Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 21 February 2010

[center][color=#990000][size=x-large]PKK & OCALAN Ê DI VÊ RIYA XIYANETÊ DE BIXENIQIN[/size][/color][/center]

[center][img]http://www.geting.se/image.php/107903-NedimOguz.jpg[/img]

Ergenekonciyên wek Ocalan & yên di nav PKK'ê de, bi hezaran kurdên welatparêz ên wek [b]Nedîm UGUS[/b] binkevir kirin!

[/center]

Î roj riya ku PKK & OCALAN tê de ne; bêbextiyeke bêhempa ye, tam teslîmiyet û tam xiyanet e.

Ji bo wan ne Kurd û Kurdistan, lê tirkbûn, tirkiyeyîbûn bi rûmet û meqbûl e.

Î roj yên di nav PKK'ê de rêberiyê dikin, piraniya wan eşkere MÎT û Ergenokoncî ne. Hem jî bê veşartin..

Çi kurdê pak û safî hebû, Ocalan & PKK'ê wan tev kuşt. Î roj ji van kurdên pak kes di nav PKK'ê de ne maye!

Navên van kurdên pak ên ji hêla PKK"ê & Ocalan hatin kuştin, dikarin pirtûkên pelstûr dadigrin.

Yek ji van kurdên pêşeng û kedkar û emekdarê salan [b]DARA GOYÎ (Nedîm UGUS) bû[/b].

Ergenekonciyên Ocalan-Kalkan-Osman & Bayik, vî dilsoz û kurdê rêber, sala 1995'ê kuştin. Nedîm bi nihêniyên (sirrên) PKKê yên Ergenekon'ê fêr (waqif) bûbû!!! Bi tundî li dij derketibû. Hesab ji wan xwastibû. Loma hat kuştin û paşê jî, van bê wujdan û bê rûmetan got, ku vî kedkarê salan, vî lawê çeleng ê pak û pêşeng ê xelkê kurd 'kontracî ye.' Her wisa, vî navê pîşeya (meslega) xwe yê gemar, li ser vî xebatkarê dilsoz û canfedayê xelkê kurd kirin. Kî kontracî ye ji fiêlên (kirinên) wan pirr xweş diyar dibe î roj.

Li hêlek din jî, vê bêbextiya xwe, ji tev malbatên GOYÎ'yan veşartin. Bi salan e serokatiya PKK'ê dibêje Goyiyan; 'na me ne kuştiye. Li nav xebatê ye. Ev qas li wî ne pirsin û xebata wî sabote (xerab) ne kin!'

Li hêlek din jî, van Ergenekonciyên li nav PKK'ê li nav xelkê PKK'ê li ser Nedîm'ê cangorî wisa dibêjin; 'Kontracî bû'!

Dara GOYÎ, yek ji kevintirîn kadroyên PKK'ê bû. Li Almanya'yê kurdê welatparêz ê ku Nedîm'î nas ne dikir nîn bû. Lê dîsan beşek ji vê serokatiya PKK'ê yê Ergenekoncî dibêjin: 'Em Nedîm'î nas na kin' !!!!???

Em li vir bangekî ji serok û rewşenbîrên kurdan, ên ji partî û rêxistinên derveyî PKK'ê dikin!

Dara GOYÎ (Nedîm UGUS) li ser navê PKK'ê bi salan bi we re dida û distand û her wisa jî, we bi xwe li ser navê partî û rêxistinên xwe bi Nedîm'î (PKK'ê) re dida û distand.

[center][img]http://img693.imageshack.us/img693/356/nedim2.png[/img][/center]

Bêdengiyê biçirînin! Piştgiriya malbata UGUS (Goyiyan) bikin! Î roj Ergenekonciyên li nav PKK'ê, rastiyê hem ji girseya beşê welatperwer a PKK'ê û hem jî ji malbata UGUS diveşêrin. Dibêjin 'yekî wek Nedîm di nav PKK'ê de qet ne xebitiye!' Paşê jî dibêjin ku 'PKK Nedîm'î ne kuştiye. Nedîm li ciyekî dûr û veşartî di nav xebata PKK'ê de ye!' Li ber van diyarkirinên bi nakokî, wisa bê şerm, bê fedî, bê rûmet û bê wujdan jî dibêjin: 'Nedîm Kontracî bû.'

Bi ya me, navê xwe yê gemar li ser Nedîm'ê welatperwer dikin. Kî ergenekoncî û kontracî ye ma gelo ne li meydanê ye î roj?

Rabin û vê bêdengiyê biçirînin! Da ku em tev bi hev re vê bêbextiya mazin a mêjûyî, ya ku li ser têkoşîna rizgariya xelkê kurd têt kirin, ji binî hilweşînin. Xebata ji bo rizgariya xelkê xwe ji bin destê (monopola) van Ergenekonciyan derxin û misoger bikin.

Welatparêzên li nav û li derveyê PKK'ê:

Ne bin şirîgên xerabiyên Ergenekonciyên li nav PKK'ê & Ocalan!
Bi destê xwe mala xwe xerab ne kin!

Welatparêzên li nav PKK'ê:

Êdî bes e! Ji PKK'ê, ji vê hêlîna Ergenekon'ê vekişin!

[b]Dengê Welatparêzan - SWÊD[/b]

[center][img]http://img109.imageshack.us/img109/1763/nedim1.png[/img][/center]

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.