Mîr Tehsîn Beg: Êzdî dê dengê xwe bidin LK û namzetê wê yê posta serokê herêmê
Mîrê êzdiyan Mîr Tehsîn Beg ragihand ku ew ê di hibijartinên 25'ê tîrmehê yên herêma Kurdistanê de, dengê xwe bidin Lîsteya Kurdistanî û namzetê wê yê bo posta serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.
Mîrê êzdiyan Mîr Tehsîn Beg di daxuyaniyekê de ji radyoya Zagrosê re li ser hilbijartinên herêma Kurdistanê yên 25'ê tîrmehê axivî û destnîşan kir ku, tevaya êzdiyên Kurdistanê dê dengê xwe bidin Lîsteya Kurdistanî ya hejmara 54'ê û namzetê wê yê bo posta serkatiya herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yê hejmara 12'ê.
pukmedia