan (Vorsitzender / serok), Süleyman Kaya (stv. Vorsitzender / sûndarê serok), Orhan Onat (Generalsekretär / sekreterê gishtî), Güler Tuku (Frauen / berpirsiyara jinan), Kazim Oba (Finanzen / aborî), Murad Mahdo, Osman Güden (stv. Vorsitzender / sûndarê serok), Selim Temin, Bozo Agirman, Kamiran Kasim,

Hudeydan Güden, Semo Huseyin, Halil Savucu

Mitgliedsvereine / Komel: E-ZI-DI - yezidischer Verein in Ostfriesland e.V. (Leer), Yezidisches Forum e.V. (Oldenburg), Verein der Eziden am unteren Niederrhein e.V. (Kalkar), Plattform Ezidischer Celler e.V., Lalish-Zentrum in Bielefeld

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.